“DAIŞ” û projeya “dewleta veşartî” li çola Sûriyayê

Nivîskar: Dr.Tariq Hemo

Made bi zimanê erebî jî heye العربية

Rêxistina DAIŞê ya terorîst ku xw dispêre rêbazên êrîşên lezgîn û di encamê de gelek kes têne kuştin çi sivîl çi jî leşker, bi berdewamî li herêmên çola Sûriyayê belav dibe. Rêxistina DAIŞê, stratejiya tirsandinê bi kar tîne da ku hêza dijberên xwe ji hev belav bike û hebûna xwe ya bi hêz îsbat dike, tevî ku dewleta wê ya xeyalî di sala 2019an de li ser destê HSDyê li Baxozê hate tunekirin. Îro jî rêxistina DAIŞê bi komên piçûk, xwe di nava newalan de vedişêre û bi berdewamî jî şaneyên xwe li bajarên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê ava dike. Di heman demê de, bala xwe dikişîne ser çalakiyên îstixbaratî yên veşartî da ku bikeve nava dijminê xwe û li pişt dijmin bi rêya şaneyên veşartî bi cih bibe, da ku kengî bixwaze êrîş bike, karibe biryarê bide.

DAIŞ di êrîş û operasyonên xwe yên li dij hêzên rejîma Sûriyayê li çola Sûriyayê pêk tîne û karwanên leşkerî û yên xelkê armanc dike, her wiha DAIŞê sivîlên ku bi peywendiya bi hikûmeta Sûriyayê û saziyên wê yên îstixbaratî û leşkerî tawan dike, armanc dike. Di vê çarçoveyê de, her dem komkujiyên hovane derheqê sivîlan de pêk tîne. Lê armanca mezin a rêxistina DAIŞê, hêzên HSDyê ye. Di vê çarçoveyê de, endamên DAIŞê ji çalakiyên milîsên girêdayî rejîma Sûriyayê û Îranê û tevgerên wan ên li dij HSDyê sûdê werdigire û li dij HSDyê çalakiyan dike. Her wiha rêxistina DAIŞê, di nava bajarên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê de jî, bi rêya şaneyên wê, êrîşan pêk tîne.

Rawangeha Sûriyayî ya Mafên Mirovan jî di 22yê hezîrana borî de raporek li ser malpera xwe belav kir û hejmara êrîşên DAIŞê belge kir. Li gorî wê raporê ji destpêka sala 2024an ve, rêxistina DAIŞê bi rêya şaneyên xwe 135 êrîş di nava herêmên Rêveberiya Xweser de pêk anîne û ev êrîş li van herêman hatine kirin: 114 êrîş li Dêra Zorê, 13 êrîş li Hesekê  û 8 êrîş jî li Reqayê. Ev êrîşên çêbûne jî bi rêya êrîşên çekdarî û teqîna mayînan pêk hatin û di encamê de bi dehan kesên sivîl û leşker jiyana xwe ji dest daye.

Rêxistina DAIŞê bi rêya toreya xwe li herêmeke mezin ji çola Sûriyayê (4000 kîlometer çargoşe) di bin serweriya rejîma Sûriyayê de, belav kiriye. Toreya mirinê ji çiyayê Ebû Recmîn li bakurrojhilatê Palmîrayê dest pê dike heta çola Dêra Zorê û bejahiya wê ya rojava û çola Suxine û bakurê parêzgeha Siwêdayê. Rêxistina DAIŞê, armanc dike ku vê erdîngariya berfireh bike dewleteke ne îlankirinî, ku tê de şaneyên wê serwer bin û her kesê leşer an jî sivîl tê re derbas bibe, bikuje. Her car jî, çalakiyên kuştina komî û îdamkirinê tomar dike û li ser malpera xwe belav dike, du ku hebûna xwe ya xwînrêj li Sûriyayê keqez bike û ji endam û alîgirên xwe re bide xuyakirin ku ew hîn peyda ye û bihêz e.

Di beşê girêdayî şerê wê li dij HSDyê de, bê gûman DAIŞ sûdê ji êrîşên milîsên çekdar ên girêdayî Şam û Tehranê yên li dij HSDyê li kantona Dêra Zorê, digire.

Bi awayekî normal jî, ev milîsên çekdar, êrîşên rêxistina DAIŞê û taybet êrîşên xwekujî, radigihînin ku wan ev êrîş pêk aniye, ango êrîşên rêxitsina DAIŞê dispêrên xwe. Di vê çarçoveyê de, rûpelên girêdayî van milîsên çekdar yên li ser tora civakî nûçe û dîmenên van êrîşan belav dikin û wekî êrîşên xwe li dij HSDyê bi nav dikin. Lê di heman demê de jî, rêxistina DAIŞê sûdê ji êrîş û armanckirinên dewleta Tirkiyayê li dij binesaziya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê, digire. Her wiha, rêxistina DAIŞê mijûlbûna hêzên ewlekarî û leşkerî yên bi êrîşên Tirkiyayê re keysbaz dike û çalakiyên teqandinê û kuştinê li dij baregehên HSDyê, pêk tîne taybet li Dêra Zorê û Reqayê. Balkêş e ku çi dema Tirkiyayê êrîşeke leşkerî li dij herêmên Rêveberiya Xweser pêk tîne, DAIŞ êrîş û çalakiyên xwe zêde dike.

Her wiha, rêxistina DAIŞê, herêmên di bin dagîrkeriya Tirkiyayê û Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) de, wekî baregeh û cihekî bi ewle ji bo rêveberên xwe yên payebilind bi kar tîne. Tenê têrê dike ku çavekî li lîsteya rayedarên DAIŞê ku hêzên Amerîkayê li Sûriyayê kuştine bixin, da ku asta em asta girîngbûna hêzên dagîrkeriya Tirkiyayê û Tehrîr El-Şam ji bo rêxistina DAIŞê nas bikin, ku wekî herêmekê xwe tê de veşêre û madeyên xwe dapîne bike, bi kar tîne. Di 16ê hezîrana borî de jî, hêzên Amerîkayê ragihand ku di operasyoneke leşkerî de, yek rayedarên DAIŞê li Sûriyayê Usama Îbrahîm El-Cenabî hate kuştin.

Her wiha hêzên Amerîkayê di 27ê cotmeha 2019an de damezrînerê DAIŞê û xelîfeyê wê Ebû Bekir Bexdadî di herêmeke de li bejahiya Idlibê kuşt. Di heman demê de, hêzên Amerîkayê berpirsê duyem ê DAIŞê Ebû Îbrahîm El-Qureşî di 3yê sibata 2022yan de li herêmeke bejahiya Idlibê kuşt. Di destpêka gulana 2023yan de jî, Amerîkayê berpirsê çarem ê DAIŞê Ebû Hesen El-Husyenî El-Qureşî li herêmeke bejahiya Helebê kuşt. Di heman demê de, hêzên Amerîkayê rêveberên rêxistina DAIŞê (Meclisa Şûra a DAIŞê) li herêmên bakurrojavayê Sûriyayê kuştine wekî Ebû Sara Iraqî ku li gundê Meşhed Rûhîn li bejahiya Idlibê ya bakur hate kuştin. Her wiha herdu berdevkên rêxistina DAIŞê Ebû Hesen û Ebû Hemza li Cerablûsê hatin kuştin, her wiha rayedarê DAIŞê li Sûriyayê Ebû Seed El-Şimalî li herêma Babê hate kuştin û rayedarê dîwana ragihandinê Ebû Bekir El-Xerîb li Efrînê hate kuştin. Her wiha, Amerîkayê di tîrmeha 2023yan de ragihand ku berpirsê DAIŞê li Sûriyayê Mahir El-Ukal bi êrîşeke dron hate kuştin. Di sibata 2023yan de jî, artêşa Amerîkayê ragihand ku Hemza El-Humsî hate kuştin. Armanckirina van rayedarên payebilind ên rêxistina DAIŞê diyar dike ku di navbera DAIŞê û dewleta Tirkiyayê û Heyet Tehrîr El-Şam de lihevkirinek heye, ku rayedarên rêxistina DAIŞê herêmên dagîrkeriya Tirkiyayê û Idlibê wekî cihekî bi ewle bi kar bînin, li beramberî ku rêxistina DAIŞê çalakiyên xwe yên wêrankirinê li herêmên Rêveberiya Xweser û HSDyê, zêde bikin.

Heta niha rêxistina DAIŞê şiyanên wê yên mezin hene ku bikaribe êrîş bike û komkujiyan pêk bîne. Ev demên ku aramî heye û êrîş tunebin ku carinan bi mehan dirêj dike, tê wateya ku ew plan dike û xwe amade dike da ku êrîşan pêk bêne. Her wiha, DAIŞê rêbazê tirsandin û şokê bi kar tîne û hovîtî û zulmê bi kar tîne. Her wiha, rêxistina DAIŞê, sûdê ji herêma serweriya xwe li çola Sûriyayê an jî “dewleta di bin erdê de” û hebûna rêveberên wê yên mezin ku plan dikin û madeyan dapîne dikin ên li herêmên dagîrkeriya Tirkiyayê û Tehrîr El-Şam, digire. Lewra, rêxistina DAIŞê wê çi herêmeke bibîne ku lawaz e, armanc dike. Li ser vî esasî, ya girîng ew e ku hêzên HSDyê û hêzên Ewlekariya Hundirîn navendên lawaz wekî kampên koçberan, girtîgeh û binesaziyê, xurt bikin.

Bê gûman DAIŞ hêvî dike ku operasyonên mezin pêk bîne û bi hezaran bikuje (wekî komkujiya Kobanê ku di 25ê hezîrana 2015an de pêk anî û di encamê de bi sedan kurd ku piraniya xwe jin û zarok bûn, şehîd bûn), da ku bi awayekî “xurt” vegerê ser dikeyê û moralekî bide alîgirên xwe yên li cîhan û herêmê. Ji ber vê yekê jî, divê parastineke mezin bidin kampên koçberan ên wekî kampa koçberên Efrînê û Serê Kaniyê, her wiha têketin û derketina ji kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê baş werin parastin û tedbîrên zêde werin girtin, nexasim dema ku êrîşên Tirkiyayê çêdibin, ku dibe yek ji rêyên Tirkiyayê be ku êrîşên taybet bi rêya DAIŞê pêk bîne, ku di rastiya xwe û wekî çawa ku deh salên borî ji me re teqez dikin, ku DAIŞ amûreke dewleta Tirkiyayê ye û wê li dij gelê kurd li Sûriya, Iraq û Tirkiyayê jî bi kar tîne.