Dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê… Gelo Enqere hevsengiya xwe bi Moskow û Waşintonêre winda dike?
FERHAD HEMÎ
Bi israra hikûmeta Erdogan a ji bo destpêkirina êrîşeke nû ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Tirkên Ewrasyayî gelek caran şîreta Ataturk a navdar tînin bîr û bala xwe, “bi Rûsiya ra tewşiyan meke,û mebe lîstok di destê Rojava da”. Li aliyê din jî serokê Partiya Tevgera Neteweperest a tund (MHP) Dewlet Bahçelî her Erdogan bi bîr tîne ku divê dosyaya derketina ji NATO’yê bi Rojava re li ser maseyê bê danîn, Erdogan jî çoyê xwe di ortê de girtiye. ji nakokiyên di navbera Mosko û Waşintonê de piştî şerê Ukraynayê sûdwerdigre û xwe ji daxuyaniyên quretî li dijî Rojava dûr naxe, û welatên wek Swêd, Fînlanda û Amerîka tawanbar dike ku parastina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û alîgirên PKK dikin.
Ev harbûna rojane ku propagandayê li dijî dewletên Rojavayî dike, dikeve xizmeta pîlanên stratejîk ên Pûtîn ku li dijî NATOyê ne, lê armanceke Moskow ya din heye, ew jî ku Erdogan bi temamî ji nava refê NATOyê were derxistin. Dibe ku serdana vê dawiyê ya Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bo Enqereyê îşareteke zêde bû ku ji desthilatdarên Enqerê daxwaz bike ku helwesta Tirkiyê li ser nexşeya jeopolîtîk ya cîhanî were diyar kirin, ev jî wek xilatekê bû ji bo rastgirên tundrew ên Tirk, ku bes Rûsya destûr bide ji bo destpêkirina êrîşeke nû li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê “Kobanî, Minbic, Eyn Îsa û Tel Rifat”. Li gorî Moskowê, ev yek dê di dawiyê dedûrketina Tirkiyê bi rojava re rûbirû bike, ji ber helwesta Amerîka ya operasyona leşkerî heta vê gave redkirine .Bi giştî çûyîna Lavrov ya Enqereyê dixuye ku li pişta Erdogan xist: niha top li qada we ye, de kerem bikin.
Lîstoka hevsengiyan û waneya dîrokî:
Ji aliyê dîrokî ve siyaseta derve ya Tirkiyeyê ji aliyê rewşeke derûnî ve tê rêvebirin, dema mijar dibe navbera du aliyên mezin Tirkiyê nikare helwesta xwe di navbera wan de zelal bike.Nemaze piştî biryara Enwer Paşa ya hiş sivikî ku di Şerê Cîhanê yê Yekem de êrîşî hêzên rûsî li Derya Reş kir, û bi Împeratoriya Alman re hevalbendiyek pêk anî, her çendî pêşbînî hebûn ku hevbendiyek nêzîk di navbera Împeratoriya Osmanî û Brîtanyaya Mezin de rêkeve, lê bervajî wê biryara Enwer Paşa bû sedem ku Împeratoriya Osmanî ber bi hilweşandinê ve here.
Ji wê demê û vir ve siyaseta derve yaTirkiyeyê her car bi dudilî tê birêve birin. Û ji ber ku komara Tirkiya jî berevajî hat avakirin, ji ber ku Kurd, îslamên demoqrat û kesayetên çep hatin dûrxistin, bûrjûwaziya desthilatdar dewlet ji hîmên civakê “çînî, netewî, çandî” dûrxist û cuda cuda kir. û ji bo domandina berjewendiyên xwe yên teng dest bi simsartiyê kir, hesabê siyaseta hundir û derve li gorî bingeha hevbendiyê bi hêzên ku di qada navneteweyî de bi bandortir têne dîtin kir. bi şertê ku hertim dest dirêjiyê û tundiya bêsînor li ser cihêrengiya civakî ku ne di nav pergala dewlet û desthilatdariyê de dijîn bike. Di vê rewşê de, armanca wan a sereke Kurd in, û Moskow, Waşinton, London û Berlîn jî baş dizanin ku çawa û kengî vê senaryoyê bi kar bînin û geş bikin.
Lihevkirin bi armanca bêbandorkirina Kurdan:
Vê çînê avahîya komarê veguherand rengê neteweyî, etnîkî û stemkarî û siyaseta xwe ya navxweyî li gorî helwêsta fermî ya ku Îsmet Înonu di sala 1925an de di şoreşa Şêx Seîd Pîran de ragihandibû, wan jî va siyaseta pejirandin. Şirovekarê siyasî yê Amerîkî Graham Fuller di pirtûka xwe ya li ser pirsgirêka Kurd de wiha dibêje: “Li hember piraniya tirkan ti bandoreke pêkhateyên din tune ye û ji bo vê jî divê em kar ji bo tirkkirina xelkê bikin. Bi her awayî li ser axa xwe dijîn û her kesê ku li dijî polîtîkaya tirkkirinê derkeve emê wan qirbikin.”
Daxuyaniya ku bi heman awayî di sala 1930-an de ji aliyê Wezîrê Dadê yê hikûmeta Ataturk ve hat dubarekirin: “Ez bawer dikim ku divê tirk bibin salar û yên ku koka xwe ne tirk in, dikarin di vê dewletê de bibin xwediyê yek mafî, ew jî mafê xulam û koletiyê ye”
Komara Tirkiyê polîtîkayên xwe yên hundir û derve li gorî vê civaka psîkozî û xeyala netewperest saz kir, û her dem vegotina komploya cîhanî ya ku li dijî wê heye tevdigeriya û her di bin tirsa ku dike Tirkiya parçe bibe xwe pêşdixist, wek hilweşîna dramatîk ya Împeratoriya Osmanî. Her wiha “Psîkolciya Sêver” wekî planeke rojavayî ya ku armanca wê parçekirina Tirkiyê ye, dida nasîn. lêkolerê navdar ê Îrlandî, Fred Halliday, “ psîkolociya sêver” vedibêje û dibêje: “dema ku mêvanên rojavayî dihatin rayedarên Tirkiyê di ofîsên xwe yên li Enqere û Stenbolêde de ders li ser sendroma Sêver didan wan, Li gorî têgihîştina Tirkî armanca xwe Tirkiye parçe û lawaz bike an jî ji aliyê Rojava ve destwerdana karûbarên Tirkiyê bike.Frantz Fanon ev trawma bi awayekî biaqil eşkere kir: “ên ku barê trawma şer dikişînin, dikarin bibin sûcdarê şidetê û dikarin bibin zalim, hem jî zordar.”
Li gel gelek sûcên van pêlên tundrew ên Tirk, çi li dijî gelên Xiristiyan û çi jî li dijî gelê Kurd, kesên sûcdar di nav wan de ne poşman in û heta vê kêliyê nehatine dadkirin. Ji ber vê yekê ev netew-dewlet ji bo mafên gelên cuda cuda tine bike navê dijminê navxweyî li wan kir, û ji bo mafê kurdan bitemisîne amade bû ku her karê terorê li dijî wan bike.
Li gorî vê yekê, Mustafa Kemal Ataturk di dema “Şerê Rizgariyê” de fen û ben li bermahiyên Komela Ciwanên Tirk ên Faşîst kir û bi riya Bolşevîkan li dijî Îngîlîzan hevsengî ferz kir û pişt re jî di sala 1921’an de ji soza xwe li dijî Rûsya Sovyetê ya ku di berjewendiya Îngilîzan de bû, xwar. Piştî serdestiya Îngilîstanê di siyaseta navneteweyî de rû da, bi taybetî piştî Konferansa Aborî ya Îzmîrê di sala 1923-an de, û peymana Lozanê di heman salê de, di heman demê de Kurd, îslamên demokrat û komunîst rûxandin.
Bi heman awayî di destpêka Şerê Cîhanê yê Duyem de di 18ê Hezîrana 1941ê de, Almanya û Tirkiyê Peymana Dostaniyê îmze kirin. Li gorî vê yekê, Tirkiyê soz da ku li dijî berjewendiyên berfireh ên Almanyayê yên li herêmê destwerdanê neke û li hev kir ku têkiliyên aborî û bazirganiyê yên di navbera herdu welatan de baştir bike. Bi nêzîkbûna têkçûna Naziyan re di Şerê Cîhanê de, li gorî civaknas Perry Anderson, Tirkiyê sozên xwe yên bi Hîtler re pêkne’anî û di dawiya sibata 1945-an de bêyî ku yek guleyekê di şerê li dijî faşîzmê de biteqîne, li dijî Elmanyayê şer ragihand.
Di heman mijarê de tirsa Ismet Inonu ji Stalîn hebû ku peymana 1936-an a li ser azadiya ketina tengava ku behra reş bi deryaya navîn ve girêdide vegerîne û di paşerojê de avakirina baregeheke leşkerî li ser tengavê avabike, bi lez û bez di sala 1947 de bi DYA re hevpeymanek îmze kir.Bi vî awayî Tirkiye endamtiya xwe di NATO de misoger kir û alîkariya aborî ji Plana Marshall a Amerîkî wergirt, ku tê de bi milyaran dolar alîkariya Amerîkî ji çîna desthilatdarên Tirk re hate şandin, ji bilî herikîna piştgirîya leşkerî û alavên teknîkî yên Atlantîkê, û ev hemû tê wateya dilsoziya Tirkiya bi rojava û emperyalîzmê re, ev jî hemberî kuTirkiyê li ser sînorên rojhilatê bi serkêşiya NATOyê bingeheke stratejîk e û qirkirina kurdan û hêzên çepger ji xwe re rewa kir.
Ji sala 1991ê ve, Rûsya êdî li ser sînorê Tirkiyê berfirehbûna xwe nema, û di rastiyên nû yên dramatîk ên sedsala 21-an de, Rusya her ku çû berê xwe da Çînê bi armanca Dewletên Yekbûyî ku rola xwe ya kevin a hegemonyaya cîhanî lewaz bibe. Bi vî awayî Çînê bi projeya xwe ya li ser bingeha navendîkirina bazirganî û veguheztinê li seranserê Ewrasyayê avakir, di bin pêşengiya Yek Kember û Yek Rê, ev qada Ewrasyayê ji nû ve xêz kir.
Li ber defa Awrasiyayê dîlan bikin:
Di vê navberê de, “serkêşiya rastgir” piştî derbeya binketî ya 15ê Tîrmeha 2016an, desthilata xwe li Enqerê tundtir kir. Ew jî gerêneke ji Awrasyayî, netewperest û Îslamên rastgir pêktên,
Enqere daxwaza ji NATOyê hinekî serbixwe bibe da ku nêzîkbûna xwe ji qada Awrasyayê xurt bike, û tekez dike ku ligel Moskow û Çînê dibe ku bigihêje berjewendiyên ewlekarî û aborî, xewna Osmaniyê û zordariya navxweyî vegerîne.
Ma bi rastî hewce ye ku merov ji mentiqên guhêrbarên siyaseta derve û berjewendîyên dewleta tirk bi vegotina rastgirên tundrew bawer bike, an jî çîroka tirk a desthilatdar hertim li ser sextekarî û durûtiya eşkere siwar dibe? Di rastiyê de, îro piraniya hevalbendên Erdogan ên li dijî lîberalîzma rojavayî, bi rûreşkirina hin efserên leşkerî “alîgirên Birîncîk” û komên siyasî yên bêbandor “Dewlet Bahçelî” yên di destpêka salên 2000an de di bin destê NATOyê de bûn, ji ber karê wan ê qirêj û dîroka wan êdî bîn dabû, gorî ku doza Ergenekonê aşkere kir. Ev qirêjiya ji bo ekîba Erdogan jî derbas dibe, dema ku NATOyê piştî xistina balafira Rûsyayê di sala 2015an de li Sûriyeyê piştgiriya Tirkiyeyê li dijî Rûsyayê red kir.
Ji ber vê yekê, veguhertina Tirkiyê ya vê dawiyê ber bi Awrasyayê ve, di serî de ji ber zêdebûna nerazîbûna wê ya li hember Rojava ye. Awrasyaîzma îroyîn di eslê xwe de nêrînek îdeolojîk e, ne nêrînek jeopolîtîk a hevgirtî ye – têgihîştina îdeolojîk a vê nêzîkatiyê tê wê wateyê ku berjewendîyên jeopolîtîk ên Tirkan bi rihetîkirina bi Rusya û Çînê re çêtirîn xizmet dike.
Ji dema darbeya serneketî ya sala 2016 an nêzîkî 30 hezar general û leşkerên nêzî NATOyê yên li Tirkiyê hatin dûrxistin, li gorî kirîfê têkiliyên Rûsya û Tirkiyê Dogu Brincîk, dibêje Trump, Pûtîn û Erdogan li ser bingehê rêkeftina Baweriya rastgir lihev kirine, û pergala vê rêkeftinê li Tirkiya xurtir bûye.
Bi hatina Biden li ser desthilatê û destpêkirina şerê Ukraynayê, derfet ji vê komê re fereh bû ji ber cihê jeopolîtîk ê Tirkiyê ji bo Rojava û Rûsyayê girînge û Tengava Bosforê wek deriyeke ji bo bazirganiya navneteweyî hinartina genim û derbasbûna leşkerî, ku mafê Tirkiyeyê hişt ku daxwazên xwe yên oportunîzm û dagirkeriyê heta radeyekê bilind bike, ji daxwaza wî ya ji bo bidestxistina mafên enerjiyê di avên Deryaya Spî de dest pê kir, heta bi gefxwarinê. astengkirina endametiya Swêd û Fînlandiyayê di NATO de, û Kurdên sirgûnkirî li Rojava asteng bike û destpêkirina pêngavênleşkerî li dijî Kurdan berdiwam bike li Tirkiye, Iraq û Sûriyê, bi awayên herî kujer ên qedexekirî yên çekên kîmyayî û balafirên bê mirov.
Vegotina awrasyayê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê:
Koma Ewrasyayê ku hevalbendê Erdogan in, dixwazin ku eniyeke leşkerî ya nû were vekirin da ku xwe di deshilatê de kûrtir bikin, piştî siyaseta wan ya leşkerî û dagirkeriyê biaborî re rûbirûyî kûrtir kir û welat ber bi hilweşîna jiyanê bir. Ji bo van aloziyan dibe ku di nav roj û şevekê de têkbiçe, a wan xelas bike zordestiya navxweyî û berdewamiya şerên derve bi taybetî li dijî kurdan pêşdixe dibe ji ber hêza xwe jî ew kesên tundirew distînin û hovîtiya xwe rewa dikin.
Li gorî vê yekê, van koman ji bo ku bigihêjin armancên xwe yên derbarê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de,bi çend senaryoyan tevdigerin.Wek mînak, malpera Idlink a Dogu Brincik, senaryoyek weşand ku dê çawa navbera Şam û Enqerê de danûstand vebe. Li gorî nêrîna van koman ku grûpek di nava rêveberiya Erdogan de heye vê hewildanê asteng dike, di heman demê de li gorî Birinçîkev grûp ji Rûsya, Îran û rêjîma Sûriyê re bi rêya mîrên şer li herêmên ku di bin kontrola artêşa Tirk de ya li Idlibê astengiyan derdixin, her wiha “Amerîkiyên” xwe veşartî di hundirê Tirkiyeyê de roleke mezin di motîvkirin û têkbirina vê nêzîkatiyê de lîstin.
Nêrînên wan wiha ne, rêveberiya Şamê ne xwediyê wê hêzê ye ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji holê rake, û Şam ne di wê rewşê de ye ku bi serê xwe tiştê ku van kesan jê re dibêjin “dagirkeriya Amerîkayê” bi serê xwe ji holê rake. Lê dema ku Enqere û Şam hevkariyê bikin, Rûsya, Îran, Çîn û hemû hêzên din ên Awrasyayê dê li pişt vê yekîtiyê bin û hêza ku dê Amerîka ji Sûriyê derxîne û QSD bi wê re bi dawî bike, dê were afirandin. bi her awayî dibe şer were kirin.
Ji bo vî şerî li Ukraynayê diqewime, Moskow naxwaze dijberiya Enqerê bike. Dibe ku ev yek Erdogan teşwîq dike ku xwe bide ber ziyan û metiryê, û herikîna Awrasyayê dilivîne ku eniyek nû veke. Senaryoyên berê yên ku Moskow di operasyonên berê yên Tirkiyê de tercîh kiribû, êdî têrê nakin. Tevgerên Rûsyayê gelek caran didan diyarkirin ku Erdogan bi armanca ewlehiyê bi cih bîne û destkeftên diyarker ji bo Şamê, di nav de ev yek dihewîne vegerandina artêşa Sûriyê ji bo deverên bakurê Sûriya, û gurkirina navbera Tirkî-Amerîkî, bi erêkirina operasyonên Tirkiya hêmaneke zextêye ku Kurd rê li ber rêkeftinekê veke ku bibe sedema kontrolkirina deverên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk de ji aliyê artêşa Sûriyê ve were rêvebirin.
Moskow bi Enqereyê re nîqaş dike ku eger YPG an QSD bi rastî metirsiyekê li ser ewlehiya neteweyî ya Tirkiyê dike, çare ew e ku herêmên wan têkevin bin kontrola dewleta Sûriyê. Wateya Rûsyayê ji bo çareseriyê pêşniyarkirina Peymana Edeneyê ev e. Lêbelê bêyî bandora Tirkiyê li ser erdê, Erdogan dê ji “çîroka serketinê” dûrbikeve ku ew niha hewceyî vê serkeftinê ye berî hilbijartinan ku piştgiriya gel piştî kêmbûnê xurt bike.
Li gorî koma Awrasyayê, Tirkiye piştî kirîna mûşekên parastinê yên Rûsî S-400 ku qutkirina peywendiyên xwe yên bi NATOyê re bandoreke mezin nade bi taybet ji bo parastina ewlehiya Tirkiya. Li ser vê meylê ku hemû têkiliyên bi Rojava re -bi taybetî yên aborî- qut bibin şaştî û bêaqiliye ku xwe bi tevahî ji nû ve ber bi rojava ve girêbide û di paşerojê de pişta xwe bide vê projeya bihêz a Ewrasya ya pêşkeftî. Di nav derdorên siyasî û leşkerî yên Tirkiyê de hin deng dixwazin pêşdetir biçin, bi tercîhkirina vebijarka xwe dispêre Rûsyayê, hewl didin ku li Awrasyayê pergala ewlehiyê ya ne-Rojavayî bi dest bixin ku li ser bingeha domdariya girêdayîbûna bi NATO-yê ye, ku ev nêrîn bi eşkereyî ji hêla Bahçelî û Birincîk û hin derdorên nêz ên Erdogan radighînin.
Nêrîna Rojavayî:
Rêveberiya Biden gorî daxuyaniyên ji Qesra Spî derdikeve,red dike ku Enqere dest bi operasyoneke nû ya leşkerî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Nêrîna Rojavayî îddîa dike ku faktorên din hene ku biryareke erînî di der heqê Erdogan de bidin, di nav wan de ku “rola bihêz” a Tirkiyê di qeyranek mezin a navneteweyî de li ser modela Ukraynayê nîşan bide, dibe ku ji hêla siyasî ve sûdmend were dîtin, nemaze heke ew li dora çarçoveya şerê li dijî kurdan be ji wan re hêsantir e. Di heman demê de helwesta Mosko ji bo vî şerî dest li piştê Enqerê dixe, li dijî Bakurê Rojhilatê Sûriyê, û dibe ku Washington bêdeng bimîne eger Enqere gefên xwe bi cih bîne ji ber bi dosyeyên Ukrayna û Çînê re mijûle.
Lê eger dijberiya Tirkiyê ya li hember endambûna Swêd û Fînlandiyayê çendakî bidome, dibe ku Enqere ji ber siyaseta xwe ya nêzî Rûsyayê diyartir bike û Enqere dê bi vebijarka ku alîgirê xwe bigire re rû bi rû bimîne. Eger NATO karibe bersiveke xurt û yekgirtî pêk bîne ku êrîşa li ser Ukraynayê ji bo Moskowê şikestineke stratejîk bimeşîne, wê demê dibe ku hesabên Erdogan an her serkirdeyekî nû yê Tirkiyê hilbijartinên bê de desthilatê bigire dest, ku Rojava ji xwe re hilbijêre û berê xwe bi wan de.
Serkêşên rastgirên Tirkiyê bi demê re lez û bez in ku ji vê berbatiya siyasî sûdwergirin, Waşiton dikare di bin zexta dem û pêşaniyên xwe yên derve de, bi taybetî operesiyoneke leşkerî ya Tirkiyê li rojhilatê Firatê çavên xwe jê re bigre. Herwiha Tel Abib dê her berfirehbûna Tirkiyê li Sûriyê, wekî dorpêçkirina bandora Îranê, bi kêfxweşî bibîne û erê bike.
Lêbelê, cîgirê serokê berê yê CIA, Graham Fuller, li hember nefsbiçûkiya vê nêrînê hişyar dike û dibêje: “Ew şaştiyeke mezin e ku meriv texmîn bike dema serokatiyek nû ya Tirkiyê derkeve holê, ew ê vegere ”hevalbendê” berê ku Rojava demeke dirêje pişta xwe pê spartibû.Her rêberek nû dibe ku di destpêkê de hewil bide ku hin cudahiyên li vir û wir bi Rojava re ji holê rabike, lê ew ê bê guman berdewam bike li pey tiştê ku Tirkiye wekî çarenûsa xwe ya jeopolîtîk a berfireh dibîne ku tevlêbûna kûr di nav xwe de dihewîne.
Her çi dibe bila bibe, heta ku desthilatdariya rastgir a tundrew li Enqerê bi mantiqê şer û vejîna ser xwîna Kurdan dijî û tevdigere, dê bijarteya êrîşa leşkerî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê di her kêliyê de hebe û wekî çareyekê ji xwe re hilbijêrin. Wê demê çareyek li pêş Kurd, Ereb û pêkhateyên din ên li herêmê ji bilî berxwedaniya ji bo hebûnê namîne.
Werger ji erebî Heysem Mislim