NAVENDA KURDÎ YA LÊKOLÎNAN
Hevserokê Gerînendeya Têkilîyên Derve ya Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê got ku êrîşên Tirkîyayê li dij herêmên Rêveberîya Xweser, bi sîstematîk hemû debarên jîyanê wêran dike û armanc dike ku bi milyonan gelê herêmê koçber bike û wan bike penaber. Her wiha Çiya Kurd got: “Herêmên me niha wêrankirî ne”.
Navenda Kurdî ya Lêkolînan duh(09/10/2023) bi rêya “Zoom”ê civînek bi beşdarî Bedran Çiya Kurd organîze kir û bi dehan nûçegihan, rojnamevan û çalakvanên kurd û biyan tev li civînê bûn.
Çiya Kurd destpêkê, rewş û bipêşketinên li herêmên Rêveberîya Xweser ku rastî êrîşên dewleta Tirkîyayê yên dijî binesazî û sivîlan tê, şirove kir û got: “Tirkîyayê bihaneyan çêdike da ku êrîşî herêmên me bike, lê em wekî Rêveberîya Xweser tu têkilîyên me bi tiştê li Enqereyê çêbûye tune ye.” Her wiha Çiya Kurd da zanîn ku hikûmeta Tirkîyayê ya giştî ya xwe û ya tevahî cîhanê dixapîne û wiha berdewam kir: “Me bi tawanên ne rast tawanbar dike da ku hemleya xwe ya armanckirina binesazîyê rewa bike. Lê piştî ku komên çekdar bi rê ve dibir, niha bi xwe yekser dest bi êrîşan kiriye, da ku armanca xwe ya dagîrkirina herêmê û wêrankirina wê pêk bîne. Di heman demê da, hikûmeta Tirkîyayê qirkirina etnîkî û koçberkirinê li dij kurdên li Efrînê û Serê Kanîyê pêk tîne. Her wiha niha hewl dide ku tevahîya herêmên me dagîr bike da ku demografîya wê biguherîne û gelê wê koçber bike, lewra bi rengekî eşkere got ew ê binesazîya herêmê armanc bike û wêran bike û çavkanîyê jîyan û debara jîyanê, xerab bike.”
Her wiha, Bedran Çiya Kurd dîyar kir ku wêrankirina binesazîyê ji alîyê Tirkîyayê ve, binpêkirina peyman û qanûnên navdewletî ye, nexasim peymana Cinêvê ya ku wêrankirina binesazî û zirardayîna sivîlan ji alîyê alîyên şerker ve red dike ku Tirkîyayê jî li ser vê peymanê îmze kiriye û xwe pabendî pêkanîna wê nîşan da. Çiya Kurd got: “Bêdengîya navdewletî dihêle ku di hemleya wêrankirina herêmên me û koçberkirina gelê me da dewam bike. Êrîşên Tirkîyayê li peyî xwe rewşeka karaset hişt û welatî ji xizmetguzarîyên sereke bêpar hiştin. Her wiha bi milyonan jî niha di karaseteka rasteqîn da dijîn”. Çiya Kurd bal kişand ser şerê dijî DAŞê û ev nirxandin kir: “Êrîşên Tirkîyayê li dij herêmên Rêveberîya Xweser zirarê dide şerê dijî birêxistina DAIŞê. Agahî gel me hene ku DAIŞ tiştê ku çêdibe bi kar tîne, da ku xwe birêxistin bike û êrîşan li dij herêmên me pêk bîne, lewra DAIŞ hewl dide ku daişîyên girtî yên di zindanan da amade dike û alavan amade dike da ku êrîşan pêk bîne.”
Her wiha, Bedran Çiya Kurd encama êrîşên dewleta Tirkîyayê li dij binesazîya herêmê û sivîlan eşkere kir û got: “Êrîşên Tirkîyayê zirar gihand hêza ma ya alîkarîya koçberan ku hejmara wan 200 hezar e di kampan da, her wiha zirar da 800 hezar kesî li gund û bajarên li herêmêm ne. Niha li dij herêm û gelê me hemleyeka qirkirinê heye û divê cîhan vê yek zanibe. Her wiha, 182 navendên xizmetguzarîyê ji alîyê dewleta Tirkîyayê ve hatin wêrankirin, lewra herêm niha wêrankirî ye. Di heman demê da, niha 2 milyon kes bê av û kehrebe ne û niha metirsî hene ji ber nebûna xizmetguzarîyan nexweşî û epîdemîyan derkevin. Her wiha, êrîşên hewayî yên Trikîyayê heta niha du nexweşxane ku xizmetî 360 hezar kesî dikir, rûxand. Di heman demê da, êrîşên Tirkîyayê 48 dibistan rûxand û bi vê yekê ra jî bi dehhezar xwendekar û mamoste ji xwendinê bêpar hiştin. Her wiha, êrîşên Trikîyayê bi dehan kargeh û şerîket wêran kirin.”
Bedran Çiya Kurd bi domdarî anî ziman ku dewleta Tirkîyayê hêzên Ewlekarîya Hûndirîn hedef girtin û di encamê da 6 endamên wê li Amûdê şehîd bûn, her wiha akademîya perwerdeyê li Dêrîkê hedef girt û di encamê da 29 endamên Hêzên dijî Madeyên Hişbir şehîd bûn. Her wiha, wekî din jî di encama êrîşên dewleta Tirkîyayê da, bi dehan sivîl şehîd bûn ku hejmareka mezin ji wan jin û zarok in.
Her wiha, Çiya Kurd eşkere kir ku helwestên Amerîkayê û yên navdewletî derbarê êrîşên Tirkîyayê da lawaz in û fişareka rasteqîn li ser Tirkîyayê çênakin, ev yek jî dihêle ku Tirkîyayê êrîşên xwe berdewam bike û kuştin û topbaranê bidomîne. Çiya Kurd bal kişand ser helwesta rejîma Sûrîyayê jî û got: “Rejîma Sûrîyayê jî tu helwest derbarê êrîşên Tirkîyayê derxistin, tevî ku êrîşên dewleta Tirkîyayê baregehên hêzên hikûmeta Sûrîyayê hedef girtin. Rejîma Sûrîyayê wisa tevger digere wekî ku mijar wî têkildar nake, tevî ku behsa niştimanî dike û dagîrkerîya Tirkîyayê şermezar dike. Tiştê eşkere ku rejîma Sûrîyayê di wêrankirina herêmên me ji alîyê Tirkîyayê ve, ji bo xwe wekî sûdekî dibîne, ji ber ku dixwaze tecrubeya Rêveberîya Xweser were wêrankirin. Êrîşên Tirkîyayê xêrûbêra gelê sûrîyayî wêran dike û divê rejîma Sûrîyayê jî li ser vî esasî tevbigere. Ji alîyekî din ve jî, rejîma Sûrîyayê têkilîyên xwe yên îstixbaratî bi Tirkîyayê ra hene û dîyar e ku pabendî lihevkirinên Astanayê yên bi serpereştîya Rûsya û Îranê, ji ber vê yekê jî li hemberî êrîşên Tirkîyayê bêdeng e. Di encamê da, rejîma Sûrîyayê bi Tirkîyayê û Îranê li hev dike da ku Rêveberîya Xweser lawaz bikin û têkbirina wê wekî berjewendîyên xwe dibîne. Di dawîyê da, rejîma Sûrîyayê dibîne ku bêdengîya wê li ser êrîşên Tirkîyayê li dij herêmên me, dibe ku bibe alîkar Tirkîyayê êrîşên wê li ser Idlibê qebûl bike. Wisa dîyar e ku lihevkirinek û bazirganîyek heye.”
Çiya Kurd her wiha ji Neteweyên Yekbûyî û birêxistinên navdewletî yên peywendîdar xweste ku bikevin tevgerê û êrîşên Tirkîyayê li dij sivîla şermezar bikin û wiha got: “Em dualîtîya Neteweyên Yekbûyî, birêxistin û civaka navdewletî ya derbarê Tirîyayê ku dikuje, wêran dike û mafên mirovan û hemû peymanên navdewletî binpê dike, rexne dikin. Di heman demê da, em bang li hêzên demokratîk li tevahîya herêmê dikin ku têkoşîna xwe bikin û bibin hevkar ku fişarê li civaka navdewletî bikin da ku li dij hemleya şerê Tirkîyayê li dij herêmên me bikevin tevgerê. Ji alîyekî din ve jî, êrîşên Tirkîyayê û xerabkirina herêmê, wê bihêle ku koçberîya ber bi derve zêde bibe, nexasim ber bi Ewropayê ve. Her wiha, êrîşên Trikîyayê xebatên birêxistinên mirovî asteng dikin û wê bihêlin ku ji herêmê derkevin, ev yek jî wê zirarê bide penaberên di kampan da, nexasim kampa Waşûkanîyê. Êrîşên Tirkîyayê bandor li ser hêza sazîyên Rêveberîya Xweser a bipêşkêkirina xizmetê û debara jîyanê ji penaberan ra kir. Rêveberîya Xweser bang li sazîyên mirovahî dike ku li cihê xwe bin û xizmeta welatîyan berdewam bike. Her wiha, Rêveberîya Xweser bang li civaka navdewletî dike ku di warê xizmetguzarîya welatîyan û bi taybet koçberan da alîkarîya rêveberîyê bikin.
Hevserokê Gerînendeya Têkilîyên Derve ya Rêveberîya Xweser Bedran Çiya Kurd di dawîya nirxandina xwe da got: “Rêveberîya Xweser berdêleka mezin di şerê dijî DAIŞê da daye û bi vê yekê jî parastina mirovahîyê kir, ji ber vê yekê em li benda civaka navdewletî û hêzên demokratîk û tevahîya gelan in ku alîkarîyê bidin û kar bikin da ku êrîşên Tirkîyayê yên li dij me bi dawî bikin. Gelê me yê ku berdêlên mezin li dij terorê dan, bang li cîhanê dikin ku destwerdanê bikin da ku wan ji êrîşên Tirkîyayê biparêzin. Gelê me li pêşîya navendên Hevpeymana Navdewletî xwepêşandan li dar xistin û bang li wan kir ku alîkarîyê bikin û li dij êrîşên dewleta Tirkîyayê bikevin tevgerê. Êrîşên Tirkîyayê li dij gel û xelkê me berdewam e, ew jî encama hişmendîya qirkirin û paqijkirina etnîkî li dij me ye. Em li bendê ne ku helwestek navdewletî û gel piştgirîyê bidin me û li dij şerê Tirkîyayê yê li dij me rawestin. Hevgirtina gelê kurd û ereb û pêkhateyên din û redkirina wan a êrîşên Tirkîyayê ji bo me girêng e. Divê her mirovekî azad li her derê cîhanê ev şerê dewleta Tirkîyayê yê li dij me red bike û bibe alîkar da ku van êrîşan rawestîne û alîkarîyê bidin gelê me.”