CHP û dewleta kûr

HISÊN CIMO

Serokwezîrê Komara Tirkîyayê û cîgirê serokê CHPyê, Îsmet Înano di rojnivîsên xwe da, betalkirina sultanîyeyt û û xîlafetê bi vî rengî dide pêş rûyê xwe û wateyeka balkêş da vê yekê û dibêje: “Dema ku me xîlafet betal kir, em rastî mezintirîn berxwedanê hatin(..), lê sîstema duserî heta hetayê nikare mayînde bimîne.”(Anrewa Mango-Jînenîgarîya Ataturk-R 430).

Mirov dikare bibêje ku ji wê demê da ango ji sala 1924an da, komara Tirkîyayê di nava dualîteyeka tevlîhev da ye: Dewleta bîrokratîk û dewleta kûr. Lê ne bi awayê rikberî wekî ku di dema du serîyên Osmanîyan da hebû; ku ev yek di sazîyên sultanîyetê û derîyê bilind (hikûmetê) da hebû, ku ji dema reformên di dawîya serdema Sultan Mehmûdê duyem û heta têkçûna rasteqîn a Dewleta Osmanîyan di dawîya Şerê Cîhanê yê Yekem da sala 1918an, rê li pêşîya civakê vekir.

Berîya Bûyera Xêrwazîyê ya sala 1826an û dawîya artêşa Înkişarî, dualîtîya desthilatdarîyê di navbera sultan û fermandarîya Înkişarîyê da, alozîyeka eşkere bû. Bi biryarnameya birêxistinan da û dema ku Sultan Ebdulmecîdê yekem desthilatdarî sala 1839an bi dest xist, di navbera derîyê bilind (hikûmet) û sultan da alozî bi sultan Ebdulhemîdê Duyem û wezîrê mezin ê berê Midhed Paşa gihaşt lûtkeyê. Li ser vê xalê, layingirîyên neteweyî kûrtir bûn. Bi awayekî giştî, kurdan piştgirî dan Sultan Ebdulhemîd, lê ermenan (nexasim elîta ermenan a li Istenbolê) û piştgirî û garantî ji derîyê bilind û ji baylozxaneyên Ewropayê digirtin.

Bi damezirandina komarê ra di sala 1923an da, dualîbûna desthilatdarîyê êdî bi awayekî eşkere nema. Lewra, êdî kurd û gelên ji destûra dewletê hatibûne rakirin, nikarîbûn li dij sazîyekê piştgirîyê bidin sazîyeka din, wekî ku çawa di dirêjahîya dîroka osmanîyan da dikirin û berîya wê jî dema Selcûqîyan. Car caran di dîrokê da, dualîya desthilatdarîyê derîyekî nû ji bo desthilatdarîyê li pêşîya hêzên civakî yên di bin desthilatdarîyê da, vedikir, wekî ku çawa dema şerê di navbera du êlên tirkî Aq Qwînlû û Qere Qwînlû da pêk hat, ku wan her du êlan ji destpêka sala 1400î heta 1500î Kurdistan bi rê ve dibirin. Ev sedsalên ji alîyê dîroka civakî ya herêmên ku ji alîyê her du êlan ve dihatin birêvebirin, ne zelal e ku tu şopên şaristanîyê li pey xwe nehîştin,  ev yek jî vedigere ser xwezaya koçerî ya xanedanên desthilatdaran. Tevî vê yekê jî, gelek nîşane hene ku civak (ku li vir êlên kurdan nûnertîya vê yekê dikin ji ber ku çîna birêveber bû) di wan sedsalan da, ji dewletê bihêztir bûn. Tevî ku lêkolîn derbarê vê yekê da kêm in, mirov dikare wekî mînak balê bikişîne ser hêza qebîleya kurdî dema ku şerekî mezin di navbera osmanî û sefewîyan da rû da ku ew jî heta asteka mezin mîrateya Aq Qwînlû (osmanîyan) û Qere Qwînlû (Sefewîyan) bû.

Nakokîyên di navbera hêzên şerker û rikber ên di navbera blokên hûndirê yek hikûmetê da, nehişt ku civakên xwecihî li hemberî desthilatdarîyê radest bibe. Ev dîyardeya dîrokî, bû çavkanîya hêz û rizgarbûnê. Eger em ji vê yekê zêdetir biçin, em ê bibînin ku kêmasîyên desthilatdarîyê, di dirêjahîya dîrokê da gelek derfet ji bo rizgarkirina civakên lawaz çêkirin, dibe ku ji ber çi êrîşeka mezin ji alîyê desthilatdarîyê ve berîya niha bi çend sedsalan, bihatine hilweşandin. Lê heta niha xweragir e, lê bêyî ku atmosfêreka olî ya lêbor hebe ku rê bide vê pirrengîyê dirêjahîya vê demê, berdewam bike. Di rastîyê da, hikûmetên “duserî” an jî “pir serî” rê da civakan xwe bi awayekî beşekî li hemberî beşê din ê dijminahî xwe, bi desthilatdarî xwe biparêze. Lê ev tektîk bê gûman tê da tundî û xwîn hebû; di vê çarçoveyê da ji dema ku şandeyên rojavayî destpêka sedsala 19an derbasî axa kurdan, ermen û nestûrîyê bûn, ev yek zêdetir bû. Di encamê da, bi rêya yekîneyên xwe yên şerker, van civakan hev tarûmar kir û lûtkeya vî şerê navxweyî di dema hemleya qirkirinê li dij ermenan a sala 1915an ji alîyê desthilatdarîya Îtîhad û Tereqî ve bi hevkarîya komên ji Lîwayê Hemîdî yê kurdî pêk anîn, zêdetir bû. Bi ragihandina komarê sala 1923yan, hevsengîya siyasî di beşê rojhilat ê dewletê da xerab bû, ku ev yek ji alîyê hebûna xirstîyanîyan di dirêjahîya çend sedsalan da, ev hevsengî pêk hatibû. Di encamê da, ji bilî xweradestkirina tam, tu rêyên rizgarkirinê li pêşîya kurdan neman ji bo xwe ji hemleyên kuştina komî yên li pey hev 1921ê li Koçgirî (berîya ragihandina komarê) û heta wêrankirina Dêrsimê sala 1938an, xelas bikin. Ev serdema kurt û xwînî, di encamê da “komkujîyên tekpartî-CHP bû.”

Di sala 1946an da, parlmanetoyê qanûna  pirrengîya partîyan erê kir.  Di encamê da, yekser gelek partî hatin damezrandin û di hilbijartinên şaredarîyan cihên pêşketî bi dest xistin. Pêşketina wan partîyan di 1950yî da, gihaşte lûtkeya xwe, dema ku çînên civakê yên paşguhkirî “tekpartî” ceza kirin, di encamê da komarê serdemeka nû di bin birêveberîya Partîya Demokratîk û birêveberên navdvar ku berê kadroyên CHPyê bûn û piştra jê veqetîyan, dest pê kir.

Serkeftina bidestixstina desthilatdarîyê ji destê CHPyê bo alîyê Partîya Demokratîk sala 1950yî, di sazûmanîya civaka kurdî û tirkî di bin sîwana komarê da, kêlîyeka bigirêk bû. Kesên dilşad, ji tiştên ku bi dest xistine, bawer nedikirin.  Li ser vî esasî, li gorî beşekî mezin ji bingeha hilbijartinê ya opozîsyonê, dawîbûna desthilatdarîya CHPyê, wekî dawîbûna komarê bû.

Êdî dualîbûn di rejîmê da nema, wekî ku çawa di rojên Qesra Sultanî û derîyê bilind (hikûmet) da hebû; ji ber ku binesazîya rejîma siyasî tenê yekî serkeftî qebûl dikir. Lewra serdema “rêjîma duserî” bi dawî bû û êdî tenê serê rejîmê û serê opozîsyonê ma. Lê ev pêvajo zêdetir pêşneket, bi awayekî lezgîn di derbeya 1960î da û bi bidarvekirina serokwezîr Ednan Mindirîs, ev pêvajo têk çû.

Di nava deh salên lawaz ên dîroka CHPyê da (1950-1960), kurdan bi awayekî komî dengê xwe dan Partîya Demokratîk. Bo nimûne, di hilbijartinên sala 1954an da, Partîya Demokratîk li Kurdistanê ji bingehê 40 kursî, 34 kursî bi dest xist. Lê kurdan bi awayekî birêxistinkirî sûd ji serdema Partîya Demokratîk wernegirtin. Her wiha, yekbûna wan li piştî birêveberîya Mindirês, mezintirîn yekbûna wan a siyasî bû ji sala 1925an da. Lewra, têkbirina CHPyê di desthilatdarîyê da, serkeftineka dîrokî bû di wê demê da ji bo kurdan û şepêla îslamî. Her du bi rêya dengên hilbijartinan gelek ked dan, da ku desthilatdarîyeka kêm tundî û hovîtî ji kopîya yekem a komarê kopîya CHPyê, ava bikin. Di heman demê da, kurdan û bloka îslamî, atmosfêrek ji xwe ra çêkirin ji bo cihekî xwe di alîyê din ê desthilatdarîyê da bibînin û dewleta xwe ya kûr a aşitîyane di hûndirê rejîmê da, ava bikin. Lê ev yek têk çû, ji ber ku blokeka nû bi serokatîya sîyasetmedarekî ciwan ku xwedî xîtabên dîrokî û tundîya civakî ye Alb Arslan Torkîş, da pêşîya wan.  Mirov dikare wî wekî berdewamîya îdyolojîya koma efserên osmanîyan yên ku beşdarî damezirandina komarê bûn û di serî da, Muşîr Fewzî Çeqmaq, bi nav bike.

Mirov dikare gelek tiştan li ser Mustefa Kemal û partîya wî û çarçoveyên xwecihî û herêmî ya desthilatdarîya yekpartî bibêje, lê divê derbarê lêkolîna di kûrahîya “dewleta kûr” û cûdabûna di navbera wê û damezirandina bi xwîn a komarê 1923yan, hîşyar be. Ji ber vê yekê, çîneka leşkerî hebû ji erêkirina Mustefa Kemal Ataturk û koma wî ya cemidandina “sînorê komarê” û pabendbûna bi erdîngarîya ku Hevpeymana Lozanê dîyar kiriye, nerazîbûn. Her dem kesên neteweperest ên tirkan hebûn, ji bendên ku “Lozanê” danî bû, ne razîbûn.

Gotina ku kurd û îslamîyan hewl dan û dewleta xwe ya kûr ava bikin, ji metodên kûjerî ku ku bi dehên salan dest danîn ser  sazîyên komarê, cuda ye. Lewra, tundrawên rastgir bi awayekî mezin bi desteka NATO û sazîyên wê yên ewlakarîyê, bi ser ketin. Bi destdanîna dewleta kûr li ser komarê bi awayekî sazîbûnê ji derbeya 1960î da di bin sîwana şerê li dijî komunîstê, êdî derfeta avakirina dewleta bi du serîyan di yek laşî da nema wekî ku kesên paşguhkirî hêvî dikirin, lê belê dewleteka bi yekî ser û 4 şaxên wê ku bi rêbazên hovane yên nedîtî, civak parçe kirin, hate avakirin.

Zirara ku CHPyê heta salên 1950î gihand binesazîya civaka kurdî, mezin bû ku êdî salên aramîya ewlehîyê têrê nedikir ku xwe ji nûv ra saz bike. Di heman demê da, tirkkirin di bin sîwana desthilatdarîya Partîya Demokratîk da ji projeyeka nîjadperestî ya yek alî (ji jor heta jêr) veguhêzî pêvajoyeka gelek metirsîdar, ev yek jî dema ku dewletê dikarîbû di nava civaka kurdî da, tovekî ava bike ku dixwest “heta hetayê xwe veşart” hilbijart li pişt kopîyeka hinekî tundraw ji desthilatdarîyê, di encamê da encam gelekî sînordar bûn. Di rastîyê da jî, doza kurdan piştî şoreşa 1925an ji nedîtî ve hat dîtin û di vê çarçoveyê da lîderê PKKyê Ebdullah Ocalan dibêje: “Di dema navbera 1950-980yî da, kurdan hebûna xwe îsbat kir û ev yek ji bo wan dozeka mezin bû, lewra di hemû tomar û qeydan û navenda hemû berxwedanan derbarê vê pirsê da bû: Gelo kurd hene an na?” (Nexşeya rê-R.92)

Binesazîya CHPyê heta dema ku derbasî nava refên opozîsyonê bû jî ne aşitîyane bû, lê belê bû berdewamîya tundîya koma Itîhad û Tereqî, tevî ku ew li dervayî desthilatdarîyê bû bi serokatîya Ismet Înano. Her wiha Bulent Ecevît ji sala 1971ê da, hewl da ku nasnameya partîyê nûjen bike, lê serkeftinên sînordar bi dest xistin heta ku bi awayekî tam jê veqetîya û partîya çepgir ava kir.

Bi derbeya 1980yî ra, CHP ji bin sîwana kemalîzmê derket û êdî çîna leşkerî ya nû bi birêveberîya Kenan Averîn kopîyeka cuda ji “nûbûna kemalîzmê” ava kir. Di vê çarçoveyê da, hin caran li pey endamên CHPyê ketin û hin birêveberên wê xistin zindanê.

Îro jî ku CHP pêşengtîya şerê hilbijartinan li dij AKPyê dike, gelo kî ji wan nêzî hişmendîya kopîya Ataturk a CHPyê ye? Gelo bêyî ku rûbirûyê ataturkzîmê werin, dikarin kemalîzmê nûjen bikin? Gelo her du ravekirin heman wateyê di nav xwe da dihewînin?

 

Berdewam dibe…

 

Wergera ji zimanê erebî: Kendal Cûdî