Çewisandina kurdan li hundir û derveyî Tirkiyayê di rapora “Human Rights Watch”ê ya sala 2023yan de
By Yekîneya Lêkolînên Tirkî -Navenda Kurdî ya Lêkolînan
Ev rapor bi zimanê erebî jî heye
Rewşa mafên mirovan a ji bo kurdan di sala 2023yan de li Tirkiya, Îran û Sûriyayê hîna zêdetir bi paş de vegeriya û rastî têkçûnan hat. Human Rights Watch ku rewşa kurdan li her dewletekê cuda dişopand û ne di çarçoveya operasyonên çewisandinê de yên dervayî sînor behsa wan dikir, ku êdî ev yek bûye taybetmendiya siyaseta Tirkiyayê ya ku di heman wextê de kurdan li hersê dewletên borî hedef digire. Ev yek jî nîşan dide ku rolên Tirkiyayê yên di çewisandina kurdan de, êdî sînorê herêmî yê dewletê derbas dike û êdî bûye şerekî vekirî, ji ber binpêkirinên mezin ên mafên mirovan û sûcên şer ku gihaştin asta şerê qirkirinê ku li hember wê bêdengiyeke navdewletî heye.
Ji bo hundurê Tirkiyayê, rapora salane ya di bin sernavê “Di sedsaliya Tirkiyayê de, siyasetkirina dadgehan û bêdengkirina dezgehên ragihandinê” de, bal kişand ser siyasetên xapandinê ku AKP di dema hilbijartinên gulana 2023yan de bi kar anî, kir. Di vê çarçoveyê de, hikumeta Erdogan xîtabeke gelêrî ya xanpînok bi kar anî ku di nava partiyên oposizyonê de parçebûneke dijwar çêkir û “bi domdarî CHP bi desteka PKKyê tawanbar kir û dîmenên derew ku Kemal Kiliçdaroglu ê CHPyî bi rêveberên PKKyê re, belav kirin”. Lewra bikaranîna Erdogan a vê propogandeya pûç a têkiliya di navbera hevrikê wî û rêveberên PKKyê de, armanca Erdogan ji vê yekê ew bû ku berbijêrê tirk ê şovenîst ber bi xwe ve bikşîne û alîyên faşîst ber bi xîtaba dijî aştiyê ve bibe. Lê hewldanên oposziyona “maseya şeş” ên bersivdayîna gotegotên AKPyê an jî îşaretkirina li ser rastiyekê ku Erdogan bi xwe hewl daye bi PKKyê re di pêvajoya aşitiya kurdan û Tirkiyayê de, bikeve danûstandinan, hebûn. Her wiha, hikumeta Erdogan dezgehên ragihandinê yên herî girîng di bin serweriya wê de bû, hişt ku bernamezetê oposizyonê yê serokkomariyê li dij PKKyê gotinan bibêje, vê yekê hişt ku gelek sarbûn bikeve helwesta hilbijêrên kurd ku Erdogan rêjeyek ji wan danî pêş sê bijartekan: Bijartina alîyê faşîst ya ku hevalbendiya serdest nûnertiya wê dike, an jî bijartina berbijêrê opozîsyonê yê ku helwesta xwe li hember “Karkerên Kurdistanê” mezin kir, an jî beşdar nebin û tu kesî nebijêrin.
Her wiha, di nava îsbatên ku Human Rights Watchê bal kişand ser, siyasetkirina dadwerî ku HDP rastî wê hat û di encamê de maseya wê hat girtin û li dadgeha destûrî ya Tirkiyayê biryara wê nehat dayîn. Ji ber vê yekê HDPyê ji alîgirên xwe xwest ku deng bidin Partiya Çep a Kesk ku 61 kursî bi dest xistin. Her wiha, di şirovekirina siyaseta çewisandinê ya rejîma Tirkiyayê de, di raporê de hate gotin ku bi dehan serokên şaredariyan û endamên parlamentoyê yên berê yên HDP û berpirsên wan ketine zindanên bergiriyê yan jî bi sûcên terorê ceza li wan hatiye birîn, ji ber çalakiyên xwe yên siyasî yên rewa yên ne tund û xîtabên wan û belavbokên wan ên li ser medyaya civakî, ji nava wan jî hevserokên berê yên HDPyê Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ku ji 4ê mijdara 2016a di girtîgehê de ne, tevî ku dadgeha Ewropayê ya mafên mirovan biryara derketina wan demlidest da.
Her wiha, di beşê taybet ê li ser “azadiya vegotinê” de, raporê bal kişand ser mekanîzmeya hikûmetê ya serweriya li ser saziyên dewletê, nexasim dezgehên ragihandinê yên hikumetê û bihêle ku biryaran bide ji wan biryaran “encûmena bilind a radyo û televizyonê” ku desteyeke weşana piştgiriya hikumetê organîze dike ku“bacên bizorê li ser kanalê TVyê yên ku hikûmetê rexne dikin ferz kir, bi taybet kanala `Xelq TV`ew jî bi seba gotinên ku di dema hilbijartinan de li ser platforma xwe weşandibûn. Ji nav kanalên ku bac û ceza li wan hat ferzkirin kanala `Tele 1` bû, ku seredîtorê wê Mîrdan Yanardag di 27ê hezîranê de bi bihaneya gotinên wî ne li dij Ebdulah Ocelan in, hat girtin. Ev yek jî nîşan dide ku tawan amade ye ew jî bibîrxistina navê Ocelan e, bê tehrîkirina wî an jî li ser hizirên wî, dibe ku ev yek jî bi serê xwe tawanek be. Di dawiyê de, Yanardag di rûniştina yekem a dadgeha wî de di 4ê cotmehê de piştî dadgekirina wî bi tawana “belavkirina propogandeya terorê” û ” amajepêkirina bi sûc û sûckaran” ji zindana bergirî hate berdan, ku hukumê 30 mehan lê hatibû birîn. Her wiha, di tebaxê de, televizyona “Tele 1” ji ber daxuyaniyên Yanardag, cezayê ku 7 rojan weşanda xwe rawestandin li ser hate birîn û ev yek jî cara yekem tê kirin.
Di heman beşê raporê de, hate gotin ku rojnamevanên kurd pêkan e bên armanckirin “bi awayekê neguncav”. Di vê çarçoveyê de, di raporê de bal hate kişandin ku çawa dadgehkirina li Amedê 18 rojnamevanên kurd bi tawana “tevlîbûna nava rêxistina terorîst” hatin cezakirin, ku 15 ji wan jî 13 mehan ketin zindana bergirî beriya ku di rûniştina yekem a di tîrmehê de werin berdan. Her wiha, di dadgehkirina li Enqerayê de ku 11 rojnamevanên kurd tê de hebûn, 9 ji wan jî 7 mehan ketin zindana bergirî beriya ku rûniştina yekemîn di gulanê de werin berdan. Lewra, sînordarkirina azadiya gotinê ku hejmara rojnamevanên kurd ji yê tirkan zêdetir in, asta çewisandina desthildariyê nîşan dide ku hewl dide dengên rojnamevanên kurd qut bike bi rêbazên qanûnî yên siyasetî yên girêdayî desthildariya rêveber ku ev yek jî li dij naveroka destûr û qanûnê ye.
Di beşê bi sernavê “azadiya kombûnê û azadiya avakirina komeleyan” de, ku yek ji azadiyên giştî ku ji aliyê metna Ragihandina Cîhanî ya Mafên Mirovan ve hate hilbijartin, rapor destnîşan dike ku hikumet “bi awayekî domdar xwepêşandan û kombûnên daîreyên hilbijartinê yên ku hikumetê rexne dikin qedexe dike û pirî caran biryarên dadgehan binpê dike, biryarên ku dibêjin ku ev qedexekirin ne guncav e”. Ev yek jî nîşan dide ku dewlet astmosfêrekî dîktator li ser mafê kombûn û avakirina komeleyan feriz dike û ji aliyekî din ve jî tu giraniyê nade biryarên dadweriyê. Her wiha, tundiya ku polîs li dij xwepêşandarên girêdayî “komên çepgir an jî kurd” dimeşîne. A herî sosret jî , girtina hin xwepêşanderan jî û zindankirina wan bi awayekî bergirî bi “tawana berxwedana li dij polîsan an jî jihevbelav nebûn”.
Her çiqas ku siyasetên çewisandina kurdan sînorê Tirkiyayê jî derbas dike, rapora “Human Rights Watch”ê ya taybet bi Tirkiyayê di beşê bi sernavê “kêferata kurdan û çewisandina oposizyonê” de, balê dikişîne ser siyasetên çewisandinê yên li dij kurdan li dervayî Tirkiyayê jî. Ji wan jî, guhdana Tirkiyayê di “hemleya xwe ya leşkerî li dij PKKyê bi derbeyên balafirên bêmirov li Herêma Kurdistanê).. her wiha zêdebûna êrîşan li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê li dij HSDyê.. Di vê çarçoveyê de, balafirên şer ên Tirkiyayê di cotmehê de binesaziyên girîng wêran kirin û av û kehbrebe li ser bi milyonan kes qut kir”. Ev mijar taybet, em ê di rapora Human Rights Watchê ya derbarê Tirkiyayê de û di rapora wê ya salane ya derbarê Sûriyayê de bibînin.
Her wiha, ya balkêş jî derbarê hebûna Tirkiyayê li Sûriyayê Human Rights Watchê gotina “dagîrkerî” bi kar anî, bêyî ku tu peyvên din ên ne zelal bi kar bîne. Di vê çarçoveyê de di raporê de hate gotin: “Tirkiya dagîrkeriya axa li bakurê Sûriyayê berdewam dike, ku wekîlên wê yên sûriyayî (komên opozîsyonê yên çekdar) mafên sivîlan binpê dikin û bêyî ku werin cezakirin”. Ev yek jî bi berfirehî di rapora wî ya derbarê Sûriyayê de hatiye dubarekirin, ku di beşekî taybet de ya bi sernavê “axa ku Tirkiyayê li bakurê Sûriyayê dagîr dike” îşaret bi vê yekê dike. Di vê çarçoveyê de, Human Rights Watchê di rapora xwe ya derbarê Sûriyayê de bi bîr xist ku“li axa ku Tirkiya li bakurê Sûriyayê dagîr dike, komên cuda yên Artêşa Niştimanî ya Sûriyayî û polîsên leşkerî ku ev hêz ji aliyê hikûmeta sûriyayî ya demkî ve hate avakirin ji bo sînorekî ji binpêkirinên koman re deyîne, bi dehan binpêkirinê li dij bi dehan kesan pêk anîn, bêyî ku werin cezakirin. Binpêkirinê ku pêk anîn jî wekî girtin, desteserkirina bi zorê, windakirin, îşkencekirin, îşkenceya seksî û dadgehkirinên leşkerî yên neadil.”
Her wiha tiştekî din ê balkêş di raporê de ku hate bibîrxistin heye, ew jî ku Amerîka sala 2023yan careke din Tirkiya xist lîsteya dewletên ku “destên wan di bikaranîna leşkerê zarok de heye, ew jî wekî bertek bû bo piştgiriya wê ji komikên Artêşa Niştimanî re yê ku bi leşkerkirina zarokan tên tawanbarkirin”, ev yek jî rûyê din ê cewher û rola Tirkiyayê nîşan dide ku hewl dide serweriya xwe berfireh bike, heta ku li ser pişta zarokan be jî ne xem e.
Lê tiştê ku di raporê de nehate gotin, ku behsa navên herêmên “komên Artêşa Niştimanî ya Sûriyayî binpêkirina mafên sivlîan li ser malûmilkan û axê dewam kirin, di nav de jî destdanîne ser malan û axê û bazirganiya bi darê zorê“ nehatiye kirin. Heta niha bi sedhezaran ji sûriyayiyan ku di pêvajoya operasyonên leşkerî yên Tirkiyayê de dev ji malên xwe berdane û ew niha koçber in û ji malûmilkên xwe bêpar in” ku tê de îşaret bi van kiryaran kirine. Herêmên ku têde desteserkirin bi darê zorê çêbûne bi awayekî sereke Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî ne û taybet malûmilkên kurdên sûriyayî ne.
Di rapora xwe ya derbarê Sûriyayê de û di beşê girêdayî “Bakur û Rojhilatê Sûriyayê” de, raporê kiryarên Tirkiyayê yên di salekê de bi çend gotinan puxte kir û got: “Ji ber êrîşên bi balafirên dron ên hêzên Tirkiyayê sivîl hatin kuştin û birîndarkirin”. Lê di raporê de, xîtabeke ne zelal derbarê pirsgirêka avê ku Tirkiyayê sedema wê bû bi kar anî û wekî kêferateke avê di navbera Tirkiya û Rêveberiya Xweser de dît, ji ber ku pirsgirêka avê ji ber kêmkirina Tirkiyayê ji para avê ya Sûriyayê kêm dike û stasyonên avê jî bombebaran dike. Her wiha serdestiyê li stasyona Elokê ya li Serê Kaniyê dike. Encama ku rapor giha wê hûrbîn bû, ku pirsgirêka avê hişt ku “derdora milyon kesî li bajarê Hesekê û derdora wê ji mafê peydakirina avê bêpar bimînin”
Li kêleka binpêkirinên Tirkiyayê li Tirkiya û Sûriyayê, di raporê de beşekî taybet ê girêdayî Iraqê hebû û bal kişand ku Tirkiya êrîşên esîmanî bi awayekî domdar û reşkujîyên armanckirî li Herêma Kurdistanê pêk tîne, ji ber van êrîşên Tirkiyayê jî “sivîl têne kuştin”. Di tîrmeha 2023yan de, “4 kesên ku rizgar bûn an jî şahidê êrîşa esîmanî ya Tirkiyayê bû ku tê gotin nexweşxaneyeke sivîl li Şingalê hate armanckirin û di encamê de 8 kes hatin kuştin, giliyekî fermî li Encûmena Mafên Mirovan a girêdayî Neteweyên Yekbûyî kirin. Iraqê jî gelek caran êrîş şermezar kirin û ev êrîş wekî binpêkirineke serweriya xwe didît, lê heta asteke mezin ev êrîşên ku çêbûne lêpirsîn venedikir an jî qerebû bo qurbaniyan nehatin pêşkêşkirin”
Bi awayekî giştî, rewşa çewisandin, armanckirin û binpêkirinên Tirkiyayê yê mafên mirovan û şerê vekirî yên siyasî û yê din ê leşkerî li dij kurdan, asta sînorê Tirkiyayê derbas dike û ji salên 90 ve gihaye asta herêmî. Lê bilindûna vê asta dijminatiyê hevdemî dagîrkirina beşên ji deverên kurdên sûriyayî û avakirina baregeh û xalên leşkerî yên xwegir li Herêma Kurdistanê, ji me re dide xuyakirin ku dê şer berdeam bike û di demên nêz de dê mezintir bibe, ku awayê armanckirina Tirkiyayê li Sûriyayê êdî wekî tawanên şer ku amrazên qirkirinê tê de hene, tên dîtin.