Çareserîya neteweyî bi bin ket

MIHEMED SEYID RISAS

Di nameya 14ê knûna pêşîn a 1939an da, serokê (Partîya Kongreya Niştimanî ya Tevahîya Hindistanê) Cewahir Lal Nehro bersiva nameya serokê (Komeleya “Hevgirtina” Islamî( Mihemed Elî Cinah ku banga parçekirina Hindistanê di navbera hindos û misilmanan dikir û piştre bû damezrînerê dewleta Pakistanê ya sala 1947an, bi van gotinan bersiv da û got: “Te di nameya xwe da pişrast kiribû.. Divê kongre Komeleya Islamî wekî birêxistina nûnertîya misilmanên Hindistanê be.. Dîyar e ku tiştê we pêşnîyaz kiriye wekî cureyek jidevberdana misilmanan ên ku tev li komeleyê nebûne. Wekî hûn dizanin hejmareka mezin ji misilmanan ji berê da û heta niha hevalên me yên nêz bûn.. Komeleya Islamî tenê ji misilmanan ra vekiriye, lê kongre di destûrê da bingeha xwe ya niştimanî heye û bêyî ku hebûna xwe bi dawî bike, dev ji vê yekê bernade(1).”

Cewahir Lal Nehro li dij fikira parçebûna Hindistanê di navbera hindos û misilmanan da bû. Her wiha, ew û Mehatma Gandî dibînin ku hevgirtina niştimanî ya Hindistanê ya serbixwe, dikare hindos û misilmanan û olên din li dewleteka hemwelatîbûnê ku hemû welatî di maf û erkan da wekî hev in, dikare bîne gel hev. Lê Mihemed Elî Cinad û neteweperestên hindos ku dibînin neteweya Hindistanê li ser esasê ola hindosî wekî nasnameya şaristanî-çandî rabûye, li dij hizira Ganîd û Lal Nehro derketin. Her wiha, dibînin ku islam wekî oleka dagîrkerên Hindistanê ye û hindosên ku tev lê bûne dev ji nasnameya xwe ya Hindistanê berdane û bûne biyanî. Pakistan parçe bû û piştî 5 mehan hindosekî netewperestî Mehatma Gandî kuşt. Lê tevî desthilatdarîya partîya kongreya Hindistanê heta sala 1989an bi rê ve dibir ji bilî çend sê salên di navbera 1977-1980yî da, hin nirxandin hebûn ku Hindistan di tecrûbeyeka sekular a serkeftî da bû, ku wekî mezintirîn tecrûneya demokrasîyê li parzemîna Asyayê bû. Lê di sala 1998an da, neteweperestên hindos destê xwe danîn ser desthilatdarîyê û heta sala 2004an ango sala têkçûna wan, Hindistan bi rê ve dibirin. Piştra dema ku di hilbijartinên parlamentoyê da sala 2014 û 2019an bi ser ketin, careka din vegerîyan desthilatdarîyê. Ji ber alozîya mezin a di navbera hindos 72% û misilmanan 14%, hindistanî niha di rewşa agirê nixumandî da ne an jî di rewşa dara ku dikare agir pê bikeve da ye.

Tirkîya û piştî sedsalek ji tecrûbeya neteweyî ya Ataturk, rewşa wê ji ya Hindistanê ne cuda ye. Di vê çarçoveyê da, tirkan dest danîn ser bingehên dewletê û nasnameya xwe ya neteweyî bi hêz û tundîyê li ser kurd (ên ku 20% ji şênîyên Tirkîyayê ne) û ereban feriz kirin, tevî ku hejmara wan sêçaryeka ji hejmara welatîyan derbas nedikir. Bi awayekî piratîk, Tirkîya wekî bombeyekê bû ku bi şoreşên kurdan di sala 1925, 1930, 1937 û di dema navbera 1984-2023yan da, teqîya.

Serokê PKKyê Ebdullah Ocalan piştî ku hate girtin û kete zindana girava Îmralîyê ji 15ê sibata 1999an, tecrûbeya Tirkîyayê nas kir û bi kûrahî lêkolîn kir. Ocalan, dît ku divê fikirekî pêwîst ku çareserîya neteweyî ya kurdî derbas dike li beramberî têkçûna tecrûbeya neteweyî ya tirkî ya Ataturk ku ji dema damezrandina xwe sala 1923an da dest dan ser dewleta Tirkîyayê,  hebê. Di vê çarçoveyê da, çareserî wekî projeya “neteweya demokratîk” pêşkêş kir ku di pareznameyên xwe yên Îmralîyê da bi navê “Manefîstoya Şarestanîya Demokrastîk” di pirtûka 5an da ya bi sernavê “Doza kurdî û çareserîya neteweya demokratîk” ku pêşkêşî dadgehê kir, dibêje: “PKKyê rexnedayîna xwe da û di vê çarçoveyê da guhartina pêwîst pêk anî. Ew jî ku ji ser rêbazê sereke yê dewleta netewîyî vegere û li ser esasê çareserîya demokratîk kar bike. Her wiha çareserîya demokratîk jî lêgerîna li demokratîbûna civakê ji dervayî netewdewletê digere(2). Û piştra berdewam dike: “Divê nimûneya çareserîya demokratîk wekî dewleta neteweyî ya yekbûyî wekî federalî an jî konfedralî neyê dîtin, lê çareserîya federalî an jî konfedralî ya netewdewletê ne çareserîya demokratîk e”(3) ango “Veguherîna netewdewlet ber bi alîyê pozîtîf ve, girêdayî nêzîkbûna pêkanîna demokrasîyê û serxwebûna demokratîk û avakirina neteweya demokratîk e”(4) “çareserîya heyî li tevahîya cîhanê ber bi derbaskirina netewdewletê ve diçe”(5), ango (neteweya demokratîk) hemû ferd û hemwelatîyên xwe di maf û erkan da wekî hev, dûrî neteweya wan an jî etnîka wan, an jî ola wan, an jî mezheba wan, an jî herêma wan, an jî qebîle, an jî eşîre û an jî meyla wan a siyasî.

Îran, rewşa Tirkîyayê ji dema ku El-Behlewî 1925-1975 ku desthilatdarî bi dest xist dijîya, ku xwedî meylekî netewperestî faristî di dewletekê da ku firs tê da kêmneteweya herî mezin bûn û hejmara wan nîvê nifûsa welat derbas nedikir. Dema ku desthilatdarîya navendî li Tehranê lawaz bû û bi hebûna artêşa Sovyetê bi lihevkirina di navbera Churchill û Stalin di dema Şerê Cîhanê yê Duyem da, şertûmerc piştî bidawîbûna şer sala 1945an baş bûn an jî alîkar bûn da ku şoreşên neteweyî werin lidarxistin, ku di encamê da du komar hatin avakirin yek ya kurdî li Mehabatê û yek ya Azrebîcanê li Tibrîzê. Ev yek jî piştî şoreşa Îranê ya sala 1979an dûbare bûn, ku dema şoreşên kurdî, azrebîcanî û ereb li dij Xumeynî rabûn, hewl da hevgirtineka yekalî ji bo îranîyan bi navê islamê, peyda bike û bi wê ra jî tepeserkirin di salên 1979 û 1980yî da, hate meşandin. Lewra, ne sosret e ku birêz Elî Xaminî eslê xwe ji azrebîcanê be, lê tecrûbeya desthilatdarîya islamî ku tê da neteweperestîya farisî hebû, serwer bû li kêleka mezhebê şîî ku bû mezhebê fermî yê komara islamî li welatekî da ku rêjeya şîîyan ji sedî 80 ji hejmara welatîyan derbas nake. Piştî 40 salî, nikarîbû toza li ser alozîyên neteweyî ku carinan ji ber cûdahîya mezhebî li dij kurd, belûşên sinî an jî alozîyên neteweyî bi ereban û azrebîcanê şîî derdiket, rabike. Li Iraq û Sûrîyayê, partîya neteweperestî ya erebî  welat bi rê ve dibirin, lê nikarîbûn çareserîyekê ji bo doza kurdî di serdema desthilatdarîya netewperestîya erebî da gûr bû, bidîtina. Berîya desthilatdarîya erebên netewperest li Bexdad û Şamê jî, doza kurdî bi vê hêzê li Iraq û Sûrîyayê tunebû.

Bi serxwebûna Sûdanê sala 1956an ku kêmneteweya erebî ya bakurî dest danîbû ser desthilatdarîyê, du serîhildan li başûr di navbera salên 1955 û 1972 û 1983 û 2005an da rû dan. Her wiha, li herêma Darforê jî ji sala 2003yan ve serîhildanek rû da û ev hersê serîhildan jî yên afrîkayî li dij ereban bûn. Fermandarê (Tevgera Gelêrî ya Rizgarkirina Sûdanê) Jon  Garang ku serîhildana başûr a duyem bi rê ve dibir, nêzî Nehro bû û  bi pêşkêşkirina fikireya “Sûdana nû” nêzî fikira Ocalan a “Neteweya demokratîk” bû. Li gorî fikira Garang, Sûdana nû divê hemû welatîyên Sûdanê neteweya wan, etnîk, ol, qebîle û meyla wan a siyasî çi dibe bila bibe, lê mafên wan hemû wekî hev in. Lê di dawîyê da, nikarîbû cûdakarên başûrî ên ku piştî kuştina wî di bûyera balafirê da sala 2005an bi ser ketin, bi rêya referanduma 2011an li başûr têk bibira. Her wiha Garang nikarîbû erebên ku xwestin cûda bibin, da ku bargiranîya “başûrîyan” li ser wan sivik bibe, têk bibirane.

Li vir Jon Garang bi kûrahî tecrûbeya Sûdanê lêkolîn kir, ku serjimarîya Birîtanyayê got ku di dema xwerêvebirina Sûdanê da 1953-dawîya sala 1955an, rêjeya ereban ji sedî 39 bûn û afrîkî jî ji sedî 61 bûn û misilman jî ji sedî 70 bûn. Lewra li gorî encama lêkolîna Garang, dît ku pêwîstî bi “Sûdaneka nû” heye ku tê da (Sûdan) nasname be, dûrî (erebbûnê) û (islamîytê) û (nasnameya afrîkayî) be. Ev yek jî di manefîstoya (Tevgera Gelêrî ya Rizgarkirina Sûdanê) da ku di tîrmeha 1983an da derket têde hebû. Garang piştrast dike ku ew dixwaze vê “Sûdana nû” ava bike û naxwaze ji başûrê Sûdanê cûda bibe, lê belê ew dixwaze Sûdaneka yegirtî be, lê Sûdaneka nû be. Di vê çarçoveyê da, Zygmunt Ostroskî yê ji Polonîyayê ku li başûrê Sûdanê bi birêxistinên mafên mirovan ra kar dikir û pirtûkek li ser tecrûbeya xwe bi Jon Garang ra ku sala 2022yan li Parîsê hate weşandin nivîsand, ev tişt piştrast kir: “Garang di destpêka serîhildana xwe ya sala 1983an da, ji bo hizira Sûdaneka nû ya yekgirtî şer dikir, ku tê da dewleta sekular li hemû herêman û komên etnîkî rewşa civakî wekhev be, her wiha bi parvekirina dewlemendîya neteweyî û derfeteka wekhev ber bi rêyên gihandina desthilatdarîya sîyasî” (6).

Dibe ku nîşaneya serkeftina tecrûbeya Birîtanyayê ew bê ku kesekî ji eslê xwe ji Hinidstanê li Londonê birêveberîya desthilatdarîyê bike, bê ku tu kesek jê aciz bibe û di partîyekê da bi navê Partîya Muhafezkaran. Tê payîn ku Shimon Peres û David Ben-Gurion ji sîyasetmedarên herî jîr ku li ser Îsraîlê ra derbas bûne û ji bo kêmasîya çareserîya neteweyî ya cihûyan hişyar bû, dema ku cihûyên dewleta Îsraîlê ji çarenûseka wekî kesên spî li dewleteka nîjadperestî li başûrê Afrîkayê di sala 1994an da, dema ku Nelson Mandela piştî çend mehan ji lihevkirina Osloyê desthilatdarî bi rê ve bir. Ku li gorî lihevkirina Osloyê herdu dewlet werin jihevxistin û ereb û cihû li herdu dewletan ji hev werin veqetandin. Lê fikira çepgir a zayonîsta cîhanî kontrolkirin û tevlêbûna nava erdîngarîyê û demografîya wê bihêlin ku piranîya xelkê Filistînê debrasî nava derya û çem bibin û di encamê da wê karaktera cihû ya dewleta Îsraîlê winda bibe. Lê fikira rastirgirên neteweperestî di partîya  Likurdê dibînin ku ji dema bavê wî yê ruhanî Zeev Jabotinsky, sînorê dewleta Cihûyan ji rojava û rojhilatê çemê Urdunê dirêj dibe û îro bi hevkarîya bi şepêla zayûnîsta cihû ku wekî netewperestîya hindûsê ye, pirsgirêk li gel wê nîne ku erebên filistînî derîne derveyî Îsraîlê (transfer) û kesên wekî Bin kefîn û Smotrîç, serekên vê tevgerê, dewleta Îslaîlê ji şewatê ra amade dikin, ku ew jî mîna Hindistanê pêkan e agir pê bikeve.

 

Wergera ji zimanê erebî: Kendal Cûdî

 

Nîşejêrên Lêkolînê:

(1)            مجموعة رسائل جواهر لال نهرو المعنونة :” صفحات  مطوية من حياتي”،المكتب التجاري، الطبعة الأولى، بيروت1960، ص ص 234-235.

(2)            عبدالله أوجالان:”مانيفستو الحضارة الديمقراطية”،الكتاب الخامس المعنون:”القضية الكردية وحل الأمة الديمقراطية”،الطبعة الثالثة،بيروت2018،مطبعة داتا سكرين،ص 404.

(3)            أوجالان:”المرجع السابق”،ص405.

(4)            أوجالان:”نفس المرجع”ن ص 406.

(5)            أوجالان:”نفس المرجع”ن ص 406.

(6)            زيغمونت أوستروسكي:”واحد وعشرون عاماً مع الدكتور جون غارانغ1985-2005″،دار هارماتان، الطبعة الأولى،باريس2022،ص 1.