Bi Lozanê ra yan jî li dij wê: Şaşwazîya mezin a Tirkîyayê

ŞOREŞ DERWÎŞ

Di dawîya sala 2020î da, Tirkîyayê ji Yûnanistanê ra pêşinyaza guhartina sînorê ku peymana Lozanê di tîrmeha 1923yan da di navbera herdu welatan da xêz kiriye, kir. Tirkîyayê wê demê, ev daxwaza bi sedama ku hîn mijar hene ku di hevpeymana ku 97 sal di ser ra derbasbûne ne zelal in, rave kir. Parlamenter û akademîsyenên yûnanî ev daxwaza Tirkîyayê wekî derketina birêveçûyîna hevpeymanê ku hêza xwe ji qanûna navdewletî werdigirt û wekî “rêbazê Hitler” di dema Almanyaya Nazî da ku tu wate nedida dîyarkirina sînordar û ne jî hevpeymanan bi nav kir. Di encama vê yekê da, wê demê Almanya li dij peymana Versaillesê derket û tevahîya cîhanê ber bi Şerê Cîhanê yê Duyem ve bir.

Her wiha, di tebaxa heman salê da (2020) û berîya pêşinyaza Tirkîyayê ji Yûnanistanê ra, Wezareta Karê Derve ya Ermenistanê êşa peymana Sêvrê bi boneya sedsalîya îmzekirina wê bi bîr anî. Di encama vê yekê da, Tirkîya hêrs bû û Wezareta Derve ya Tirkîyayê gotinên ku irf û edetên dîplomasî derbas dikin bi kar anî û got “Lozanê Sêvr çirand û avêt çopa dîrokê.” Lê pêşinyaza Tirkîyayê li ser Yûnanîstanê ya jinûvexêzkirina sînorê Lozanê, her wiha dagîrkirina cîrana xwe ya Sûrîyayê û bicihbûna leşkerî li Herêma Kurdistanê (Başûrê Kurdistanê) û Bakurê Iraqê (belavbûna leşkerî di hundirê sînorê wîlayeta Mûsilê ya osmanî da), tê wateya ku Tirkîya bi sînorê Lozanê tengav bûye û dixwazê wê jî bavêje “çopa dîrokê”.

Parçebûna tirkan a derbarê belgeya damezrandina komarê (Lozan) di navbera alîyê ku wekî serkeftin bi nav dike û alîyê ku têkçûn û ferizkirina ji rewşê ra bi nav dike, ev nîqaş jî di deh salên borî da ji alîyê partîyên Tirkîyayê ve tê kirin, nexasim hevalbendîya desthildar. Lê dema ku berifrehbûn li cihekî ne pêkan be û li cihekî din jî pêkan be, hewldanên parçekirina peymana Lozanê di navxweyî da birêkûpêk, dimeşe. Li ser vî esasî, dîroka 24ê tîrmehê di salvegera sedsalîya Lozanê da, wekî boneya veguhastina muzexaneya Aya Sofyayê bo mizgeftê. Berîya wê jî Enqerayê naveroja madeya 42/1 a peymana Lozanê ku tê da tê gotin ku Tirkîya li ser qanûnên malbatê û rewşên kesayetî yên kêmneteweyê ne misliman erê kiriye, binpê kir. Bi gotineka din, zewaca kenesî ji bilî zewaca sivîl divê rast were dîtin. Lê Tirkîyayê, zewaca bi vî rengî ku di şaredarîyê da nehatiye tomarkirin wekî zewaca ne fermî dibîne, berovajî Yûnanîstanê ku rewşa zewacê, berdanê û xwedîkirina zarokan û mîrasê li gorî şerîta îslamê ji bo kêmneteweya misliman, pêk tîne. Dibe ku pabendbûna Atînayê ya alîbûna erênî ya ji bo kêmneteweyan ku yek ji taybetmendîyên qanûnî yên şekere û ruhî yên Hevpeymanê Lozanê bû ku Enqerayê ji sala 1925an da ne pabendî wê bû.

Wekî beşekî ji tevgera korkirina gelî û teşwîqkirina dengdêrên tirk bi serdest û vegerandina kevneşopîya bav û kalan, AKP û serokkomarê Tirkîyayê Erdogan derewek belav kir  ku tevgera dîrokê û erdnîgarîyê wê piştî derbasbûna sedsalî li ser peymana Lozanê cuda be û amadebûna ji bo derbasbûna sedsalî, tê wateya li cihekî vegerandina axa pêşîyan, nexasim li Mûsila Iraqê û Heleba Sûrîyayê. Di vê çarçoveyê da, axaftina li ser axa Mîsaqa Milî bû wekî beşek ji tevgera xebatên hikûmetê û xîtabên wê yên gelêrî, her wiha ev mijar ax jî derbas kir, dema ku Erdogan rewabûnek di bikaranîna îdyolojîyeka dijî qanûn û irfên navdewletî da, da xwe ku sînorê beravê yê derdora Tirkîyayê bi “welatê şîn” (Mavi Vatan) bi nav kir. Di heman demê da, dema ku Erdogan behsa parastina mafên Tirkîyayê di fezayê da jî kir, aqilwindayî gihaşt lûtkeya xwe!

Lê meyla befirehbûnê û înkarkirina sînorê Lozanê, sedemên xwe yên din hene. Tiştekî subjektîf e ku xwe dispêre gîyanê osmanî bi derketina AKPyê ra heye û  partî dixwaze ku tiştekî ji malûmilkên sultanîyetê ya nemayî vegerîne, ji ber ku xîtaba ku xwe dispêre gîyanê berê, hewl dide ku dîroka berê jî dubare bike. Di sala 2018an da bi dagîrkirina Efrînê ra, yek ji parlamenterên partîya desthilatdar xweest ku leqeba “Gazi” bidin Erdogan leqebên osmanîyan e ku ji Mustefa Kemal ra ku yek ji kesên dawî ku jê ra ev leqeb hate dayîn. Bi vê yekê, meyla veguhastina Tirkîyayê bû dewleteka dagîrkirinê û “fetih” ku ev îdyoolojî dijî siyaseta girtina derî ku Atatruk danî. Dibe ku keştîya  neteweyî ya îslamî  ku pişî derbeya sala 2016an kûrtir bû, hişt ku erdnîgarîya mêtîngerîya leşkerî li dervayê berfireh bibe.

Lê alîyê objektîf ê siyaseta destdirêjîyê li ser sînorê navdewletî li Sûrîya û Iraqê, encama kaos û nakokîyên mezhebî li Iraqê piştî Sedam Hisên e. Her wiha, şerê navxweyî li Sûrîyayê derfet vekir ku xetên Lozanê li pêşîya Tirkîyayê werin rakirin. Hêjayî bibîrxisitnê ye ku tenê du alîyan sînor di salên dawî da rakirin û axa herdu dewletan gihandin hev: Birêxistina DAIŞê ku xetên Seyks Piko rakirin û herêmên di bin serwerîya wê da li Sûrîya û Iraqê gihandin hev û Tirkîyayê ku xetên Lozanê û sînorê xwe bi Sûrîyayê ra rakirin.

Lozan di deh salên dawî da, di nîqaşên navxweyî yên Tirkîyayê da amade bûye, nexasim di hilbijartinên gulana 2023yan da; şêwirmendê serokkomara Tirkîyayê Yasîn Aktay ragihand ku divê birêvebirina Helebê radestî Tirkîyayê were kirin. Her wiha Erdogan bal kişand ser “şerê dijî terorê”, ev yek tê wateya ku tirk metirîsyên ewlekarîyê bi hizira berfirehbûna dervayî sînor ra girêdidin. Ji alîyekî din ve jî, opozîsyonê (maseya şeşalî) berovajî xîtaba hikûmetê bû, ji bo parastina serkeftina Mustefa Kemal ya bi bandor, deskeftîyên wî bi Hevepyaman Lozanê, ango Tirkîyayê ji pirsgirêkên cîrantîyê û penaberan û bidawîkriina pirsgirêkên bi Sûrîyayê û Iraqê ra bi rêya hikûmeta xwe, ne bi rêya dagîrkirinê û zêdebûna pirsgirêkan, xelas bike.

Di van deman da, mirov dikare bibêje ku Tirkîya ji ber daxwazên xwe yên berfirehbûnê ku ji derfetên wê mezintir in, westîya ye, her wiha mirov dikare li Tirkîyaya şaşwaz wiha binêre: Ku bi axa Lozanê pabend be û jê tê xwestin ku hemû pirsgirêkên bi Yûnanistan, Iraq û Sûrîyayê ra bi dawî bike û dev ji hizira paşdavegerandinê berdê ango dev ji axa peymana milî ya xeyalkirî berê, an jî Tirkîyaya kêfxweş  ku dest danîye ser beşek ji axa Sûrîya û Iraqê û di encamê da xwe ji hestê “xesandinê”  ku ji ber Lozanê derket xelas bike. Tevî ku di wê demê da li ser hesabê gelên din bû ku an jî bi zorê bûne tirk an jî ji Tirkîyayê koçber bûn.