Berpirsyarîya navdewletî ya darizandina çekdarên DAIŞê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê

Dr. HOJÎN EZÎZ

Rêveberîya  Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê ragihand ku ew ê bi hezaran çekdarên DAIŞê  ku  ji sala 2019an vir ve girtîne dest bi darizandina wan bikin. Rêvebiriyê berê jî di sala 2020î da organîzekirina ezmûnên bi vî rengî ragihandibû bi çavdêrên navneteweyî yên di bin sîwana hikûmeta Swêdê da bûn, lê ev hewldan bi ser neketin. Di şert û mercên ku birêveberîyê barê girtîyan, xwedîkirin û xwarina girtîyên DAIŞê girtiye ser milê xwe, biryar hat dayîn, û barê kontrolkirina birêxistina herî metirsîdar a cîhanê di nav rewşeka nearam û şer ya pênc salên borî da. Lê belê Rêveberîya  Xweser ne dewlet e, peymanên radestkirinê pêk nayîne û çûn û hatinên bi balafiran pêk nayîne, ne jî hêza wê ya aborî heye ku girtîyan ji bo demek dirêj bigire an wan vegerîne welatên wan.

Biryara darizandina endamên birêxistinê hinek pirs bi xwe ra derdixe holê ku dê ev yek çawa bê kirin, ji ber nebûna piştgirîya qanûnî û darayî ya navneteweyî. Li gel vê jî bi lezgînî çareserî pêwîst e, ji ber ku Rojava ji hemû civakan zêdetir qurbanî daye ji bo ku cîhan ji rûbirûbûna birêxistinê dûr bikeve. Dema ku rewşa Rêveberîya  Xweser û bandora mirovî ya berdewam a şerê li dij birêxistinê dinirxînin û berdewamîya bombebarana Tirkîyayê û paqijîya etnîkî ya herêmê, hewldanên berdewam ên rêveberîyê ji bo pêşengîya têkoşîna li dij birêxistinê balkêş in. Lê belê, guman li ser serkeftina proseya dadgehkirina çekdarên  DAIŞê bêyî piştgirî û alîkarîyên navdewletî yên rastîn hene, bi taybetî jî derbarê vegera çekdaran bo welatên xwe.

Rêveberîya Xweser tekezî li ser pêwîstîya bilez bi dabînkirina edaletê bo qurbanîyên birêxistinê dike û di dema ku gengeşeyên yasayî yên navdewletî derbarê baştirîn rêyên yasayî û mirovî ji bo rûbirûbûna çekdarên DAIŞê gur dibin, li alîyê din tengezarîya qurbanîyên birêxistinê berdewam e.

Girtina bi hezaran çekdarên xeternak

Di sala 2019an da, dema ku hevpeymanîya navdewletî hilweşandina xîlafeta îdiakirî ragihand, Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (HSD) zêdetirî 10 hezar çekdar tevî malbatên wan binçav kirin. Piranîya çekdaran û malbatên wan di şerê dawî da li Baxozê di adara 2019an da hatibûn girtin ew der keleha dawî ya DAIŞê bû. Niha çekdar li du kampan bi cih bûne, malbat li kampa Holê û çekdar li kampa Rojê. Kamp hîn warekî xeternak û zemîneka zê ye bo nifşên pêş ên birêxistinê.

Çavkanîyên darayî û ewlekarî têne ferz kirin ku girtina hejmareka ewqas mezin berdewam bike zexteka mezin li ser Rêveberîya  Xweser dike. Her wiha li herêmê zêdetirî milyonek koçberên ji herêmên din ên Sûrîyayê neçar man ku ji pevçûnên berdewam di nava şerê navxweyî yê Sûrîyayê da birevin herêma Rêveberîya  Xweser.

Cîgirê kordînatorê têkoşîna dijî terorê li Ofîsa Dijî Terorê ya Wezareta Derve ya Amerîkayê Ayan Moss di civîneka taybet da li Macaristanê nirxand û got rewş li navendên binçavkirinê û kampan ewle ye û  kirîza mirovî  her diçe xirabtir dibe eger tiştek ji bo çareserkirina rewşê neyê kirin. Moss her wiha dîyar kir ku zêdetirî deh hezar çekdar tenê di destê Rêveberîya  Xweser da ne, û di nav vê hejmarê da nêzîkî pênc hezar sûrîyayî, sê hezar îraqî, û nêzîkî du hezar ji derveyî Sûrîya û Iraqê ne.

Nazikîya rewşê ne tenê ji ber fikarên ewlehîyê yên domdar e ku bi hezaran terorîst hatine binçavkirin ji bo niştecihên Rojava yên ku ji ber şer hîn di trawmayê da û di civakeka pir etnîk û pirolî da dijîn, piranîya çekdaran li navendên binçavkirinê yên ku bi taybet ji bo wan hatine çêkirin, girtî ne û yên mayî li nêzî bîst navendên din hatine belavkirin. Di nav van navendan da dibistan û navendên civakî hene, ji bo ku çekdaran bi awayekî mirovî, li gorî qanûn û pîvanên mafên mirovan ên navneteweyî, werin pêkanîn. Lê belê, gelek ji çekdarên mêr ên di van navendan da binçavkirî, temenê wan di bin 18 salîyê da ne.

Li ser asta sivîl jî hejmara malbatên çekdaran û zarokên wan giha 56 hezar kesî. Ev malbat tevî jin û zarokên çekdaran li kampa Holê tên ragirtin, kampa herî mezin li herêmê ku di bin kontrola Rêveberîya  Xweser da ye. Ji van hejmaran 28 hezar hemwelatîyên iraqî, zêdetirî 18 hezar hemwelatîyên Sûrîyayê û zêdetirî 10 hezar çekdar ji zêdetirî 60 welatên cîhanê hene. Her wiha hejmarek mezin ji kesên li kampa Holê dijîn jî di bin 18 salîyê da ne.

Metirsîyên ewlehîyê berdewam e

Asta metirsîya ewlehîyê li ber hewildanên şaneyên razayî yên DAIŞê, û balafirên bêmirov ên Tirkîyayê ji bo alîkarîya çekdaran di navendên binçavkirinê da ku wan rizgar bikin bilind dibe. Di kanûna paşîn a îsal da, zêdetirî 200 çekdarên DAIŞê beşdar bûn û êrîş li ser taxa Xiwêranê kirin, ku zindana Sînaayê li wir e û hefteyekê dom kir. Li gorî daxuyanîyên fermî yên Hêzên Sûrîyaya Demokratîk, çekdarên girtî li xwe mikur hatin ku ev êrîş ji şeş mehan va hatibû plankirin, ji herêmên Serê Kanîyê û Girê Spî yên di bin dagîrkerîya Tirkîyayê da xwe hazir kirin û êrîş pêk anîn. Li bakurê Sûrîyayê, çekdaran êrîşî xebatkarên navenda binçavkirinê kirin ku di nav wan da nobedar, karmendên bijîşkî, xwarinpêj û karkerên paqijîyê jî hebûn, ji ber çekdarên birêxistinê li derve alîkarîya kesên ku li hundir bûn kirin û parêzkarê girtîgehê kuştin û çekên wan girtin, di wê demê da, Hevpeymanîya Navdewletî ya bi serkêşîya Amerîkayê, êrîşên esmanî li ser avahîyên derdora girtîgehê pêk anîbûn, di hewlekê da ji bo piştgirîkirina hewldanên Hêzên Sûrîyaya Demokratîk ji bo rawestandina êrîşê bike, kirin.

Lê rewş di kampa Holê da û bi malbatên cîhadîyan ra kempaxtir e. Gelek caran dijderketin çêbûn û 24 kuştin hatin bibelgekirin, di nav da kuştina pasvan û xebatkarên alîkarîyê hebûn, her wiha, êrîşên bi kêran (di nav da li dij kesên ji xeta wan derketî di nava kampê da) û agirpêxistin ji alîyê jinên cîhadîst ve tê meşandin. Di nav van hemû bûyeran da,  nebûna derfetên ewlekarî û darayî yên girîng, hişt ku Rêveberîya  Xweser berdewam daxwaza piştevanîya navdewletî bike, ku heta niha piştguh kirine.

Her wiha divê rola Tirkîyayê ya berdewam di piştgirîkirina çekdarên DAIŞê bi çek û alîkarîyên pijîşkî were rawestandin ji bilî piştgirîya stratejî û ewlekarî û birêvebirina vê mijarê ji alîyê civaka navdewletî ve. Tevî bi sedan rewşên bibelgekirî yên piştgirîya Tirkîyayê ji sala 2014an ve, civaka navdewletî û hevpeymanîya dijî DAIŞê bi giranî li ser vê mijarê bêdeng in. Binpêkirina berdewamîya hewlên Enqerayê ji bo bidawîkirina xîlafetê û girtina çekdarên wê birêxistinê tenê birêxistina terorîst bihêz dike ku heta niha gelek şaneyên razayî li Iraq û Sûrîyayê hene. Her wiha divê metirsîya karê ku Tirkîya li herêma Efrînê dike were dîtin ku çeteyên berê yên DAIŞê kom dike û rûyê wan ê îdyolojîk di bin navê komên cuda cuda yên îslamî da diguherîne ev rewşa li wir bi nîgeranîyeka mezin were nirxandin. Tirkîya ji bo dagîrkirina xaka Rêveberîya  Xweser çekên kîmyayî, êrîşên hewayî û êrîşên bejayî bi kar anîye, ev bû sedema koçkirina nêzîkî milyonek sivîl ji cih û warên xwe wekî beşek ji pêvajoya paqijkirina etnîkî ye.

Alîyê mirovî

Di alîyê mirovî da birêxistinên mafên mirovan fikarên xwe yên li ser zarokên piçûk ên girtî anîn ziman di wan avahîyan da şert û mercên wan wek binpêkirina zagonên navneteweyî hat dîtin. Li gorî Birêxistina Alîkarîya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) hejmara zarokên li girtîgeha Sînaayê nêzî 850 zarok e. Rapora Neteweyên Yekbûyî di sala 2021ê da daxwaz kir ku bi lezgîn gelek jin û zarokên biyan yên girtî gerek vegerin welatên wan. Her wiha UNICEFê îdia kir ku zarokên di girtîgehê da “xizmetên bingehîn ên ku di nav da kincên germ, paqijî, tenduristî, perwerdehî û xwarinê hene, naghêjê ber destên wan”. Li gorî “Save the Children”ê, di girtîgehê da zêdetirî 7 hezar û 300 zarok hene. Birêxistinê pêşbînîyek tirsnak kir ku ger civaka navdewletî bi lez wan venegerîne, gelek ji van zarokan dê zêdetirî 30 salan di kampên wiha da asê bimînin.

Bê guman girîng e ku malbat û zarokên wan bi awayekî mirovî bên destekkirin û divê dadmendîya vegerandina guncaw û bilez were bidestxistin û vegerînin welatê xwe. Lê civaka navneteweyî di vê mijarê da ji berpirsyarîyên xwe dûr ket, her wiha piştgirîyek aborî, yasayî, an mirovahî kêm bû ji Rêveberîya  Xweser ra da ku çekdar û malbatên wan bê derengî werin dadgehkirin û dest bi dadwerîyeka lihevhatinê were kirin û wan vegerînin welatên wan.

Mijareka din a metirsîdar jî ew e ku di kampan da gelek jin û keçên êzidî hene yên ku di sala 2014an da ji ber êrîşa çeteyên DAIŞê ya li ser Şingalê li dij cih û warên êzidîyan ketine koletîyê. Hejmarek keçên êzidî ji lepên tundrewan hatin rizgarkirin, lê birêxistinên mafên mirovan ditirsin ku hîna jî gelek keç têne rencan kirin an jî mêjiyê wan tê şûştin. Jinên rizgarkirî behsa tirsa xwe ya ji jinên tundrew kirin ku ew ditirsandin ku bêdeng bibin û gef li wan xwarin ku eger ew xwe wek êzidî bidin nasîn dê bên kuştin û serjêkirin.

Li gorî şert û mercên mirovahî, pêwîstî bi xwedî derketina li van kampan hewce dike, tevî ku eşkere ye  gelek jinên tundrew mexdûrên birêxistina terorê ne û bi awayekî aktîf tundrewkirina zarokên xwe didomînin. Lê di şert û mercên guncaw da ev jin û zarok dê bên çêkirin û di nava civakê da bên vegerandin, lê rastî jî ger ev jin wek qurbanîyan werin dîtin pir ne rast e. Divê rêgezên lêkolînên navneteweyî yên ku li rol û statûya kevneşopî ya jin û piçûkan di nav DAIŞê da dinêrin, bê guhertin ku ew ji bilî qurbanîyên şer û terorê ne tiştekî din in û paşê ew wek piştgirên rastî, exlaqî û darayî yên xîlafeta gumankirî tên hesibandin, ji bilî ku ew di karê ewlehîyê û di îşkenceyê da cih digirin.

Barê giran ê berdewam li ser milê Rêveberîya  Xweser

Deh sal in ku Rêveberîya  Xweser rûbirûyê kêşeyên şerê li dij DAIŞê û bandora aborî û mirovî ya şerê navxweyî yê Sûrîyayê ye. Girtina bi rêkûpêk a sînorên Iraq û Tirkîyayê bi birêveberiyê ra bûye sedema qeyranên mirovî yên mezin, gelek kes ji ber xizanîyê, şert û mercên dijwar ên aborî dikişînin. Hebûna bi sed hezaran koçberên ji çar alîyê Sûrîyayê û koçberên Efrîna ku ji alîyê Tirkîyayê ve hatiye dagîrkirin, tê wateya belavbûna bi dehan kampên ku van kesan lê dihewîne, ku divê alîkarî ji wan ra bê kirin. Hêjayî balkişandinê ye ku hemû alîkarî û piştgirîya fermî ya navneteweyî di Rojavayê ra derbas dibe û digihêje rejîma El-Esed, ku ew jî li gorî berjewendî û xwesteka xwe belav dike, li gel ku Rojava tevî hewldanên wê yên mezin ên ji bo tunekirina DAIŞê û pêşkêşkirina alîkarîya mirovî ji xelk û koçberan ra, alîkarîyên navneteweyî kêm werdigire.

Heta niha tenê 5 welatên Ewropayî, di nav wan da Kosova, Bosna û Rûsya û herwiha Awistralya, hewl dane çekdarên DAIŞê, jin û zarokên wan vegerînin. Her wiha Iraqê jî bi hezaran çekdarên xwe vegerandin. Lê darizandin û bidarvekirinên ku ji alîyê hikûmetê ve tên kirin bê pêvajoya dadgeheka guncaw e. Ev hemû jî hewldaneka pir lewaz e ji bo kêmkirina barê giran ku hîna jî Rêveberîya  Xweser bi têkoşîna xwe ya li dij birêxistinê hildigire. Daxwazên avakirina dadgeheka navneteweyî gelek nîqaş li dar xistin, lê ji bo avakirina dadgeheka wiha kêm hewildanên berbiçav hatin kirin, di vê demê da ku civaka navdewletî pir dilgiran e ku alîkarîyên yasayî, sazî û darayî yên pêwîst pêşkêşî Rêveberîya  Xweser bike da ku dadgehan pêk bîne, xuya ye ku ev yek erêkirinekê dide birêveberiyê ku mîna dewletekê tevbigere.

Divê civaka navdewletî hemû hêza xwe ji bo piştgirîya Rêveberîya  Xweser di vê hewldanê da bike. Divê barê birêveberîyê giran nekin ku gepa nanê sêwî, jinebî û sivîlên derbider ji wan qut bike da ku terorîstên DAIŞê yên ku tirsê belav dikin, kuştin û tecawizê dikin, bikarin di avahîyên luks da bijîn. Di rastîyê da bikarîna kêm a Rojavayê û çalakîya berdewam a şaneyên razayî yên birêxistinê û gefên pê ra, dîsa jî û berîya her tiştî birêveberî xwedî erkekî exlaqî ye ku piştgirîyê bide koçber û niştecihan. Rêveberîya  Xweser di girtin û binçavkirina van kesên metirsîdar da heta niha di şert û mercên mirovî da hewleka hêja daye. Ji alîyê exlaqî ve cihê şermezarkirinê ye ku li ser Rêveberîya  Xweser zehmetîya vî erkê mezin berdewam be û pir biha û bêdawî be. Niha dem hatiye ku civaka navneteweyî jî êdî berpirsyariya xwe bigire ser milê xwe.

*Dr. Hojîn Ezîz  doktoraya zanista siyasî û têkiliyên navdewletî li Zanîngeha “Newcastle”ê li Awistralyayê wergirtiye. Çêkera platforma Femînîst a Rojhilata Navîn e. Li zanîngeha amerîkayî li Silêmanîyê (AUIS) weke mamosta kar kiriye, ji bilî xebata wê wekî lêkolînereka mêvan li “CGDS”yê (Navenda Cenderî û bipêşketinê). Ew niha jî hevseroka Navenda Kurdî ya Lêkolînan e (beşê îngilîzî).

Wergera ji zimanê erebî: Heysem Mislim