Bernameya NKLê ya derbarê salvegera êrîşa DAIŞê li dijî êzidîyan li Şengalê

Duh bi boneya salvegera 9em a fermana li dijî êzidîyan li Şingalê, Navenda Kurdî ya Lêkolînan bi rêya Zoomê bernameyek pêşkêş kir. Bername ku ji alîyê endamê navendê Tariq Hemo ve hate birêvebirin, mijarên bandora êrîşê li ser hebûn û mafên êzidîyan li Şingalê, darizandina kujerên daişî û bicihkirina Rêveberîya Xweser û naskirina wê û hêzên liberxwedana Şingalê û êrîşên berdewam ên Tirkîyayê, hatin nîqaşkirin. Ev mijar ji alîyê herdu mêvanên navendê rojnamevan   Argeş Şingalî û siyasetmedar Xebat Şakir ve, hatin nîqaşkirin.

Naveroka mijarên borî wiha ye:

Argeş Şingal: Şingalê di dîroka xwe da gelek êş kişandiye. Şingal xwedî cihekî stratejîk e. Gelê Şingalê xwe nespart tu alîyan. Êrîşên sala 2007an teqîna Sîba û Til Izêrê bi êrîşên DAIŞê ve girêdayî ye û berdewamîya wê ye. Berîya ku DAIŞ êrîş bike, me dît ku parêzgehên Iraqê yên mezin ên wekî Mûsilê ket bin destê DAIŞê, me pirs dikir eger DAIŞ êrîş bike wê kî biparêze?. Pêşmergeyan digot tiştek tuneye. Civaka me ya êzidî hewl da bi Pêşmegeryan ra bikeve dîyalogê em bi hev ra şerê DAIŞê bikin, lê nekirin. Gotin: Hêza me tuneye. Xelkê Zoravayê çûn pêş Pêşmergeyan gotin eger hûn şer nekin, ka çekan bidin me, lê nedan û sê ciwan kuştin.

Pêşmergeyan dizanibû wê êzidî xwe bispêrin çiya û di dîrokê da ev jî kirine. Pêşmereyan çekên xwe yên giran me bi çavê xwe dîtin di rê da sekinînin da ku nehêlin êzidî derbasî çiya bibin û di encamê da bi hezran êzidî ketin destê DAIŞê. Reva Pêşmegeyan xîyanet li civaka êzidî kir. Di van saetan de, berîya 9 salan tu kesî nema xwe spart çiya.

Gerîlayên azadîyê xwe berdan Şingalê, li Rojavayê Kurdistanê YPG û YPJyê  korîdoreka mirovahî vekirin da ku gelê êzidî tê ra derbas bikin.

Civaka me li çiya di rewşeka xerab da bû, av pir tune bû. Zarokên xwe li ber sîya keviran danîn heta ku jîyana xwe ji dest dan.

Civaka me ya êzidî vê yekê ji bîr nake. Wê demê ez şahidê bûyeran bûm. Sê heta 4 rojan gelê êzidî li çiya ma, heta ku YPG korîdor vekir. Ez bawer im derdora 90 şervanên YPG û YPJyê ji bo vekirina korîdorê şehîd bûn, ji bilî gerîlayan.

Berîya Şingal bikeve, mazot û banzîn li ser Şingalê qut kirin. Ji ber wê, çûnûhatina erebeyan zehmet bû. Gelê Rojavayê ji lûtkeya Çiyayê Şingalê hatin gelê êzidî xelas kirin.

Heta niha çarenûsa bi hezaran êzidî ne dîyar e. heta niha 36 gorên komî hatine vekirin, heta niha bi dehan gorên komî nehatine dîtin û an jî nehatine vekirin.

Derdora 1500 xort û keç ji destê DAIŞê rizgar bûne, piranîya wan ji alîyê HSDyê ve li Reqa û Baxozê rizgar bûne. Zêdetirî 300 hezar êzidî vegerîyan Şingalê û zêdetirî 10 hezar êzidî koçberî Ewropayê bûne. Lê hejmareka mezin a êzidîyan di kampên Başûrê Kurdistanê da dijîn. Heta ku PDK sûd ji wan bigire, nahêle ku êzidî vegerin ser axa xwe.

Civaka êzidî peyama 9ê cotmeha 2020î red kir, ji ber ku êzidî dibêjin ev peyman ne di berjewebdîyên me da ne. Wiha difikirin ku gelê êzidî bixapînin û difikirin ku êzidî ne zana ne.

Rojane têkilîyên me bi êzidîyên li kmapên Başûrê Kurdistnaê ra hebû. Berîya sê mehan eger kesekî bixwesta were, êzidî neçar dikirin ku berê xwe bidin bi sedan sazîyên hikûmeta Başûr heta erêkirinê wergire.

Eger artêşa Iraqê dema ku êrîşên Asayîşa Şingalê û zarokên wê kir û gule teqandin, eger nîva wê sala 2014an biteqanda, ew felaket li dij êzidîyan pêk nedihatin.

Du konferas hebûn yek li Bexdad û yek jî li Sinûnê. A Bexdadê, ji bo naskirina xweserîya Şingalê bû. Daxwazên ku civaka êzidî dike ji hikûmeta Iraqê li gorî qanûnên hikûmeta Iraqê ye. Êdî Rêveberîya Xweser nas bike û Rêveberîya Xweser fişarê li Iraqê bike, ku di parlamenbtoyên xwe da wekî jînosîd nas bike û kesên sûcdar darizîne.

Li Sinûnê jî hemû nûnerên kêmneteweyên deşta Neynewayê beşdarî konfransan bûn. Peyamên ku derketin, divê hikûmeta Iraqê Rêveberîûya Xweser a Şingalê nas bike. Ji ber ku daxwazên wan li gorî destûra Iraqê ye. Her wiha Divê sûcdarên ku destê wan di êrîşa 3yê meha 8an hebûn divê di dadgehên navdeweltî da werin darizandin.

Êrîşên Dewleta Tirk li dij Şingalê ji 2017an dest pê kir, eger hikûmeta Iraqê û Başûrê Kurdistanê rê nedaban, wê dewleta Tirk nikarîba êrîş bikira. Dixwest bi şehadeta Mam Zekî îradeya êzidîyan radest bikin, lê dîtin ku nikarin. Piştra êdî dest bi hedefgirtina fermandaran kir. Civaka me jî dizane hikûmeta Başûrê Kurdistanê bi Tirkîyayê ra di nava têkilîyan da ye û sînoran jê ra vedike. Di operasyonên tolhildanê da yên YBŞ û Asayîşa Êzidxanê pêk anîn, derket holê ku PDKyê hemû derfetan ji bo Dewleta Tirk bi kar tîne.

Xebat Şakir: Eger ew çend şoreşgerên bi hejmara wan a hindik li ser Çiyayê Şingalê tune bûna, wê rewş gelekî xerab bûbûya.

Berîya 3yê mehê, hişyarî hebûn. Rêberê gelê kurd Ebdulah Ocalan bal dikişand ser Şingalê. Lê mixabin ew hêza li wir desthildar rê neda ku gelê xwe birêxistin bike. Heger Rebîa û derdora wê ne di bin destê Rêveberîya Xweser da bûya, wê dîsa rewşa êzidîyan gelekî girantir bûya.

Di rê da gelekî metirîs hebûn, di rê da dema em diçûn me dît gelek erebe bêxwedî ne. Me wekî Hevbendîya Êzidîyên Sûrîyayê, me bi belge kir û ji gel ra nîşan da. Rojên gelekî zehmet bûn bi rastî. Xort û keçên kurdan, plana li dij Şingalê û têkibinra Şingalê û êzidîyan, ew plan pûç kirin. Rojavayê Kurdistanê bû wekî pencereyeka jîyanê ji bo gelê Şingalê. Gelê Rojavayê bi hemû hêza xwe destek dan êzidîyan. Ev ne karekî hêsan bû, eger birêxistineka xurt tunebûya, ev destekdayîn pêk nedihat. Tecrûbeya YPG û YPJ û birêxistinbûna Rojavayê li hemberî van birêxistinên radîkal hebû.

Eger tenê gurupeka tenê ya Pêşmergeyê şer bikira û nehiştiba DAIŞ bihata, wê ev felaket pêk nehata, lê mixabin şer nekirin. Bi çekên ku Pêşmerge bi wê ve revîyan, welat pê dihatin rizgarkirin.

Ne ji berjwendîyên PDKyê ye ku êzidî li ser Şingalê li hev bikin, ji ber wê jî astengîyan çêdike û hevgirtineka hêzên Şingalê çênebe. Ev yek jî bandorê dike. Êzidî divê yê xwe bin û nirx û destkeftîyên xwe biparêzin. Eger êzidî bi vê yekê nêzî xwe bibin, wê gelek pirsgirêkên xwe çareser bikin. Hikûmeta Iraqê jî eger bibînin êzidî yek bin, wê neçar bibe li wan guhdar bike.

Êzidî ne ew êzidîyên berê ne, êdî baş alîyê xwe yê neteweyî fêm dikin û hêza xwe komî ser hev bikin, da ku rê li pêş fermanên din bigirin. Êzidî ji 3yê meha 8an ve derseka mezin wergirtin.

Rêveberîya Xweser gelek caran ji hikûmeta Iraqê xweset ku axa xwe biparêze û lê xwedî derkeve, lê hikûmeta Iraqê ne di wê hêzê da ye ku vê yekê bike. Esmanê ku balafirên Tirkîyayê tê ra diçin, di bin serwerîya Amerîka û Kwalîsyona Navdewletî da ye, ew bixwe rê didin Tirkîyayê ku êrîş bikin. Heger hikûmeta Iraqê bi durustî nêzî hemwelatîyên xwe bibe, wê bikaribe bersivê bide, herî kêm di alîyê navdewletî da gilîyê Tirkîyayê bike.

Lewra, ji bo em bandorê li hikûmeta Iraqê bikin, yekitîyeka xurt a êzidîyan pêwîst e, her wiha divê hemû êzidî vegerin ser axa xwe, bi taybet ên di kampan da û xwedî li hêzên xwe yên parastinê derkevin.

 Tevahîya bernameyê li ser Facebookê: https://www.facebook.com/nlka2014/videos/571637705168465