Beriya Peymana Lozanê.. Artêşa ermenan têk çû û “artêşa kurdan” ji hev ket û navê “Tirkiyayê” derket

Nivîskar: Hisên Cimo

Di payîza 1920î de, general Mustefa Qere Bakîr hêza xwe ya li eniya rojhilat li dij hêzên Ermenistanê bi rê ve bir û gelek kantonên berfireh ji destê ermenan derxist ku rastî heqareteke mezin hat. Di vê çarçoveyê de, Qere Bakîr li ser wan feriz kir ku Peymana  “Alexandra Paul” îmze bikin di kanûna 1920î de. Li gorî vê peymanê, ermen wê dev ji bendên Peymana Sêverê berdin ku nexşeya dewleta ermenan di hundirê Tirkiyayê de, xêz kir. A herî metirsîdar jî, ermenan benda herî girîng pêk anîn, ew jî ku hemû artêşa ermenan rawestandin û tenê parêzvanên sînor ku hejmara wan ne zêdetirî 1500 leşkerî ye, hiştin. Ev jî destpêka rasteqîn a pragmatîzma rûsî a bolşevîk di têkiliyên navdewletî de ye û yekemîn qurbaniya vê yekê jî ermenên ku hevalbendên rûsan bûn.

 Di wê demê de jî, ne artêş û ne jî hêza kurdan hebû. Di vê çarçoveyê de, Alayên Hemîdî di Şerê Cîhanê yê Yekem de, ji hev ketin, ku ew jî mîna artêşa kurdan ya xwedî navûdengekî ne baş bûn. Di heman demê de, tu çîneke leşkerî ya kurdan di burokrasiya artêşa osmanî de tune bûn, ku karibe altirnatîfa Alayên Hemîdî, peyda bike.

Beriya rûbirûna girîng a di navbera bermahiyên artêşa osmanî û hêzên ermenan de, êdî nêzî 6 sal li ser qirkirina komî ya li dij ermenan derbas bûbû. Lê tevî vê yekê jî, doza Ermenistanê hilneweşiyabû, heta îmzekirina Peymana “Alexandra Paul”, tevî ku ku wê qirkirinê demografiya Ermenistanê heta asteke mezin tune kiribû û derfet da bû ku erdîngariya kurdan li aliyê rojhilat berfireh bibe û erdîngariya Tirkiyayê jî li bakurê Erziromê heta Deryaya Reş, berfireh bibe.

Heta wê demê jî, Kurdistan di aliyê erdîngarî de ne aram bû û li aliyê Ermenistan û Rûsyayê di rastiyê de tu xakeke wê ya sabit tune bû (berî ragihandina Yekîtiya Sovyetê sala 1922yan). Di vê çarçoveyê de, beşek mezin ji erdîngariya ku kurd jê re dibêjin beşek ji Kurdistanê, yan di destpêkê ermenan an jî di nava daxwazên wan de bûn, ji Wanê heta Erdhanê. Di dîrokê de jî, wîlayeta Wanê wekî giyanê doza Ermenistanê tê hesibandin. Heta sala 1921ê jî, çarenûsa vê wîlayetê (Wanê) nehatibû diyarkirin. Her wiha, di danûstandinên Peymana Moskoyê ya sala 1921ê a di navbera hikûmeta Komeleya Niştimanî (Mustefa Kemal) û Rûsyayê bi rêveberiya Vladimir Lenîn, Rûsyaê ji hikûmeta Enqerayê xwest ku dev ji wîlayeta Wanê berde û li beramberî vê yekê jî Peymana Hevaltiyê, wê îmze bikin. Wekî destpêk, Bekir Samî ev xal erê kir, beramberî ku Rûsyayê serxwebûnê bide gelê Osetya li Kafkasyayê, ku Bekir Samî ji wan bû. Di vê çarçoveyê de, Samî li wir dev ji dilsoziya xwe ji tirkan re berda û xema wî rizgarkirina gelê xwe bû û “xwe bike mîr li ser wan”, wekî wezîr û dektorê osmanî-tirkî Riza Nûr dibêje (r.250).

Gava Bekîr Samî bi serkêşiya Riza Nûr rastî redkirineke tund hat, ku Nûr bû endamê şandeya danûstandinê bi serokatiya wezîrê derve Yûsif Kemal. Her wiha, dikarîbûn ku peymana 16ê adara 1921ê bê ku dev ji tu herêman ji bo ermenan berdin (Peymana Mosko), bê bandor bikin. Bi vî awayî, hikûmeta Enqerayê parastina wîlayeta Wanê kir û ev jî li gorî daxwazên rêveberiyan kurdan bû di wê demê de û bersivdayîna vê yekê jî, kurdan destek dane Mustefa Kemal di şerê serxwebûnê de. Di heman demê de,  serxwebûnxwazên kurdan derbarê vegerandina wîlayeta Wanê a mezin di wê demê de, nikarîbûn tiştek bikirane. Her wiha, serkeftina hikûmeta Enqerayê ya vegerandina wîlayeta Wanê, hişt ku guman derbarê bandora kurdan a serbixwe, zêde bibe.

Nirxandina Lozanê, divê serkeftina kemalîstan di danûstandinên bi bolşevîkan re, neyê paşguhkirin. Lewra, peyman formuleke din jê re hate çêkirin, piştî Peymana Moskoyê ku navê wê bû “Peymana Qersê” di 13ê cotmeha 1921ê de. Di rastiyê de, dewlet dabeşî hikûmeta Enqerayê li Kurdistanê û Ermenistan û Anadolyayê û hikûmeta Sultan li Stenbolê, bûbû. Hikûmeta Stenbolê jî ji aliyê dewletên Ewropayê ve dihate naskirin. Li ser vî esasî, Peymana Sêverê di tebaxa 1920î de, hate îmzekirin. Li beramberî vê yekê jî, hikûmeta Enqerayê ji bo hikûmeta bolşevîk a Moskoyê, rewa bû. Di vê çarçoveyê de jî, Mosko gelek serkeftin di aliyê danûstandinan de dane Mustefa Kemal û li bendê bû ku bi ser bikeve da ku Peymana Sêverê bi dawî bike û neyê pêkanîn, ji ber ku Mosko dixwest dest deyîne ser Konstantînopolê an jî serweriya vegerê bin destê tirkan. A girîng ew bû ku ewropayî ji Tirkiyayê derkevin û Tirkiya neyê dabeşkirin. Di vê çarçoveyê de, ermen bûne qurbaniya mezin a vê lîstokê û di asta duyem de jî, kurd bûne qurbanî.

Di nava vê astmosfêrê de, şandeya Lozanê hate avakirin. Beriya ku şande bi rê bikeve, Komeleya Niştimanî (parlamento) navê nû yê welat hilbijart û bû navê wê bû “Tirkiya”.

Wezîrê di hikûmeta Enqerayê û rêveberekî di şanda Lozanê de Riza Nûr, danûstandinên Mustefa Kemal derbarê navê nû yê dewletê, eşkere dike. “Em ê çi navî li dewletê bikin?”. Nûr îdîa dike ku keda wî ya mezin di pêşniyaza navê “Tirkiyayê” de hebû. Heta ku ev yek rast be jî, navlêkirina navê Tirkiyayê li ser dewleta nû tiştê çêbûyî ye, ji ber ku tu pêşniyazên altirnafî tune bûn. Di vê çarçoveyê de, Ewropayê bi sedan sedan navê Tirkiyayê dibêjin. Kêm caran jî navê fermî di wêje û hunera Ewropayê de, nedihate bikaranîn. Tiştê hatibû belavkirin, Tirkiyayê bû wekî navê Dewleta Osmanî û tirkî navek bû ji bo hemû hemwelatiyên Dewleta Osmanî. Li ser vî esasî, hemû ereb û osmaniyên ne tirk ên ku koçberî Amerîkayê bûn, wekî “tirk” hatin binavkirin. Ev yek di heta di wêjeya latînî de xuya bû, mîna romana “Mirina Ragihandî” ya Gabiel Garcia Marquez, ku tê de xiristiyanekî sûriyayî-binnanî, Santiago Nesar kesekî bi eslê xwe tirkî bû.

Bi her halî, di nîqaşên navê nû yê dewletê de derdora 10 kesan hebûn, ji wan wêjevan û nivîskar Xalîde Edîb û hevjînê wê Ednan Edîfar hebûn, beriya destpêkirina danûstanidnên Lozanê di payîna 1922yan de. Di vê çarçoveyê de, Riza Nûr di bîranên xwe de dibêje:

“Pêwîst nake em lê bigerin (armanca wî navê dewletê), ji ber ku bi rastî nav heye û ew jî Tirkiya ye. Koma me –ango tirk- di serdeman de bi navê dewleta bilind a Osmanî bang dikirin, lê Ewropayê û ev çend sed sal in navê me kiriye Tirkiya” (r.201).

Her wiha, Riza Nûr behsa dewleta sekular jî kir, ku ev pêşniyaz ji aliyê Xalîde Edîb ve hate redkirin, ne ji ber sedemên olî, lê ji ber hişyariyê.“Mustefa Kemal jî tiştek ji derbirîna sekuralî fêm nedikir.” Lê tevî vê yekê jî, Riza Nûr red kir ku li dij îslamê derkeve, lê belê bang kir ku ol ji dewletê û siyaseta wê were cudakirin û red kir ku şerê ol di civakê de, were kirin. Di vê çarçoveyê de, behsa meylên Mustefa Kemal piştî serxwebûnê dike û dibêje:

“Ev kes û yên wekî wî bi rûxandina mîrasa neteweya tirkî ve, mijûl in.. Van hemû tiştan dike, bi armanca ku binavûdeng bibe, heta ku li ser wî bibêjin jîr e û derbeyên gewre pêk tîne, lê kevirên bingehîn ji binyata neteweyê, radike” (r.212).

Dema ku Riza Nûr bû Wezîrê Perwerdeyê, yekem biryar da ku di nameyan de zimanê tirkî yê paqij bi kar bînin û qedexe kir ku peyvên osmanî yên ku tê de gotinên erebî û farisî tijî bûn, were bikaranîn. Bi rastî jî, ev jî bingehekî sereke ya siyaseta tirkkirina çandî bû.