Bandora nakokîyên kurdistanî li siberoja kurdên Kerkûkê

ŞOREŞ DERWÎŞ

 

Mirov nikare pirsgirêka Kerkûkê di dema niha da, bêyî ku li koka wê ya dîrokî vegere û israra Bexdadê ya li ser siyasetên cudakirina wê ji Kurdistanê, cuda bike. Vedîtina yekemîn zevîyê petrolê li Kerkûkê sala 1927an, bandoreka wê ya mezin li ser pêşketina aborîyê li Iraqê û nifûsê li Kerkûk hebû, dema ku zevîyê petrolê sala 1934an êdî berhem dida. Lê ew dewlemendî ji bo hebûna kurdan bû bela û pirsgirêk, bi rêya rêzeoperasyonên koçberkirina bi darê zorê û guhartina demografîk a dijwar û qanûnên nîjdaperestîyê. Li gorî serjimêra sala 1957an, rêjeya kurdan ji sedî 48,28 ji nifûsa parêzgehê bû, ango hejmara kurdan ji ya ereb, turkmen, kildan, aşûr û ermenan zêdetir bû. Lê ji ber siyasetên borî li ser vê dîrokê, hişt ku guhartinên kûr di sazûmanîya nifûsê ya Kerkûkê da çêbibe û veguherî herêmeka “Bi nakok” li gorî binavkirina sala 2004an. Kurd jî bi israr in ku Kerkûk herêmeka kurdistanî ye û herdem wekî “qudisa kurdan” bi nav dikin, ku bi vê yekê balê dikişînin ser navendbûna doza Kerkûkê.  Rejîma Sedam Hisên jî dema danûstandinên xwe û şoreşa kurdan, digot ku daxwazên kurdan ên tevlîkirina Kerkûkê bo nava herêmên xweser ên kurdan, tê wateya ku kurdan “bingeha avakirina dewleteka amade” bi dest xist, bi gotineka din mayîna Kerkûkê di destê navendê da wekî garantî ye, an jî wekî dîlgirtîyekê ku kurd ji Iraqê cuda nebin.

Dema ku netewperestan desthildarîya Iraqê sala 1963an bi dest xist, girîngdayîna li ser Kerkûkê zêdetir bû, ev yek jî hişt ku Bexdad hewl bide sermijêrîya dawî ji holê rake û sermijêreyaka  pêşwext ya nifûsê ku her deh salan carekê tê lidarxistin, li dar bixe. Jimartin sala 1965an hate pêkanîn, lê encam nehatin eşkerekirin. Her wiha, encamên ku hatin dîyarkirin, wekî ji bo armancên siyasî û netewperestî hatin binavkirin. Her wiha, ev yek ji bo serjimarîya 1977 û serjmarîyên ku piştî wê çêbûne derbasdar e, ji ber ku dema ku netewperestan desthilatdarî bi dest xist û beisîyan desthilatdarîya Iraqê  bi dest xist (1968-2003) li Kerkûkê av û xwîn herikî. Ji nava kiryarên ku rejîma Beisê pêk anîn ji bo guhartina demografîyê, qanûnên jinûvexêzkirina sînorê parêzgehê û destdanîna ser axa cotkarên kurd û ew ax dane malbatên ku ji naverasta Iraqê û başûrê wê hatin, her wiha girêbestên çandinîyê yên bi cotkarên neereb ra îbtal kirin û li parêzgehê karmendên ereb bi cih kirin û malbatên ereban li beramberî dayîna pereyan, anîne Kerkûkê. Lê şerê biryar û qanûnan li gorî dîtina beisîyan ne têrker bû, lewra kurdên Kerkûkê temenê hemleya Enfalê ya sala 1988an dan, dema ku herî kêm 4 hezar gundên kurdan ji nava gundên li Kerkûkê hatin wêrankirin û malbatên kurdan bi tevahî hatin qirkirin û hin malbatên din jî bi awayekî neçar koçberî herêmên ku hikûmetê dîyar kirine, bûn. Di heman demê da, bi serîhildana kurdan a sala 1991ê ra, nêzî 120 hezar kurd ji parêzgeha Kerkûkê bi darê zorê koçber bûn, piştî ku kurdên Kerkûkê beşdarî serîhildanê bûn. Dema ku Encûmena Ewlekarîyê biryara 688an a avakirina “herêmeka aramîyê” da, ku herêmên Kurdistanê digire nava xwe, lê Kerkûk ji parastina hewayî bêpar ma. Di encamê da, kurd ji çarenûsa xwe ya rûbirûya hovîtîya Bexdadê hatin hiştin, di encama vê yekê da jî pêleka din a koçberkirin, qetilkirin û cudakarîyê pêk hat û siyasetên erebkirinê yên plankirî nehatin rawestandin.  Sala 1997an, rejîmê belgeya “guhartina neteweyꬔ li ser kurd, tirkumen, kildan û aşûrîyan feriz kir, di encamê da 100 hezar kes neçar man ku neteweya xwe biguhirin, bi hêvîya ku wekî ereban li wan bê nêrîn.

Berîya rûxandina rejîma Sedam bi demeka kurt, YNKyê di 10ê nîsana 2003yan da dikarîbû ku dest deyîne ser Kerkûkê, ev yek bû sedem ku bi hezaran kesên koçber bûne û jê derketine, vegerin xwarê xwe yên resen. Lê taloqkirina serjimarîya nifûsê ji sala 2004an berdewam kir û êdî nexşeya etînkî ji çavdêran ra ne zelal bû, ji ber vê yekê jî rêjeya nifûsê li gorî serjimarîya 1957an wekî wêneyê herî nêz ê rastîya hejmara nifûsê ya niha ma. Ev yek jî di madeya 13an a qanûna 4an a sala 2023yan da hat dîyarkirin, ku tê da hat gotin divê sermijarîya 1957an bibe bingeha tomarkirina dengderan li Kerkûkê.

Li beramberî wê jî, hilbijartinên dawî yên parêzgehê sala 2005an çêbûn û kurd tê da bi pêş ketin. Bi belavbûna rêxistina DAIŞê sala 2014an, hêzên Pêşmerge tevî hêzên kurdistanî, ku şervanên PKK û Pêşmergeyên partîyên Kurdistana Rojhilat jî tev lê bûbûn, nehiştin ku parêzgeh bikeve destê DAIŞê, ku hindik mabû çarenûsa wê bibe wekî ya Mûsilê. Lê bandora referanduma serxwebûnê ya sala 2017an û şerê di navbera navendê û milîsên Heşd El-Şeibî ji alîyekî ve û ji Pêşmergeyan ji alîyekî din ve jî, hişt ku kurd dest ji mafên xwe yên birêvebirina parêzgehê berdin û piştî navbeyankarîya Îranê şer rawestîya û hin berjewendîyên kurdistanî li Kerkûkê hatin parastin, ku ew jî li ser hesab û berjewendîyên hebûna kurdan û hêzên Pêşmergeyê pêk hat. Ev birêveçûyîna biêş bû sedem ku hevalbendîya kurdistanî were ruxandin û herdu alîyên siyasî  YNK û PDK bi îxanet, sîxûrtî û yekdesthilatîyê hevdu  tawanbar bikin ku ev tawanbarî bi taybet nakeve xizmeta kurdên Kerkûkê û nakeve xizmeta Herêma Kurdistanê bi awayekî giştî.

Di rastîyê da, vegera kurdan a li Kerkûkê sala 2003yan, hişt ku tirkumenên ku piştgirîya xwe ji Tirkîyayê û erebên Bexdad û Îranê digirin bikevin nava seferberîyê, ku bi vegera xelkê li herêmê xwe bi guman bin û proseya vegerê wekî pêvajoyeka “kurdkirinê” bi nav bikin. Li ser vî esasî, bloka siyasî ya tirkumen û ereban, jimartina nifûsê ya nû red kirin. Dibe ku ev redkirina herêmî, kete hesabê Bexdad, Tehran û Enqerayê ku naxwazin madeya 140î ji destûra Iraqê bikeve meriyetê, a ku banga çareserîyê li herêmên bi nakok dike, bi rêya bikaranîna sê gavên li pey hev: Normalîzekirin, jimartin, referendom.

Di vê navberê da, kurdan dema ku Mihemed Şeya El-Sudanî erka serokatîya hikûmetê wergirt, hinek pêşbînî bûn derbarê pêkanîna madeya 140. Lê siberoja Kerkûkê êdî girêdayî lihevkirina partîyên kurdistanî ye jî û çarçoveya xebatên wan ên di oxira nûkirina daxwazên xwe yên çareserkirina doza Kerkûkê ye, an jî herî kêm windahîyên ku ji sala 2017an dîtin. Lê rewşa heyî berovajî vê yekê dibêje, êdî pirsgirêk ne ji ber siyasetên Bexdadê tevî bandorên xwe yên dîrokî yê karasetê ne, bi qasî ku bûye pirsgirêka kurdên Kerkûkê û herêmên din ên Kurdistanê yên “bi nakok”: Şengal, Mexmûr, Tozxurmato, Xaneqîn, Zemer û Amerlî, ku li ser parçebûna partîyên kurdistanî maye ku wê hilbijartinên parêzgeha Kerkûkê li ser sê blokan pêk bînin: Bloka bi birêveberîya YNKyê, bloka bi birêveberîya PDKyê û ya sêyem jî bi birêvebirîya Yekitîya Îslamî ya Kurdistanî û koma Edaleta Kurdistanî, her wiha beşdarbûna nifşê nû bi tena serê xwe. Dibe ku ev parçebûn, tenê beşek ji parçebûneka berfireh a Herêma Kurdistanê ye, di demekê da ku hevdeîtinên partîyan û navbeyankarîyên Washigton û dewletên Ewropayê bi bin ketin ku nehiştin formuleka ku her kes jê razî be ji bo çareserkirina pirsgirêkên partîtî-siyasî û darayî yên hundirîn.

Hêvî ew bû ku hilbijartinên herêmî yên Iraqê di destpêka kanûna pêşîn a 2023yan da bibe derfetek ji bo vegerandina bawerîyê bi hizira hevalbendîya partîtî û yekbûna helwesta kurdistanî, lê nîşaneyên heyî dîyar dikin ku çîna siyasî ya kurdistanî nikarîbû hilbijartinên herêmên kurdistanî yên derveyî Herêma Kurdistanê û taybet Kerkûkê veguherînîn ezmûna têkilîyeka nû ku tê da rûpelên nakokîyên berê werin girtin. Îhtîmala mezin ew e ku tevlîbûneka serhişkîyê û mezinahî û rolên derve wê hîna bandorê li helwestên partîyan bikin, ev yek jî wê bibe sedem ku kurd bi xwe vê carê li pêşîya pêkanîna madeya 140an bibin asteng, ku kurdan sala 2005an gelek ked da, da ku bikeve destûrê.