Asta cidîyeta Îranê ya armanckirina baregehên Amerîkayê çi ye?

By Navenda Kurdî ya Lêkolînan

Bi parastin û hişyarî, Îran piştî 7ê cotmehê bi rêya êrîşên milîsên xwe yên li dij baregehên Amerîkayê li Iraq û Sûrîyayê, di derîyê pişt ra derbasî cîhanê bû. Ji nîvê cotmehê ve, milîsên ku piştgirîyê ji Îranê digirin, derdora 50 êrîş li dij baregehên Amerîkayê yên li Sûrîya û Iraqê pêk anî û di encamê da, hin leşkerên Amerîkayê birîndar bûn. Li beramberî vê yekê jî, hêzên Amerîkayê wekî bersivdayîn, baregehên Îranê li Sûrîyayê armanc kirin û di encamê da windahî di nava milîsan da çêbû.

Nêrînên leşkerî û siyasî li Amerîkayê asta van êrîşan kêm dibînin, lê bersiva leşkerî, şopandin û hişyarîyên Amerîkayê yên dubarekirî, di rojevê da bûn.

Çawa êrîşên Îranê tên nirxandin?

Wekî tecrubeyên berê, baregehên Amerîkayê di nav da jî baylozxaneya wê li Bexdad û konsolxaneya wê li Hewlêrê, rastî êrîşên ji milîsên ku Îranê piştgirîya wê dike hatin. Lê ev êrîş di sînorekî da sînordar bûn û ev êrîş bûne wekî çalakîyên îsbatkirina hebûnê  ku di nava xwe da nameyên siyasî dihewandin. Her wiha, ev êrîş nebûn sedema fikarên Amerîkayê, an jî bihêle ku Amerîka bikeve şerekî vekirî li dij Îran û şaxên wê. Hîn alîyên siyasî li Washingtonê kiryarên Îranê wekî “êrîşên xwepêşandinê” bi nav dikin, lê dibe ku ev êrîş metirsîdar bin, ji ber ku hin moşek bêserûber in  û dibe ku ji bo hêzên Amerîkayê bibin gef (1).

Di heman demê da, bi hebûna hêzên Amerîkayê li Sûrîyayê, baregehên leşkerî yên Amerîkayê li bejahîyên Hesekê, Reqa û Dêra Zorê nexasim piştî Hevpeymana Navdewletî û HSDyê rêxistina DAIŞê di şerê Baxozê da di adara 2019an têk birin, bûne armancên milîsên Îranê ku hewl dide Washingtonê tevlîhev bike û wekî armanceka stratejîk ku bihêle ku Amerîka ji Sûrîyayê derkeve. Gelek caran jî bi van kiryaran radibe da ku hêzên Amerîkayê ji tevgerên Îranê mijûl bike, ku rêya bejayî di destê wê da bimîne da ku rêya alîkarîya îranî ya ku di Iraqê ra derbasî Sûrîyayê dibe, biparêze û bi vê yekê hebûna Îranî li Iraq, Sûrîya û Libnanê biparêze.

Bi şerê ku tevgera Hemasê di 7ê cotmehê da vekirî, êrîşên bi moşekan û bi balafirên dron li dij baregehên Amerîkayê li Iraq û Sûrîyayê zêde bûn. Îran têkilîya bi van êrîşan ra red dike û piştrast dike ku komên êrîşkar bi xwe “xweber” van êrîşan pêk tînin. Her wiha, rayedarên di Pentagonê da jî red dikin ku têkilîyeka yekser di navbera êrîşên zêde û şerê li Xezayê heye(2). Redkirina Tehranê, tevî ku girêdana van koman bi Îranê ra û redkirina Washingtonê ya zêdebûna êrîşan li dij hêzên wê bi destekdayîna bêsînor ji Tilebîbê ra, dîyar dike ku herdu alî (Amerîka û Îran) rewşê kontrol bikin û şer di Xezayê da sînordar bikin, bi tirsa ku ev şer veguhere şerekî herêmî yê buha ku herdu alî jî naxwazin û hewl didin di vê dema nêz da ev yek pêk neyê.

Tiştê pêşîn ê Îranê, ku li pêşîya raya giştî li herêmê wekî alîyekî ku hewl dide tevgera Hemasê di gelek enîyan da bi rêya şerê wekaletê li Yemen, Sûrîya û Iraqê û armanckirina Îsraîl û hêzên Amerîkayê, dîyar bibe. Ev teşeyê hevgirtinê yê di navbera Îran û hevalên wê da, heta vê kêlîyê bo tevgera Hemasê û alîgirên tevgerên Îranê yên ku piştgirîyê didin Kevala Şîî li deverê, neqaidar e, her wiha hetirsîya wê jî heye ku komikên îranî şaşîtîyan bikin û senaryoya ku Îranê nivîsîye, derkevin.

Taqîkirina xweragirtina Amrîkayê

Hêzên Amerîkayê piranîya êrîşên li dij baregehên wê yên leşkerî li Iraq û Sûrîyayê bêbandor kirin, di heman demê da, Îsraîlê êrîşên xwe li hundirê Sûrîyayê zêde kirin ku îsal /48/ êrîş pêk anîn, ji wan /24/ êrîş tenê ji dema şerê Îsraîlê li Xezayê pêk anîn (3). Di nava vê astmosfêrê da, komên Îranê li Sûrîya û Iraqê baregehên Tenef, Konîko, zevîyê El-Umer û Şedadîyê ji nîvê cotmehê da, bi zêdetirî /20/ êrîşan armanc kirin. Bersiva Amerîkayê pir tund bû, ku baregehên Îranê li Dêra Zorê armanc kirin û zirarek gihand komên tê da. Di vê çarçoveyê da, Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin bersiva Amerîkayê ya li dij baregehên ku pasdarên Îranê û komên girêdayî wê li Sûrîyayê bi kar tîne, di çarçoveya “parastinê” da bi nav kir (4). Austin di civîna çapemenîyê ya li Solê da, tiştên ku berê gotî piştrast kir û ev got: “Divê ev êrîş werin rawestandin, eger ku neyên rawestandin jî, ji bo parastina hêzê, tiştên pêwîst em ê bêdudulî careka din bikin”(5). Di rastîyê da, Washington di mijara sînordarkirina êrîşên komên girêdayî Tehranê da cidî ye û eger ku êrîşên Îranê zêde bûn, wê êrîşên Amerîkayê jî zêde bibin.

Xuya ye ku Washington awayê xweragirîya bi kar tîne, da ku germbûna Îranê sar bike, her wiha Washingtonê ji Tilebîbê xwest ku Hizbulahê gur neke û ji çi tiştê ku bihêle kêferat berfireh bibe û bibe herêmî, dûr bikeve. Lê bersivên Amerîkayê yên dawî dide nîşan dan ku êdî xweragirîya  Washingtonê hêdî hêdî diçe, di demekê da ku di nava hêzên wê da birîndar çêbûn û nexasim li Sûrîyayê. Xuya ye ku birêveberîya Joe Biden girêdayî hesabên danûstandina bi Îranê ra ye, tersî birêveberîya serokê berê Donlad Trump ku bersiva kiryarên Îranê da û di çileya 2020î da general Qasim Suleymanî, serekê hêzên Feylrq El-Qudsê yê girêdayî Pasdarên Îranê kuşt bêyî ku lê bipirse dê çi bibe. Heger Îran bê hesab şer gurtir bike an jî arandina bêdawî bike, senaryoya armanckirnia Pasdarên Îranê û serekên komikên wê li Sûrîya û Iraqê ji hêla Washingtonê ve pêkan e.

Xuya ye ku derketina hêzên Amerîkayê yê li Sûrîya û Iraqê dûr e, piştî bûyerên 7ê cotmehê. Lê belê xurtkirina hebûna Amerîkayê ya leşkerî tekez dike ku karê hêzên Amerîkayê li deverê, ango li Sûrîya û Iraqê dê heta demeka nedîyar dirêj bike. Balafirhilgirên “USS Eisenhower” û koma balafirhilgir “Gerald Ford” û hin keştîyan din dewrîyeyan li ava nêzî Îranê da pêk tînin. Her wiha Amerîkayê bêhtir ji /1200/ leşkerî li deverê belav kirine da ku hêzên Amerîkayê li Sûrîya û Iraqê biparêzin û bergirîyên xwe bigirin da ku heger şer li Îsraîlê berfireh bû û hêzên îranî şer ber bi deverê ve berfireh kirin, jê ra amade bin. Ev yekîne sîstema parastinê “Thad”, “Patriot” û “Avenger”ê dihewînin (6). Ev komkirina leşkerî bo erka bersivdayîna Amerîkayê ye, nayê wê wateyê ku ew bo ragihandina şer li ser Îranê ye, an jî bo êrîşên mezin li dij komikên girêdayî wê.

Dûmahî

Hevdemî armanckirinên herdu alîyan da, hişyarîyeka îranî-amerîkayî derdikeve holê ew jî ew e ku armanckirin berfirehtir nebe û nebe ragihandina şer. Di dema nêz da dê armanckirinên ji hêla Îranê ve bo propoganda û “xwepêşandinê” be, ev yek dê bihêle Washington bersivên tund ên li dij avahîyên komikên girêdayê Pasdarên Îranê berdewam bike, her wiha pêkan e ku berfireh bibe û serekên îranî bên armanckirin heger ku armanckirinên bêhesab ji hêla wan ve hatin kirin. Dibe ku cidîyeta bersivdayîna Amerîkayê armnackirinên Îranê yên li dij hebûna wê li deverê, kêm bike.

Çavkanî:

(1) What’s an Attack? In Iraq and Syria, That’s Not Always Clear – https://2u.pw/kqwsyv3

(2) https://2u.pw/Y7LeZxf 8more attacks on US forces in Iraq and Syria as Iranian-backed militias ramp up their attacks-CNN-

 (3) خلال العام 2023.. إسرائيل استهدفت سوريا 48- المرصد السوري-  https://2u.pw/eqAWW4T

(4) Secretary of Defense Lloyd J. Austin III Statement on U.S. Military Strike in Eastern Syria- https://2u.pw/FY1IsMh

(5) أمريكا تلوح بمزيد من الضربات إذا لم توقف الجماعات المرتبطة بإيران هجماتها- swi- https://2u.pw/mL8qfP1

(6) Pentagon: 38 Attacks Target US Forces in Iraq, Syria –VOA-https://2u.pw/5BwGqco