Arnold Toynbee: Rojhilat piştî Lozanê

Ji hêla pênûsa Arnold J. Toynbee / Îlon 1923

Şîrove û nirxandin: HISÊN CIMO

Dîroknasê Brîtanî Arnold Toynbee ev gotar piştî îmzekirina Peymana Lozanê li Swîsreyê di 24ê Tîrmeha 1923an de nivîsand. Nimûneyek ji gotarê di kovara Amerîkî Foreign Affairs de hat weşandin û di Îlona 1923an de, di kovarê de hatiye arşîvkirin. Ango piştî îmzekirina peymanê kêmtirî du mehan. Toynbee dema gotara xwe dinivîsand 37 salî bû û di wê demê de wek dîroknasekî nedihat naskirin û nêzîkî atmosfera siyaseta Rojhilata Navîn a Brîtanyayê bû, ji sala 1915an ve di beşa îstixbaratê ya Wezareta Derve ya Brîtanyayê de kar dikir, û wekî nûnerê heyeta Brîtanîyayê di konferansa Parîs Peace 1919 de, weke mamosteyê lêkolînên Bîzansî û Yewnanî yên nûjen li zanîngeha Londonê xebitî.

Ji sala 1921an heta 1922an ve, di dema Şerê Yewnan-Tirkî de nûçegihanê rojnameya Manchester Guardian bû, serpêhatiyeke ku bû sedema nivîsandina gelek gotarên li ser Tirkiyê û Yûnanistanê di rojnameyên Brîtanî de. Kesê ku çend gotarên wî bişopîne, wê were zanîn ku ew di salên Şerê Cîhanê yê Yekem û heta dawiya Şerê Rizgariyê di sala 1922-an de, ji nêrîna dijminatiya Tirkiyê derbasî têgihîştina “neteweperestiya tirk” û pêkvejiyana wê bûye. Di dewleteke serbixwe de bi hemû tedbîrên ku ji bo vê yekê hewce dike, heta guhartina nasnameyên neheq ên di navbera Yewnanê û Tirkiyê de razîbû.

Ji ber ku Tirkiya  di pêvajoya avabûnê de bû, li gorî teoriya wî ya avakirina dewletan li ser sînorên neteweyî bû û dev ji fikra sînorên xwezayî berdabû, ji ber ku netew-dewlet di daxwaza berfirehbûnê de, li hemberî hev sînordar e. Di çapemeniyê de rêklama Tirkan dikir, dijberiya wî ji aliyê Yewnanî ve xuya dikir, di dawiyê de Yewnanî  bi ser ketin û ew ji kursiya lêkolîna dîroka Yewnanî û Bîzansê ya Zanîngeha Londonê derxistin. Bi gelemperî, jiyannameya wî di avakirina helwestan de zindîbûnekê diafrîne. Ew di rengê guheztin û derbeyan de xuya dike, wekî di rewşa Yewnan û Tirkiyê de, û her wiha pêşniyara wî ya di sala 1936-an de ji Wezareta Derve ya Brîtanyayê re ku nêrîna Adolf Hitler di ramana hevalbendiya Alman-Brîtanî de cidî bigire dest û paşê jî helwesta xwe ya li ser Siyonîzmê, ew ji teşwîqkirina koçberiya Cihûyan ber bi Filistînê ve di sala 1917an de derbasî qonaxeke nû bû. Di sala 1922an de veguherî aliyê Filistînê, ev yek jî ji ber ku ew ket bin bandora teza şandeyeke erebî ya ku serdana Londonê kiribû. Ew heta sala 1975 de, sala mirina wî, piştgiriya doza Filistînê dikir.

Helwesta wî ya li hember Kurdan nîne,  tevî  ku xebata wî di salên xeternak a di doza Osmanî de bû, lê Kurdan bala Toynbee nekşandiye. Di sala 1915’an de beşdarî belgekirina şahidiyên qirkirina hovane ya li dijî Ermeniyan bû û rapora xwe ya bi navê “Kuştina neteweyekê” pêşkêşî Meclîsa Lordan kir. Dikare bê zanîn ku hemû guhertinên ku dîroknasê Brîtanî tê de derbas bûye, ji xwendin û zanînê wêdetir di bin bandora hevdîtinên kesane de maye û belkî beriya Lozanê bi kesayetiyek Kurd a bi giraniya Şêx Ebdulqadir Nehrî an jî Seîd El Kurdî (Nursî),re rû bi rû rûnişta. Belkî di derbarê Kurdan û doza wan de xwedî nêrîneke berfireh bibûya.Herî dawî di peymanê de tiştekî bi navê “bendên veşartî” tineye û îşaretên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ên derbarî sînordarkirina peymana Lozanê ji bo 100 salan, ji bilî lîstoka siyasî ya girseyê ne tiştekî din e.

Peymana Lozanê ya ku ev made behsa wê dike, ew bingeheke qanûnî ye ji bo derketina Rojhilata Navîn bi şiklê wê yê îroyîn, ku tê de sînorên navbera Tirkiye û Yunanîstanê, sînorên welatên Balkanan, erêkirina Peymana Enqereyê ya li ser sînorên di navbera Fransa, erka Sûriye û Tirkiyeyê û mijara Mûsilê de biryar hat girtin. Di vê peymanê de dosya kurdan di refikan de hat danîn û mijara qirkirina Ermeniyan qetandin.

Ji aliyê akademîk ve Peymana Lozanê ji bo her kesê ku dixwaze bikeve cîhana siyasetê alfabeya siyasî ye. Em di vê gotarê û gelek gotarên din ên wê serdemê de dibînin ku doza Kurd û Ermeniyan nayên şîrovekirin, ji ber ku dîplomasiya navneteweyî bi lez û bez ji wan dûr ket û bi awayekî radestî Tirkiyê kirin, bêyî ti astengiyên qanûnî li ser wan tevbigere. Her çiqas ev gotar di bingeha xwe de ji 5000 peyvan zêdetir be jî, mirov texmîn dike ku tê de rêzikên li ser Kurdan bibîne, lê xwendevan wan rêzikan di vê gotarê de nabîne.

Beşên gotarê di warê teknîkî de li ser îhtîmala berfirehkirina sînorê Yewnanêyî siyasî û nakokiyên navxweyî yên piştî derbeya leşkerî û têkçûna Anatolyayê, hatine kurtkirin.

Zelalkirin bi gotarê re hatin girêdan û ketin nav kevanekê (..) û serenav li mijarên sereke hatin zêdekirin.

Li jêr naveroka gotara: Rojhilat piştî Lozanê

Heşt meh piştî lidarxistina konferansê û zêdetirî neh meh jî piştî îmzekirina agirbesta Mudanyayê, dawî li peymana aştiyê li Lozanê hat îmzekirin. Agirbest bûyera herî girîng bû di warê nehiştina şer de, û piştî ku ev gav hat bidestxistin, êdî metirsiyek rast nema ku têkçûna danûstandinên dîplomatîk bibe sedema nûkirina şer, Her çend ew bi rastî tiştê ku ne gengaz bû ku pêşbîniya wê kengê biqede.

Niha karê dîplomatan bi dawî bûye, aştiyeke baş an xerab pêşkêşî me kirine? Bersiva pirsê bi wateya peyva “baş” ve girêdayî ye. Ji xwendevanê normal re, bê guman peymanek aşitiyê, mîna romanek an lîstikek, bi qasî ku hevgirtî û zelal tê qebûl kirin û ev taybetmendî bi gelemperî bi kesayeta nivîskar ve girêdayî ye. Li gel ku peymana aştiyê ya baş, berevajî piraniya wêjeya  baş, divê bi hewceyî berhema hevkariyê be.

Di rastiyê de, zelalbûna tevahî şert û mercên peymanê nîşan dide ku yek ji aliyan gelek daxwazên xwe hene. Mînak Peymana Sêvrê têkçûneke dîplomatîk a karesatbar bû ji ber ku nêrîna yek ji îmzekerên wê bi tevahî paşguh kir, û dema ku teksta tevahî ya Peymana Lozanê were weşandin, ji ber vê yekê dê kurtbîn be ku mirov nirxê wê kêm bike tevî ku bi şaştiyan dagirtiye. Van şaştiyan şahidiya hewildanên dirêj û di dawiyê de serketî dikin ku du kopiyan di yek de berhev bikin, û pêdivî ye ku bi nihêrîna bihêzbûna wan were ceribandin. Di dawiyê de, pêşbînîkirin dê bilez be, lê Konferansa Lozanê bi kêmanî yekem hewldana rastîn bû ku lihevhatinek di navbera têkçûn û serketiyên şerê Ewropî de peyda kir.

Hêjayî balkişandinê ye ku kêşeyên siyasî û herêmî di navbera her du aliyên dawî yên şerê navxweyî Yûnanistan û Tirkiyê de, pirsgirêkên aborî û darayî yên di navbera Tirkiyê û hêzên Rojavayî de, bi zehmetî û dereng hatin çareserkirin. Nakokiya dawî ya li ser pereyê ku deyn tê de (dravdana kuponan) tê diyarkirin, asta ku pergala îmtiyazan (ya ku Împaratoriya Osmanî daye dewletên biyanî) bingeha bingehîn a tevliheviya Rojhilata Nizim nîşan dide. Lê hêzên mezin ên hevalbend, piştî ku dev ji berjewendiyên Yewnanîstan û Ermenîstanê berdan, heta dawiyê li pey aqilmendî ketin û dev ji berjewendiyên xwe jî berdan. Ev rê armancek rast bû, ji ber ku diyar bû ku yek ji van berjewendiyan nikare were pêşve xistin, ku hemî ji nû ve destpêkirina şer dê zirarê bidin wan.

Peymana Lozanê wê di dîrokê de xwedî bandor be ye li ser pêşketina navxweyî û têkiliyên welatên ku peyman di nava wan de hatîya îmzekirin, were nirxandin.

Lihevkirina di navbera Yewnanîstan û Tirkiyê de, her demkî ye, ji ber ku avantajên wê diyar dibin her ku astengên li pêşiya wê ji holê radibin. Pevçûnek sedsalî ya armancên herêmî dê di paşeroja pêş de nebe pirsgirêkek berdewam. Îhtîmala ku Yewnanîstan li rojhilatê çemê Maritsa (sînorê bejayî di navbera Yewnanîstan û Tirkiyê de ji hev vediqetîne) an jî li ser axa Anatolyayê tiştek bi dest bixe, kêm bû, heke ne bi tevahî ji holê rabe. Digel ku Tirkiye êdî ji Ewropayê ji bilî lêgerîna hin kûrahiya erdê ji bo parastina Tengava Konstantînopolîsê (Bosforê) tiştek ji Ewropayê naxwaze.

Danûstandina nasnameyan a ku Yewnanîstan û Tirkiyeyê di rûniştina yekem a Lozanê de di peymanek cuda de bi serketî li hev kirin, dê têkiliyên di navbera her du welatan de hem wekî soza dilsoziyê û hem jî ji holê rakirina îmkan û fersendên pevçûnê pir hêsan bike. Ger her du hikûmet li ser vê xala bi taybetî bi êş bigihin rêkeftinekê, di demekê de ku talbûna di navbera her du gelan de di lûtkeyê de ye, dibe ku rêkeftinên din li peyê xwe bihêlin û bi demê re hestên neyînî di navbera wan de rabin.

Çiqas dirêj dibe bila bibe ku Yewnanî û Tirk bi hev re niyeta xwe baş hîs bikin, xalên erênî yên peymanê divê wan li hember biyaniyan xwedî helwest bin, nemaze dema ku ew bi demê re têbghêjin ku cûdahiyên wan ji hêla hêzên biyanî ve valahiyên îstîsmarker in. Weke niha ew hêzên biyanî dixwazin Tirkiye û Yewnanîstan di nav nakokiyan de bihêlin, lê piştî serê cîhanê yekem  faktorên nû derketin holê ku welatên piçûk dev ji cîranên xwe yên mezin berdin.

Bûyereke girîng di vî warî de heye ew jîbiryara Konseya Komeleya Gelan a pîjkirina deynekî navneteweyî  ji bo 750 hezar penaberên Yewnanî yên ji rojhilatê Trakya û Anatolyayê di nav sînorên nû yên Yewnanîstanê de bicihkirin bû. Krediya sereke ji bo vê yekê Dr Nansen bû,Lê dixuye ku palderê dawî ji aliyê rêxistinên alîkariyê yên Amerîkî ve hatiye kirin ku heta niha barê sereke yê lênêrîna penaberan hilgirtiye ser milê xwe û rêxistinên Amerîkî gefa vekişîna ji vê proseyê xwaribûn, heta ku binesaziya bicihkirina penaberan bi lez neyê destpêkirin.

Ev deynê ji Yewnanîstanê re divê ji ya ku ji Avusturya re hatî veqetandin veberhênanek çêtir be; Digel ku Avusturya welatek e ku çavkaniyên wî yên dewlemend winda bûne, divê penaberên Yewnanî li welatên xwedî derfetên mezin ji bo pêşkeftinê werin bicîh kirin, û tê pêşbînî kirin ku hejmar û jêhatîbûna van penaberan bibe çavkaniyek girîng a hilberînê heke sermayeya pêwîst ji wan re peyda bibe.

Serkeftina deynê navneteweyî divê beşdarî bingeha dewlemendiya Makedonyaya Yewnanî bibe. Bi dagirtina parêzgehê bi nasnameyeke homojen li şûna tevlîheviya Tirk, Yewnan û Bulgarên ku heta niha lê niştecih bûne, aramiya sînorên siyasî yên niha yên vê herêmê dê were piştgirî kirin, lê bê guman aştî şertê bingehîn e ku çiqas derfetên madî jî hebe dê bê bandor be, ji ber ku ev herêm careke din bibe herêmeke din a şer, dê penaber têk biçin û sermayedarên xêrxwaz dê pereyên xwe winda bikin, ji ber vê yekê berjewendiya bingehîn û wekhev a hemû gelên Rojhilata Nêzîk di aştiyê de ye,û dûrî mêtingerî û xeyalên hêzên mezin, û bi piştgirîya manewî û aborî ya hin rêxistinên navneteweyî yên wek Komela Gelan, ku di nav wê de gelek hêzên piçûk hene ku ger karibin hevkarîyê bikin, dê fêrî parastina berjewendiyên xwe bibin lihember hêzên mezin. Gelo hêzên biçûk ên Rojhilat dê di demek nêzîk de li pey vê vebijarka dawîn bin? Piştî ku em li rewşa heyî ya Yewnanîstan û Tirkiyeyê binerin, dibe ku em nêzî bersivê bibin.

Dubendiya Yewnanî

Di dirêjahiya sedsala borî de, an bi gotineke din ji dema ku ew bû welatekî serbixwe, Yewnanîstan ji hundirê sînorên xwe zêdetir li derveyî sînorên xwe dijî; Nemaze li herêmên “nevegerandî” yên ku wê di dawiyê de hêvî dikir ku bikeve nav qada xwe ya neteweyî (armanca dawîn Konstantîne), û her weha vegerandina veberhênanê ya koçberên Yewnanî li çaraliyê cîhanê,Ji Sûdana Misrê heta Rûsyayê û ji Bengalê heta Şîkagoyê. Di çend salên borî yên berî şerê Ewropî de, şandinên pereyan ji Yewnanan li Dewletên Yekbûyî gihîştin jimarek ewqas mezin ku bi giranî lêçûn û standarda maddî ya jiyanê li welatê dayikê bilind kir, lê vegera exlaqî û rewşenbîrî ji derve ne kêmtir girîng bû. vegera darayî, ya ku ji wan re anî koçberên wê dîtiniyek nû ji cîhanê re anîn, û cîhan teşwîq kir ku hevxemiyê jê re bike bi rêya afirandina girêdanên kesane bi rêya zewacê û xwezayîbûnê ku berê di navbera rojava û gelên rojhilatî yên ne-bazirganî de tunebû.

Daxwaza Yewnanîstanê ji bedewî û bîranînên Konstantînê û dewlemendiya Rojavayê Asyaya Biçûk re tiştekî hêviyek ji bo paşerojê dida wê mîna hêviya ku vebûna Kanadiyan û Amerîkîyan ji koçberên Yewnanî re peyda kir. Lê felaketên gerdûnî yên van salên dawî, niha Yewnanîstanê rasterast û nerasterast ji hemî çavkaniyên jiyanê û hêza derve bêpar hiştine, ji ber ku xeta wê ya berfirehkirina axa li bakur û rojhilat ji hêla du hêzên ji wê bihêztir – Yugoslavya û Tirkiyê – ve hatî destnîşankirin. Tişta ku di destên wê de Albanya û Bulgarîstan de heye bi zor nikare bihêle.

Wendakirina Konstantîn, Smyrna (Îzmîr), Adrianople, Monastir û Kuritsa, ji xwe re  kir asoya xwe ye siyasî. Bi sedhezaran kêmnetewên xwe yên li van deveran ber bi deverên cîranan ve şandin û ji niha û pê de neçar e ku şert û mercên xwe di nav sînorên xweyî  îroyîn de biparêze û ji bilî vê, “belavbûna wan di nav gelan de” bûye sedema pirsgirêkên cûrbecûr; Bolşevîzmê Yewnaniyên li Odessa û navendên din ên bazirganiyê yên li Rûsyayê hilweşand. Dibe ku neteweperestî yên ku li Hindistan û Misirê dijîn tune bike, ger siyaset heman rêyê li Asyaya Biçûk (Tirkiye) bigire, lê dibe ku derbeya herî giran sînordarkirina koçberiya ber bi Dewletên Yekbûyî ve be, û heke ev astengî berdewam bike, bandora wê ya dawîn e. li ser Yewnanîstanê dibe ku hîn girantir be. , her çend ji derxistina Yewnanan ji Anatolyayê kêmtir trajîk be.

Ger Yewnanîstan bixwaze di bin van şert û mercên nû û dijwar de bijî, ew ê neçar bimîne ku lebata xwe ber bi hundur ve bizivirîne û balê bigşîne ser pêşketina hilber, cîh û nifûsa xwe de ku heya niha beşek jê paşguh kiriye li ser hesabê serpêhatiyên li qadên herî dûr diqewimin.

Yewnanistan û welatên pêkhatên Biçûk

Eger deynê ji nû ve bicihbûnê ku ji aliyê Komeleya Gelan ve hatiye pêşniyarkirin bi ser bikeve, dikare bi bicihbûna kêmnetewên Anatolya û Trakyayê li Makedonyayê bi dawî bibe. Gorî nihêrîna neteweyî ya Yewnanîstanê, ew bereketeke rastîn e, lê ew ê têrê neke Yewnanîstan mêtinkariya Makedonyayê bike û çandinî û bazirganiya herêmî pêş bixe, heya ku ew herî zêde ji pozîsyona xwe ya erdnîgarî wekî perava Yunanî ya teng bikar neyîne, ew ê nikaribe parêzgehê bi berdewamî di bin serweriya xwe de bihêle, nexasim pêşvebirina şiyanên wê yên bazirganî û pîşesazî yên berfireh. Ev faktora erdnîgarî dê ji bo Yewnanîstanê yan xetereya herî mezin an jî hêza herî mezin be, li gorî ku dê çawa bikarbîne. Ger ku Yugoslavya û Bulgaristanê gihêştina deryaya vekirî asteng bikin, ev herdu netewe dê di dawiyê de bibin yek û xeta peravê ji wan bistînin.

Ji aliyê din ve, ger hewldanên hêsankirinê ji cîranên xwe yên hundir ve pêşkêş bike, bazirganiya wan dê ne tenê bextê Selanîkî, Kavala, Didigash û benderên din (ji bo windakirina Smyrna) berteref bike, lê dê deriyê ketina Yewnanîstanê jî vebike. nav strukturên siyasî yên Antanta Piçûk – nêzîkbûnek ku dê wê ji îzolasyona wê ya heyî xilas bike – û encamên wê ji nebawerîbûnê ber bi girêdana neyînî ya bi hêzên mezin ve. (Antanta Piçûk: Hevbendiyeke leşkerî ku di salên 1920 û 1921an de di navbera Romanya, Çekoslovakya û Yugoslavyayê de bi armanca parastina hevpar li dijî daxwazên Macarîstanê hate avakirin).

Di vî warî de, Yewnanîstanê destpêkeke baş kir, ji dema karesata xwe ya leşkerî li Asyaya Biçûk, bi îmzakirina peymanek bi Yugoslavyayê re ji bo avakirina herêmek azad a Yugoslavyayê li bendera Selanîkê. Di berjewendiya Yewnanîstanê de ye ku vê peymanê li ser erdê çalak bike û ne tenê tawîzek li ser kaxezê be, û hem jî bi Bulgaristanê re di derbarê bendera li ser Deryaya Egeyê de ku ji hêla vê paşîn ve di bin Peymana Neuilly de ji hêla hevalbendên sereke ve hatî soz da, bi hev re bigihêje têgihîştinê. (Peymana Neuilly di navbera Bulgaristan û welatên Sê Antanta de. Li gorî vê peymanê Bulgarîstanê 4 parêzgehên li ser sînorên xwe yên rojava radestî Yugoslavyayê kir û Trakyaya Rojava kete bin rêveberiya welatên sereke yên hevalbendan û paşê radestî Yunanîstanê hat kirin. ku Bulgaristanê bendera xwe li ser deryaya Ege winda kir).

Mixabin, hewildanên hevalbendan li Lozanê ji bo peydakirina têgihîştina Yewnanî-Bûlgarî li ser vê xalê bi ser neketin, û guhertina hukûmetê li Bulgaristanê dibe ku sedemek nû an hincetek nû bide Yewnanîstanê ku neguhezîne. Lê belê Yewnanîstan nikare Bulgarîstanê bi domdarî ji xwe dûr bihêle, her çend Bulgarîstan bê artêş be û erdên wê qut bûne jî, niha ne dijmin e, lê dikare di pêşerojê de, wekî berê, tengav bike. hevsengiya li başûrê rojhilatê Ewrûpayê heye, û şert û merc hene ku eger ev yek bibe, ji bo Yewnanîstanê wêranker be, eger Bulgaristan giraniya xwe bavêje ser milê Tirk an Yugoslavyayê.

Pirsgirêka siyaseta navxweyî jî heye, ku kuştinên li dijî endamên hukûmeta berê ji hêla hukûmeta şoreşger a niha ve, lûtkeya tundûtûjiyê bû. Tengasiya hukûmeta şoreşger a niha li Atînayê bi paşxistina hilbijartinan diyar dibe, lê hemî Yewnaniyên xwedî însiyata siyasî ya sererast, bêyî ku ferq bikin ji partiya wan, di bin pabendbûna hevpar a herî xurt a welatê xwe de ne, ji ber ku aştiya hundurîn bi qasî aştiya derve hewce ye ji bo vejandina niştimanî, û eger nakokî neyên rawestandin di vê qonaxê de, ew tenê dikare bi heman tiştê berî sedsalek berê biqede: şerê navxweyî.

Bi kurtî, “aştiya di nav sînorên heyî de” ji bo Yewnanîstanê di serdema nûavakirinê de dirûşma herî rast e, lê hîn jî sê riyên gengaz û rewa ji bo berfirehkirina wê hene, ew jî Giravên Dodecanese, Qibris û Patrîkxaneya Ecumenîkî ye.

Beligandina Peymana Milî

Ev gotar bêyî lêkolîna li ser helwesta Tirkiyê li ser mijarê wê ne temam be. Serkeftina wê ya leşkerî ya hostayî ya li dijî Yewnanîstanê, û bi awayekî nerasterast li ser piştgirên Yewnanîstanê, bi serketinên bi heman rengî yên ecêb li Lozanê jê re peyda bû, li wir Îsmet Paşa (Inonu) bi qasî ku berê bi şûrê xwe dîplomasî dirûst kir, heta ku Peymana Millî ya Tirk hema hema bi tevahî pêk hat.

Tirkiyê piraniya xalên xwe di konferansê de bi dest xist, ji ber ku ew têra xwe bi hêz bû ku li ser wê israr bike, û tenê bi awayekî dê serî daxista ew jî  li ber zexteke leşkeriye mezin û berfireh, ew jî hêzên hevpeymanê  kêliyekê jî hewl neda ku wê bikar bîne. Ev formula hem ji bo tirkan û hem jî ji bo hemiyan tam “patent” bû û encama konferansê jî ji berê ve hatibû diyarkirin.

Dema ku aştî were îmzekirin û Tirkiye dest bi sererastkirina mala xwe bike, têkoşîna rast a îradeyê wê êdî dest pê bike. Bêyî deynkirina pere û teknolojiyên nû ji Rojava nikare jiyana xwe ya aborî ji nû ve ava bike. Her çendî karibe şert û mercên xwe li ser saziyên Rojava di nav sînorên xwe de destnîşan bike jî, Tirkiye nikare wê neçar bike ku di pêşerojê de bi xwe re hevkariyekêke. Bi gotineke din, eger desthilatdariya rojavayî ji siyaseta derve ya nû ya Tirkiyê bi fikar û hêrs bibe (di aliyê teorîkî de rewa be yan na), ew ê Tirkiyê boykot bike û tercîh bike ku veberhênanên xwe li Çîn, Meksîka, yan jî her devereke din ku rîsk  zehmetî  kêmtir in karbike. Û eger boykoteke wiha (ne ji kîn û nefretê lê ji berjewendiyê hatiye îlhamkirin) çêbibe, dê perspektîfa aborî ya Tirkiyeyê reş bibe.

Şerê Anatoliyayê (Şerê Rizgariyê) yê bextreş, mîna Yewnanîstanê ew jî wêran kir. Bajar û gundên parêzgehê bi awayekî sîstematîk ji aliyê artêşa Yewnanî ve li ser xeta vekişîna wê ya dawî ji Afyonkarahisar ber bi Smyrna ve hatin wêrankirin. Şewatên mezin ên ku di şerê navbera leşkerên Tirk û Ermenî yên li Taxa Ermeniyan a Îzmîrê de derketin, bajar wêran kir. Pirên rêyên hesinî hatine teqandin, vagon û lokomotîf hatine şkandin an jî zirar dîtine, û her çendî li gundan ecêb çêbûn (wek ku nivîskar bi xwe di Nîsana borî de buyer dîtibû), Tirkiye nikare bajarên xwe ji nû ve ava bike, dê rêyên hesinî, bêyî alîkariya derve çawa çêbike.

Gelo Tirkiyeya neteweperest dê tenê berdêla vê alîkariyê bide? Ew di sed û pêncî salî borî de ji destdirêjiya “îmtiyazên taybetî” ji hêla mîsyonên biyanî û niştecîhên biyanî ve ewqas êş kişandiye ku ew bûye parêzvanek prensîba serweriya neteweyî ya teqez li ser her kesê ku di nav sînorên neteweyî de rûdine, prensîbeke Fransîye ku ji aliyê xwendekarên Tirk û sirgûnên Parîsê ve hîn bibûn, û piştî Şoreşê li Ewropaya Rojava heta astekê hat ferzkirin.

Tê çaverêkirin ku ew şansên vejandina aboriya xwe feda bike da ku yekbûna xwe ya siyasî biparêze, û dibe ku bikeve asta aborî ya Afganîstanê, an jî di asta ku Afganîstan tê de razî bû bimîne heta ku dest bi derketina ji îzolasyona xwe çend salan berê derket.

Lêbelê, ev pêkan, kêmbûna wê ya aborî heye, ji bo her kesê ku vê dawîyê serdana Enqereyê kiriye û tiştek ji ramana çîna serdest û cotkaran dîtiye, bi gelemperî ne mimkûn xuya dike, ji ber ku ew ê bala xwe bidin ku xwesteka rehetî û bikêrhatîbûnê, ku dest pê dike heta di Afganîstan, li Anatolyayê bi hêztir û berfirehtir e. Ne ecêb e ku mirov vê yekê di nav rêberên ku berê li Konstantîn dijiyan dibîne, lê li bajarên mezin ên şaristaniya Rojava jî hebûn, ku nirxdayîna wan ji van avantajan derbasî bajarên gundewarî yên Anatolyayê jî bûn, lê ya girîng ev e ku êdî şoreşê xwe bera da nav gundiyên Tirkan.

Hêviya hişmendî ya ji bo aştî û bextewariyê ku îro di nav wan de tê xuya kirin, beşekî bertekek xwezayî ye li hember şerên berdewam ên dehsalan û nêzîkê sedsalek leşkeriya neçar. Lê ev jî ji ber bandora ramanên rojavayî ye ku di sedsala borî de bandor li gundiyên li başûrê rojhilatê Ewropayê kir.

Tirkiye .. dewlemendî yan serwerî?

Bi rastî, Rojava bi ramanên pêşketina aborî û serweriya siyasî îlham da gelên Rojhilat, ku di pratîkê de ne guncaw xuya dike, eger tundûtûjîyên her duyan li ser welatên nepêşketî werin ferz kirin.

Bernameyên îroyîn ên serwerî û pêşketinê yên Tirkiyê zehmet e ku mirov herî zêde bikar bîne, lê pêkan e ku yek bibe qurbana xercê yê din. Bi pêkaneke mezin dê lihevkirinek çêbibe, ne li ser bingehek teorîkî, lê bi rastiyên dijwar ên ezmûnê, û ku piştî heyama binketineke aborî, ku tê de berjewendîyên biyanî dê dijwar bibin,  ji bo saxbûnê têbikoşin (dê piraniya neşteciyên tirk êşeke mezintir bikişîne) û dê hevsengiyek vegere. Serweriya teorîk, jî jixwe, bereketeke neyînî ye.

Û her çendî jiyan zehmetir bibe (ango bi destxistina serdestiya tam) xuya bike jî, ew cîgirek nerazî ye ji bo xweşbûna madî. Ji ber vê yekê, dibe ku projeya Rojava di demeke nêzîk de li Tirkiyê di  demeke nebaş re derbas bibe, lê eger bikaribe nêrînên dûr û dirêj tehemûl bike, ne hewce ye ku bêhêvî bibe.

Daxwaza geşepêdana aboriyê ya Tirkiyeyê jî ji ber nêrînên polîtîkaya derve tê teşwîqkirin. Yek ji xisletên berçav ên rewşa îroyîn a mejiyê tirkan ew e ku ew ji serkeftinên xwe yên leşkerî yên vê dawiyê ne bi bandorbûn û bi giştî têgihîştina wan ku di şerê (Şerê Rizgariyê) de serkeftineke demkî bi saya qonaxeke taybet û veguhêz di rewşa navdewletî de pêkhat, û heya ku di her warê jiyana civakî de xebateke berdewam nebe, hebûna xwe ya neteweyî bi berdewamî nayê parastin.

Hevkariya Tirkiye û Rûsyayê demkî ye

Di vê demê de Rûsya û Almanya qels in, hêzên rojavayî pir westiyane ku li Rojhilat çalakiyeke bi bandor li dar bixin, Yewnanistana ku bi salan e mîna Tirkiyê di nav şer de ye û neçar ma li Anatolyayê bi tena serê xwe şer bike, li rastî binketineke nayê jibîrkirin hat. Lê Tirkiye dizane ku heta cîranên xwe zindî bibin jî, nikarin li ser milên xwe bisekinin.

Careke din bandora Rûsyayê li ser bi tundî dest pê dike. Heger Rûsya di şert û mercên niha de ji hêza leşkerî ya mezin derneketa û ger dîplomasiya matmayî ya “hêzên Antanta Balkan” bikira, tifaqa Tirkiye-Rûsya ya niha çênabû (mebest têgihîştina Lenîn û Mistefa Kemal e). ne mecbûrî du dijminên hişk kir ku lihevhatinekê bigerin. Lê belê ev lihevkirin bêdawî dom nekir.Dema ku piştî agirbesta Mudanyayê (di navbera Tirkiye û dewletên rojavayî yên dagîrker de di 11ê cotmeha 1922an de hat encamdan) aloziya siyasî di navbera Tirkiye û Rojava de kêm bû, peymana Tirkiye-Rûsya sar bû û êdî Tirkiye rastî serweriya tam a li ser teng û Konstantînopolîsê vegeriya, nakokiya berjewendiyan a erdnîgarî ya di navbera her du welatan de vegeriya rewşa xwe ya berê.

Hevalbendiya di navbera Rûsiya û Tirkiyê de sûdekî hevbeş a demkî bû, û ew ê bi wendabûna berjewendiyên hevpar ên berbiçav ku wê çêdikirin, têk biçe, ji ber ku ew li ser bingehên exlaqî nehatibû avakirin, mîna yên ku rewşenbîrên Tirk ber bi çanda Fransî an Engilîzî ve dikişînin. Dijminatiya siyasî ya li hember Îngilîstan û Fransayê çi dibe bila bibe. Rastî ye ku meriv pêşbînî bike ku Tirkiye di demek nêzîk de dê dîsa bi zexta Rûsyayê hîs bike û ev xeter dê wê bike ku hêza xwe bi kontrolkirina malê xwe pêş bixe.

Di sedsal û nîva borî de, Tirkiyê li hember Rûsyayê bi daxwaza piştgiriya Rojavayî xwe diparêze, ji ber ku hêza xwe têrê nake wê biparêze. Lê encama vê polîtîkaya xeternak bi qasî ku ji bo Yewnanîstanê buha bû ji bo wê jî biha bû. Wê bi giştî ji deste xwe zêdetir dida, wekî parêzvanek hate binavkirin û piştre dest bi kampanyayek îstîsmarkirinê kir, danûstandina wê ji hêla Almanya ve bêhêvîbûna wê ya dawî bû, û mîna Yewnanîstanê dîsa hewcedariya azadbûna ji siyaseta hêzên mezin fêm kir, lê Diviyabû wê di warê aborî û civakî de ji Rojava deyn bigirta, ger dixwest têra xwe xurt bibe ku serxwebûna xwe ya siyasî ji Rojava bipejiranda.

Eger dixwaze di vî warî de gavên pratîkî bavêje, divê bi cîranên xwe yên li Rojhilata Navîn re nêzîkbûneke siyasî peyda bike. Di dema niha de Tirkiye di nav welatên rojhilatê de ji Misrê heta Afganîstanê di warê leşkerî de xwedî pozîsyoneke bilind e û ger bikare di warê pêşkeftina madî û rewşenbîrî de jî pêşengiyê bike, dibe ku pêşerojeke wê ya mezin wek pirek berbi Antanta Rojavayê Asyayê ve xwe bi cih bike. “Antanta Biçûk” li Ewropaya Başûr.

Encama vê lêkolîna kurt xuya dike ku piştî çareseriyê, Yewnanîstan û Tirkiye di hevsengiyekê de diçin û ji bo berjewendiyên xwe hindek pêkan hene ku têkiliyên wan li gorî berê baştir bin. Pirsgirêka bingehîn a ku çarenûsa wan girêdayî ye, ji holê rakirina hêzên derve û hevrikiyên wan ên li qadên Rojhilata Nêzîk û Navîn e. Lê ev pirsgirêk ji aliyên ku di Lozanê de cih girtine, xeleka welatan berfirehtir dihewîne.

Werger ji erebî: Heysem Mislim