Amerîka vedigere Rojhilata Navîn

By NAVENDA KURDÎ YA LÊKOLÎNAN

Ji dema êrîşa tevgera Hemasê ya li ser Îsraîlê di 7ê cotmehê da, dîyar e ku Amerîka neçar e berovajî plana xwe tevbigere û vegere Rojhilata Navîn, her wiha tiştên di nava stratejîya wê ya lezgîn da ku li ser kar dikir ew jî derixistina hêzên  xwe ji herêmê û balkişandina ser enîyên nû yên cîhanê li rojhilatê Ewropayê li dij Rûsya û li Okyanûsaya Pasîfîk li dij Çînê, rawestand.

Di 24ê cotmehê da, fermandarîya navendî ya Amerîkayê ragihand ku gelek balafirên wê yên F-16ê gihaştin herêmên berpirsyarîya wê li Rojhilata Navîn “Xurtkirina bicihbûna Amerîkayê bi armanca bersivdayîna çi êrîşekê”, di demekê da ku êrîş li dij hêzên Amerîkayê zêde dibin.

Li gorî Wezareta Parastinê ya Amerîkayê, hêzên wê di heftîya borî da li Iraq û Sûrîyayê rastî zêdetirî /12/ êrîşan hatine, ku deh êrîş li dij hêzên wê li Iraqê û sê êrîş jî li dij hêzên wê Sûrîyayê pêk hatine. Di bersiva van êrîşan da, artêşa Amerîkayê hin bergirîyên nû ji bo parastina hêzên ku li Rojhilata Navîn hatine belavkirin, girtin ku ji 5 gavan pêk tê:

1-Zêdekirina dewrîyeyên leşkerî.

2- Alozkirina gihandina baragehên ku hêzan dihewînin.

3- Zêdekirina komkirina agahîyên îstixbaratî, di nav da jî bikaranîna balafirên bêmirov û operasyonên çavdêrîyê yên din.

4- Xurtkirina çavdêrîyê ji bircên parastinê li avahîyên leşkerî û bergirîyên ewlekarîyê li ber xalên gihaştina baregehan.

5- Zêdekirina operasyonan ji ber bersivdayîna êrîşên gengaz ên bi balafirên bêmirov û moşek û topan.

Ji dema şerê di navbera tevgera Hemas û Îsraîlê da, Amerîkayê ji bo hewldana bersivdayîna Îranê û komên ku piştgirî ji Îranê digirin û destekdayîna Îsraîlê, keştîyên şer û balafirên şer di nav da jî du keştîyên şer rêkirin herêmê.

Niha jî ev in encamnameya piştgirîya Amerîkayê ya ragihandî ji çaxa ku şer di navbera Îsraîl û Hemasê da gur bûye. Ew jî li gor agahî û daxuyanîyên jêderên amerîkayî yên berpirsyar, her wiha li gor ku Navenda Kurdî ya Lêkolînan ji kovara “Wall Street Journal” û kovara “Time”ê û toreya “Fox News”ê ya amerîkayî û radyoya birîtanî “BBC” girtiye:

Keştîyên balafiran û keştîyên şer

Li rojhilatê Deryaya Spî keştîya balafirên êrîşkar a Amerîkayê  “USS Gerald R” hebû, her wiha di demeka nêz da jî wê komek din li herêmê wê bigihêjin wê “USS Dwight D. Eisenhower”.

Di her keştîyeka şer da, zêdetirî /70/ balafiran hene ku ew jî hêzeka agir a mezin e. Di heman demê da, serokê Amerîkayê Jeo Biden jî bi hezaran ji hêza Amerîkayê amade kir, ji ber ku eger pêwîst be rêbike herêmê.

Her wiha, Wezareta Parastinê ya Amerîkayê bi bîr xist ku bicihbûna keştîyê heta /6/ mehan li herêmê dema wê hate dirêjkirin û demeka dawî jê ra nehatiye dîyarkirin.

Wezîrê parastinê di rojên dawî da, ferman da komek ji keştîyên balafiran “USS Dwight D. Eisenhower” ku tev li keştîya balafiran  “USS Ford”ê ya li rojhilatê Deryaya Spî bibin û niha ew keştî li Okyanûsa Etlesî ye û berê wê li Deryaya Spî ye.

Ji alîyekî di ve jî, ji bilî her du keştîyên balafiran, Wezareta Parastinê ya Amerîkayê, şandina koma bi navê “USS Batan” ya bejavî ku ji sê keştîyên ku bi sedan hêzên deryayî tê da hene, ji bo herêmê ragihand. Di vê çarçoveyê da, berpirsekî amerîkayî anî ziman ku keştîya veguhestina bejavî ya bi navê “USS Mesa Verde” li Deryaya Spî ye û keştîya daketinê ya bi navê “USS Carter Hall” jî li herêma kendavê ye.

Di van keştîyan da, helîkopter û keştîyên êrîşê ku dikarin hêzên dervayî derbasî herêmên dijmin bikin an alîkarîya pizîşkî jî an alîkarîyên din pêşkêş bikin, hene.

Keştîyên şer, nexasim keştîyên balafirhilgir bi balafirên xwe yên şer û çavdêrîyê, di dîrokê da piştrast kirine ku rêbazekî çalak ên li dij çalakîyên Îranê û çalakîyên din ên çekdarî li Rojhilata Navîn in. Her wiha, yekîneya agahîyan ya li ser, wekî navendên fermandarîyê û kontrolê tevdigere û dikare şerê agahîyan pêk bîne. Di heman demê da, di nava xwe da jî balafirên şer ên F-18ê dihewîne, ku dikarin bi rolên bersivdayîn an jî armancgirtinê pêk bîne û balafirên çavdêrîyê yên “A-2 Hawkeye”yê, dikarin hişyarîya pêşwext bide dema ku mûşek têne avêtin û tevgerên dijmin dîyar bike.

Çek û hêzên operasyonên taybet

Ji alîyekî din ve jî, Amerîkayê bi rêya balafiran ku çekên amerîkayî tê da hebûn, çek û cebilxane şandin Îsraîlê. Di vê çarçoveyê da, yek ji balafirên bar ên C-17ê çek li baregeha hewayî ya bi navê Nevatim a li rojhilatê Xezayê daxist. Wezareta Parastinê ya Amerîkayê bi bîr xist ku heta dîroka 24ê cotmehê, 5 bar bi vî rengî hatine radestkirin û tê payîn ku zêdetir jî bên radestkirin.

Cebilxaneyê di nava xwe da bombeyên xwedî rûberê piçûk û moşekên parastina esman (Qubeya Hesinî) dihewand. Her wiha Amerîka li ser wê yekê kar dike ku kompanîyên parastinê qani bike da ku bilez xwestekên Îsraîlê pêk bîne, ku ji berê jî da xwestekên wê hebûn, di nav wan da jî moşekên Qubeya Hesinî.

Her wiha barên bê dê koma “JDAM”yê bihewîne, ku moşekên êrîşên yekser in (bi ingilîzî: Joint Direct Attack Munition) ku çekeka ne nirxbûha ye kompanîya “Boing”ê ew çêkiriye. Ev tişt ji alav û makîneyan pêk tê ku li ser moşekên nealîkirî an jî “moşekê bêaqil” tên bicihkirin û dibin moşekên “biaqil” û di hemû rewşên bahewayê da tên bikaranîn.

Leşker û şêwirmend

Li kêleka vê yekê jî, Amerîkayê şaneyeka piçûk ji hêzên operasyonên taybet ava kir ku bi Îsraîlê ra kar dike û agahîyên îstîxbarat û plansazîyê pêşkêş dike, di heman demê da şêwirîyê dide hêzên parastinê yên Îsraîlê derbarê hewldanên rizgarkirina kesên dîlgirtî. Her wiha, wezîrê parastinê yê Amerîkayê ferman da /2.000/ leşkerên amerîkayî ku amade bin, ji bo ku eger di roj û hefteyên pêş da pêwîstî çêbibe, li herêmê belav bibin. Ev hêz jî wê karibin bi lez bersivê bidin,  nexasim ji bo peydakirina agahîyên îstixbaratî, çavdêrî, veguhastin û alîkarîya pizîşkî pêşkêş bike.

Her wiha, Wezareta Parastinê ya Amerîkayê şêwirmendên leşkerî ku di nav wan da generalekî deryayî yê pispor di şerê bajaran da heye, rê kir Îsraîlê ji bo di plana şer da bibin alîkar. Di heman demê da, berîya êrîşa bejahî ya texmînkirinî li dij Xezayê, Wezareta Parastinê bi awayekî lezgîn sîstemên parastinê yên bipêşketî rêdike Rojhilata Navîn.

Li gorî rayedarekî amerîkayî, yek ji wan efserên ku operasyonên piştgirîyê bi rê ve dibe, Lêftinant General yê leşkerên deryayî, James Glenn e, ku berê alîkarîya birêvebirina hêzên operasyonên taybet li dij birêxistina DAIŞê kiribû û li Felûcaya Iraqê jî kar dikir di hin şerên herî germ ên bajaran da.

Tîma leşkerî yek ji gelek parçeyên leşkerî ye ku Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ji bo piştgirîya Îsraîlê ava dike. Di heman demê da, hewl dide ku karmendên amerîkayî biparêze ku di rojên dawî da rastî êrîşên dubare hatin û di vê çarçoveyê da Pentagonê got ku îhtîmal heye ji alîyê Îranê ve têne destekkirin.

Balafirên şer

Her wiha, Pentagonê daxwaza balafirên şer ên din jî kir ku li baregehên li Rojhilata Navîn piştgirîyê bidin balafirên A-10, F-16 û F-15ê. Wezîrê Hêza Hewayî Frank Kendall hefteya borî di yek ji çalakîyên Encumena Atlantîkê da, got ku hat xwestin ku yekîneyên dê vegerin welat, li cihê xwe bimînin. Bi rastî jî hêza esmanî ya amerîkayî hêzeka wê ya mezin a asmanî li herêmê heye, ji bo pêkanîna operasyonên bimirov û bêmirov, nexasim li Sûrîyayê. Di vê çarçoveyê da, balafireka F-16yê ya balafireka dron a Tirkîyayê ku gef li hêzên bejahî yên Amerîkayê dixwar, xist xwarê.

Sîstemên moşekan

 Rûxankara bi navê “USS Carney”ê /4/ moşekên kirûz ên êrîşa bejahî ku ji ji Yemenê hatibûn avêtin, xistin xwarê, ku Pentagon got îhtîmal hebû ber bi Îsraîlê ve biçûya. Di vê çarçoveyê da, Pentagonê ragihand ku ew ê sîstema parastinê ya moşekan a bi navê “Patriot” û sîstema herêmê ya bilind “THAAD”ê bişîne Rojhilata Navîn, dê ji nû ra koma “Eisenhower­”ê li devera di bin berpirsyarîya Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê da bi cih bike.

Desteka darayî

Amerîkayê mezintirîn piştevana leşkerî ji bo Îsraîlê ye, ku salane bi qasî /3.8/ milyar dolar alîkarîya parastinê dide Îsraîlê. Her wiha Biden ji kongresê xwest ku /14/ milyar dolar ji bo gencîneya şer a hevalbendê xwe yê li Rojhilata Navîn bipejirîne, ev yek jî  wekî beşek ji rêzealîkarîyên leşkerî yên bi qasî /105/ milyar dolar e.