Amerîka li Rojava…Gelo rêbazek heye ku “Xefika Kurdan”bê bandor bibe?(3)   

FERHAD HEMΠ 

Me hewl da ku bi awayekî lezgîn, arezûyên”Rastiya polîtîkî”(Political correctness) û doktrîna”Avakirina netew”di madeya borî de ku siyaseta Amerîka li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê di destê wan de ye, çareser bikin. Her wiha, me asta nakokiyên herdu arezûyan bi hevrûkirina bi astengiyên hebûnê yên dema niha de, derxin holê. Lê ji ber ku asoya nakokiyan li ba van herdu arezûyan sînondar namîne, arezûyeke din derdikeve holê ku zemîna xwe ji destkeftiyên Rêveberiya Xweser digire, ku ev yek jî berhema tezên şepêla kurdî ne.  

Lê ji ber ku rastiya polîtîkîrastiyên dîrokî û rasteqîn nahêlin derkeve û di xîtabên xwe yên fermî de behsa doza Kurdan nakin, da ku xwe ji nakokiyên nîjdaperestî yê Tirkiyeyê bidin alî û çavên xwe li ser binpêkirinên Tirkiyeyê yên asmanî û bejayî bigirin, bi heman şêweyî asta hevkariya Amerîka/rojavayî bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re tenê di bin navê têkoşîna li dijî terorê de, sînordar dike.  

Di encama vê yekê de, dihêle ku Kurd bi rêbazekî ji rêbazan bibin qurbaniyê şik û bêbaweriyê û bi awayekî otmatîk sînaroya “Xefika Kurdan” were bîra wan ku tişt jî ne dûrî refterê Amerîkayê ya ehmaq e.  

Ji bo ku şaş neyê fêmkirin, armanca me ne balkişanda ser wêjeyên”Teoriya komployê” dema ku em behsa sînaroya”Xefika Kurdan”bi taybet dikin, lê belê em hewl didin ku bi çavekî dîrokî  û bîrbaweriya civakî û atmosfêra siyasî-pîskolojiya nezelal balê bikişînin ser rewşa heyî. Armanca me jî ji vê yekê bêbandorkirina şaştiyên dîrokî di dema niha de ye.   

Xefika Kurdan 

Wêjeya Kurdan her tim bi rêya stran û çîrokên xwe yên gelêrî, behsa qedera bêbext dike ku ji plana wê ji aliyê hêzên navdewletî û herêmî ve tê amadekirin û Kurdan ber bi belengazî û têkçûnê ve dibe. Bi awayekî giştî ev babet bi”Xiyaneta zemên”tê binavkirin. Her dema ku kêliya îsbatkirina di aliyê siyasî de nêz dibe, nîşaneya bextreşiyê derdikeve holê û bê hemdî wan xewn û xeyalên”Xefika Kurdan”bi awayekî giştî li pêşiya çavên wan derbas dibe, wekî ku ev zivirok bûye qedera Kurdan a ebedî. Bi rêbazekî ji rêbazan, diyar e ku Bakur Rojhilatê Sûriyeyê jî îro ji vê ziviroka tarî ne dûr e.  

Di vê demên dawî de, li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê hîpeteza”Xefika Kurdan” di encama du faktoran derket holê; A yekê, dagirkirina Efrîn û Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê hêzên Tirkiyeyê bi hevkariya riswa ji aliyê serokê Rûsya Pûtin û serokê Amerîkayê Trump ve. A duyemîn, nêzîkatiyên rojavayî di navbera dubendiyênnezelal de diçûn û dihatin, weke: Hevkarî-Nehevkarî, şirîkatî-neşirîkatî, itîraf-neitîraf, pabendîbûn-nepabendîbûn û hwd. Li ser esasê ne pejirandina bijardeyên borî û li kêleka wê jî tevlîheviya li ser çarenûsa herêmê, lîstoka danîna xefikan der barê doza Kurdan ji aliyê hêzên navdewletî  de zêde dike û li kêla wê jî ku armancên jeopolîtîk ên navdewletî li dijî hev in. Di encamê vê yekê de jî, hevkêşeya navdar”Xistina çend çivîkan bi kevirekî”derdikeve holê û ev yek jî her tim pîskolojiya xelkê herêmê xerab dike.  

Piştî dagirkeriya Tirkiyeyê ya li dijî Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, Trump ev lîstok bi awayekî eşkere wiha vegot:Me hîşt ku hevdû bixwin û piştre me şertûmercên xwe li ser wan feriz kirin”. Ev helwest piştre serokê Amerîkayê yê hatî şûna Trump, Biden wekermeke ji bo siyaseta Amerîkayê” binav kir.  

Ji aliyê xwe ve jî, Rûsya ji sala 2015`an ve doza Kurdan bikar tîne, di vê çarçoveyê de, rayedarên Rûsyayê û di serî de Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Lavrov li ser avabûna”Dewleta Kurdan”hişyarî dide, da ku nakokiya Tirkiyeyê ya der barê doza Kurdan gur bike. Piştre dema ku Rûsyayê şertûmercên xwe li ser Enqereyê feriz dike, ew daxuyanî bêbandor dibin.  Di heman demê de, ronakbîrê rûsî yê radîkal Alexander Dugin di pirtûka xwe ya bi navê”Bingehên cografiya polîtîk”û gelek gotarên xwe de, şîret li rêveberên Rûsyayê kir ku nakokiya Kurdan û Ermenan bikar bîne, da ku çongên Tirkiyeya NATO`yî bişikîne.  

Bê gûman, di wêjeya siyasî ya derve ya navdewletî de, gelek nêzikatiyên oportunîzm û sûdewar ên demkî der barê gelên bindest de hene. Di heman demê de, Kurd ne tenê qurbaniya xefika”Parçe bike û birêve bibe”, lê rastiya wan di vê çarçoveyê de gelekî balkêş e.  

Berovajî hestên  kêfkirinê  yên çîna alîgirê metoda desthildariya navendî ya herêmî ya ku mafên Kurdan ên hebûnê binpê dike, beşê veşartî ji hevkêşiya”Xefika Kurdan” a ku dewletên mezin bikar tînin, beriya ku Kurdan bixin bin alava tundiyê ya dewleta desthildar a herêmî, diyar dibe ku ew dewlet bi civakên xwe yên homojen ji çavkanî û îradeya xwe ya siyasî bêpar dimîne  û dibe alavek di destê hêzên derve de. Ya herî xerabtir jî, hêzên dîktetor desthildarî dixin destê xwe de û civakên wê jî di atmosfêra şerê domdar û nakokiyên neteweperestî û olî yên tundraw û qanûnên awarte de, dijîn. Ev jîngeha awarte, hêzê dide wan pergalan ku komkujiyan li dijî Kurdan pêk bînin û destekê dide hêzên dervem da ku armancên xwe pêk bîne. Bi vê yekê jî, fikir û hizira aşitiya civakî û jiyana hevpar a piralî têk diçe û û ewlekarî winda dibe û xêrûbereket jî tê xerckirin. Mînaka vê yek jî tam wekî hikûmeta rastgir a tundraw li Tirkiyeyê û rejîma meletiyê li Îranê û Beşar Esed li Sûriyeyê.  

Mêtingerî û danîna”Xefika Kurdan” 

Bê gûman, hin bihane û binyadên bîrdozî yê çesipandî hene, dewletên mezin têvedidin ku dafka “Xefika Kurdan) vedin. Koka van îdeolojiyan jî vedigere mîrateya mîtingeriya klasîk û di van hêmanên hevgirtî de derdikeve holê:  

-Fikirê (oryantalîst) istişraqî ku diyardeya Kurdan biçavekî paşverû û hov dinêre.  

-Mezinkirina doktirîna ku Kurd ne xwedî taybetmendiyên netewî û rêveberî ne û Kurdan wekî hebûnekê jelatînî dibînin.  

-Li gorî teoriya têkiliyên navdewletî kevneşopî ku danûstandina diplomatîk di navbera dewletên serwer de li ser hebûnên nedewlet dipejirîne, hêza Kurdan a şerkirinê û xweragirtinê û bikaranîna têkoşîna xwe ya mafî di xizmeta hevkêşiya hevsengî ya li dijî dewletên neteweyî yên desthildar û serhildêr û ferizkirina armancên xwe yên stratejîk di dawiyê de li ser wan dewletan.  

-Dema ku Kurd rastî metirsiyên hebûnê wekî komkujî û qirkirinê tên, hêzên navdewletî bi awayekî rizgariyê derdikevin holê. Bi vî awayekî, careke din doza wan (Kurd) li gorî berjewendiyên wan hêzên çalak ên li ser herêmê, tê bikaranîn.  

Em dikarin hîn faktorên din jî li ser vê lîsteyê bê gûman zêde bikin, lê tişta ku nayê guhartin ew e ku tenê”Xefika Kurdan” li ser zemînekî nîjadperestî ya ku baweriya xwe bi arezûyên yekalî ya olî, neteweyî, zayendî û çînî tînin, tê pêkanîn. Her wiha doza Kurdan jî weke çarçoveyeke li dijî neteweya xwe dibînin û Kurdan dixin sendoqa Pandora ku têde hemû tesfînên îdeolojî yên dijî Kurdan hene wekî: Cûdaxwaz, terorîst, komunîstên gawir, antî-emperyalîst û kapîtalîst, neteweperestên tundra…hwd. Di encama van navlêkirina dawî êdî ji her kesî re diyar e: Komkujî, qirkirina etnîkî, koçberkirina bidarê zorê û guhartina demografîk.  

Eger ku binyadên îdeolojî ên klasîk hîştin ku doza Kurdan bi vî rengî bê, kiryarên siyasî ku bi awayekî piratîk vê yekê îsbat kirin bi awayekî dûbarekirî, hene. Dîroka van kiryaran jî bi taybet vedigere dema agirbesta Mudros û hevpeymana Lozanê ya sala 1923`an. Di navbera wê demê de, wekî ku tê zanîn, kongreya Qahîreyê sala 1921`an de bi serokatiya wezîrê mîtingeriyên Birêtaniyayê yê wê demê Winston Churchill bi rayedarên mîtingeriyên Birêtaniyayê, da ku siyaseta mandatiyê li Rojhilata Navîn û Kurdistanê xêz bikin, çêbû. Di pirtûka Genghis Chandar ya binavê” Mesopotamia Express”rayedarekî amerîkî ya payebilind piştî dagirkirina Iraqê, ragihand ku balkêş e ku bandora siyasetên Birêtaniyayê heta roja me ya îro dewam dike. 

Giringe ku em perdeyê li ser dateyên wê pêvajoyê rabikin, ji ber ku “Xefika Kurdan”û çawa hate avakirin û koka wê eşkere dike, di wê pêvajoyê de fikira diyarkirina çarenûsê li gorî rêgezên serokê Amerîkayê Doro Wilson vejîn bû. Li gorî lêkolîner David McDowell ragihandiye, ji ber ku Birêtaniya piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn serweriya xwe li ser Kurdistanê kir, rêveberiya Londonê ya navendî rayedarên xwe yên li Kurdisanê şîret kirin ku îşaretên dilsoziyê bi daxwazên wan(Kurdan) ên rewa nîşan û di heman demê de ew hişyar kirin ku sozên wan nebin piratîk û armancên xwe yên tektîkî û stratejîk ên dawiyê eşkere nekin.  

Li ser heman rêyê, serkeftina Kemalîzmê ku destek û piştgirî ji Bolşevîkan piştî sala 1922`an wergirt, astengiyên mezin li pêşiya siyaseta Birêtaniyayê derxistin, lê kêleka wê jî zêdebûna zehmetiyên aborî yên giran di encama şer de. Li ser vî esasî, beşekî mezin ji hûndirê rêveberiya Birêtaniyayê berê xwe da lihevhatina bi Kemalîzmê re li gorî stratejiya Birêtanyayê ku ji xwe re esas digire. Bi armanca pêkanîna vê erkê, hin efserên inglîz hin caran daxuyaniyên dilsoziya bi mafên Kurdan re didan, ji ber vê yekê jî li gel Tirkan gûman çêbû ku Birêtanî piştgiriyê dide serhildana Kurdan a li Kurdistana Iraqê, ji ber ku îdiayên Tirkiyeyê ku digot Kurdan bi awayekî baş li wîlayeta Mûsilê (Kurdistan Iraq) nûnertiyê wan dike, red dikirin.  

Piştre, bi şoreşa Şêx Seîd Pîran a 1925`an ku bi bûyereke proveksyonê ji aliyê bargeheke Tirkiyeyê li gundê Pîran a li bakurê Amedê hate kirin destpê kir, ev gilî zêde bû.  Tevî ku Churchill bi xwe carekê got:Me nikaribû hemû sozên ku dabûn Ereban di dema şer de, bînin cih, û ez li dijî heman asetengî ji bo Kurdan bûm”. Wekî bingeh, Birêtanî hemûyan di kongreya Qahîreyê de çi serhildaneke Kurdan a li dijî Tirkan red kirin. Her wiha, yek ji sedemên têkçûna şoreşa Şêx Seîd ew bû ku Fransiyan destûr dane Tirkan ku xeta tirênê ya Bexdayê ku di Sûriyeyê re derbas dibû, ji bo leşkerên xwe bikar bîne.  

 Di encamê de, hikûmeta Kemalîzmê soza xwe bicih neanî nexasim piştî hevpeymana Lozanê ku xwebirêvebirinekê di çarçoveya hevpeymana kurdî-tirkî ya di Mîsaqa Milî ya sala 1920`an de bidin Kurdan û piştre faşîzmê hukim bi dest xist. Lê li beramberî vê yekê jî Birêtaniya wîlayeta Mûsilê ya petrolê bi dest xist û Enqere di nava statejiyên xwe yên der barê Rojhilata Navîn de, erkdar kir. Ji wê kêliyê ve, “Xefika Kurdan”û îşaretkirina wê bû rêbazekî balkêş a razîkirina hêzên navdewletî, ev yek jî bi armanca gurkirina structure netew dewletên tundraw yên ku li ser Kurdan serwer in û piştre wan li gorî berjewendiyên xwe yên giring li herêmê bikar bînin.  

Ev çîrok ku sedsal tê dûbarekirin, xwe dispêre siyaseta hevsengiyên dijber û mentiqê bikaranîna hêzê yê ku li ba dewletên mezin heye. Di heman demê de, tundrawên li Washington, London, Moskov, Til Evîv, Tehran, Enqere, Şam û Bexdayê tîmar dike. Balkêş e ku dewletên wekî Ermenîstanê ku rastî qirkirina komî li ser destê tundrawên Tirkan hat, destpê kiriye ku endamên PKK`ê beriya niha bi çend rojan radestî Tirkiyeyê bike wekî ku çawa Finlenda û Siwêdê dikin, qaşo ku ev herdu dewlet serweriya qanûn û mafên mirovan li cîhanê dike.  

Dibe ku rêveberiya Biden ev piştperdeya dîrokî nizane, ji bo ku sirên vê lîstokê fêm bike, lê şertûmercên tavilê û yên têkildarî dapînkirina berjewendiyên hêzên gewre bi rêya rêbazên hêsan, her wiha lihevkirina kevneşopiya burokrasiya Birêtaniya bi siyaseta Amerîkayê li herêmê, dibe ku  sînaroya “Xefika Kurdan”bi awayekî bêhemdî derkeve pêşberî cihê biryardayînê. Em bînin bîra xwe ku Trump ê ku nakokiya kurdî-tirkî paşguh dikir û di daxuyaniyên xwe yên nakok de, her tişt serûbînî hev dikir,  dikaribû “Xefika Kurdan” li ser esasê berjewendiyên xwe yên oportunîst bi Enqereyê, birêve bibe.  

Bi awayekî giştî, hin rêbazên cûr bi cûr hene ku plana”Xefika Kurdan” û bi awayekî piratîk çawa tê birêvebirin, eşkere dike. Hin caran nîşaneyên vê yekê bi rêya siyaseta bêdengiyê û nedayîna helwesteke eşkere bi awayekî teorî û piratîkî, her wiha serdanên sembolîk û avêtina hin gavên proveksyonê, derdikevin holê. Di heman demê de, hin caran jî bi rêya nîşaneyên ferizkirina cezayan û hwd. Madem ku siyaseta Amerîkayê doza Kurdan bi heman rêbazê berdewam dike û li dijî projeya aşitiyê bi rêya çareseriya siyasî di navbera Kurdan û dewletên herêmê de derdikeve, wê her tim Kurdan xwe hîs bikin ku ew ketine nava tora têkiliyên Washington, Moskov û dewletên herêmê de.  

 Divê were gotin ku fikira”Xefika Kurdan” piştî salên 2000 û destpêkirina bûyeran li Sûriyeyê, bi awayekî kêm be jî hatiye guhertin. Her wiha, Rojava-Bakur Rojhilatê Sûriyeyê hewl da bi rêya nimûneyê xwe yê siyasî û parastinê hincetên ku dihêle “Xefika Kurdan”pêk were, ji holê rabike û rengên netewperestiya olî û zayendî red kir û li dijî terorê têkoşînê kir û heta niha dike, her wiha giringî da pirrengiya çandî û xwe dûrî nakokiyên çînî kir û pêşniyazên cûdaxwaziyê jî red kir. Di heman demê de hewl da têkiliyên xwe bi hêzên navdewletî yên herdu şaxên xwe dewlet û civaka pêşverû bi hêz bike.  

 Lê tevî vê yekê jî, şêniyên herêmê talbûna”Xefika Kurdan”ji Trump û Pûtin dîtin û sedema vê yekê jî ku serweriya meylên yekîalî yên tundraw ên Enqere, Şam û Tehranê ye. Lewra, li pêşiya xwediyên biryarê yên li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê  erkeke diplomatîk a dijwar der barê vê mijarê de heye. Her wiha, divê hemû şêwazên îqankirinê û diyalogê bi aliyên navdewletî re bikar bînin, lê divê ji bîr nekin ku bi çavekî dîrokî, civakî û awarte li dozên ku nakokî li ser hene, binêre. Di heman demê de jî divê xwediyên biryarê yên li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê teoriya”Xefika Kurdan”eşkere û red bikin, parêlera li gorî armancên Amerîkayê yên der barê Sûriyeyê.     

 Li ser esasê girêkbûna dozan û tevlîheviya wan, pirsgirêke din heye ku têkilî”Xefika Kurdan” bûye, ku ew jî girêdayî nezelaliya”metoda ewlekarî ya Amerîkayê”ya der barê têkoşîna li dijî terorê ye, ev mijar jî em ê di lêkolîna pê de şirove bikin.  

Werger ji erebî: Kendal Cûdî