Amerîka li Rojava ye…”Metoda ewlekarî”û lawazbûnên wê yên hûndirîn(4) 

FERHAD HEMÎ

Di lêkolîna borî de, me bal kişand ser senaroya”Xefika Kurdan”û çawa ku niştecihên herêmî êşa wê kişandiye, ji ber ku edaleta doza Kurdan ji aliyê serokê Rûsyayê Vladimir Pûtin li Efrînê û serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump li Serêkaniyê û Girê Spî hatiye bikaranîn. Ev yek jî ji ber ku berjewendiyên Pûtin û Trump girêdayî berjewendiyên bi desthildariya rastgir a tundraw li Enqereyê re bûn. Wê ne şaş be ku em bêjin xeyalên vê senaryo heta niha di mejiyê niştecihên herêmê û rêveberiya wan a xweser de ye.

Li ser erdê, fikara herêmî ji ber nezelaliya”Metoda ewlekarî ya amerîkî” ku ew jî wekî”nakokiya çaremîn e” a armancên Washingtonê yên tevlîhev ên der barê Sûriyeyê de, zêde bûye, nexasim ku Koalîsyona Navdewletî di aliyê meydanî de ji bo têkoşîna li dijî terorê, pişta xwe dide HSD`ê. Lê ji aliyekî din ve jî, HSD`ê bi awayekî domdar rastî derbeyên veşartî tê ku ji aliyê operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê ve têne kirin û ev operasyon piranî caran bi erêkirina Amerîkayê têne kirin. Di heman demê de, siyaseta Amerîkayê piraniya armancên xwe ji aliyê metoda ewlekarî û leşkerî de ye, lê astengiyên civakî, jîngehparêzî, aborî û perwerdeyê paşguh dike.

 

Di her hal de, hin alî hene ku wê her tim ev nêzikatiya Amerîkayê ya ewlekarî rewa nîşan bidin, ji ber ku dewletên di nava Koalîsyona Navdewletî de, ne amade  bi awayekî demdirêj pabendî Kurdan bin, her wiha garantiyên ewlekarî li ser herêmên ku HSD`ê rizgar dike, bidin HSD`ê, an jî daxwazên Kurdan ên der barê Rêveberiya Xweser de erê bikin, di demekê de ku Tirkiyeyê dixwaze ji holê rabike.

 

Ji bo em paşxaneya van helwestan fêm bikin, mirov dikare wek destpêk li van bihaneyên wan ên berjwendîparêzî, ku xwe ji berpirsyartiya exlaqî ya der barê van hêzên herêmî xwe didin alî, sedema vê yekê jî yek ji wan serweriya lîstoka jeopolîtîk  û hevsengiyên bi girêk ên li ser axa Sûriyeyê, her wiha armancên Washington ên sivik ku naxwaze zêde di aliyê madî, siyasî û dipomatîk de, hêza xwe bikar bîne. Lê pirsa cidî ku ji wan armancên pragmatik ên Amerîkayê derdikeve holê ev e; Gelo wê çawa Koalîsyona Navdewletî hemleya xwe ya têkoşîna li dijî terorê û parastina ewlekariya hevkar û berjewendiyên xwe li herêmê bike, di demekê de ku rojane herêm rastî gefên hêzên Tirkiyeyê tê?

 

Berisva vê pirsgirêkê bi plana Wezareta Parastinê ya Amerîkayê girêdayî ye, nexasim piştî vekişandina Amerîkayê ji Efganistanê û mijara Ukranyayê bû rojeveke sereke û giring a rojavayî. Wekî tê zanîn, şerê Amerîkayê yê dijî terorê li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê tenê li ser asta hevkariya leşkerî, îstixbaratî, şêwirmendî, berdewamiya perwerdeya bi HSD`ê re, her wiha li kêleka wê mayîna hin baregehên leşkerî yên biçûk ku têde derdora 900 leşker hene û parastina esmanî ji operasyonên meydanî yên ku hêzên herêmî (HSD) bi lêçûneke pir kêm.

 

Li gorî vê rastiyê û rêgezên zanista leşkerî, diyar e ne pêkan e ku ew plan biser bikeve, ji ber ku hêzên herêmî di navbera şopandina şaneyên terorîst û gefên Tirkiyeyê yên rojan e de, belav bûye. Eniya yekemîn (Têkoşîna li dijî terorê) ew armanca feriz e û sereke ye û divê hemû hêz û enerjî kom bikin da ku vê armancê pêk bînin. Lê eniya duyemîn, giringiyeke xwe ya mezin li ba Koalîsyona Navdewletî tune ye, tevî ku ev enî jîngeha civakî ku şervanên HSD`ê ji wê ye, bê ewlekarî dibe. Di vir de, cudahî derdikeve holê, nexasim eger ku em bandora pîskolojî a domandina şerên demdirêj, di ber çavan re derbas bikin.

 

Bi awayekî piratîk, Tirkiyeyê bi rola Pakîstinê ya piştgiriya tevgera Talîbanê bi armanca bêewlekariyê li Efganistanê radibe. L ê em dikarin li ser wê rolê zêde bikin ku Tirkiyeyê bi rêya hêzên xwe yên leşkerî bi awayekî yekser hin herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê dagirker kir û rêbazên zordestî û pişaftinê li ser wan herêman feriz kir û gefa destpêkirina hemleyên nû dixwe. Li kêleka wê jî, Tirkiyeyê bi rêyên sexte endamên rêxistina DAIŞ`ê bikar tîne, wekî ku çawa herî dawî li kampa Holê bikar aniye û beriya wê jî li zindana Sîna ya Hesekê. Di heman demê de, Washington û Moskovê ku serweriya li ser asîmanê Sûriyeyê dikin, piranî caran bi awayekî bijartî, erêkirinê didin alava leşkerî ya Tirkiyeyê di bin navê hinceta ku nûnerê berê yê Amerîkayê ji bo Sûriyeyê James Jeffrey û kesên wekî gotine”Em li ser giringiya Tirkiyeyê rabûne”di demekê de ku tenê bi çavekî ewlekarî, li doza Kurdan li Tirkiyeyê û dibe ku bi awayekî nisbî li Sûriyeyê, dinêrin.

Ev şaştiya strukturel, rave dike ku helwesta li hemberî hêzên herêmî ku tenê alav in, ne wekî aliyên ku dozeke wan adil û rewa heye. Di her hal de, wê niştecihên herêmî yên Kurd, Ereb û Xiristiyan bêhêvî bibin, yên ku 11 hezar ji ewladên xwe di şerê wan ên li dijî terorê li enî û noqteyên herî xeternak li cîhanê, winda kirin.

Lê dema ku em li gorî daneyên serdest û li gorî mentiqê berjewendiyên Amerîkayê binêrin, êdî hesabên wekî Jeffrey ku bi çavekî ewlekarî û stratejîk ên giring li Tirkiyeyê dinêrin li gorî hişmendiya Şerê Sar, bê pêşkêşkirina bihaneyên mentiqî bi hevrûkirina bi rastiya heyî re. Îro, heta niha Tirkiyeyê ji bo beşdarî hemleya cezayên li dijî Rûsyayê nebe, liber xwe dide û bi roleke”Cihê bi ewle”ji bo Kremlin û olîgarşiya Rûsyayê radibe. Tevî vê yekê jî, bi awayekî giştî DYA û NATO`yê bi Tirkiyeyê wekî hevalbendekî stratejîk û pêbawer didin û distînin. Di heman demê de jî, rêveberiya serokê Amerîkayê Joe Biden, hewl dide bi rêya dayîna balafirên F-16 ên amerîkî, hikûmeta rastgir a tundraw li Enqereyê xelat bike.

Her wiha, şerê Ukranyayê û zivirîna siyaseta derve ya serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ber bi Îsraîl, Misir, dewletên Kendavê û rejîma Sûriyê, bû sedem ku beşekî mezin li Washington û paytextên rojavayî rastiya ku rejîma Erdogan otorîter û zordar û kopiyek ji rejîma Pûtin e, paşguh bikin. Bi vî awayî doktirîna Biden a ku nexşeya siyasî li cîhanê dabeşî du beşan kir; Azad û destpot, rastî dualîbûna sosret tê, ji ber ku nirxên cîhanî dixapîne û giringî dide berjewendiyên rojavayî yên sûdwar.

 

Di rastiyê de, ne sosret e ku Erdogan otorîter û zulmkar bi awayekî tûnd be, ji ber ku ev yek ji bo Amerîka û rojavayî nabe fikar. Lê li gorî nivîskarê navdar Noam Chomsky dibêje, tiştê ku fikara rojavayî bi awayekî giştî çêdike ku Erdogan”Ne hevalbendekî stratejîk ê pêbawer e”, ji ber ku asoya hevkarî, rûbirûbûn, ferizkirina cezayan û zextên pîskolojîk, tenê di vê çarçoveyê de ye. Ev yek jî bi awayekî eşkere derket holê, dema ku Washington kete tevgerê ji bo ferizkirina cezayan li ser Enqereyê, piştî ku Enqereyê sîstema mûşekan ji Rûsyayê kirî. Lê DYA`yê, bi destpêkirina şerê Ukranyayê careke din derftek da Erdogan a niyeta wî ya domandina kirîna çekên rûsî an jî lêvegera ji hevaltiya bi Pûtin re.

 

Lê ji aliyekî din ve jî, êdî gûman li ba gelek çavdêrên rojavayî çêbûye ku Tirkiyeyê ji çarçoveya guhdana zexm derketiye, di demekê de ku li dijî endamtiya Siwêd û Finlendayê li nava NATO`yê de bi awayekî oportunîzm derdikeve, li beramberî ku hovîtiya xwe ya li diî Kurdan li Tirkiyeyê, Sûriyê, Iraq û dervayî welat, zêde bike. Tê payîn ku  bi rêya şantaja ku ji kiryarên Pûtin û Trump wergirtine, Tirk di hevpeymana ku dixwestin biserketin. Li gorî analîzên mentiqî di vê mijarê de ku Tirkiyeyê ji hevalbendekî pêbawer ê di nava stratejiya rojavayî de zêdetir wekî dewleteke Avrasyayê  tevdigere û ev yek jî li gorî xwesteka Jeffrey û yên derdora wî ne.

Çirava exlaqî û qanûnî

Bi vegera li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, binpêkirinên operasyonên Tirkiyeyê, nîşan dide ku tu guhartin li ser metoda ewlekarî ya Amerîkayê çênebûye. Ev yek jî dihêle ku Tirkiyeyê hîna zêdetir hemleyên xwe yên terorîst ku rijandina xwîna Kurdan helal dike, dewam bike û hîna zêdetir çarçoveya doza Kurdan tenê bixe çaroveya çareseriya ewlekarî, madem ku Washington herî kêm însiyatîfa aşitiyê di navbera Kurdan û Tirkan de, pêşkêş nake. Ji aliyekî din ve jî, bikaranîna balafirên dron li eniyan li dijî Kurdan, Enqere çavgirtina ewlekarî ya Amerîkayê baş bikar tîne, bi rêya danîna hedefgirtinên bêserûber li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, da ku operasyonên xwe li Qamişlo, Kobanê, Til Temir û herêmên din ên armancgirtî, rewa bike. Her wiha, Tirkiyeyê siyaseta şok û tirsandinê zêde dike û îradeya siyasî ya Rêveberiya Xweser bê hal bike.

Bê gûman, ev stratejî bi awayekî piratîk pêk nayê, eger ku perdeya qanûnî û exlaqî li ser niştecihên herêmê ranebê. Bi nebûna vê hêmanê di dema niha de, çarenûsa herêmê êdî bûye wekî” homo sugar” ku ev têgeh ji aliyê fîlozofê Îtalî George Agamben ve hate danîn ku rewşa”Mirovê ku rijandina xwîna wî helal e”binav dike yê ku parastina wî ya qanûnî û exlaqî li beramberî tundiya tazî û balafirên bêmirov(dron) ên Tirkiyeyê tune ye.

Di nava van siyasetên oportunîst ên eşkere de, diyar e ku ne gengaz e herêmeke qedexeya firîna balafiran were ferizkirin û rewşeke qanûnî hebê ku herêmê biparêze. Tevî vê yekê jî, divê fişar li ser rêveberiya Biden bi rêya armancên Amerîkayê yên zirav li Sûriyeyê were kirin, da ku rageşî û şer û pevçûn kêm bibe û binpêkirinên mafên mirovan werin şopandin û piştre cezayên aborî werin ferizkirin. Armanc ji vê yekê bi awayekî teorî jî, hemû rengên şer û pevçûnên leşkerî xwecihî û herêmî red dike û hîptoza cezayan di aliyê qanûnî û aborî de bikar tîne.

Bi awayekî gistî û ji ber salên şer, tundî, komkujî, koçberî û bandorên lîstoka jeopotîk li ser welat, di dosyaya Sûriyeyê de fikir û hizira aşitiyê vegeriya paşê. Bi heman şêweyî, astengiyên hebûnê û pêwîstiyên herêmê zêde bûne û ji aliyekî din ve jî binpêkirinên Tirkiyeyê jî pir zêde bûne. Di nava vê atmosfêra xerab de, Biden bi serdana xwe ya Beyt Lehim a li Dufa Xerbiyê ku îşaret bi pêwîstiyên gelê Filistînê û ewlekariyê wê kir, dibêje:”Em nikarin li bendê bin heta hevpeymana aşitiyê di navbera Îsraîl û Filistinê de pêk were, an jî hemû doz werin çareserkirin, da ku pêdiviyên gelê Filistînê werin bicihanîn”. Di rastiyê de, ev daxuyanî tam ji bo Bakur Rojhilatê Sûriyeyê û astengiyên wê derbasdar e, da ku vegotina”Dema hêvî dimire”were derbaskirin. “Dema hêvî dimirin” wekî sernavekî şaxî ya pirtûka rojnamevana amerîkî ya xwedî meyleke lîberalparêz Barbara Walters  ku di destpêka îsal de, hate weşandin.

Li ser vî esasî, eger ku îro wateya kar û xebatê diplomatîk û siyasî maye, li ser esasê teoriya têkiliyên navdewletî asta hevkarî û pevguhartinê di navbera dewletên xwedî serwerî de yên klasîk de sînordar nemîne û bijarteyên li pêşiya saziyên ne hikûmî vebik, divê Rêveberiya Xweser çarçoveya têkiliyên xwe bi DYA, dewlet û civakan re bi giştî bi pêş bixe. Piştre, avakirina berjewenidyên hevbeş bi desteyên çalak re û fikir û hizira”Leşkerî li gorî daxwazê”red bikin. Giring e di vê çarçoveyê de, wekî şertûmercekî sereke, karîn û enerjiyên ku bikaribin astengiyên heyî bi armancên Amerîkayê yên giştî û zirav li Sûriyeyê de girê bidin, aktîf bikin û fişarê bikin da ku erkên nû yên Amerîkayê li herêmê li gorî astengiyên heyî, zêde bikin.

Bi hevrûkirina bi astengiyên heyî re û li gorî naveroka herçar nakokiyên borî ku me hewl da em balê bikişînin ser, em ê hewl bidin ku hin pêşniyazên berbiçav bînin ziman û ew jî wiha ne:

*Giring e ku planeke pêşveçûyînê ya berfireh û demdirêj ji bo rûbirûna astengiyên heyî, bi şêwirmendî û kordîneya bi saziyên Rêveberiya Xweser û aliyên çalak û çînên civakî, pêk bînin. Her wiha, çareserkirina pirsgirêkan bi rêya rêbazên zanistî yên yegirtî, bi gotineke din  naskirina pîvanên wê yên civakî, pîskolojî, siyasî, aborî, jîngehparêzî û ewlekarî û diyarkirina sedemên wan û pêşkêşkirina çareseriyan.

*Jinûve pênasekirina hebûna Amerîkayê li Sûriyeyê ku hebûna wê ne tenê ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ`ê ye. Her wiha, hebûna îradeya siyasî ya Amerîka-rojavayî ji bo pêşxistina qada siyasî û rêveberiya herêmî li gorî rêgezên cîhanî û rêveberiya çalak giring e û xwe ji aloziya giştî û gefên hebûnê yên li dijî niştecihên herêmî, xwe bidin alî. Di heman demê de, li gorî dîtina Amerîkayê ya stratejîk der barê Sûriyeyê de, ya girêdayî biryara navdewletî “2254” û rêzgirtina îradeya siyasî ya Bakur Rojhilatê Sûriyeyê der barê diyarkirina siberoja welat, giring e.

*Hêzên leşkerî, ewlekarî û saziyên sivîl li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bi salane têkoşînê ji bo parastina mafên xwe yên komî û takekesî, dikin. Her wiha, bê hebûna lihevkirineke navdewletî û amerîkî li ser hevpeymana civakî ya herêmî û parastina wê di saziyên diplomatîk de, wê Koalîsyona Navdewletî bi awayekî dayîm rewabûna xwe di çavê niştecihên herêmê de winda bike. Di encamê de wê bandorê li sazûmaniya hêzên leşkerî û ewlekarî bi hev re bike.

*Divê Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê û saziyên pêşxistinê(development agency) û hemû saziyên din bi awayekî yekser destekê bidin saziyên Rêveberiya Xweser û fînansekirineke zêde bidin mijarên lezgîn ên wekî: Kêmbûna avê, xerabûna çandiniyê û perwerde û binesazî, afirandina derfetan û kar li gorî pêwîstiyên herêmê, divê plana vejandinê û alîkariyên mirovahî û bernameyên destekdayîna istiqrarê, tenê bi rêya rêxistinên ne hikûmî be.

*Ji bo gendelî pêk neyê û pere vala vala xerc nebe û enerjî û dem vala neçe, divê rêveberî (Governance) were pêşxistin da ku rêxistinên ne hikûmî û Rêveberiya Xweser bi hev re, bigirin nava xwe, da ku sînorekî ji sûka reş re were dayîn  û edaleta civakî xurt bibe.

*Divê ji Tirkiyeyê re were gotin ku pabendî hemû hevpeymanên navdewletî yên girêdayî ewlekariya avê û enerjî bibe û di vê çarçoveyê de, fişara diplomatîk were kirin. Ji ber ku aloziya zuhabûnê û bikaranêna avê wekî çekeke şer li dijî herêmê, êdî encamên neyînî yên wêranker derdikevin holê.

*Jinûve xêzkirina rêgezên şer û danîna sînorekî ji operasyonên leşkerî li Sûriyeyê û divê fişar bi awayekî zelal were kirin da ku hemû rengên topbaranê û dronan li dijî Bakur Rojhilatê Sûriyeyê were rawestandin, her wiha aktîfkirina karê komîteyên hiqûqî, da ku binpêkirinên rojane bişopîne û kûjerên şer jî darizîne.

Werger ji erebî: Kendal Cûdî