Alozîya eşîran û çareserîya pêwîst

RIYAD DERAR – Hevserokê MSDyê

 

Herêmên Bakur Rojhilatê Sûrîyayê ne ji wan herêmên aram in, ji ber di nava hevrikîyên navxweyî da ye û bi awayekî domdar hêzên derdorê gefê lê dixwin. Tevî serkeftina leşkerî ya sînordar li dij DAIŞê, lê gef heta niha berdewam dikin, her wiha li pêşîya hevalbendîya di navbera kurd û ereban da êdî astengî derdikevin, dii heman demê da ji ber sedemên hundirîn û yên sorkirinê ji alîyê derve, an jî yên ku bi awayekî yekser piştgirîyê didin da ku ev hevalbendî hilweşe.

Pevçûnên ku ji 27ê tebaxa borî da rû da, wekî destpêka veberhênanê di awayê birêveberîyê da an jî di rewşa aborî an jî alozîya ji ber sorkirina ji alîyê endamên rejîmê an jî Îranê û berjewendî û daxwazên birêveberên xwecihî ku hewl didin birêveberîya herêman bi dest bixin, ji ber ku herêma ereban e û divê xwedîyên wê birêveberîya wê bikin û xêrûberên wê bi kar bînin.  Rejîma Sûrîyayê jî, li ser vê kaxezê dilîze ku dixwaze dest deyîne ser zevîyên petrol, gaz û yedekên binirx ên enerjîyê.

Serîhildan bi rêya Îbrahîm El-Hifil dest pê kir, lê ji alîyê hêzên din ên wekî Dîfa El-Wetenî û hêzên eşîran ku Newaf El-Beşîr wan tevdigerîne hate destekkirin, lê Newaf pişta xwe dide rejîma Sûrîyayê û Îranê, lê El-Hifil û alîgirên xwe, daxwaza destekdayînê ji Hevpeymana Navdewletî kirin.

El-Hifil û yên ku bi wî ra sekinînin, dixwestin ku kantoneka erebî ya eşîrî ya ji Hêzên Sûrîyaya Demokratîk serbixwe ava bikin. Ew li benda destekdayînê bû ku wisa difikirî ku Amerîka pêwîstya wê bi artêşeka ji eşîran heye ku li ser sînorê bi Iraqê ra be, piştî ku di demên dawî da ev yek hate belavkirin.

Tevî ku El-Hifil daxwaz ji Encûmena Leşkerî ya Dêra Zorê dikir ku Ehmed El-Xibêl “Ebû Xewla” were cezakirin. Lê dema ku Ebû Xewla û hin endamên Encûmena Leşkerî ya Dêra Zorê ji bo cezakirina wan li ser sûc û binpêkirinê ku kirine hatin girtin, ji wan peywendîya bi dijminê derve ra û qaçaxtîya madeyên hişbir, kuştin û destdirêjî, lê El-Hifil serî hilda.

El-Hifil xwest ku keysa xwe li vê derfetê bîne, lê ne bêamadekarî bû, ji ber ku li gundan ev serîhildan çêbû. Tevî ku ev serîhildan bi dawî bû, lê nîşan dide ku derfet heye ji bo têkilîya di navbera HSD û civakên xwecihî, xerab bikin.

Xwîna di van 11 rojan da hate rijandin, dê bibe faktoreka gurkirinê ya navxweyî ku kesê ev tevgera êlî plan kir, dixwest, ev yek jî wê bihêle ku HSD her dem di rewşa amadekarîyê da be, da ku bersivê bide, ku wê DAIŞ jî navê eşîran bi kar bîne.

Fikira cudabûna ji HSDyê, ne kêmî ji du salan ve dest pê kiriye. Nîşaneya vê cudabûnê jî bi hewldanên Ebû Xewla ku di dirêjahîya şerê dijî DAIŞê da bi HSDyê ra bû û pabendê vê yekê bû, ev yek jî hişt ku fermandarîya Encûmena Leşkerî ya Dêra Zorê bike, lê dema ku xwe wekî birêveberekî “Mîrnişîna Zibêd” şaxê girêdayî eşîra Begra ku Ebû Xewla ji wê şaxê ye) ragihand çav li xwe ket û êdî wekî rêberekî tevgerîya û alîgir li dora xwe kom kir û alîkarî ji wan ra pêşkêş kir û serdestî li wan kir, her wiha tinazên xwe bi rêberên êlên din kir ên ku ew red kirin.

Ne sosret e ku Îbrahîm El-Hifil ê ku herî zêde daxwaza têkbirina Ebû Xewla dikir, bibe alîgirê kesên serî rakirine û tev li wan bibe û daxwaza wî bikin, ev hişmendîya keyskaran e û xwîngermîya bêserî ye ye. Lê mijar ew e ku ev tevger wê bandora xwe li ser endamên bi nakok ên eşîran bike, da ku van nakokîyan rawestînin û li tolhildanê bigirin ku dibe dirêj bike. Ev yek jî, hevdemî hewldanên vegerê yê DAIŞê dê bihêle ku zehmet be aramî û seqemgîrî li diverê peyda bibe, her wiha dê bihêle ku zehmet be endamên êlên serîhildêr vegerin û tev li birêvrbirina heyî bibin. Ev rewş pêwîstîya wê bi çareyên piralî heye, ji ber ku DAIŞ dê bi navê êlan şer bike û dê rê li ber wê vebe ku bi seba rewşa tolhildanê, endamên xwe kom bike û banga azadkirina girtîyan bike.

Ev bipêşketina bûyeran, giranîyê dide Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê û nûnera wê ya siyasî Encûmena Sûrîyaya Demokratîk ku siyaseteka nû ku xwe bispêre çend xalan xêz bike, da ku şer careka din venegere, an jî bikaranîna neyînî ya êlan ji ber kêmbûn, pêwîstî û hestên bi dûrxistinê û gurkirina berdewam a ji derve, bi armanca fişarê. Ji ber vê yekê jî pêwîst e ku destpêşxerîyek were ragihand, dibe ku wekî destpêka wê xalên destnîşankirî bin û li ser wan bê karkirin piştî kongreya ji bo xelkê herêmê, wekî kongreya “Xelkê Cizîr û Firatê” bi kopîya xwe ya duyem, ku karibe kêmasîyên ku di kongreya yekê da çêbûne derbas bike û bi ser bikeve û berdewam bike.

 Destpêşxerî

Pêwîstîya Rêveberiya Xweser û HSDyê bi lêvegereka rewşê heye,da ku bi hin bertekan bandor nebin û hin kesan ji wan nebînin ku alîgirê DAIŞê ne, an jî dijminekî nû ye ku bi hezarên çekdaran kom dike, ev yek jî wê bihêle ku piştgirîya erebî winda bikin. Ji ber vê yekê, têkilîya di navbera kolana erebî, êl û HSDyê da, pêwîstîya wê bi lêveger û çaksazîyê, bi rêya xalên destnîşankirî ku rê li pêşîya alozîyê bigire heye, ji ber ku gurkirin û seferberî  bi bidawîbûna operasyonan, bi dawî nabe.

 Ji wan xalên destnîşankirî:

 1- Avakirina birêveberîyeka sivîl ji bo birêvebirina herêmên rojhilat û avakirina hevsengîyekê ku pêkhateya ereb tê da hest bi hebûna xwe û giringîya xwe bike, li kêleka pêkhateyên din û beşdarbûna xwe di nava konseya birêveber a rasteqîn a herêmê da, garantîyê bike.

2- Peydakirina altirnatîfan ji bo têkilîyên di navbera pêkhateyan da, bi rêya avakirina desteya rûsipîyan ku tê da nûnerên eşîr û birêveberên civakî hebin, da ku garantîya lihevhatina civakî û aşitîya xelkê bike, her wiha bibe nûnera siyasî ya herêmên di çarçoveya nêrîna niştimanî ya Sûrîyayê da.

3- Hevdîtinên bi êlan ra da ku lihevkirinekê ku dîmen birêxistin bike bide xuyakirin û wateya “biratîya gelan” û jîyana hevbeş biparêze.

4- Jinûvenirxandina rewşa leşkerîya neçarî, ku ev mijar bibe canbexş beramberî dayîna pereyan, her wiha avakirina zêdetirî ji encûmeneka leşkerî ji bo herêman li Dêra Zorê ku girêdayî fermandarîya navendî bin. An jî leşkerî bibe bo xizmeta xwecihî li cihên birêveberî li deverên wan, ew jî piştî ku perwerdeya leşkerî û parastinê bibînin.

5- Bersivdayîna çi hewldaneka ku gefê li aramîya herêmê dixwe ji alîyê şaneyên rejîma Sûrîyayê an jî Îran an jî şaneyên DAIŞê, her wiha cezakirina rayedaran li ser çi binpêkirinên ku li Dêra Zorê çêbibin. Di heman demê da, peydakirina mekanîzmeyekê ji bo dûrxistina şaneyên rejîma Sûrîyayê ji 7 gundên rojhilatê çem û ferizkirina serwerîya birêveberîyê li ser wan gundan ji alîyê encûmena sivîl ve.

6- Dûrketina ji xîtabên êlî, mezhebî yên teng, etnîkî, mezhebperestî û neniştimanî, ji bo veguhertina demokratîk, avakirina sîstemeka hiqûqî, lêvegerên sivîl û hevkarîya di avakirin û aştîyê da.

7- Beşdarbûna di birêvebirina çavkanîyan da, di çarçoveya desteyek ji hemû alîyan (petrol, çandinî) pêk tê û zelakirina rewşa aborîya deverê û hisabên wê, da ku hemû xelkê herêmê sûdê ji çavkanîyan wergirin.

8-Herêm ji alîyê welatîyên xwe ve bi awayekî sazîbûnê li gorî pêpilka birêveberîya nenavendî, ku karibin sazîyên xwe yên qanûnsaz, birêveber û dadwerî, hilbijêrin. Her wiha girêdayî navenda birêveberî ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê be, ku karibin yekitîya biryarê, rênîşandan û çarenûsê biparêzin. Di heman demê da, redkirina nêrîna takeksî yên dûrî berjewendîyên civakî û hewldanên domdar ên parastina zelalîya xwecihî di çarçoveya nêrîna Sûrîyayê wekî têgihaştineka siyasî ya berfireh ji bo yek gelî.

9- Hêzên Sûrîyaya Demokratîk parastina herêmê dike û ji tevahîya pêkhateyên civakî ye, erka wê ya leşkerî parastina sînor e û pêkanîna ewlekarîyê ye, her wiha li herêman jî hêzên parastina xwecih  hebin, bi mercê pêkanîna qanûnê ku girêdayî wezareta navxweyî ya Rêveberiya Xweser bin.

10- Danîna bername û planên bipêşxistina herêmê û xizmetguzarîyên wê û avakirina birêveberîyên girêdayî navendê, ji bo şopandina destkeftîyan û rênîşandanê, ji bo bipêşxistina herêmê li gorî armanc û berjewendîyên wan herêman.