Helwesta Amerîkayê ji derbeya Nîjerê.. Gelo nameya wê ji Sûrîyayê ra çi ye?

Heta niha birêveberîya Serokê Amerîkayê Joe Biden naxwaze ku kontrolkirina artêşa li ser desthildarîyê li Nîjerê wekî “derbe” bi nav bike, her wiha hewl dide ku formuleka demkî pêşnîyaz bike ku bûyerê wekî bipêşketineka berdewam û netemam bibîne, ji ber wê ew xwe dereng dixe ku vê derbeya lşkerî ya ji hemû hêlên xwe ve temam e, wekî “derbe”yê bibîne.

Berdevkê Herêmî yê Wezareta Karê Derve yê Amerîkayê Samuel Warburg helwesta welatê xwe ya derbarê nebinavkirina Washingtonê ji bûyerên Nîjerê wekî derbe bi gelek xalan şîrove kir. Ji nava wan, tu sedemeka girîng tuneye, ji ber ku binavkirina bûyeran li Nîjerê bi “derbe”yê biryareka qanûnî ye, ne tenê mijar bikaranîna gotinekê ye, ji ber ku divê hebûna leşkerî ya Amerîkayê, perwerdeyê û alîkarîyên aborî li wir bi dawî bibe. Eger ku Washington neçar ma ku alîkarîyên ji bo Nîjerê rawestîne, wê têkilîyên xwe bi hevalbendekî girîng û eksenekî girîng ê têkoşîna dijî terorê li herêma berava Afrîkayê, bixe xeterîyê.

Her wiha, Birêveberê Navenda Analîzên Siyasî û Leşkerî di Peymangeha Hudsonê ya amerîkayî da Richard Weitz dîyar dike ku sedema sereke ya helwesta Amerîkayê ku bûyerên li Nîjerê wekî derbe bi nav nake, ji ber ku eger rayedarên birêveberîya Biden ev yek ragihandin, qanûna amerîkayî wan neçar dike hemû alîkarîyên ji bo artêşa Nîjerê rawestîne.

Ev yek jî gengazîya ku Encûmena Leşkerî ya li Nîjerê berê xwe bide Rûsya û Wangerê ji bo destekê werbigire, zêde dike. Lewra, ew di vê demê da dixwazin ku danûstandinê li ser çareserkirina alozîyê û bikaranîna alîkarîyan wekî teşwîqekî, bikin. Her wiha, eger ku Koşka Spî biryar da ku tiştên li Nîjerê çêdibin derb e, wê rêzeceza bikevin meriyetê. Di heman demê da, wê yek ji biryaran vekişandina yekser a hêzên Amerîkayê û balafirên bêmirov ji Nîjerê be, lê di vê demê da, piranîya alîkarîyan di nav da jî perwerdeya bi artêşa Nîjerê ra tenê, rawestîyayî ye.

Di heman demê da, Washington ditirse ku bidawîbûna hebûna wê, wê valahîyeka mezin derbarê berjewendîyên ewlekarîyê yên Amerîkayê li herêma beravê çêbike û wê zehmet be ku careka din were dagirtin. Ji ber vê yekê, hewl dide ku encamên qanûnî yên binavkirina bûyeran bi “derbe”yê derbas bike û li şûna vê yekê jî balê bikişîne ser peydakirina rêyekê ku rewabûnê bide têkoşîna li dij terorê bi rêya peywendîya leşkerî ku di nava xwe da demekê dîyar bibe ji bo vegerandina sîstema destûrî. Ev yek jî wê bibe altirnatîfê destwerdana leşkerî ku dewletên koma ECOWASê ya afrîkayî serkêşîya wê dike.

Ev helwesta amerîkayî ya hişyar li Nîjerê û daxwaza birêveberîya Biden a mayîna li herêma berava afrîkayî, da ku bernameya têkoşîna li dij terorê li vê herêmê çalak bihêle, nîşan dide ku hîna Amerîka girîngîyê dide têkoşîna dijî terorê, ji bilî daxwazên din ên di nava stratejîya wê ya parastina hebûna Amerîkayê li cîhanê. Di encamê da, bernameya Amerîkayê ya têkoşîna dijî terorê li Sûrîya û Iraqê li gorî vê meylê, heta niha di stratejîya Amerîkayê da eksenek e  û pêwîstya  wê bi tu bihaneyên nû yên vê demê tuneye ji bo şerê li dij terorê berdewam bike, ku heta niha birêxistinên terorîst bi awayekî şaneyan çalak e. Her wiha, dibe ku birêxistinên terorîst herêmên nû bixin bin serwerîya xwe, eger ku Amerîka siyasetên xwe yên destekdayîn û piştgirîya hêzên herêmî li Sûrîya û Iraqê, rawestîne.

Nîşaneyên heyî yên li herêma berava Afrîkayê piştgirîyê didin van metirsîyên Amerîkayê. Di nava hefteyên ku hêzên leşkerî dest danîn ser desthildarîyê li Nîjerê, komên terorî bi awayekî berfireh ketin nava tevgerê da ku ji valahî û alozîyê sûd wergirtin. Her wiha, sê dewletên cîran ku hêzên leşkerî wê bi rê ve dibin (Nîjer, Malî û Burkîna Faso) di nava gefên ketina bin serwerîya birêxistinên terorîst ên wekî DAIŞ û El-Qaîdayê da ne.

Balkêş e ku israra Amerîkayê ya berdewamkirina bernameya têkoşîna dijî terorê li Afrîkayê, hevdemî raporên ku behsa nebûna stratejîya Amerîkayê ya têkoşîna dijî terorê dikin, vê yekê jî bi bihaneyên piştî têkçûna birêxistina DAIŞê li Bakur Rojhilatê Sûrîyayê û Iraqê, rewa dikin. Nexasim ji dewlet û alîyên ji hebûna Amerîkayê li Sûrîyayê zirarê dibînin. Ji ber vê yekê, bûyerên berava Afrîkayê û stratejîya Amerîkayê ya giştî dijî terorê di nav da jî Sûrîyayê ji hev nayên cudakirin, ku heta niha li Sûrîyayê gelek komên çekdar ên girêdayî birêxistina El-Qaîdayê li bakur rojavayê Sûrîyayê û Efrîna dagîrkerî hene, ji bilî ku birêveberên ji birêxistina DAIŞê tevî komên opozîsyona Sûrîyayê bûne.