NAVENDA KURDÎ YA LÊKOLÎNAN
Rapora vê dawîyê ya birêxistina “Hengaw”ê, birêkxistina mafê mirovan a kurd, ku binpêkirinên mafên mirovan ji alîyê rejîma Îranê ve bi belge dike, eşkere kir ku zêdebûnaka metirsîdar a bidarvekirinên dewletê yên li ser kurd, belûç û azeran zêde bûye. Rejîma Îranê ji mêj ve xwe dispêre bidarvakirinê – ku gelek caran li cihên giştî li meydanên bajar û bajarokan têne kirin- ew ji wek şêweyeke kontrol û serdestîya li ser hemwelatîyên xwe dike û ji bo ku desthilatdarîya xwe li ser bingehê olî di civakê xurt bike.
Di demeka berê da guhertinên qanûnên dijî madeyên hişber di sala 2017an de bûn sedema kêmkirina bidarvakirinên ku ji alîyê rejîma Îranê ve tên kirin. Tevî vê yekê, piştî xwepêşandanên vê dawyê (Jin Jiyan Azadî) di dawîya sala 2022yan da, pêkanînên perîşanbûnê careka din derketin holê, weke ku tê dîyarkirin kurd û belûçan bi girtin, îşkence û darvekirin bi rejîma desthilatdar ra rûbirû ne û rêjeya wan a di civakê da ne li gorî vê hêjmara ku tên darvakirin in, di dawîya sala 2022yan da, hejmara bidarvekirinan ji sedî 72 zêde bû, bi kêmîanî 582 kes ji hêla rayedaran ve hatine bidarvekirin. Pisporên ku vê mijarê dişopînin, tirsa xwe anîn ziman ku heta dawîya sala 2023yan pêkan e zêdetirî 1000 kesî bên bidarvekirin.
A niha li ser erdê diqewime, di heyama 30 rojên derbasbûyî da 142 girtî di çend girtîgehên Îranê da hatine bidarvekirin. Ev hejmar û lîste metirsîyê zêde dike, ji ber her du rojan carekê nêzî neh girtî têne bidarvakirin. Ev hejmar jî ya herî zêde ye di salên dawîyê da, lewma jî birêxistinên mafên mirovan di metirsîyê da ne. Di nîvê gulana borî da, Human Rights Watchê raporek belav kir û tê da nîgeranîya xwe derbarê zêdebûna bidarvekirinan ji alîyê rejîmê va nîşan da. Rapor tenê di du hefteyan da zêdetirî 60 bûyeran bi belge kir. Raporê bal kişand ku “Zêdebûna berçav a darvekirinan ji alîyê rayedarên Îranê ve di hefteyên dawî da binpêkirineka cidî ya mafê jîyanê ye û pêwîst e bi rengekî navnetewî were şermezarkirin”. Neteweyên Yekbûyî jî ev bûyer şermezar kir “Hejmara bidarvekirinan di vê salê da bi tirseka mezin zêde bûye” ji alîyê rêjîma Îranê ve.
Û ya herî nîgeranî ew e ku di nava 129 kesên di meha gulanê da hatine bidarvekirin, kurd û belûç para herî mezin bûn, ji ber ku 31 belûç, 22 kurd, 6 efgan û 9 azer hatin bidarvakirin, ango ji sedî 37 ê kesên hatine darvekirin in. Li gorî Birêxistina Lêborînê ya Navneteweyî, îsal heta niha 173 kes ji ber sûcên madeyên hişbir hatine bidarvekirin, ji sedî 20ê wan belûç in. Di rastîyê da nifûsa belûçan ji sedî 5 e tenê ne ji nifûsa giştî ya Îranê, rêjeya bilind a bidarvakirina pêkhateyên hindik bi çewsandineka tundrew û kûr eşkere dibe.
Tevî vê yekê jî, hûrgilîyên ku pê van kesan bi dar ve dibin ne eşkere ne. Gelek malbat ditirsin ku rayedar bêyî agahdarkirina xizmên wan ew bi dar ve kirine û binax kirine, di demekê da ye ku rêjîm siyaseta xwe ya nezelalîyê didomîne û navên girtiyên bidarvakirî eşkere nake, ev yek jî hîn atmosferek nû ya tirs û xofê zêde dike.
Bi ser vê da jî beşên xizan û bêpar ên civakê “ku girêdayî kurd û belûçan e” ew yên herî rîsa bidarvakirinê cem wan zêde ye. Li gor Birêxistina Lêborînê:
“Çînên belengaz û xizan ew gelek caran rastî cezaya bidarvakirinê tên, ji ber ku gelek caran haya wan ji mafên wan tune û nikarin lêçûna nûnertîya qanûnî ya serbixwe bidin. Malbatên kesên hatine bidarvakirin gelek caran bi encamên aborî yên dijwar û windakirina malxe û deynên giran ên ji ber xercên qanûnî ra rûbirû dimînin.”
Girtî ji ber gelek sedeman tên bidarvakirin, wekî siyasî, madeyên hişbir, kuştin, destavêtin, gendelî û bazirganîya mirovan. Gelek ji tawanbaran tawan li wan hatiye barkirin û darizandinênû neheq têne dadkirin, di nav da sûcên “devavêtina xwedê” jî, ku gelek caran bi kêfî li dij girtîyan têne bikaranîn. Di gelek bûyeran da parêzer û nûnerên hiqûqî peyda nabin, an jî dadgeh parêzer ji bo nûnertîya girtîyan erkdar nake, ev tê wê wateyê ku di darizandinên pir neheq da di hilbijartina parêzer da bijarek tune. Her wiha gelek darizandin jî bi dizî têne kirin, ji bilî vê, îtîrafên ku di bin îşkence û şert û mercên nemirovane da têne wergirtin, pir zêde ne.
Jin û kesên jêr 18 salî jî her ku diçe zêdetir tên bidarvekirin, ev yek jî metirsîyan li cem çavdêran zêde dike. Li gorî birêxistinên mafên mirovan, keçên 9 salî û kurên 15 salî dikarin bên bidarvekirin, di navbera salên 2005 û 2015an da desthilatdaran 73 kesên piçûk bi dar vekirin. Zarokên piçûk bi navînî heft salan li benda cezaya bidarvekirinê dimîbin. Hin ji wan zêdetirî deh salan e li bendê ne, tevî ku Îranê Peymana Mafên Zarokan pesend kiriye.
Her wiha tevî ku Îranê madeya 6an (2) a Peymana Navdewletî ya Mafên Sivîl û Siyasî îmze kiriye, piştrast dike ku cezayê bidarvakirinê divê tenê ji bo tawanên herî giran û xeternak werin sepandin, digel ku gelek bidarvekirin ne li gorî pênas û pîvanên qanûnî yên ku ji hêla peymanê ve hatine destnîşankirin. Her wiha ji ber beşdarbûna xwepêşandanan, seksa li derveyî zewacê, an jî weşandina li ser medyaya civakî jî bûye sedema giştî ya bidarvakirinê ev yek jî nêzîkatîya keyfî ya rejîmê li hember bidarvekirinê zêde dike.
Li gorî birêxistina “Hengaw”ê, “piranîya bidarvekirinê di girtîgehên Kirmanê da hatine tomarkirin Kirnanê gihaşt 16 bûyeran, Qazîhesar 14, Recayî Şehr 14, Esfehan 11, Bender Ebas 10, Reşt 9, Xurmatû 8 û Senendac 6”. Hejmarek ji wan jî bi dizî tê kirin, tenê ji ber hebûna kesên malbatê, parêzer, şahidên bûyerê û rayedarên girtîgehê li ber çavan derdikeve holê.
Pispor û çavdêr zêdebûna darvekirinê dinirxînin ku ev yek xwesteka rêjîmê ye ji bo vegerandina rengê hêzê piştî serîhildana gelêrî ya ku di dawîya sala 2022yan da piştî kuştina hovane ya jina kurd Jîna Emînî li ser destên polîsên exlaqî pêk hat, bi hezaran hatin girtin û heta niha di nav şideta zayendî ya tirsnak û îdiayên din ên îşkenceyê da di girtîgehan da dimînin.
Li gorî vê yekê, bi îhtimaleka mezin hejmara kesên hatine bidarvekirin ji ya ku tê ragihandin gelekî zêdetir e û her ku bidarvakirin zêde dibe hovîtîya rêjîmê zêdetir dibe.
A herî nîgeran jî ew e ku belge nîşan didin hejmara bidarvakirina kurd û belûçan li seranserê Rojhilatê Kurdistanê ya dagîrkirî û rojhilatê Belûçistanê zêde dibe û duqat dibe. Di rastîyê da, wekî mînak di navbera 2020 û 2021ê da hejmar bû du qat. Li gorî Birêxistina Lêborînê ya Navneteweyî, Îran di rêza duyemîn a cîhanê da ye ku tê da mirov tên bidarvekirin. Tê texmînkirin ku îsal hejmar zêdetir dibe. Rewş ji bo kurdan jî xerabtir e, ku ji 80 milyon şênî tenê ji %13 kurd in, lêbelê, di salekê da ji sedî 55ê ku têne bidarvekirin kurd in.
Wergera ji zimanê erebî: Heysem Mislim