Alozîya Sûrîyayê û civînên Cida, Hîroşîma û Enqerayê

MIHEMED SEYID RISAS

Di nava deh rojan da bûyerên girîng di rêveçûyîna alozîya Sûrîyayê da rû dan, bi lidarxistina lûtkeya ereban li Cidayê ku Sûrîyayê cara yekem ji sala 2010 an ve bi biryara Encûmena Kocivîna Ereban a wezîran ya jinûvebeşdarbûna şanda hikûmeta Sûrîyayê di civînên Komcivîna Erebî da dest pê kir, piştra ya duyem daxuyanîya lûtkeya koma heftan (Amerîka, Kanada, Fransa, Almanya, Îtalya û Japonya) li bajarê Hroşîmayê yê Japonyayê derbarê alozîya Sûrîyayê û ya sêyem jî biserkeftina serokkomarê Tirkîyayê Erdogan cara sêyem di hilbijartinên serokkomarîyê yên Tirkîyayê di 28ê gulana 2023yan da.

Balkêş bû ku di daxuyanîya Cindayê da, îşaret bi biryara navdewletî ya 2254 ku wekî nexşereya navdewletî ya çareserkirina alozîya Sûrîyayê ji sala 2015an bû nehate kirin, lê tenê gotin “Berdewamkirin û zêdekirina hewldanên ereban ên alîkarîya Sûrîyayê  da ku alozîya xwe derbas bike li gor berjewendîyên ereban û têkilîyên biratî yên ku hemû gelên ereban digihîne hev.”  Lê di daxuyanîya Hîroşîmayê da jî hate gotin: “Nûkirina pabendbûna birêveberên koma heft bi proseya siyasî li Sûrîyayê ku ji alîyê Neteweyên Yekbûyî ve were hêsankirin û li gorî biryara Encûmena Ewlekarîyê ya bi hejmara 2254 be, her wiha divê civaka navdewletî jî bi rejîma Sûrîyayê ra têkilîyan çêneke û alîkarî di warê jinûveavakirinê da nedê, heta ku bipêşketineka rastîn û domdar ber bi çareserîya siyasî ve pêk neyê.” Ji alîyekî din ve jî serokkomarê Tirkîyayê di xîtaba xwe ya li Istenbol û Enqerayê da şeva serkeftinê, li ser plana xwe ya avakirina herêmeka ewle ya tirkîyayî li Bakurê Sûrîyayê ji bo bicihkirina milyon û nîvek penaberên sûrîyayî yên ku li Tirkîyayê ne, piştrast kir.

Li vir em dikarin bibêjin ku nebûna hevoka “çareserîya alozîya Sûrîyayê” di daxuyanîya lutkeya ereban da û bêyî ku îşaret bi naveroka çareserîyê bikin û tenê bibêjin “alîkarîya Sûrîyayê da ku alozîya xwe derbas bike”, nîşaneya girîngîya dewletên ereban ku di dema dawî da fişar kirin ji bo ku têkilîyan bi desthilatdarîya Sûrîyayê ra vegerînin. Ji ber ku van dewletan tiştên dîyar ji vê asayîbûnê dixwazin; wekî çareserkirina pirsgirêka penaberên sûrîyayî li welatên ereban ên wekî Urdun û Libnanê û çareserkirina pirsgirêka qaçaxtîya madeyên hişbir ji axa Sûrîyayê an jî derbaskirina wan ber bi dewletên kendavê ve û peydakirina çareserîyekê bi desthilatdarîya Sûrîyayê r derbarê mijara hebûna komên çekdar ên girêdayî Îranê li nêzî sînorê Urdunê. Ji ber ku ev dewletên ereban dizanin ku çareserîya Sûrîyayê ne di destê wan da ye, ji dema ku ked û hewldanên Komcivîneka Ereban ji bo çareserkirina alozîya Sûrîyayê bi rêya însîyatîfa ereban a yekem (2yê mijdara 2011an) û ya duyem (22ê çileya 2012an) têk çûn. Piştra, mijara Sûrîyayê bû mijareka navdewletî bi rêya însîyatîfa Kofî Enan ku li ser esasê daxuyanîya serokatî ya Encûmena Ewlekarîyê di roja 21ê adara 2012an da hate pêkêşkirin, her wiha piştra bi du biryarên navdewletî ji Encûmena Ewlekarîyê ya bi hejmara 2042 ku di 14ê nîsana 2012an da derket û biryara bi hejmara 2043 ku di 21ê nîsana 2012an derket. Piştra, daxuyanîya Cinêv 1 ku di 30ê hezîrana 2012an derket, biryara navdewletî 2118 ku di 27ê îlona 2013an û piştra biryara 2254an ku di 18ê kanûna 2015an da derket, qebûl kir.

Ev valahî ne ku ereban dizanî ew nikarin alozîya ku bû navdewletî çareser bikin û ne jî ku ereban dizanî hêz û şîyana wan tuneye, lê belê hêza Amerîka, Rûsya û dewletên herêmî ên çalak ên wekî Tirkîya û Îranê di alozîya Sûrîyayê da hene, her wiha hebûna nakokîyeka cîhanî ya vekirî di navbera Waşington û Moskoyê ku bi destpêkirina êrîşên Rûsyayê li dij Ukranyayê dest pê kir û nîşaneyên meyla Îranê ber bi bloka rûsyayî-çînî û meylên Erdogan ên xurt ber bi heman awayî ve. Ev yek dihêle ku alozî bikeve çarçoveya (bê çareserî) wekî alozîya Qubrisê, madem ku lîstikvanên mezin di alozîya Sûrîyayê da di rewşeka aloz û nelihevkirin da ne, ku livûtevgerên projeyên çareserîyên ji bo alozîya Sûrîyayê ji dema ku ev alozî di sala 2012an da bû navdewletî, bi rêya lihevkirina amerîkayî-rûsyayî, tê.

Lê belê, ev valahî ji ber ku di esasê xwe da girîngîpêdana ereban ji bo mijareka din e ne ji bo çareserîya alozîya Sûrîyayê ye, ku di çarçoveyeka her sê mijarên derbasbûyî da ne. Dibe ku li gel dewleteka wekî Erebistana Siudî nêrîneka wê ya nû ku hebûna li Şamê dibe ku hebûna ereban piştî nebûna bi salan xurttir bike, ku ev nebûn jî valahîyek di alozîya Sûrîyayê da çêkir û hişt hêzên  birêveçûyîna alozîyê da lîstin ku ev yek ji bo ereban bû cihê fikarê, ew jî hebûna Îran û Tirkîyayê li welatê Şamê.

Li vir, dibe ku daxuyanîya Hîroşîmayê ne tenê nîşaneyan redkirina normalîzkirina bi desthilatdarîya Sûrîyayê ji alîyê dewletên ereban ve, lê belê wekî bingeha meyla piştrastkirina ji alîyê bloka NATO-Japonya ku alozîya Sûrîyayê bi çavekî şerê li dij bloka Rûsya-Çîn-Îranê dibînin û Sûrîyayê jî yek ji qada şerê van herdu blokane wekî Ukranya û Taywan. Ew bi vî çavî li alozîya Sûrîyayê dinêrin ji dema ku ev herdu blok piştî 24ê sibata 2022yan li cîhanê dîyar bûn, ne ji ber ku Obama an jî Trump li vê alozîyê dinêrin. Ev dîtina nû, tê texmînkirin tenê Biden digire nava xwe, lê belê Putin, Xaminayî û bê gûman serokê Çînê jî digire nava xwe. Her wiha, a piştrastkirî ku daxuyanîya Hîroşîmayê tevgera ereban ber bi Şamê ve wekî yek ji encamên nêzikbûna Rîyad û Moskov û Riyad û Tehranê ne. Lewra, ev yek nêrîna Amerîkayê nîşan dide ku naxwaze ev hersê paytextên borî bi tena xwe alozîya Sûrîyayê çareser bikin, lewra li hemberî wan biryara navdewletî ya 2254 nîşan dide.

Tê texmînkirin ku ev her çar -Biden, Putin, Xi Jin Ping û Xamineyî  wê li tevgerên Erdogan ên siberojê li Sûrîyayê û planên wî, bi çavê dabeşkirina cîhanê ya nû wê binêrin, ku ew jî heta niha di li ser binê di navbera Koşka Spî û Kremlînê da ji sala 2016an ve dilîze. Di vê çarçoveyê da, a tekez ew e ku serokkomarê Tirkîyayê ku plana Rûsya-Îran a lihevkirina bi Şamê ra red kir, ji ber şertê Şamê ku berîya lihevkirinê divê artêşa Tirkîyayê ji axa Sûrîyayê derkeve, asta pêwîstya Mosko û Tehranê di nava rewşa parçekirina cîhanê di navbera du blokên ku alozî di navbera wan da heye, ji wî re dizane. Her wiha Erdogan texmîn dike ku Mosko û Tehran wê li pêşîya plana wî ya avakirina kembereka ewlekarîyê ya tirkîyayî li Bakurê Sûrîyayê ji bo bicihkirina penaberên li Tirkîyayê  nebin asteng, ji ber ku di vê parçebûna cîhanê ya nû da, pêwîstya wan bi Erdogan heye. Bi vê yekê wê Erdogan guhartina demografîyê bi birêveberîya Trikîyayê ji bo bicihkirina ereban li hêrêmên kurdan ên li Efrînê û hwd pêk bîne, bi vê yekê wê Tirkîya komara bakurê Qurbisê ku sala 1981an piştî dagîrkirina 7 salan ji bakurê Qurbirsê ji alîyê Tirkîyayê ve, dûbare bike. Her wiha, dibe ku bêdengîya Moskoyê jî dûbare bibe piştî ku Tirkîya ji xeta Cerablis-Bab-Izaz sala 2016an û Efrîn sala 2018an û xeta Girê Spî-Serêkanîyê sala 2019an, dagîr kir.

Li vir divê bala gelek sûrîyayîyên di oposîzyona siyasî û komên çekdar were kişandin ku bikevin rewşa qurbirsîyên tirk ên bakurî li gel operatorên tirk an jî di rewşa Seed Hedad û Antoan Lehed dema ku Îsraîlê kembera ewlekarîyê li bakurê Libnanê ya dagîrkirî ava kir.

Wekî puxte: Civînên Cida, Hîroşîma û Enqerayê nîşan didin ku alozîya Sûrîyayê wê ber bi çareserîya Qubrisê ve biçe û di dema niha ya dîyar da ew dûrî çareserîye.

Wergera ji zimanê erebî: Kendal Cûdî