Çima civîna Cedayê dagîrkerîya Tirkîyayê ya li Sûrîyayê paşguh kir?

NAVENDA KURDÎ YA LÊKOLÎNAN

Civîna sih û duyemîn a asayî ya  Encûmana Dewletên Erebî li ser asta bilind li bajarê Cedaya Erebistanê bi derxistina ‘“daxuyanîya Cedayê” bi dawî bû, ev daxuyanî belgeya fermî ya vê civîna erebî ya demkî ye, li gel daxuyanîya dawî, ku di medyayê da nehate eşkerekirin.

Navenda Kurdî ya Lêkolînan girîngtirîn xalên ku di Daxuyaniya Cedayê da cih digirin dinirxîne, bêyî ku daxuyanîyên ku bi lûtkeyê ra hatin kirin yan jî gotinên nûnerên ku tê da beşdar bûne.

Xuya bû ku civîn ji serî heta dawîyê pîrozkirina vegera Sûrîyayê bo Komcivîna Erebî bû. Mirov dikare bibêje ev civîn bi giştî ji bo Sûrîyayê hat lidarxistin. Dosyaya Sûrîyayê  dewletên Kendava Ereban li ser xebitîne, bi serokatîya Îmaratê û ji hêla Erebistana Siûdî ve hat erê kirin ji bo vegerandina rejîma Sûrîyayê di nava sîstema siyasî ya erebî da, tevî nerazîbûnên Amerîkayê bo vê vegerê.

Hêjayî balkişandinê ye ku serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky beşdarî civînê bû û tê da gotarek pêşkêş kir û bal kişand ser êrîşa Rûsyayê ya li ser welatê xwe, tevî ku welatên ereb di dosyaya şerê Ukraynayê da helwêstên xwe yên ku nêzîkê Moskoyê ne venaşêrin. Dibe ku hebûna El-Esed û Zelensky pirsekê li ser rastbûna hîpoteza Erebistana Siûdî derxe holê lewma serokê Ukraynayê vexwend wek berdêlek piçûk ji amerîkayîyan ra ji bo beşdarbûna El-Esed di civînê da, gengaz e ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi amadebûna Zelensky di civînê da ji Qralê Erebistana Siûdî Selman Bin Ebdulezîz ra peyamek şandibe gotinên xweşbîn li ser dilxwazîya Rûsyayê ji bo hevkarîkirina bi welatên ereb ra anîbe ziman ji bo çareserkirina qeyranên herêmê û berfirehkirina hevkarîyên piralî di navbera Mosko û welatên erebî yên ku berjewendiyên hevpar pêk tînin. Ev pêşwazîya Rûsyayê ji civînê ra, bêyî ku behsa tu protestoyek nepenî an veşartî ji hebûna Zelensky ra bike nîşana wê yekê ye ku hebûna Ukraynayê pêştir bi aliyên rûsayî ra li hev kiribûn û di berdêla asayîkirina bi rêjîma Sûrîyayê ra û berdewamîya welatên erebî yên pêşeng ji bo têgihaştina nêrîna Rûsyayê li hember rêjîma cîhanî ya amerîkayî.

“Daxuyanîya Cedayê” li ser gelek astan tê xwendin. Ji alîyekî ve nasnameya dawî ya pergala siyasî ya erebî piştî 12 salan ji şoreş û alozîyan li hejmarek ji welatên erebî nîşan dide. Bi gotineka din, ruhê “Daxuyanîya Cedayê” encama pevçûna mezin a di navbera rejîm û hewldanên guhertina wan da ye ku piranîya wan jî veguherî şerên navxweyî. Ji alîyê din ve, ev daxuyanî helwesta nû ya ereban di pergala cîhanê ya aloz di navbera hêzên mezin de nîşan dide, her wiha rejîma ereb her ku diçe xwe nêzî rêjîmên otorîter dike û ji cîhana lîberal dûr dikeve, ku her dim çavê xwe ji nedemokratîkbûna rejîmên ereban ra girtiye.

Bi giştî, serokên welatên erebî di pêşgotina “Daxuyanîya Cedayê” da tekezî li ser girîngîya bihêzkirina çalakîyên hevbeş ên erebî li ser bingeh, nirx, berjewendî û çarenivîseka hevbeş kirin û tekezî li ser yekkirina axaftinê kirin, her wiha destê xwe bidin hev û ji bo parastina ewlehî û aramîyê hevkarîyê bikin û parastina serwerîya dewletan û hevgirtina sazîyên wan, parastina destkeftîyên wan,  pêşdeçûna kiryarên ereban û ji çavkanîyên mirovî û xwezayî sûdê wergrin, herêm dikare ji bo kêşeyên serdema nû ra rûbirû bibe, bi awayekî ku xizmeta armanc û hêvîyên ber bi pêşerojeka bi hêvî ya gelan û nifşên pêşerojê bike.

Di daxuyanîyê da 11 bendên ku bi awayekî kevneşopî hatine rêzkirin hene, ji bo parastina kevneşopîyên sîstema siyasî ya erebî pêk tê. Ji ber vê yekê pirsgirêka Filistînê bi rêz û mezinahîya mijaran di rêza pêşîyê da derket û ji şandeya Filistînê ya di lûtkeyê da şertên têrker hatin hildan û pêk anîn. Naveroka bendê tu amaje bi nêzîkbûna dîrokî ya di navbera çend welatên erebî û Îsraîlê da nake yan jî bi kêmanî qbehsa mizgînîya qonaxek nû bikirana, tevî nîqaşên kûr di medyaya rojavayî da li ser vebûna Erebistana Siûdî ji Îsraîlê ra tên kirin.

Di daxuyanîyê da bal hat kişandin ser mijara Filistînê “Navendîya pirsgirêka Filistînê ji bo welatên me yek ji faktorên sereke yên aramîya herêmê ye, em pêkanîn û binpêkirinên ku filistînîyan di can, mal û hebûna wan da dike armanc bi tundî şermezar dikin, em tekezî li ser girîngîya xurtkirina hewlên ji bo gihaştina çareserîyeka berfireh û dadmend ya doza Filistînê dikin û dîtina asoyeka rast ji bo bidestxistina aştîyê li ser bingeha çareserîya dudewletî li gorî referansên navneteweyî ku di serî da însiyatîfa aştîya erebî û biryarên navneteweyî yên têkildar in û prensîbên hiqûqa navneteweyî ji bo misogerkirina vegerandina mafên rewa yên gelê Filistînê bi taybetî jî di warê vegerandin, xwebirêveberî û serxwebûna dewleta serwer a Filistînê li ser axa Filistînê bi sînorên sala 1967an ku paytexta wê Qudsa Rojhilat e.”

Xala duyem li gorî bûyera germ a cîhana erebî û enîya nû ya şerê navxweyî yê ereban hat, ew jî rewşa Sûdanê ya niha ye. Tevî ku zêdetirî mehekê di ser derketina şer û pevçûnên di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de derbas bûye, hê jî hevbendîyên ereban nehatine ragihandin û tevî  piştrast e welatên ku piştgirîya Hêzên Piştgirîya Lezgîn li dijî serokatiya artêşa Sûdanê dikin hene. Xala Sûdanê tu destpêşxerîya nû di nav xwe de negirt û bi hevokên çêker ên wekî “pêdivîya aramîyê, zimanê diyalogê, yekkirina rêzan û parastina sazîyên neteweyî yên dewletê û pêşîlêgirtina hilweşîna wê û rêgirtina li her destwerdana derve di karûbarên Sûdanê da ku nakokî gurr dike û aştî û ewlehîya herêmê dixe metirsîyê”

Dosyaya Sûrîyayê di xala sêyem da hat, serkirdeyên ereb pêşwazîya wê kirin “Bi biryara ku civîna encûmanê di asta wezîran da kom bû, ji nû ve şandeyên hikûmeta Sûrîyayê di civînên Encûmena Komcivînê û birêxistin û dezgehên girêdayî wê da beşdar bûn, hêvîdar in ku ev yek bibe alîkar ku aramîya Komara Erebî ya Sûrîyayê xurtir bibe û yekparebûna axa xwe diparêze û rola xwe ya xwezayî di civata erebî da ji nû ve dest pê dike û girîngîya xurtkirina xebatên erebî yên bi armanca alîkarîya Sûrîyayê ji bo derbaskirina qeyrana xwe li gorî berjewendîya erebî ya hevbeş û peywendîyên biratî yên ku hemû gelên ereb digihîne hev berdewam bike.”

Di daxuyaniyê da “ketina hêzên Tirkîyayê bo nava xaka Iraqê” hate şermezarkirin, bang li dewleta Tirkîyayê kir ku “bê şert û merc hêzên xwe vekişîne”, bêyî ku rasterast amaje bi dagîrkerîya Tirkîyayê li herêmên berfireh ji xaka Sûrîyayê bike û êrîşên wê yên berdewam, bi rêya dronan, li ser binesazîya Sûrîyayê bike bi taybet li herêma Xweserîya Demoqrat. Dibe ku ev guhnedana dagîrkerîya Tirkîyayê nîşan dide ku piştgirîya ereban ji rêjîma Sûrîyayê ra ne di asta piştevanîya rejîmê li dij dagîrkerîya Tirkîyayê ye.

Weke ku diyar e, “Daxuyanîya Cedayê” ji  hûrgilîyên derbarê rewşa Sûrîyayê da bêpar bû. Di hevdîtinên dualî û konfêransên rojnamevanî yên di vê lûtkeyê da, rayedarên erebî li ser nûavakirinê û têkilîyên bi Îranê ra di derbarê Sûrîyayê da axivîn, lê belê, belgeya fermî ya ku ji alîyê lûtkeyê ve hatîye dayîn “Daxuyanîya Cedayê” ye.

Di xala çaran da jî serokên ereban dubare kirin ku “Piştgirîya her tiştê ku ewlekarî û aramîya Komara Yemenê misoger dike û daxwazên gelê Yemenê pêk tîne û piştgirîya alîkarîya navdewletî û herêmî yên bi armanca gihîştina çareserîyeka siyasî ya berfereh ji kirîza Yemenê ra.”

Xala pêncem li ser Lubnanê bû, ku tê da hat xwestin “Hemû alîyên libnanî ji bo diyalogê ji bo hilbijartina serokekî komarê ku daxwazên Libnanê têr bike, xebata asayî ya sazîyên destûrî û pejirandina reformên pêwîst ji bo derxistina Libnanê ji qeyrana wê.”

Lê xala şemen, ew ne ji bo welatekî taybet bû, lê belê li ser şermezarkirina destwerdana biyanî hate axaftin, di civînên berê da adet bû ku ev mijar bi destwerdanên Îranê va girêdayî bû û Hêzên Mihafizên Şoreşgerê bi nav dihat gotin.  Ji ber ku peywendîyên welatên erebî yên sereke ji bo Îran û Tirkîyayê veguherîbûn, ev mijar berevajî salên berê, bê behskirina her du welatan bû di daxuyanîyê da wiha hat ser ziman:

“Em îsrar û tekez li ser rawestandina destêwerdanên derve di karûbarên navxweyî yên welatên erebî da û redkirina tam ji piştgirîya avakirina grûpên çekdar û milîsên li derveyî çarçoveya sazîyên dewletê kir, em tekez dikin ku nakokîyên leşkerî yên navxweyî tu carî alîyek bi ser nakeve, lêbelê ew êş û azarên gelan girantir dike, têkbirina destkeftên wan girantir dike û rê li ber pêkanîna daxwazên hemwelatîyên welatên me digire.”

Derbarê daxuyanîya bidawîkirina lûtkeyê da jî ku 32 xal tê da bûn, rêkeftina ku di navbera  Erebistana Siûdî û Îranê da pêk hat, li Pekînê hat pêşwazîkirin, ku tê da jinûvedestpêkirina peywendiyên dîplomatîk, vekirina nûneratîyên wan û aktîvkirina peymana hevkarîya ewlehî û aborî ya di navbera her du welatan da cih digire.

Derbarê ravekirina “Daxuyanîya Cedayê” da ku şermezarkirina Tirkîyayê jî tê da nîne, ev daxuyanîya ku beşek rastênhev ji daxuyanîya dawî ya civînên erebî ye, bi gelemperî wekî civînên berê bi rêjeyeka mezin tê vegotin û li gorî nêrîna welatên mêvandar ji lihevhatina ereban zêdetir, ku di daxuyanîya dawî ya berfireh da xuya dike.

Di derbarê xalên 7 heta 11an da rasterast li ser mijarên ne siyasî sekinîn, wek aborî, geşepêdan û destpêşxerîyên aborî ya Erebistana Siûdî û çanda bi rengê erebî rave kirin.