Konfransa hêzên demokratîk.. Derfetek e bo avakirina asûneka siyasî ya nû

BEŞAR EBÛD

Rastîya niha xuya dike û li berçav e ku li Sûrîyayê hebûn û nûnertîya rast a hêzên neteweya demokratîk nîne, di rewşa wan ya herî baş da komek hêzên belawela ne ku ne li ser asta siyasî û ne jî di qada çalakîyên sivîl da xwedî giranî û bandor in.

Salên borî ezmûna partîyên kevneşopî, çi oldar, çi neteweperest û çi partîyên çepgir tekez kirin ku nikarin guhertineka rasteqîn di rastîya partîyên xwe da pêk bînin, ku li ser bingeha mantiqê komkomî, tesfîye, yekalîbûn û neqebûlkirina ji bilî xwe ku wan bibînin di welêt da wekî şirîk, vê yekê jî hişt ku nikaribin tu guhartunekê di welatê xwe da çêkin. Ji ber vê yekê pêwîstî û girîngiya pêkhatina rewşeka siyasî ya nû heye, ku garantîya xebateka hevbeş di navbera hemû hêzên netewî da were avakirin. Di van şert û mercan da qada siyasî ya Sûrîyayê hewcedar e bi partîyên nûjen ku li ser bingehê wekhevî û hev qebûlkirinê ku bi hev ra kar bikin,  ji bo hemû sûrîyayî ji siberoja wan li welatê xwe piştrast bike..

Çawa careka din siyaset dikare vegere nav civaka sûrîyayî bi wateya wê ya berfereh û sivîl?

Gerek e hêzên demokratîk ên zindî li welat vê pirsê ji xwe bikin, ew tenê hemû sedemên rewa li cem hene ku dikarin ji bo wê kar bikin, li gorî vê yekê, îro bang li demokratan tê kirin ku careka din meydanê ji hêzên ku ol, mezheb, etnîsîte, qebîle îstismar dikin, ji bo ku bigihîjin armancên xwe yên “ne neteweyî” vala nekin, ji erkên herî hêsan ên hêzên demokratîk hewldana wan e ku ji her derfetekê sûdê wergirin ji bo xwe vegerînin û partîyên xwe yên siyasî û komeleyên xwe yên sivîl ava bikin ku dê bikarin hîmên avakirina dewleteka hemû hemwelatîyên xwe bihewîne ava bikin. Ev yek dê alîkar be ku li hember tundrawîya olî û fanatîzma mezhebî bisekine, ev yek jî dê rê hêsantir bike ji bo çareyekê ji wêranîya ku sûrîyayî bi hemû pêkhateyên xwe tê ra derbas bûn.

Li gor şert û mercên welatê me tê da, em nikarin damezirandina partîyên demoqratîk wekî lukseka zêde di civakê da bibînin, “demokrasî” bi sepanên xwe yên pratîk, qanûnî û destûrî, yek ji hêmanên herî girîng ên ku mirov dikare xwe bispêre ramana hemwelatîbûnê ya ku nirxên edalet, wekhevî, azadî û hewcedarîyê hildigire tê hesibandin ev yek ji bo avakirina her welatekî li hemû cîhanê derbasdar e. Ji kesî ra ne veşartî ye ku çawa ev hemû nirx ji alîyê rejîmê ve, bi zilm û hovîtîya xwe hatine pûçkirin û li ser destên opozîsyonê, bi pejirandina nêzîkatîyeka olî ya tundraw ku “bi darê zorê” li herêmên di bin kontrola xwe da sepandîye, tevkarîya vê yekê dike ku dijayetîya şoreşê bike û hêzên şoreşê yên zindî û rasteqîn ji her rola xwe di jîyana giştî da îzole bike.

Ji Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê çirûskeka hêvîyê xuya dike, divê demoqrat bi baldarî, zîrekî û ramaneka kûr wê hildin, ev derfet di hewlên Meclisa Sûrîyaya Demoqratîk “MSD” da ji bo lidarxistina konferanseka ku hêz û kesayetîyên niştîmanî yên demoqratîk ên Sûrîyayê bicivîne heta havîna bê, bi armanca afirandina hebûneka berbiçav ji bo demoqratên Sûrîyayê û aktîvkirina rola wan di çalakîyên siyasî da.

Di konfransa bê da, ewê wekî encamek ji civînên şêwirdarîyê yên berê tê ku bi mehan li gelek paytext û bajarên Ewropayê hatine lidarxistin, û ya din jî li hundirê xaka Sûrîyayê bi komek kesayet û hêzên ku bawerîya wan bi demokrasîyê weke çareserîyek ji pirsgirêkên neçareser ên Sûrîyayê ra heye, hat lidarxistin, van civînên girîng ji bo piranîya kesên ku bi karûbarên giştî ra eleqedar in, hêvîyek çêkir, bi pêşxistina mekanîzmayeka nû ya dîyalogê di navbera nêrînên cûda cûda da û bi eşkerekirina xalên hevbeş di navbera wan da bi awayekî ku bigihêjin hev û bigihêjin hevbeşîyên rîyalîst û tedbîrên praktîkî yên ku karibin rastîyeka siyasî ya nû ava bikin, bi kêmanî di vê qonaxê da ji hêla birêxistinek siyasî ya ciddî, bikêrhatî ku karibe beşdarîya siyasî di vê pêvajoyê da bike, tê meşandin.

Tevî hewldanên tund ên ji bo tarîkirina pola demoqratîk li hundir û derveyê Sûrîyayê, lê belê demokrasî ji bo piranîya beşên gelên Sûrîyayê weke mêl, hêvî û daxwazek ma, ev yek cesaretê dide hemû kesayetên demokratîk û beşdar di konfiransê da ku di demeka nêz da bê lidarxistin, ev yek dê bibe îlham ku danîna nerîneka cidî  pirojeyeka siyasî ya Sûrîyayê birêkûpêk, niştimanî, neîdîyolojîk, hevseng û biaqil di pêwendîya xwe bi Sûrîyayê ra û bi hêzên ku li ser axa Sûrîyayê dixebitin ra çêke, ji bo gelên li hundir û derveyê Sûrîyayê bikişîne nav xwe û di lêgerîna çareserîyeka siyasî ya niştimanî da rola xwe bilîze û divê rê nede ku ev beşê mezin ji civaka Sûrîyayê bê parkirin an jî di navbera rejîm û opozîsyonê da bizivire.

Ramana avakirina desteyeka siyasî ya nû, pêwîstî bi rengekî tevgereka komî heye û ev tişta ku em heta niha li Sûrîyayê fêr nebûne, bi taybetî jî di vê rewşa krîzê da. Gerek e were gotin ku em bi mafekî neteweyî ra rûbirû ne ku divê were şopandin û ji bo wê kedeka mezin were dayîn, bi şertê ku hemû pêkhateyên civakê bi mezheb û neteweyên xwe ve bigire nava xwe û kes û girûpeka civakê dernexîne, tekez ew stûnek be ku bala her kesî bikişîne û bêyî ku bi ser wan da biçe, ji cûrbecûr girêdan û dilsozîyên pêş-neteweyî derbas dibe. Her wiha divê ji rastîya tê jîyîn û tê xwestin li herêmên cuda yên Sûrîyayê dest pê bike, yanî ji karakterê hazir û dûrî îdîyolojiya teng û têgînên partîtî yên bêber dûrbikeve, rehjena mirovê sûrîyayî di hûrgulîyên jîyana wî ya rojane da dîyar bike û hişmendîya niştimanî ya kolektîf bilind bike, da ku welatparêzî li ser bingeha hesta welatîbûn û beşdarîya komî tenê be.

Eger dîrok ji bilî tomarkirina rastîyên ku hatine windakirin ne tiştekî din e, ji ber ku xwedîyên wan rêbazên pratîk û zanistî ji bo bidestxistina wan negirtine, tu behane nîne ku demokrat piştî îro di vê konfransê da gotina xwe di rêya dîrokî ya ku Sûrîya niha tê ra derbas dibe, bêj in. Ev ji bo hemî demokratan derfeteka bingehîn e ku dest bi ramana bilindkirina gotara neteweyî bikin ku xwe digihîne gotûbêjeka teknîkî û pratîkî ku bibe bingeh ji tevgera siyasî li tevahîya Sûrîyayê.

Wergera ji zimanê erebî: Heysem Mislim