Maseya  şeşalî di navbera “guhdarîkirina dewletê” û daxwazên civakê da

YEKÎNEYA LÊKOLÎNÊN TIRKΠ

Rojên pêşî yên erheja li başûrê Tirkîyayê pêk hat hinek nakokîyên partîyan kêm kirin. Hemû axaftin û gotarên wan li ser yeketîyê û lihevhatinê bûn. Lê ev lihevhatin zû ji holê rabû û dîsa her partîyek gorî berjwendîyên partîya xwe tevgerîya û nîqaşên erdhej, hilbijartin û çarenûsa welat her alîyekî gorî xwe nirxand.

Her çiqas di şert û mercên wiha da nakokî û cudahîyên di navbera partîyên desthilatdar û opozîsyonê da bên pêşbînîkirin, lêbelê, li cûdahîyan di warê awayê danûstandina partîyên opozîsyonê yên ku “hevbendîya neteweyî – maseya şeşalî” pêk tînin da binhêre, dibe ku ev rêbaza van partîyan piştî hilbijartinên serokomarî û yasadanînê yên ku dê di 14ê gulana bê da bên kirin, û nêrîna wan a ji bo Komara Tirkîyayê di sedsalîya duyem a damezrandina wê da zelaltir nîşan bide.

Li kêleka encamên wê, di warê wendahîyên mezin ên mirovî û aborî da, erdheja li Tirkîyayê weke bûyereka civakî-siyasî derdikeve pêş her wiha dê di meh û salên pêş da bandorê li pêvajoya siyasî bike.

Û ji guhartinên civakî ji bo erdhejê, koçberîya navxweyî û ber bi derve ra zêde bibe û veguhartin an ji nûveşekildana pêkhateya civakî ya gelek bajar û herêmên bi erdhejê bandorbûyî ava bibin, her wiha bandora  vê yekê jî ya rasterast li ser tercîhên partîyên siyasî û hilbijartinan, bi gihaştina çaverêkirî dest pê dike.

Di vê gotarê da xalên lihevhatin û berovajîkirina “Polîtîkayên Erdhejê” dê bên ronîkirin, di navbera her du partîyên herî mezin ên ku “Hevbendîya Neteweyî” pêk tînin: “CHP” û “IYI Partî” da ye.

Hewl didin xalên siyasî bi dest bixin, her du alîyan tekezî li ser derengxistina hikûmeta Tirkîyayê di bersivdana pêwîstîyên lêgerîn û rizgarkirinê û alîkarîyê piştî erdhejê da kirin, ji alîyekî ve giranî dan  alîyê birêvebirinî û burokratîk ku ji hêla pergala serokatîyê ve hat afirandin û li ser bingeha navendîkirina biryargirtinê, heta di mekanîzmayên herî hêsan da ji bo rûbirûbûna karesatan ve, ji alîyê din ve jî nebûna şarezayên sazî û dezgehên ku divê di karesatên wiha da bên çareserkirin, ji ber nepotîzm û hesabên teng ên partîtî ye.

Ji alîyê  şikil û wêneyê da

Piranîya çavdêrên tirk nêrînên wan hevpar in ku erdhej û encamên wê yên nêzîk û dûr dê bingeha nîqaşên siyasî di dema hilbijartinê da pêk werin.

Partîya CHPyê roja erdhejê ya yekê di astê herî bilind da “serokê partîyê” serdana herêmên zirardîtî kir, bi welatîyan ra suhbet kir li kêlek berlemanter û kesayetên bi bandor û serokên şaredarîyan.

Mirov dikare bibêje serokê partîyê Kemal Kiliçdaroglu, ku di hilbijartinên serokomarîyê da bû namzetê “Hevbendîya Neteweyî” piştî kedeka dijwar, ji roja yekem a erdhejê ve wî hewl da ku wêneyeka serokê dewletê derxê holê ku kar dabeşî wezîr û endamê hikûmeta xwe bike, her wiha ferman û soz didan ku dê hemû hêza xwe xizmetê bike.

Ji alîyê din ve ev wêne ji partîya “IYI partî”yê û seroka wê Meral Aksner tune bû, ku di sê rojên yekem ên erdhejê da xwe bi şandina parlementer û wekîlên xwe yên di nav partîyê da ji bo herêmên zirar dîtine razî kir, dixwest çavdêrê li siyaseta desthilatê û opozîsyonê bike ku rêbazê wan tamaşe bike. Vê yekalîyê hişt ku bûyera erdhejê baş binirxîne û pişt ra danûstandinê bi desthilatê ra bike, ev yek di merasîma cenazeyê Serokê berê yê Partîya CHPyê Denîz Baykal da derket holê ku destê xwe da Serokomar Recep Tayyîp Erdogan  û Kemal Kiliçdaroglu û Ahmet Davutoglu yên ku li cem wê sekinîbûn jî guh neda wan. Wêneya ku Kilicdaroglu dixwest ji bo wê çêbike xurt kir, ev yek jî ji dema ku nûnerên partiya “IYI Partî”yê bi serokê Partîya CHPyê ra tevger dikirin li herêmên wêrankirî  hevpeyvînên çapemenîyê bi hev rq bûn, vê yekê jî da xuyakirin wekî ku serokkomar bi wezîrê xwe ra ye.

Belkî jî “armanca derxistina vê wêneyê” ku careka din serokê maseya şeşalî li herêmên wêrankirî da di wêneyeka bi hev ra dernekevin tevî ku careka tenê be jî, berovajî serokê Tirkîyayê û hevalbendê wî Dewlat Bahçelî ku li kêlek hev derdiketin holê. Dibe ku Akchner cidîyeta derengîya derxistina wêneyê fêm kiribe, ev yek jî di serdanên wê yên hemû herêmên wêrankirî de xuya bû. Lê belê pêşbazîya di nav “Hevbedîya  Neteweyî” da nehişt ku ew li kêleka Kiliçdaroglu li tu cîhekî wêrankirî xuya bibe.

Di çerçoveyê da serdana serokê CHPyê ya Amedê û li kêleka hevseroka HDPtê Pervîn Bûldan  hevdîtin kirin û daxuyanî da çapemenîyê, ev yek ji wêneyên herî girîng ên ku divê di “Albuma Kilijdaroglu” ya erdhejê da were dîtin, ev wêne di taktîka namzeta “Hevnebdiya Netewî” de lihevkirine û peyamên wî yên siyasî yên derbarê hilbijartinên çarenûsê de tê xwendin.

Her wiha şaredarên Enqera, Stenbol, Îzmîr û heta Edeneyê jî ji bo şopandina polîtîkaya wêneya serokê partîya xwe Kiliçdaroglu bikin bi giranî li hemû eyalet û herêmên wêrankirî amade bûn, heta herêmên dilsozên desthilatdarîyê an jî yên HDPyê ne, serdan kirin.

Di warê naverok û axaftinê da

Opozîsyona Tirkîyayê di maseya şeşalî da hewl da pêleka civakî ya dijberîya desthilatdarîyê biafrîne bi tayîbet axaftinên di derbarê erdhejê da ku têgehên wekî “Dewlet di bin wêranîya erdhejê da ma” dan pêş, ji bo bandorê li hestên gel bike ji bo hilbijartinan, bîtirî ku zextê li endamên hikûmetê yan wezîran bikin ku dest ji karê xwe berdin. Opozîsyonê bal kişand ser rexnekirina desthilatdarîyê bi binpêkirina maf, demokrasî, mafên mirovan, têkçûna aborî û herî dawî jî kontirolkirina erdhejê.

Tevî ku encamên vê axaftinê hêdî hêdî di anketên raya giştî da li herêmên bandorkirî têne xuya kirin, lêbelê, wê zû xwe gihand stadyuman û dirûşmên ku banga îstifakirina tavilê ya hukûmetê kirin û ew bi derewan di van bîst salên borî da tawanbar kirin.

 

Berîya 6ê sibatê, têgihaştina hilbijartinê ya pêşbazîya ji bo desthilatdarîyê û opozîsyona şeş partîyan li ser bingeha nakokîya di navbera têgehên “Sedsala tirkan”, ku “pîşesazîyên mezin ên navxweyî û serkeftinên herêmî û navneteweyî” û “Sedsala duyem” tê da ne. Lêbelê, hawîrdora siyasî û hestyarî ya ku ji ber erdhejê hat afirandin, îhtîmala veguhastina berpirsyarîya ku ji hêla opozîsyonê ve hat sozdan veguhêzîne şerekî dijwar, dibe ku ji desthilatdarî û partîyên serdest ber bi pergala otorîter an serokatîya navendî ya dewletê ve biçin û bê hesab Tirkîya ji alîyê komeka berfireh ve weke “dewleta kûr” tê binavkirin ve were birêvebirin.

Serokê Partîya CHPyê berdewam rexne li “dewletê” kir û axaftinên ji roja yekem a erdhejê ve di nav gel da dihatin kirin wî jî  dubare pirsî, “dewlet li ku ye?” Her wiha rexneyên wî bi zimanekî zirav li ser cûdatîya di navbera gel da çêdikin bû “etnîkî û mezhebî”,  her wiha piştra jî parlementerên partîyê li pey wî hatin û “dewlet” bi cudakarîya li hemberî zîyandîtîyên bajarên Îskenderûnê (Hatay) sûcdar kirin û Erdogan di heman demê da wekî “bobelata sedsalê” bi nav kirin.

Her çiqas siyaseta rastgir a li Tirkîyayê her tim hewl daye ku dijberên xwe yên çepgir û bi taybetî jî kurdan weke hêmanên dijberî “dewletê” weke ku li welatekî din dijîn nîşan bide. Lê piştî erdhejê dengê îradeya civakî ya ji bo hevgirtinê û derbaskirina astengên ku ji alîyê “dewletê” ve hatine çêkirin derketin holê, ev yek jî wek mînak di kampanyayên alîkarîyê yên ku  partîya HDPyê ji bo herêmên wêran organîze kiribûn da dîyar bû.

Kiliçdaroglu piştî gera xwe ya Amedê ji alîyê Odeya Pîşesazî û Bazirganîyê ya Amedê (DTSO) ve hat vexwendin û derbarê xebatên rizgarkirin û alîkarîyê da agahî danê ji alîyê Serokê Meclîsa Birêveber Mehmet Kaya û nûnerên, sendîkeyan û birêxistinên pîşeyî yên bajêr ve hat pêşwazîkirin. Li vir Kiliçdaroglu girîngîya karê hevbeş tekez kir û got: “Şaredarên me ji bo tevaya Tirkîyayê û zîyandîtîyên  erdhejê dixebitin, çi ji destê wan tê dikin, em cûdahîyê naxin nav tu kesî, ev çand û felsefeya me ye, em her hemwelatîyekî mexdûr li kêlek wî ne, ez niha li Dîyarbekirê dibînim ku eywanên şahîyan kirine cihê pêşwazîya zîyandîtîyên erdhejê, wekî ku xuya dike cihê germ ji wan ra hatiye peydakirin, her wiha pêdivîyên wekî din jî wek xwarin û vexwarinê ji wan ra peyda dibe, ev yek min kêfxweş dike.”

Ne dîyar e ka ew “dewleta“ ku CHP di axaftinên xwe da kiriye hedef, ew eynî dewleta kevneşop a rastgirên tirk bi kar tînin yan na ku ev dewlet jî sêgoşeya “ewlehî-siyaset-mafya”  di nav xwe da dihewîne û di navbera “dewlet”a niha li ber çavê Erdogan bibe hikûmet ji alîyê partîya AKPyê ve tê avakirin. Bawer im mebest ya duyan e ji ber têkilîya dîrokî di navbera CHP û dewleta Ataturk da heye, lê dîsa jî hinek guhartin di partîya CHPyê da xuya dikin, ev guhartin di asta nêrîna dewlet, hikûmet, polîtîkaya partî û hikûmetê û heta di asta dewletê da di bin serokatîya Kiliçdaroglu da pêk hat.

AKPyê rêbazê avakirina “siyaseta hijandinê” ji xwe re hilbijart, ev rêbaz jî helwestên dijminatîyê dijberî rexneyan bi kar anî di asta partî û gelîrî da, ji ber hemû dezgehên dewletê di destê wê da ne, kir xizmeta xwe, ji wezaretan bigire heta sazîyên dad, hiqûq û qanûnê.

Li gorî Kiliçdaroglu : “Dema ku zanebûna dewletê hildiweşe, gendelî dest pê dike, îro jî vê bobelatê ji me ra gendelîya dewletê eşkere kir, dîktatorî zanebûna dewletê wenda dike, her wiha exlaq û xêrê jî wenda dike.”

Li alîyê din Seroka Partîya Baş “IYI Partî” Meral Aksner bêyî ku xîtabî “dewletê” bi wateya wê ya berfireh û kûr bike, bal kişand ser rexnekirina rêbazê birêveberiya AFAD, Heyva Sor a Tirk, wezaret û sazîyên hikûmetê û di heman demê da asta herî kêm a pêwendîyê li gel dezgehên hikûmetê û wezaretan da parast, ev yek jî serokkomarê Tirkîyayê dest da wê tenê bêyî ku guh bide birêvebirên maseya şeşalî. Rojnamevanê tirk Murat Yetkin di wê bawerîyê da ye ku “Çend roj berê vekişîna Akşer ji maseya şeşalî, di bin zexta dewleta kûr da pêk hat, êdî bi hesasiyeta xwe ya li hemberî pirsgirêka kurd û elewîyan, ji hatina Kemal Kiliçdaroglu ya ser desthilatdarîyê tirsa xwe venaşêre.”

Akşener ku ji ber derîyê Wezareta Karên Hundir di nava bîrokrasîya hikûmetê da cih digire, yek ji derîyên ku siyaseta herî nezelal li ber çavan digire dizane di destpêka salên 90î da li Tirkîyayê di serdema lihevketina erkên ewlekarî, desthilatdarî û mafyayê da, zîhnîyet û mekanîzmaya xebata dewleta tirk dizane. Wê ev mekanîzma paşê di dema endamtîya xwe ya di Partîya MHPyê da, ku navê wê bi Mafya û “Gladio”yê ve girêdayî ye, ceriband. Ji ber vî awayî Yetkîn di vê bawerîyê da ye ku: “Mekanîzmayên astengkirina pêşketina Kiliçdaroglu ji alîyê AKP û IYI Partîyê ve hatin aktîvkirin” ku ew di warê siyasî û ewlehîyê da dewlet û mekanîzmayên çalakîya wê rexne dike.

Her wiha Akşener fehim kir ku hevalbendê wê di maseya şeşalî da, bi zimanekî zirav qala pirsa kurd dike, bi tayîbet dema ragihand ku HDP ew nûnerê rewa yê pirsgirêka kurd e di welat da, û berlemana Tirkîyayê ew sîwana ku ev pirsgirêk tê da nîqaş bibe û çare bibe, vê yekê jî hişt ku Partîya Baş “IYI Partî” bi eşkere ragihîne ku hevbendîya wê bi Partîya CHPyê ra li ser mercekî ye ew jî ne vexwandina Partîya HDPyê bo tev li “Hevbendîya Neteweyî” nebe.

Rojnamevan û lêkolînera tirk Ayşe Javdar di wê bawerîyê da ye ku erdhejê tiştekî din eşkere kir : “Rêbazê bikaranîna siyaseta aktorên siyasî yên li Tirkîyayê”. Li gorî Javdar yên ku guhdana “dewletê”  bi têgeha “pergala wê ya bingehîn” dikin hene û yên ku guh didin civakê û li ser daxwazên wê radibin hene, dewlet jî guh nade tu alîyan û tiştê ku gorî xwe rast dibîne dike, tevî encamên vê yekê jî bi dehên salan e karîset bi xwe ra anîne, nîqaşa ku di van demên dawîn de di nav “Hevbendîya Neteweyî” da derdikeve ew ku hinek dibêjin em guh li dewletê dikin û hinek jî dibêjin civak.

Javdar dibîne ku: “Opozîsyon xwedî erkekî krîtîk e ew jî pêwîst e valahîya polîtîkayên guhdarkirina dewletê tijî bike û hilberandina polîtîkayên paşerojê li ser bingehê hevsengîya di navbera guhdarîkirina civakê da û di heman demê da pir bi hişyarî tevbigerin da ku rasterast bi bingehên dewletê ra nekevin  pevçûnê  û da ku rûbirûyê bertekên tund nebin û şikandina wan bingehan bi serê xwe hilweşe bi dûrxistina wê ji rêgezên jîyana civakî.”

Siyaseta rastgir a li Tirkîyayê her tim hewl daye çepgiran dijberên xwe û taybet jî kurdan weke hêmanên li dij “dewletê”, weke ku li welatekî din dijîn nîşan dide. Lê piştî erdhejê dengê îradeya civakî ya ji bo hevgirtinê û derbaskirina astengên ku ji aliyê “dewletê” ve hatine çêkirin derketin holê, ev yek jî wek mînak di kampanyayên alîkarîyê yên ku  partiya HDP ji bo herêmên wêran organîze kiribûn de diyar bû. Serkeftina vê hevgirtinê û derbasbûna wê ji sînorên alîkarî û şert û mercên bobelatê,  bêguman ev yek tê wateya avakirina civakeka ku di navbera pêkhateyên xwe da dîyalogê bike.

An jî li gor nêrîna siyasetmedarê navdar ê HDPyê, Sirî Soraya Onder, tundîya zêde ya di civakê da bi aşitîyeka zêde were guhartin, li ser rêya bidestxistina aramîya tê xwestin, di heman demê da polîtîkayên rastgir ku li ser bingeha nakokîyên îdyolojîk gur dikin û xwe ser van nakokîyan jî jîyan dikin, helbet ew ê her tiştî bike ku “dewletê” li ser siyasetê û ji nîqaşên siyasî dûr bihêle û dewletê ji nîqaşan mezintir bike ku wê pîroz bike hema hema wekî pîrozîya olî bike.

Encamname:

1- Partîya Baş  “IYI Partî”  û seroka wê Meral Akçner, pêwîstîya “guhdarîkirina dewletê” radixe ber çavan û dûrxistina wê ji rexnekirina bersiva belengaz ya erdhejê wêneyeka zelal a ku partî hewl dide bingeha siyaseta xwe di siberojê da li ser esas bigire, bi taybetî heger ew bingeha xwe ya gelêrî da bi ser bikeve piştî hilbijartinên gulana bê.

2- Serokkomarê Tirkîyayê piştî erdhejê bi Akşener tenê ra têkilî danî, bêyî ku bi serokên opozîsyonê yên din ra têkilîyê bike û dest da wê tenê di merasîma cenazeyê serokê berê yê Partîya CHPyê da û tekezkirina wî li ser “başkirina hin partîyên opozîsyonê” dema ku li dij opozîsyona xwe sûcdar dike, di heman demê da behsa hevgirtina nêrînên rastgir ên li ser “dewlet û pergala damezrîner” dike û cudahîya wê ji ya ku di çepên tirk de hertimî serdest e û vê dawîyê partîya CHPyê jî ket nav wan.

3-Serokkomarê tirk bi feraseteka kevneşopî hewl dide opozîsyonê ji hundir ve parçe bike, li ser bingehê ku partîyên siyasî yên ku xizmetê ji dewletê ra dikin û yên ku  dixwazin dewlet hilweşe hene ku ew berjewendîyên xwe yên siyasî dewletê dixe metirsîyê.

Wergera ji zimanê erebî: Heysem Mislim