Êrîşa li dij Amedsporê sînorê futbolê derbas dike

DR. THOREAU REDCROW

Gelo hûn dewleta ku werzişvan tê da jîyana xwe dixin metirsîyê da ku nûnertîya bajarekî dagîrkirî di pêşbirkeka sporê da bikin, çi navî lê dikin? Ji bo em bersivê bibînin, divê em li maça futbolê ya di navbera Amedspor û Bursasporê da ku roja yekşemê (5ê adarê) li stadyuma Bursayê ya başûrê Istenbolê çêbû, binêrin. Ev maç mînakeka zindî ya ku tu li Tirkîyayê kurd bî; tîma Amedsporê ya ji paytexta Bakurê Kurdistanê: Amed mezintirîn bajarê ku piranîya niştecihên wê kurd in li cîhanê, rastî êrîşa ji alîyê alîgirên tîmên bajarên Tirkîyayê, hat.

Êrîşa rastî, di êvara berî maçê da pêk hat, dema ku alîgirên Bursasporê roja şeva şemîyê li derdora otela Amedsporê fîşekên hewayî avêtin û silogana “Bextewar e ew kesê ku ji xwe ra dibêje ez tirk im” beriz dikirin. Ev hevok ji xîtaba Mistefa Kemal Ataturk a sala 1933yan hatiye wergirtin ku piştî gotina wê bi çar salan berhem da, dema ku artêşa Tirkîyayê qirkirineka komî li dij kurdên ku wê dem ew gotin red kirin pêk anî.

Ev silogana progandayî ya neteweyî ku mirov dikare li ser hemû tabloyên li tevahîya herêmên kurdan bibîne, rastîya helwesta dewleta Tirkîyayê eşkere dike. Di vê çarçoveyê da, ne tenê kurdan diçewisînin û wan dikujin û êşkence dikin û bi awayekî hovane bi wan ra danûstandinê dikin, lê belê kurdan neçar dikin vê siloganê bibêjin.

 Piştî vê berzkirinê, alîgirên Bursasporê li tevahîya bajar bi parastina polîsên Tirkîyayê gerîyan, da ku li kurdekî ku alîgirê Amedsporê be bigerin û êrîşî wî bikin. Ev rewş berîya şeva maçê bû.

Faşîzma eşkere

Roja yekşemê û heta berîya destpêkirina maçê, bi awayekî eşkere nexweşîya civakî yên tûj  û nefreta li dijî biyanîyan ji bo parastina neteweperestîya tirk derket holê, dema ku lîstikvanên Amedsporê hewl dan derbasî stadyumê bibin da ku berîya lîstokê xwe germ bikin, alîgirên Bursasporê fîşekên hewayî, kêr, gule, kevir, betarî û şûşeyên avê avêtin stadyumê. Di heman demê da, siloganên nijdaperestî li dij kurdan li tevahîya stadyumê hate berizkirin û sembola birêxistina Gurên Boz (ev birêxistin li Fransa û Awisturyayê qedexe ye) hate bilindkirin ku ev sembol nîşaneya zihnîyeta kujer û faşîzmê ya birêxistina Gurên Boz e ya ku dixwaze kurd, yûnan û ermenan bikuje, navdar e.

Ji bo li dervayî tiştê diqewime nemînin, lîstikvanên Bursasporê êrîşî lîstikvanên Amedsporê kirin wekî dixwestin tekez bikin ku ew ne kêmî hovîtîya alîgirên xwe ne. Tiştê ku çêbûye, berîya sirûda neteweyî ya tirkî pêk hat, ku ev jî wekî heqareteka din e ku lîstikvanên Amedsporê (taybet ên kurd ji wan) rawestin û sirûda dewletê ya ku dema bibêjin tundîya fermî li dijî wan were kirin. Tiştê ku çêbûye, zindana Amedê ya hejmara 5 ku li Tirkîyayê xwedî navekî xerab e, anî bîra min, dema ku girtîyên kurd di salên 80 û 90î da neçar kirin ku di bin lûleya pîsîyê da xwe bişon, berîya ku neçar bibin sirûda neteweyî ya tirkî bibêjin. Her wiha girtîyê bi navê Yihya  ku wan rojan bibîr tîne û dibêje:

Di sibehê da, em neçar dikirin ku hin sirûd û stranên neteweyî ezber bikin û piştra bibêjin. Girtîyên ku nikarîbûn ev yek bikirana, ew ceza dikirin. Me nedizanî em çawa ezber bikin. Piranîya me, nizanîbû bixwîne an jî bi tirkî binivîsîne, lewra li me didan.”

Em vegerin stadyumê û cihê ku sûc lê hatiye kirin ku lîstikvanên Amedsporê vê carê rastî êrîşê hatin. Dema ku maç dest pê bû, nefret zêdetir bû û alîgirên Bursasporî pankêrtên piştgirîya tîmên mirinê yên ku di salên 80yî da, bi hezaran kurd li tevahîya welat kuştin bê ku tu hesab ji wan were xwestin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku Arif Doxan ku piştî çend salan bi damezirandina birêxistina “JÎTEM”ê li xwe mukir hat û eşkere kir ku wî tîmek ku bi dehhezaran kesan pêk dihat bi rê ve dibir, da ku operasyonên kuştinê ku pê dihatin erkdarkirin pêk bînin û li ser her sûcekî kuştinê 3000 lîreyên tirkî distandin. Sîxûrê bi navê Tuncay Guney ku  derbasî nava “JÎTEM”ê bû, dibêje, ji bilî berdana guleyan li ser xelkê li nava kolanan bi roj, her wiha wan kurd bi madeyên jehrî dikuştin û cenazeyên wan diavêtin, bîrên girêdayî şerîketa “Botaş”ê ya petrolê ya dewleta Tirkîyayê.

Di heman demê da, alîgirên tîma Bursasporê li standan, pankêrtê ku li ser wêneyê endamê îstixbaratê Mehmûd Yildirim ku bi hovîtîya xwe û bi navê “Yîşîl” (kesk) dihat naskirin û Jem Arsver fermandarê “JÎTEM”ê, ku bi sûcên kirine li xwe mukir hat berîya ku li ser destê “Yîşîl” sala 1993an were kuştin, xêz kiribûn. Li kêleka van kesan, wêneyê erebeya “Rîno Toros”ê ya spî, kopîya tirkî ji “Rîno 12”a fransî, ku erebeya kujerên dewleta Tirkîyayê di dawîya salên 80 û 90î da dema ku operasyonên kuştinê li tevahîya herêmên Bakurê Kurdistanê li dij kurdan ên ku daxwaza mafên xwe yên mirovahî dikirin, bikar tanîn.

Ev rewşên windakirinê li herêmên kurdan, bi navê bûyerên “Torosa Sp dihat binavkirin, ji ber ku sîxûrên îstixbaratê yên di “JÎTEM”ê da û cendirma piranîya caran ciwanên kurd dixistin wan erebeyan, ev yek dihat wê wateyê ku piştî vê yekê qet malbata xwe nedîtin. Piştra, nivîskar Ehmed Ay ew roj wiha pênase kirin:

Di dawîya salên 80yî da, dema ku ez dereng dimam, dayîka min diçû eywanê da ku binêre erebeyên Toros spî li kolanê hene an na. Her kesî dizanîbû ku dîtina vê erebeya spî tê wateya rewşeka xerab. Tevî vê yekê jî, “JÎTEM”ê kiryarên xwe venedişart.”

Bi demê ra, hestîyên hin cenazeyên kurdan di sendoqên gelaşê da hatin dîtin, lê heta niha bi hezaran windahî heta roja me ya îro hene. Komek bi navê “Dayîkên Şemîyê” heye, ji sala 1995an ve, di dawîya her hefteyê da piştî nîvro li herêma Galatasarayê ya Istenbolê kom dibû û banga edaletê û daxwaza hestîyên kuştîyên kurd dikirin, heta sala 2021î (berîya ku rejîma Erdogan qedexe bike). Yek ji wan dayîkan Almas Arîn bang kir û got: “Ez hestîyê kurê xwe dixwazim da ku veşêrim û serdana gora wî bikim û ji bo wî nimêjê bikim.¬”

Hewaseka komî

Hemû tiştê li jorê vê pirsê dikin: Çima alîgirên tîma hevrik di maça futbolê da, wêneyên birêxistina tîma mirinê ya girêdayî dewleta Tirkîyayê, bilind dikirin? Di demekê da wê komê zêdetirî 5 hezar operasyonên kuştinê pêk anîn bêyî ku tu hesab ji kujer were xwestin, tevî ku rojnamevanan û parêzvanên mafên mirovan, rewşenbîr û çalakvanên siyasî, ev yek şermezar dikirin? Bersiv: Ji ber ku piranîya van qurbanîyan kurd bûn, an jî di hin rewşan da hevalbendên kurdan ên çepgirên tirk bûn, ku dewleta Tirkîyayê wan xayîn dibîne. Lê ji ber ku Amedspor nûnertîya bajarê Amedê yê kurdî yê dagirkirî dike (ku dewleta ew dagîr kiriye navê wê kiriye Dîyarbekir) hemû lîstikvanên wan eger kurd bin an na, bi awayekî otmatîk bi çavê dijminê Tirkîyayê li wan dinêrin û hêjayî mirinê ne.

Bi vî awayî, alîgirên Bursasporê xizmeteka piçûk pêşkêşî cîhanê kir, ji ber ku pir kêm bû hovîtî û sadîzma ya netewperestîya Tirkîyayê li pêşîya cîhanê tê eşkerekirin. Di dîmenên ku li ser toreyên tevna civakî hatin belavkirin, dîyar dibe ku alîgirên Bursasporê tiştan davêjin stadyumê û bi awayekî hovane li mêrekî kurd li standan didan û bi dehan alîgir ber wî ve çûn da ku ew jî lê bidin.

Her wiha, dîmenên ji maçê belav bûn, dîyar dibû ku lîstikvanên Amedsporê dema ku tişt diavêtin wan, gelek hewldan ku gogê biavêjin, lewra Amedspor ev pirs kir: “Gelo ma gengaz e ku lîstikvanên me werin kuştin, heta ku maç were rawestandin.” Carekê, lîsikvanekî Amedsporê  nîşan da ku ew nikare kornerê pêk bîne ji ber ku rastî êrîşê dihat, lê lîstikvanên Amedsporê bi hêrs ew ber bi gogê ve avêtin da ku gogê biavêje, lê piştra ew lîstikvanê Amedsporê tiştek ji standan hate avêtin, li wî ket. Her wiha, di dîmeneka din da, golarê Amedsporê Kantuj Temel (ku bi xwe tirk e) ji pişt ve tiştek li pişta wî ket û ew li erdê ket. Di heman demê da, siloganên “mirin ji tîma kurdî re” zêdetir bûn ku cesaret kir li stadyuma wan bilîze.

Ji bo alîgirên Bursasporê, di rastîyê da “sûc” ew e ku kurdekî tenê jî li Amedê hebê. Li ser vî esasî û li gorî wan, pêwîst e kurd bi rêya qirkirineka komî wekî ku çawa li dij ermen, yûnan û aşûrîyan pêk hat, werin tesfîyekirin, da ku “yekbûna xwe ya tirkî” ya tek dewlet, tek milet, tek ol û tek ziman, biafirînin. Lewra, ev sedem têrê dike ku tiştê çêbûye ji çîrokeka sporê zêdetir e, lê belê waneyeka li ser armanca dewleta tirk ji bo piranîya kurdan ku hejmara wan zêdetirî 20 milyon kes e ku heta niha di dorpêça rejîm û dîktatorîya ku dixwaze wan qir bike da ne.

Piştre di deqeya 81ê a maçê da, dema ku tîma Bursasporê golek anî, 5 lîstikvanên wê silava leşkerî kirin, ku ev silav dema ku tîma neteweyî ya tirkî ya futbolê piştî anîna golan ev silav dikirin ji bo piştgirîyê bidin dagîrkirin û qirkirina etnîkî ya bajarên kurdan ên wekî Efrîn, Serê Kanîyê û Girê Spî li Rojavayê Kurdistanê, bi nav û deng bû.

Herî dawî, piştî ku maç bi dawî bû, hesabê Amedsporê li ser toreyên tevna civakî ragihand ku çawa berpirsê ewlekarîyê yê taybet û efserê ewlekarîya klûbê û karmendên klûba mazûvan, her wiha efser û polîs, di odeya cilan da êrîşî wan kirine. Ev yek asta hevgirtina di navbera girseya hêrsbûyî yên ku banga kuştinê dikin, bi sazîya birêxistinkirî ku normal ew li şûna wan vê erka qirêj pêk tîne dîyar dike, ji ber wê jî lîstivanên Amedsporê ji alîyê polîsan bi xwe jî ne ewle bûn. Berîya niha bi çend salan, mêrekî kurd ji min ra behsa du bûyeran di otobîsê bavê wî da çêbûne kir; ku yek endamên ewlekarîyê ya tirkan guleyek avêt serê kurdekî û qirika yekî din qut kirin û bi aramî nîşaneya xwe ya ewlekarî beriz kirin û derketin û got: “Kesî ji me hewl da neda ku wan rawestîne, ji ber ku me dizanî em nikarin li dij polîsan serî li polîsan bidin.”

 Helwestên hevgirtî

Piştî maçê, siyasetmedar, hunermend û mûzîkvanên kurd hemûyan bi hev ra dest bi belavkirina wêneyên xwe yên bi cilên Amedsporê kirin tevî haştaga “#Amedspor_ne_bi_tenê_ye”, ji ber ku dizanin mijar ne tenê girêdayî maça futbolê ye, lê belê wateya ku tu îro li Tirkîyayê kurd bî, nîşan dide. Ji alîyê xwe ve, HDPyê daxuyanîyek da û tê da got:

Em êrîşên nîjadperestane yên li dij Amedsporê li Bursayê şermezar dikin. Atmosfêra ku tê da ruhê kûjerên salên 90î û berhemên “JÎTEM”ê hebe, nikare Amedspor qedexe bike û nikare hêvîya aşîtîyê tune bike. Divê kesên berpirs li pêşîya qanûnê, werin cezakirin. Em bi milyonan in ku li ber faşîzmê xwe natewînin.”

Her wiha, hevserokê berê yê HDPyê ku niha di zindanê da ye Selahedîn Demîrtaş ku wêneyê xwe tevî hevjîna xwe ku cilên Amedsporê li xwe kiribûn li ser internêtê hatibûn belavkirin, daxuyanîyek da û wiha xîtabî lîstikvanên Amedsporê kir: “Bi serbilindî wekî her car berdewam bikin û futbolê baş bilîzin û berdewamîya siyasî ya Torosên Spî ji me ra bihêlin. Em radestî bav û kalên wan nebûn, em xwe radestî zarokên wan jî nakin.”

Li bara “berfirhîya siyas, sendîkeya parêzberan a Amedê doz derbarê bûyerên maçê da bi tewana “teşwîqkirina girseyê li ser nefret û dijminahî û bi zanebûn xistina ewlekarîya giştî di metirsîyê da û heqaret û pelixandina mirovan” vekir. Tiştê çêbûye di rastîyê da, kurtasîya mînaka dîktatorî ya Erdogan di dirêjahîya 20 salan li Tirkîyayê bû. Di vê çarçoveyê da, mîrasa xwe ya dirêj ji tundîya dijî welatîyên kurd berdewam kir û gelek çalakvanên sivîl, rojnamevan û mamosta girtin, heta gihaşt astekê ku peymankarên avahîyan ên gendel piranîya wexta xwe di avakirina zindanên nû da, derbas kirin. Ji ber vê yekê, wan peymankaran karê xwe paşguh kirin û avahîyên niştecihbûnê yên xerab ava kirin, ku hemû hilweşîyan û bûne gorên komî piştî erdhejê li tevahîya herêmên başûrrojhilatê Tirkîyayê (Bakurê Kurdistanê).

Derbarê erdhejê da jî, di stadyuma futbolê da parçebûneka din ya eşkere hebû li bara bertekên alîgiran. Berîya heftîyekê ji êrîşên Bursasporê, temaşevanên maça Bişiktaşê ya li dij Antalyasporê, pêlîstok avêtin stadyumê ji bo alîkarîya zarokên qurbanîyên erdhejê. Di vê rewşê da, rê ji alîgirên tîma Bişiktaşê yê mazûvan ra hate dayîn ku pêlîstok û cilên zivistanê biavêjin stadyuma “Vodafone Park”ê ya Istenbolê, ji bo alîkarîya qurbanîyên erdheja 6ê sibatê.

Avêtina lîstokan di maça bi tîma hevrik a ji bajarê Antalyayê ya ku piranîya niştecihên wê tirk in, piştî wê bi heftîyekê veguhêzî avêtina şûşe, gule û kêr ber bi lîstikvanên tîma Amedsporê ve ji her alî ve. Xelasbûna ji zarokên kurdan bi rêya revandina wan di erebeyên spî da an jî guleavêtina wan hêjayî wan dîtin, li şûna pêlîstokan.

Hêza sembolîk

Lê ev êrîşa  dawî mixabin ne ku bûyereka tekane bû, lê belê lîstikvanên Amedsporê di sala 2017an da, rastî êrîşa alîgirên tîma Konsyasporê yên netewperestên tirk hatin. Di heman demê da, dîroka klûba Amedsporê bi êrîşên dûbarekirî ji alîyê dewleta tirk û Yekitîya Tirkîyayê ya Futbolê ve dagirtî ye, ji ber ku bi çavekî daxwazên kurdan ên ji bo azadîyê li wan dinêrin. Bo nimûne, ji sala 2015an ve, alên Kurdistanê di hemû maçên klûbê da hatin qedexekirin û ev rastî bû sedema girtina 5 kurdan di îlona 2022yan da ku ala Kurdistanê bi wan re hebû. Sala 2016an, Yekitîya Tirkîyayê ya Futbolê lîstikvanê berê yê Amedsporê Denîz Nakî qedexe kir ku 12 maçan bilîze û ew neçar kirin ku 19 hezar û 500 lîreyên tirkî bide, ji ber “propogandaya îdyolojî” piştî ku bi rêya facebookê nameyeka piştgirîyê ji bo kurdên ku li hemberî artêşa Tirkîyayê li taxa Sûrê (naverasta Amedê) ku qirkirina etnîkî pêk anî û bajarê kevnar wêran kir, belav kir û tê da got:

Em vê serkeftinê dîyarî kesên ku canê xwe dan û yên ku birîndar bûne di çewisandineka ku /50/ rojî li ser axa me rû da, dikin. Ji ber ku em Amedspor in, me serî netewand û em vê yekê jî nakin. Bi bawerîya bi azadî, em çûn stadyumê û em bi ser ketin.”

Piştî vê yekê, polîsên Tirkîyayê êrîşî nivîsgehên tîma Amedsporê kir, bi hinceta ku Nakî dibe ku name bi rêya yek komputerên taybet ên klûbê belav kiriye. Ev yek rastîyeka din eşkere dike ku ew jî yekitîya sembiyotîk a di navbera dewleta Tirkîya û yekitîyên wê yên sporê da, ku divîyabû ev yekitî neyên siyasetkirin. Lewra piranîya caran polîsên Tirkîyayê tiştên taybet ên Amedsporê desteser dike û qedexe ku alîgirên xwe li tevahîya maçên derve amade bibin, wekî çawa cara dawî pêk hat. Di demekê da ku lîstikvanên Amedsporê rastî êrîşên bi kevir û şûşeyan dihatin, alîgirên Bursasporî siloganên “mirin ji kurdan ra” beriz dikirin, alîgirên Amedsporê qedexe bû ku derbasî stadyumê bibin.

Bi heman rêbazê dewleta Tirkîyayê li hemberî çi berxwedaneka siyasetên çewisandin û qirkirina komî li dij kurdan (ku min berê li ser nivîsîye) sûc pêk dianî, qedexe dike ku tu piştgirîyên razberî yên derve ji bo klûbên futbolê yên kurdan dema ku rastî êrîşan were, çêbibe, ev yek li ser esasê ku piştgirîya bi qurbanîyên kurdan ra, wekî sûcekî li dij dewletê dibînin. Ev jî sedemeka din e ku her kurdek li Kurdistana mezin û li her derê yekser derkevin û cilên Amedsporê bikirin û bikin tîma xwe ya bijare. Gelek awayên serîhildanê hene, di vê rewşê da, dibe ku ji tiştekî piçûk wekî cilê futbolê dest pê bike.

Dr . Thoro Redcro:  Lêkolînerekî amerîkayî ye di warê nakokîyên navneteweyî da, pisporê jîyopolîtîk, pirsgirêkên gelên bêdewlet û tevgerên çekdar da dixebite. Ew mêvanê hertimî ye li Encûmena Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî li Cinêvê û weke şêwirmendê siyaseta derve ya çend komên ku li mafê çarenivîsê digerin kar kiriye. Ew berê li seranserê Ewropa, Amerîkaya Latînî û Karîbî,  Rojhilatê Afrîkayê û Rojhilata Navîn xebitîye. Niha jî di birêveberîya Beşa Zimanê Îngilîzî di Navenda Kurdî ya Lêkolînan da dixebite.

Wergera ji zimanê erebî: Kendal Cûdî