Çawa gendelî, paşguhkirin û lêborînan hişt ku encamên erdhejê li Tirkîyayê zêdetir bibin?

NAVENDA KURDÎ YA LÊKOLÎNAN

Biêxistina Tenduristîyê ya Cîhanî ragihand ku kesên ji ber erdheja Mereşê ya wêranker ku li Tirkîya û Sûrîyayê pêk hat, zirar dîtine derdora 26 milyon kesan e. Para Tirkîyayê tenê zêdetirî 20 milyon kes in ku zirar dîtin, lê ji alîyekî din ve jî hejmara qurbanîyan zêde dibe û heta vê kêlîyê hejmareka dîyar tuneye. Her wiha, zirarên darayî ku ji ber erdhejê çêbûne, li gorî Yekîtîya Kompanî û Karsazên Tirîyayê  84,1 milyar dolar e. Nîqaşên ku li ser asta giştî jî çêbûne, ji kêlîya ku bobelat rû daye, hikûmet berpirsê bobelatê dîtin û careka din nîqaşên derbarê polîtîkayên hikûmetê yên bêkêr di rûbirûbûna bi metirsîya erdhejê da, derketin holê.

Yekem: Bikaranîna pîvanên xirab û lêborîn

Piştî erdheja ku sala 1999an li deryaya Mermerayê ya rojavayê Tirkîyayê rû da û di encamê da zêdetirî 17 hezar kes mirin, Tirkîyayê pîvanên avahîyan dijwartir kir. Lê qanûn û pîvanên nûjen ên ku sala 2018an hatin danîn, bi awayekî xerab hatin bikaranîn. Di vê çarçoveyê da, pispor dibêjin ku pêwîstî bi qanûnan heye da ku wekî van bobelatan rû nedin. Lê bi awayekî giştî, bikaranîna van qanûnan ji alîyê kompanîyên avakirinê tê paşguhkirin û lêborîn heye, ku gelek ji wan kompanîyan nêzî serokkomarê Tirkîyayê Erdogan in (1). Li gorî metna nûjen ku sala 2018an ya girêdayî rêgezên Tirkîyayê yên avakirinê hatine danîn, divê  çîmentoya herî baş di nav da hesin ji bo avakirina stûnan û piştgirên çîmentoyê  yên pehnayî were bikaranîn, da ku xwe li hemberî erdhejê li ber xwe bide (2). Lewra, nêrînên pisporan balê dikişînin ser alîyên kêmasîyên fenî û sextekarîya di xebatên avakirinê da. Her wiha, sedema hilweşandina avahîyan, vedigerê ser cûreyê herî xirab ê bikaranîna çîmentoyê ku tê da gelek av û kevir tê bikaranîn û hindik ji çîmentoyê. Di heman demê da, hin sedemên din jî hene ew jî cureyê hesin ku yê gelekî zirav bikar tînin ku nikare ji stûnan re bibe piştgir, di encamê da xurtbûna avahîyan kêmtir dibe(3). Lê sedema ku herî zêde bandora xwe kir, sîyaseta lobprînê ya ji binpêkirina avakirinê ra, dema ku Tirkîyayê ji salên 60î da siyaseta lêborînê ji bo binpêkirina avahîyan li beramberî dayîna pereyan, meşand. Rêdayîna herî dawî ku sala 2019an li wîlayeta Hatayê hate dayîn, ku ew wîlayeta herî zêde ji ber erdheja dawî, zirar dît.

Ji ber van lêborînan, bi milyaran pere ketin xezîneya dewletê, lê ew sedema sereke ya metirsîya dema niha ye. Di vê çarçoveyê da, oposîzyona li dijî Erdogan hişyarî da û ragihandin ku ev lêborîn wê bibe sedema bobelata rûdana erdhejeka mezin ku li welat pêk were. Berîya çend rojan ji rûdana bobelatê, dezgehên çapemenîyê yên Tirkîyayê ragihandin ku qanûneka nû ya dabeşkirina herêmên ku jê ra rê hatiye dayîn heye, lê li benda erêkirina parlamentoyê ye, di demekê da ku di rapora Wezareta Jîngehê da ragihand ku 50% ji avahîyên li Tirkîyayê ango 13 milyon avahî ne li gorî sîstema ku dihate xwestin, hatine avakirin(4). Li gorî daxuyanîya Serokê Odeya Planên Bajaran a li Istenbolê ya girêdayî Odeya Tirkîyayê ya Endezyarên Avakirinê û Endezyaran, derdora 75000 avahî ji loborîna dabeşkirina herêman li herêma ku erdhej tê da çêbûye, sûd wergirtine (5).

Duyem: Dûrxistina artêşê ji beşdarbûnê di bobelatan da

Ji sala 2009an ve, Serokatîya Birêvebirina Bobelat û Rewşên Awarte (AFAD) bû desthildarîya birêveber û kordîneter di rewşên awarte ku tîma wê ya kar ji 10 hezar kesî heta 15 hezar kesî pêk tê. Lê berîya derketina Birêvebirina Bobelatan ser dikê, artêşa Tirkîyayê dema erdheja 1999 roleka sereke a lêgerîn û rizgarkirinê di nava çend saetan da, lîst.

Piştî erdheja 1999an, di dema Erdogan da, rola artêşê hate kêmkirin û bû bazirganîyeka sîyasî. Her wiha, ji dema derbeya têkçûyî ya sala 2016an da, hikûmeta Erdogan protokola ku rê dida hêzên çekdar destwerdanê di rewşên bobelatê da bike, bê ku perspektîfê ji tu alîyan bigirin, da rawestandin. Lewra, dûrxistina artêşê yek ji faktorên derengmayîna veguhastina hêzê bo deverên zîyandîtî ye (6). Lê Erdogan ji ber giranîya bobelatê û asta wêranbûnê, wê neçar bimîne ku bang li yekîneyên leşkerî yên girêdayî artêşê bike da ku destwerdanê bike. Di encamê da, dibe ku biryara rawestandina protokolê ji ber têkçûna Birêvebirina Bobelat û Rewşên Awarte di erka rizgakirinê da, careka din lê vegerin.

Ji ber nakokîyên Enqereyê bi Washingtonê ra, Enqereyê berîya niha gef xwaribû ku ew ê Baregeha Incirlikê ya Leşkerî bigire. Lê rola baregehê di dema rizgarkirinê da, zêdetir bû; di vê çarçoveyê da, artêşa Amerîkayê ragihand ku heta roja înê wan zêdetirî hezar û 337 rêwîyên asmanî yên navdewletî ji bo destekdayîna hewldanên alîkarîyê ji bo erdhejê wergirtine. Her wiha, hêzên asmanî yên Amerîkayê du tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên USAIDê li gel endezyarên avahîsazîyê û pizîşkan û zêdetirî 7 tonên alavên awarte radestî baregehê kirin da ku destekê bide tîmên herêmî û navdewletî (7). Ev yek dibe ku helwesta generalên tirkan ên xwedî meylên NATOyê di hûndirê sazîya leşekerî ya Tirkîyayê wê xurtir bike û girêdana leşkerî ya bi Washigtonê ra wê berdewam bike, tevî ku Erdogan hewl dide têkilîyên leşkerî sînordar bike. Di encamê da, mijara dûrxistina artêşê ji civakê careka din ji nû ve were  nîqaşkirin.

Sêyem: Tewanbarîya bi gendelî û berpirsyarîyê

Berîya hilbijartinên xwecihî yên di 31ê adara 2019an da, Erdogan di girseya gel da xîtabî welatîyên Mereşê kir û got: “Me pirsgirêka 144556 welatîyên ji Mereşê bi lêborîna avakirinê çareser kir”. Erdogan di gera xwe ya li welat da berîya hilbijartinên 2019an, di kombûnên Meletîya û Hatayê da, pesnê gava lêborînê ku hikûmet pê rabûye, da (8). Lê ev kantonên navborî yên herî zêde ku zirar ji ber erdheja dawî dîtine. Her wiha, opozîsyonên tirkan jî yên ku dîmen an jî gotinên Erdogan bi kar anîn, wekî nîşaneya kirîna dengan û piştgirîya gendelîyê, bi nav kir.

Di heman demê da, partîyên oposîzyona Tirkîyayê, hikûmeta Erdogan bi nepêkanîna rêgezên avahîzîyê û bikaranîna xirab a pereyên bacê ku piştî erdheja wêrankirî ya sala 1999an, hate ferizkirin ji bo xurtkirina avahîyan li hemberî erdhejê, tewanbar kirin (9). Di gulana 2018an da, dema ku qanûna lêborînê ya taybet bi dabeşkirina herêmên ku wê lêborîn tê da were kirin hate meşandin, hikûmetê 2 milyar dolar ji ber vê yekê qezenc kir (10). Her wiha ji sala 2002an ve jî, bacgerên tirk “baca erdhejê” mirov dikare bêje ku li ser her karekî darayî bac didan, ji baca erebeyan bigire heta abaca kirîna bilêta balafirê. Armanc ji baca erdhejê ew bû ku wekî tedbîreka demkî ji bo avakirina sendîkeya rewşên awarte û bobelatan bû. Di vê çarçoveyê da, hikûmetê zêdetirî 140 milyar lîreyên tirkî (17,4 milyar dolar) ji bacgiran stand (11).

Di deh salên borî da yên berîya sala 2022an, Tirkîya 47 astan di Indeksa Têgihaştina Gendelîyê da ya girêdayî Birêxistina Transparency ya Navdewletî daket û gihaşt asta 101ê, piştî ku di sala 2012an da, ji nav 174 dewletan, di  asta 54 da bû (12), di demekê da ku hikûmet û serokkomar xwe dîtin ku ne neçar in dateyên xerckirinê zelal bikin, heta ew pirsên girêdayî baca erdhejê. Piştî erdheja ku li wîlayeta Xarpêtê rû da û di encamê da, 41 kes hatin kuştin, di çileyê da ji Erdogan çawanîya xerckirina pereyên baca erdhejê hate pirskirin, Erdogan got: “Ne karê kesekî ye ku çawa pereyên baca erdhejê têne xerckirin pirs bike. Ew li cihê ku divê werin xerckirin, têne xerckirin”(13). Di her halî da, pirsên girêdayî wan pereyan heram bû ku bihatane pirskirin. Her wiha, Erdogan hûrgilîyên tedbîrên rûbirûbûna karasetên gengaz jî, zelal nekir. Di encamê da, nebûna zelalîyê, hişt ku oposîzyon serokkomar wekî berpirsyarê giştî bi nav bike. Di dîmenekî da ku piştî erdhejê derket, birêveberê oposîzyonê (maseya şeşan) Kemal Kiliçdaroglu behsa bikaranîna xirab a pereyên baca erdhejê kir û got: “Eger kesek tenê berpirsê vê yekê be, ew jî Erdogan e.. di dirêjahîya 20 salan da, vê hikûmetê welat ji bo erdhejan amade nekir.”

Lê bi awayekî giştî, di salên destpêkê yên dema Erdogan da, li Tirkîyayê geşepêdaneka mezin a avakirinê çêbû ku faktoreka mezin a aborî bû. Li gorî hejmarên fermî, hejmara kompanîyên di warê avakirinê da dixebitîn ji %43 zêde bûne û berîya alozîya Koronayê ya sala 2020an, hejmara kompanîyan bû 127 hezar. Kompanîyên borî yên mezin yan yên rejîma Tirkîyayê bûn an jî nêzî serokkomarê Tirkîyayê bûn. Dibe ku lezbûn û berfirehbûna xebatên avakirinê, li ser hesabê rêgezên ewlehîyê pêk hat.

Çarem: Hewldanên hikûmetê yên kontrolkirina rewşê û bertek 

Piştî erdhejê yekser, Erdogan rewşa awarte heta sê mehan ragihand û li herêmên ku zirar dîtine bi merdî ji pereyên giştî mezextinê bike. Her wiha Erdogan soz da ku ew ê bi deh hezar lîreyên tirkî (530 dolarî) bide kesên ku zirar ji erdhejê dîtine û ji bo kirîya wan ew ê bibe alîkar. Di heman demê da, di îna borî da, got wê 100 milyar lîreyên din (5,3 milyar dolar) bide xebatên piştî erdhejê (15).

Ev bergirî bi awayekî lezgîn derketin holê, da ku hewl bide rewşê kontrol bike û nehêle  ku hêrsa gel rabe, nexasim 7 wîlayet ji eslê 10an, ku zirar ji ber erdhejê dîtin, dengê xwe dan partîya AKPyê. Ev yek tê wateya ku xerckirina Erdogan a zêde, da ku hêrsa gel li herêmên ku dilsozê wî ne, ranebe. Lê li herêmên ku deng nedane partîya wî, tu alîkarî pêşkêş nekir wekî ku çawa Amed paşguh kir.

Û ji bo berpirsyartîyê ji stûyê xwe derxin, Wezîrê Edaletê yê Tirkîyayê Bekirî Bozdag di 12ê sibatê da, ragihand ku li dijî 134 gumanbarên peymankar (kesên ku avahîyan lêdikin) heta niha di çarçoveya lêpirsînên derbarê avahîyên ku ji ber erdhejê hilweşîyane, tedbîrên qanûnî pêk hatin. Her wiha, Bozdag anî ziman ku 3 kes hatine girtin û li benda dadgekirinê ne. Her wiha, Wezareta Edaletê biryar da ku nivîsgehên lêpirsînê di sûcên erdhejê da di kantonan da werin avakirin(16). Lewra, dibe ku hikûmet berpisyarîyê bixe stûyê hin peymankaran da ku raya giştî bixapîne û asta rexneyan kêm bike.

Encam

Tirkîya di rewşên dijwar û şokeka giştî ku li civakê xist, derbas dibe. Di heman demê da, oposîzyon, hikûmetê wekî berpirsyar dibîne û awayê hikûmetê yê danûstandina bi dosyaya erdhejê ra û di encama vê yekê da, gendelî û bikaranîna xirab a rêgezên avakirinê û polîtîkeyên lêborînê û hin mijarên din, bûne sedem ku encamên bobelata erdhejê girantir bibin. Ev yek di demekê da ku hilbijartinên girîng nêz dibin û dema destpêkirina wê êdî ew jî bûye cihê pirsê, pêk hat. Her wiha, berîya bobelatê, ji ber têkçûna nirxê lîreya tirkî û enflasyonê, aborî têk diçû. Dibe ku siyaseta kontrolkirinê ya ku wê serokkomarê Tirkîyayê di rûbirûbûna alozîya ku ji ber erdhejê çêbûye bimeşîne, di reva ji pirsên girêdayî berpirsyartîya hikûmetê ya yekser bi tiştê ku çêbûye, ne sûdwar be. Nexasim ku bala her kesî êdî li ser siyasetên berê ye û vegerandina biryarên  girîng û istisnatên ku di dema hikûmeta AKPyê da derketine, ku di encamê da paşguhkirin çêbû û rêgezên avakirinê li ser hesabê bidestxistina qezencên siyasî/hilbijartinê, piştgirîya aborîya kompanîyên avakirinê û peymanerkên nêzî Erdogan, li ser hesabê ewlekarîya welatîyan, hatin binpêkirin.

Çavkanî:

 

(1) دمار الزلزال يثير تساؤلات في تركيا حول معايير البناء، العربي الجديد https://2u.pw/wrQ8la

 

(2) أوزغي أوزديمير – بول كيربي، زلزال تركيا وسوريا: إخفاقات في التعامل مع الكارثة تعرض مصير إردوغان السياسي للخطر، BBC https://2u.pw/BALeJY

 

(3)العربي الجديد – مصدر سابق

 

Jake Horton & William Armstrong,  Depreme dayanıklı olması gereken binalar neden çöktü?BBC https://2u.pw/7Cz6gF  (4)

 

(5) انهيار آلاف المباني يفجر سجالات بين أردوغان والمعارضة، أحوال تركيا https://2u.pw/roI9nQ

 

Gonul Tol, How Corruption and Misrule Made Turkey’s Earthquake Deadlier, FP   https://2u.pw/xj9ifr (6)

 

Jared Szuba, US military deploys more assets to Incirlik to aid Turkey earthquake response, AL MONITOR https://2u.pw/ubhCP1 (7)

 

DUVAR  https://2u.pw/G3fBM3  video of Erdoğan praising zoning amnesty in quake-hit province goes viral2019, (8)

 

(9) أحوال تركيا- مصدر سابق

 

(10) DUVAR- مصدر سابق

 

Govt policy worsens Turkey’s earthquake toll, ASIA TIMES https://2u.pw/sjEOIQ    ALEXANDRA DE CRAMER, (11)

 

(12)أحوال تركيا- مصدر سابق

 

(13) ASIA TIMES- مصدر سابق

 

(14) العربي الجديد- مصدر سابق

 

SUZAN FRASER and ZEYNEP BILGINSOY,  Earthquake compounds Turkish leader’s woes as election nears , https://2u.pw/miBhlH  (15)

 

Several contractors detained during attempt to flee Turkey after their buildings collapse in quakes,  DUVAR  https://2u.pw/aZqUrY