Serokê Forûma Azadîyan li Washingtonê: Divê Birêveberîya Xweser hebûna xwe ya dîplomasî xurt bike

Lêkolînerê misirî û serokê Forûma Azadîyan li Washingtonê, Mecdî Xelîl got ku tecrûbeya Birêveberîya Xweserîya Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê, di qada siyaseta navdewletî da hebûneka xwe ya berbiçav bi dest xistiye. Ew yek jî bi rêya şerê li dij birêxistina DAIŞê ya terorîst û bibinxistina wê. Bi vê yekê jî bangê li Birêveberîya Xweser dike ku enîya xwe ya hundirîn xurt bike û hêzê bide hevkarîya di nav hemî pêkhateyan da. Her wiha amadekarîyên baş ji bo metirsîyên li derdorê û di serî da gefên Tirkîyayê bike, ew jî di rêya piştevanîya xwebixwe û amadekarîyên leşkerî yên guncaw û avakirina mertalên parastinê û bipêşxistina wan.

Nirxandina Xelîl di hevpeyvîneka taybet da hat weşandin ku hevkarê me Tariq Hamo di bernameya “Gotûbêja Navendê” da pê ra kiribû. Di gotûbêjê da gelek mijarên navneteweyî û herêmî hatin nirxandin, ji wan şerê li Ukraynayê, siyaseta Tirkîyayê li herêmê, helwesta Amerîkayê derbarê Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê û bipêşveçûnên vê helwestê di siberojê da dê çi bin.

Xelîl bang li Birêveberîya Xweser kir ku sazîyên demokratîk xurt bike û tevlîbûna siyasî di navbera hemû pêkhateyan da berfireh bike, balê bikşîne ser jîyaneka hevbeş û hevgirtineka domdar, da ku enîyeka hundirîn a xurt were avakirin û amade bin ji her metirsîyekê li ser Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê, bi taybet jî metirsîya DAIŞ û Tirkîyayê bi serkêşîya Receb Teyîb Erdogan, her wiha Xelîl ji Birêveberîya Xweser xwest  ku qet dest ji çekan û mafê xwe yê xweparastina rewa bernedin, di heman demê da bendên xweparastinê xurtir bikin û dest ji ax û cih û warê xwe bernedin. Lê belê bervajî wê asta berxwedana gel bilind bikin û ji bo êrîşan her dem amade bin bi hemû hêza xwe ku bedel jî çi dibe bila bibe.

Xelîl eşkere kir ku di nav siyasetmedar û çapemenîya amerîkayî da tecrûbeya Birêveberîya Xweser cihê rêz û piştgirtinê ye, lê belê ev  nayê wê  wateyê ku her dem pala xwe bidin Amerîkayê û hevakrîya wê bi HSDyê  ra, lê ya girîng ew e ku di piratîkê da siyaseta rîyalît bi kar bînin, her wiha bi awayekî zanistî hesabên veguhartinên li herêmê diqewimin bikin, ji bo ji hemû îhtîmal û bipêşketinan ra hazir bin, da ku va ezmûna Birêveberîya Xweser ewle bikin.

Xelîl şîroveyeka analîzî li ser helwesta Amerîkayê ya derbarê Birêveberîya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê pêşkêş kir û got ku ew bawer nake ku Washington dest ji hevalbendên xwe di Birêveberîya Xweser da berde, ji ber ku bawerîyeka eşkere ya Amerîkayê bi girîngîya herêmê heye û got ku ew ji bo Amerîkayê girîngîyeka stratejîk e û hevalbendên li wir bi qehremanî li ber xwe didin li dijî DAIŞê, qurbanî dane û her dem cihê bawerîyê ne.

Her wiha lêkolînerê misirî daxwaz ji Birêvberîya Xweserîya Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê kir ku hebûneka xwe ya bihêz di hundirê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê da pêk bîne û xwe bi hemî lay, kesayet û sazîyên çapemenîyê û zaskarên biryarê li ser doza birêveberîyê û şerê wê yê li dij “DAIŞ”ê  û taybetmendîya tecrûbeya demokratîk a hevbeş û tevlîbûna hemî pêkhateyan bide nasîn. Her wiha ji birêveberîyê doza dîyarkirina budceyekê kir bi armanca danasîna helwesta xwe û pêşkêşkirina tecrûbeya ji bo hemî alîyên siyasî û civakî û akdemî û çapemenîyê.

Xelîl bal kişand ser girîngîya ku divê Birêveberîya Xwesr hemî astengîyên ku li pêş hin pêkhateyan derdikevin û nikarin beşdarî vê tecrûbeyê bibin, derbas bike û berovajî vê yekê divê piştgirîyê bide wan pêkhateyan ku zêdetir tev li vê tecrûbeyê bibin. Her wiha da dîyarkirin ku parastina van pêkhateyan ji Birêveberîya Xweser ra û bi taybet xiristîyan, hêz û bawerîyê dide birêvberîyê li cem Ewropa û Amerîkayê û her wiha hin tawanên ku digihêjin birêveberîyê jî vala derdixin.

Her wiha destnîşan kir ku Birêveberîya Xweser bi vê helwesta xwe ya demokrasî û hevkarîyê û dûrketina xwe ji nakokîyên teng ên nijadperestîyê  dê bi ser bikeve ku karibe gotareka nû û tecrûbeyeka nû pêşkêş bike ku hêjayî piştevanî û parastinê be, ku ev jî ew bixwe jî hêvî dike wek hevalbendekî  birêveberîyê û gelê kurd û her wiha parêzvanekî xurt ji mafên hemî pêkhateyên resen û dîrokî li wan herêman (weke ew dibêje).

Serokê Forûma Azadîyan li Washingtonê, amaje bi siyaseta şer û berfirehîya leşgerî ya ku dewleta Tirkîyayê di bin hukmê Erdogan da pêk tîne û ew siyaset wekî dagîrkerîyê bi nav kir. Ji ber ku ew siyaset armanca qirkirina nijadî dike bi rêya koçberkirina gelê kurd û desteserkirina mal û milkê wan û bicihkirina hin kesên din li şûna wan, bi armanca guhertineka demografîk û rakirina hebûna kurdî û pêkanîna siyaseta tirkkirinê. Her wiha hişyarî da ku dê Erdogan hilbijartinên ku bên dê sextekarîyê jî tê da bike da ku li ser desthilatê bimmîne, bi dîyarkirina ku ew jî weke hemî rêberên îslama siyasî , dê dest ji desthilatê bernede bi rêya sendoqên dengdanê, ji ber ku Erdogan difikire ku carekê bi awayekî demokratîk gihaşte desthilatê, heq dide wî ku bi awayekî mayînde li ser desthilatê bimîne, tevî nerazîbûna milet ji siyasetên wî yên çewt. Xelîl anî ziman ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi nêt û niyaza Erdogan dizane û nema bawerîyê pê dike, ji ber hevkarîya wî ya bi îslama siyasî û cîhadîstan û şerê wî yê li dijî kurdan û Birêveberîya Xweser û her wiha hevkarîya wî bi Rûsya û Îranê ra û derketina wî ji siyaseta NATOyê ji dorpêçkirina her du sîstemên Mosko û Tehranê û sivikkirina dopêça navdewletî li ser wan. Di dawîyê da anî ziman ku Birêveberîya Amerîkayê, Partîya Gelêrî, çapemenî û navendên lêkolînan êdî rastîya siyaseta Erdogan derxistine holê û jênefretkirin û nepejrandina wî ber bi çav e, di nav amerîkayîyan da, tenê hinek kesên hindik mane ku jê ra behaneyan dibînin û dixwazin peywendîyan li gel Erdogan bikin.

Wergera ji zimanê erebî: Heysem Mislim