Şerê Dronan ê cîhanî li Ukranyayê…Çima Bayraktar winda bû? 

NAVENDA KURDÎ YA LÊKOLÎNAN 

Şerê li Ukranyayê, êdî bûye wekî qadeke ceribandineke xwînî ya asta çalakbûna balafirên bêmirov(Dron); ku cara yekemîne “dron”li dijî herdu aliyan derbasî qada şer dibe. Ji ber ku berê heta asteke mezin, dewletên ku tenê di aliyê leşkerî de pêşketî li dijî hêzên serhildêr bikar tanî. Di vê çarçoveyê de, Amerîkayê ev cûreyê çekan(Dron) bi awayekî berfireh di şerê xwe yê li dijî Tevgera Talîban li Efganistanê û rêxistina El-Qaîde li Yemenê de, bikar anî. Lê ji ber bikaranîna dronan û kuştina hejmareke zêde ji sivîlan, rêveberên Amerîkayê rastî rexneyên hûndirîn hatin û neçar man ku dest bi lêpirsînan bike. Lê li cihên din ku tu astengî ji bo qetilkirina sivîlan tune ye, dron wekî alaveke hovane ji bo tirisandina sivîlan û hedefgirtina hêzên dijber li dervayî sînor, tê bikaranîn. Ev yek jî dewleta Tirkiyeyê li dijî Kurdan û Rêveberiya Xweser li Rojava û Bakur Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Kurdistana Iraqê, pêk tîne.    

Di encamê de, heta niha Dron wekî çekekê ji bo dewletên bijarde ye ku bi awayekî mezin ji bo berxwedana li dijî fişarên guhartinê tê bikaranîn. Wekî rewşa Tirkiyeyê, an jî pêkanîna êrişan ji dûr ve li dijî tore û rêxistinên ku ew terorîst dibîne, wekî rewşa Amerîkayê. Tevgerên li dijî dewletan hewl didin ku Dronan bikar bînin, lê ji ber cûdabûna tekenolojiya, ev hewldan sînordar dimînin. Her wiha, di şerê dawî yê li Erdsax, Dronên Azrebîcanê, bûne sedema kuştina bi hezaran leşkerên Ermenîstanê û Dron bû sedema yekemîn ku Bako serkeftineke şok li dijî çekên Ermenîstanê yên klasîk, bidest bixe. 

 Lavijên “Bayraktar” 

Rewşa li Ukranyayê ji hemû nimûneyên borî, cûdatir e. Ji ber ku herdu aliyên şer, tevî hevalbend û aliyên destekê didan wan, teknîkên wan ên pêşketî yên balafirên dron hene. Ukranyayê jî, di destpêka êrişa Rûsyayê de, zêde bikar anî. Gelê Ukranyayê jî, bi kêfxweşî lavijên ji bo pîrozkirina Dronên”Bayraktar”a tirkî, digotin. Lê hêzên Rûsyayê, piraniya wan di demeke kurt de, xistin xwarê, lê bê ku hejmara balafirên tirkî yên ku xistine xwarê, eşkere bike. Di encamê de, hêdî hêdî defîleya Ukranyayê ya bi Dronên Tirkiyeyê û dîmenên rûxandina maşîneyên zirxî yên Rûsyayê, winda bûn. Di vê çarçoveyê de, milyardêrê amerîkî  Elon Musk ne bi awayekî henekî behsa êrişên Rûsyayê yên dawî li dijî Ukranyayê kir û got”Şerê yekemîn ê Dronan”. 

Lê ji aliyekî din ve jî, Rûsyayê beşekî mezin ji Dronên xwe yên wekî”Eleron-3″û”Grûşa”û”Orlan 10″, bikara anî. Her wiha, Kyiv jî Dronên Amerîkayê yên “Scan Eagle” bidest xistin, lê ev “Scan Eagle”zêde pêşketî ye û nikare derbasî kûrahiya herêmên dijmin bibe. 

Di dawiyê de, herdu alî hewl didin ku bi awayekî lezgîn balafirên dron bi dest bixin û li dijî hêza dijber noqteyên serkeftinê bi dest bixin. Di rojên dawî de, hêzên Rûsyayê di kûrahiya Ukranyayê de û herêmên eniyên şer, bi balafirên dron ên nû êriş pêk anîn, dewletên rojavayî texmîn dikin ku çavkaniya van dronan ji Îranê ye. 

Piştî ku Rûsyayê êrişên xwe li dijî binesaziya li dûrî eniyên şer zêde kirin, balafirên dron ên ku Rûsyayê nû bikar anîn, sêyeka stasyonên enerjiyê yên Ukranyayê di hefteya borî de rûxandin. 

 

“Kamîkyazî”Îranê 

Lê Îran û Rûsyayê, tewanên Ukranyayê û Amerîkayê yê di vê der barê de, red kirin. Lê  mijara wêrankirina ku van Dronên ên girêdayî Îranê, çêkirine, mezin bû. Li gorî ajansa Rustersê, du rayedar û du diplomatîkên Îranê, ragihandin ku Tehranê soz daye ku moşekên Erd-Erd û hejmareke zêde ya balafirên dron bide Rûsyayê. 

  

Di vê çarçoveyê de, cîgirê yekemîn ê serokê Îranê Mihemed Mixber û du rayedarên payebilind ên Supeya Pasdarên Îranê û rayedarekî ji Encûmena Bilind a Ewlekariya Neteweyî,  lihevkirin di 6`ê Cotmehê de pêk anîn, dema ku serdana Moskovê kirin da ku danûstandina der barê radestkirina çekan ji  Rûsyayê re, pêk bînin. 

Yek ji rayedarên diplomatîk ên Îranê ku lihevkirin ji nêz ve dişopand, ji Rutersê re ragihand ku Rûsya hejmareke zêde ji balafirên dron û moşekên balîstî yên Îranê nexasim ji malbata moşekên Fatih û Zu Feqar, xwestin. 

Her wiha, yek ji balafirên dron ên ku Tehranê erê kir bide Rûsyayê”Şahid-136″ ku baskên wê sêgoşe ye û wekî balafireke êrişeke erd-asmanî tê bikaranîn û operasyonên  Kamîkazî lidar dixe. Her wiha, ew balafir, serekî biçûk hildigire, dema ku li tiştekî bikeve, diteqe. Derketina moşek û balafirên dron ên Îranê di qada şerê bi Ukranyayê re, aloziya di navbera Îranê û DYA û hêzên rojavayî yên din, zêde bibe. 

Serbilindiya bê itîrafkirin 

Îranê bersiva rapora”Rutersê”da û di vê çarçoveyê de li gorî nûçeya ajansa Îranê”Arna”, Berdevkê Wezareta Karê Derve yê Îranê Nasir Kenanî”Gotegotên der barê rêkirina çek û Dronên leşkerî ji aliyê Îranê, da ku di şerê Ukranyayê de, were bikaranîn”red kirin. Her wiha, Kenanî, got”Ev gotegot tu rastiya wê tune ye û li ser esasê agahiyên şaş û hîpotezên ji bo gurkirina rewşên siyasî û pêkanîna ajandeyên ragihandinê yên hîn dewletên li dijî Îranê ye”. 

  

Di demekê de ku Îranê ev gotegot red kirin, Tehran hewl dide ku tewanên li dijî wê, veguhirîne atmosfera veherhênan û lihevkirinên leşkerî. Her wiha, li gorî nûçeya”Arna” Şêwirmendê Bilind ê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar a Îran lîwa Yehiye Rehîm Sefewî daxuyaniyek da û têde ragihand ku 22 li tevahiya cîhanê,  ragihandin ku ew dixwazin balafirên Dron ên Îranê bikirin. Di heman demê de, di 19`ê Cotmehê de, Şêwirmendê Bilind Elî Xumeyînî  ji çîna ciwan û behreyên zanistî re axivî û bi awayekî ne yekser behsa hêza Îranê di tekneolojiya balafirên Dron de, kir. Xumeyînî got:Kî ye dibêje wêneyên Dron ên îranî ne rast in û bi photoshopê hatine çêkirin. Niha ji metirisya wê hişyariyê didin û dixwazin hesab ji Îranê bixwazin ji ber ku balafir nefrotine vî alî an jî wî alî”. 

Di heman demê de, Kermilnê jî bikaranîna hêzên wê ji balafirên Dron ên Îranê li Ukranyayê red kirin. Wekî bersivdayîna der barê bikaranîna Moskovê ji van balafiran re, Berdevkê Kermilnê Dmitriy Peskov got tu agahiyên Kermilnê der barê vê mijarê de tune ye.  

Her wiha, wekî gaveke li dijî serkeftina Rûsyayê ya niha bi Dronên ji Îranê yan na, Sekertêrê Giştî yê NATO`yê Jens Stoltenberg  ragihand ku wê NATO`yê sîstemên parastina asmanî di rojên pêş de pêşkêşî Ukranyayê bike, da ku bibe alîkar ji bo parastina xwe li hemberî balalafirên Dron bike, di nav de wan Dronên Îranî ku Rûsyayê di hedefgirtina binesaziyê de bikar tîne.   

Ji aliyekî din ve jî, Cîgirê Berdevkê Wezareta Karê Derve yê Amerîkayê Vedant Patel ragihand ku DYA`yê wê gavên piratîk û tund zêdetir bavêje, da ku Îran nikaribe balafirên Dron û moşekan bifroşe Moskovê. Her wiha, Patel destnîşan kir ku li gel Washingtonê rêbaz hene ku da ku hesab ji Rûsya û Îranê bixwaze. 

Werger ji erebî: Kendal Cûdî