Dîdara NKL`ê gefên polîtîkeyên Tirkiyeyê li ser ewlekariya herêmê nîqaş kir

ROJAVAYÊ KURDISTANÊ-HESEKÊ 

 Dîdara ku Navenda Kurdî ya Lêkolînan bi sernavê”Siyasetên dagirkeriyê û serweriya Tirkiyeyê gefan li ewlekarî û istiqrara herêmê dixwe û terorê vejîn dike”roja Şemiya derbas bûyî bidawî bû. Dîdar weke platformeke diyalogê û nîqaşê der barê astengiyên li pêşiya Sûriyeyê û herêmê û pêşniyazên ji bo çareserkirina van astengiyan, hate organîzekirin.  

Dîdar di 20`ê Tebaxê de li bajarê Hesekê bi beşdariya zêdetirî 200 kesayetî yên girêdayî saziyên fermî, akademisiyan û rojnamevan, hate lidarxistin. Her wiha, nûnerên saziyên civaka sivîl jî yên li hûndir û derve jî beşdarî dîdarê bûn. Beşdaran, pêşketinên siyasî û meydanî yên dema niha li Sûriyeyê û nexasim Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, astengiyên li pêşiya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Rêveberiya Xweser û çareseriyên gengaz ên van astengiyan bi hebûna guhartinên navdewletî, nexasim siyaseta şer û hegemonî ya Tirkiyeyê li dijî Bakur Rojhilatê Sûriyeyê û bandora wê ya yekser, li ser têkoşîna li dijî terorê û istiqrara hûndirîn, nîqaş kirin.  

Axaftina vekirinê ya dîdarê ji aliyê Berpirsê Navenda Kurdî ya Lêkolînan Newaf Xelîl bi rêya Zoom`ê hate kirin. Newaf Xelîl behsa giringiya dîdarê li Hesekê kir ku di dema dawî de li Hesekê endamên rêxistina DAIŞ`ê li zindana Sînayê îsyan kirin, di demekê de ku şerê Tirkiyeyê yê li dijî herêmên Rêveberiya Xweser, dewam dike. Xelîl bal kişand ser armanca sereke ji dîdarê û da zanîn ku divê armancên hêzên dagirkeriya Tirkiyeyê ya Erdoganî ku kuştin, tirsandin û aloziyê li herêmeke ku bi milyonan ji gelê Sûriyeyê bi pêkhateyên cûda têde dijîn, her wiha bi sedan hezaran koçber û penaber xwe li wê herêmê girtine û zêdetirî 10 hezar DAIŞ`î têde di zindanê de ne ku wekî endamên herî kujer û xeternak li ser tevahiya herêmê û cîhanê têne naskirin, werin fêmkirin.  

Xelîl behsa gelek armancên Tirkiyeyê yên bi rêya hemleya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û got:”Metirsiya dijminahî û dagirkeriya Tirkiyeyê li herêma Bakur Rojhilatê Sûriyeyê diyar in. Ji bilî dagirkeriyê, Tirkirinê û tevlêkirina nava axa Tirkiyeyê, armanc jê kuştin, koçberkirina welatiyan û qirkirina etnîkî û guhartina demografî û belavkirina dijminahî û cûdahiyê di navbera welatiyên yek welat de”. 

Newaf Xelîl diyar kir ku armanca Erdogan a giring serbestberdana terorîstên kûjer ên DAIŞ`ê ye, wekî ku çawa di êrişa li ser zindana Hesekê de diyar bû ku bi serpereştiya îstixbarata Tirkiyeyê hatiye kirin. Li gorî vê yekê, Xelîl xwest ku ev dîdar bibe derfeteke li pêşiya beşdaran ku koka dewleta Tirkiyeyê ya li ser esasê înkarkirin û qirkirina li dijî pêkhateyên cûda ji damezirandina komara nûjen piştî hevpeymana Lozanê fêm bikin, nexasim ji ber ku AKP`ê bi hevalbendaiya bi tundrawên neteweperest yên di hûndir û rêxisitnên terorîst yên li derve, di siyaseta qirkirinê ya derheqê Bakur Rojhilatê Sûriyeyê de bê rawestandin, berdewam e. Newaf got ji bo vê yekê jî ji beşdaran tê xwestin ku balê bikişînin ser hemû aliyan û sedemên li pişt vê siyaseta dijmanî disekine û sazûmaniya wê ya ragihandinê û propogandeyê, eşkere bikin.     

Berpirsê NKL`ê, di dawiyê de behsa hêviyên pêkhateyên herêmê kir û got:”Em destwerdanên rojavayî û ne asayî li herêma xwe naxwazin, her wiha em red dikin ku em bibin çekê di şerên Erdogan û projeyên wî yên împratorî yên xeyalkirî de. Armanca me, sîstemeke ku çanda jiyana hevbeş, rêzgirtina di navbera pêkhateyên cûda de, li esasê  istiqrar û ewlekarî, di nav xwe de bihewîne”. 

Nexweşiyên wêrankar:  

Piştî axaftina vekirinê, rûniştina destpêkê ya dîdarê bi sernavê”Destwerdana Tirkiyeyê li Sûriye û Iraqê” destpê kir. Cîgirê Hevserokatiya Encûmena Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd axivî û behsa bingeha dewleta Tirkiyeyê ya nûjen kir. Bedran Çiya Kurd da zanîn ku siyaseta derve ya Tirkiyeyê li ser bingeha fobiya û tirsa gefên hebûnê li ser bingeh û nasnameya komara netewî ya Tirkiyê ku formula wê beriya bi 100 salan derketiye, hatiye avakirin.  

Çiya Kurd anî ziman ku ev nexweşiyên wêrankirî yên di hişmendiya siyasî ya Tirkiyeyê de, vedigerê aloziya nasnameyê ya ne asayî ji damezirandina komara Tirkiyeyê. Çiya Kurd da zanîn ku Tirkiyeyê vê siyasetên xwe li Rojhilata Navîn pêk tînê, an jî bi Îranê re bi vê fobiyê dimeşîne û ji metirsiyên tune an jî xeyalkirî, ditirse.  

Çiya Kurd diyar kir ku ev aloziya pîskolojî ne tenê ji aliyê şepêlekê ve tê kirin û wiha berdewam kir:”Piraniya şepêl û hêzên siyasî yên Tirkiyeyê yên rastgir, çepgir, olî û ilmanî ku netewperestiya yekalî pêk tînin û demokratiya piralî pêk nayînin, lihev kirine çareseriyên siyasî ji aloziyên civaka Tirkiyeyê nebînin û doza Kurdan çareser nekin. Lê cûdahiya wan tenê alavên ku di aloziyê de bikar tînin”. Her wiha Kurd destnîşan kir ku siyasetên AKP û MHP`ê li ser esasê gurkirin û şerê li dijî Kurdan li herêmê ye, ango siyasetên xwe yên hûndirîn li ser esasê kûrkirina aloziyan, artêşbûnê û şerê li dijî aliyê din ê cûda ye. 

Piştî ku axaftina xwe bidawî kir, beşdaran pirsên wekî derfetên guhartina siyaseta Tirkiyeyê, nexasim eger ku muxaleft di hilbijartinên Tirkiyeyê yên pêş de biser ket, ji Bedran Çiya Kurd pirs kirin. Çiya Kurd bersiva beşdaran da û got dûr e ku guhartinên bingehîn ku siyasetên înkar û bikaranîna hêzê bidawî bike û deriyên diyalogê û çareseriya siyasî yên girêdayî doza kurdî, pêk werin. Her wiha, Çiya Kurd texmîn kir ku hatina muxaleftê dibe ku pêvajoyeke nû li Tirkiyeyê destpê bike ku têde têkoşîna siyasî cûda be û dibe ku destwerdana Tirkiyeyê yên derve li herêmê were rawestandin û sînorek ji çêkirina aloziyên derve re, were dayîn û got:Dibe ku ev yek eger hêzên demokratîk rola wê baş hate aktifkirin, guhartin di hûndirên Tirkiyeyê û herêmê de çêbibe”. 

Her wiha, der barê pirsa li ser cihê Tirkiyeyê di navenda biryargirtinê li rojava û NATO`yê de, nexasim piştî nêzikbûna Enqere û Moskovê, Çiya Kurd wiha bersiv da:Pêwîstiya NATO`yê hîna bi Tirkiyeyê heye da ku li dijî Rûsyayê bikar bînê, wekî çawa di dema Yekitiya Sovyet de”. Di heman demê de, Bedran Çiya Kurd anî ziman ku çûyîna Tirkiyeyê ber bi Moskov û Şamê de wê li ser hesabê mafên gelê Sûriyê bê û wiha domand:”Gelê Sûriyê yê li herêmên dagirkeriya Tirkiyeyê ew yê herî zêde bazirganî li ser mafên wan ji aliyê Enqereyê ve hatiye kirin. Destpêkê bazirganî li Derayê û Xûtayê û hwd li ser wan hate kirin û ew birin li herêmên Efrînê hatin bicihkirin, ku Tirkiyeyê bi vê yekê dixwest guhartina nifûsê pêk bînê. Niha pêvajoya dawî ya bazirganî ye ku ji berê heta niha armanc jê pêkanîna armanca berjewendiyên Tirkiyeyê bê ku hêvî û daxwazên gelê Sûriyeyê di ber çavan re derbas bikin”. 

  

Bedran Çiya Kurd destnîşan kir ku armanca Tirkiyeyê ku tenê niha çareseriyekê ji du mijaran re peyda bike; Çawaniya xelasbûna ji penaberên sûrî yên li Tirkiyeyê û çawaniya tunekirina ezmûna demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bê ku giringiyê bide şoreşa Sûriyeyê û daxwazên gelê Sûriyê.   

Çiya Kurd di berdewamiya nirxandina xwe de, bibîr xist ku divê gelê Sûriyeyê yek bin û li dora doza navendî ya çawaniya çareserkirina aloziya Sûriyeyê kom bibin û got:Ji ber ku ev tekane rê ye ji bo rêgirtina li pêşiya parçebûna Sûriyeyê, an jî rêgirtina li pêşiya dewleteke têkûyî ya dagirkirî û ji aliyê dewletên din ve hatiye dagirkirin û gelê Sûriyê bibin alavên ji bo pêkanîna projeyên aliyên din û li şûna wan şer bikin”. 

Hevpeymana Edenê ya 2`emîn: 

Ji aliyê xwe ve jî, Endama Damezrêner a Rêveberiya Xweser li Kantona Efrînê Nûrşan Hisên da zanîn ku hevpeymana Edenê ya 2`emîn wê tundtir û bê heqî be li ser Kurdan bi awayekî taybet.   

Di mijara”Hevpeyman û hemleyên Tirkiyeyên yên dagirkeriyê li Sûriyeyê û Iraqê”de, Nûrşan Hisên ku niha di Navenda Şêwirmendiya Diplomatîk de kar dike, got:”Pêşiya me nûkirina hevpeymana Edenê ye ku armanca sereke jê Kurd bûn. Edene yek, destûr ji Tirkiyeyê re hate dayîn ku 5 kîlometr derbasî Sûriyeyê bibe û dagir bike, lê kopiya nû ya hevpeymana Edenê, wê destûrê bide Enqerê ku heta 30 kîlometer dagir bike”. 

Hisên anî ziman ku dayîna mafekî wisa ji Enqereyê re metirsiyeke pir mezin e û wiha domand:Israra rejîmê tenê li ser Idlibê û daxwaziya wê tenê Idlib e, nîşaneyeke zelal e ku daxwazên rejîma Sûriyê û Tirkiyeyê yek e ew jî têkbirina ezmûna demokratîk ya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye”. 

Nûrşan diyar kir ku niha planeke metirsîdar di navbera rejîmên li Enqere û Şamê de tê meşandin û armanc jê Rêveberiya Xweser û Kurd in û diyar e ku Rûsya berpirs û garantora pêkanîna vê planê ye. 

Nûrşan Hisên ji Hevpeymana Navdewletî xwest ku hîna zêdetir roleke mezin û eşkere bilîze û destekê bide Rêveberiya Xweser di aliyê siyasî û meydanî de û divê berpirsyartiya rawestandina dronên Tirkiyeyê û êrişên bêserûber ên li dijî herêmê, bigire ser xwe û wiha domand:Divê Hevpeymana Navdewletî, helwesteke zelal ji dagirkeriya Tirkiyeyê bigire”. 

Nûrşan Hisên di dawiya mijara xwe de piştrast kir ku çareseriya herî guncav a derbarê berjewendiyên Tirkiyeyê, hevgirtina gelê Sûriyeyê ye û destekdayîna projeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk e.  

Aboriya siyasî:  

Piştî bihinvedanê, Endamê Komeleya Zanistiya Aborî li Sûriyeyê Dr. Ehmed Yûsif bal kişand ser aboriya siyasî û astengiyên li pêşiya û rêbazên çareserkirina astengiyên ku rastî herêmên Bakur û Rojhlatê Sûriyeyê di aliyê aborî de tên û bandora dorpêça aborî li ser bazirganî, pîşesazî û karkirinê û bandora vê yekê li ser debara welatiyan.  

Ehmed Yûsif anî ziman ku hêza herêmê têrê dike ku van astengiyan derbas bike û bal kişand ser ezmûna kanotna Efrînê di aliyê aboriyê de, di dema dorpêça beriya dagirkirinê û got Efrîn di aliyê bazirganî, pîşesazî û çandinî de geş bû, di demekê de ku piraniya herêmên Sûriyeyê ketibûn çirava aloziyên şer û bandora wê ya aborî.  

Yûsif bibîr xist ku gava li Efrînê hatiye avêtin beriya dagirkirinê, nîşaneya berhemdayînê ye di şer û dorpêça aborî de. Yûsif destnîşan kir ku divê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê siyasetên li ser esasê xwetêrkirinê û avakirina aboriya civakî be.  

Di heman demê de, Ehmed Yûsif da zanîn ku Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rûbera xwe ya 43 hezar kilometer çargoş e, dikare van astengiyan bi derfetên xwe yên mezin derbas bike, ji ber di vê herêmê de, ji sedî 70 heta 80 petrola Sûriyeyê têde heye, her wiha Reqa, Dêrazor û Hesekê wekî çavkaniya xwarina Sûriyeyê ye.  

Yûsif bibîr xist ku derfet heye ku neft weke rêbazekî serkeftî di şikandina dorpêça aborî de were bikaranîn, nexasim ku ev made ji aliyê hûndir û derve tê xwestin. Di heman demê de, Yûsif ji Rêveberiya Xweser xwest ku li ser vî esasî, divê nêrîneke aborî ya yekgirî û berfireh ji xwe re esas bigire.  

Ji aliyekî din ve jî, Endama Fermandariya YPJ`ê Nûjin Dêrik bal kişand ser giringiya xurtkirina eniya hûndirîn û bang li xelkê herêmê kir ku destekê bide hêzên leşekerî û desteka menewî bide hêzên wan di şerê wê yê hûndirîn de li dijî terorê û şerê wê yê derve li dijî gefên dagirkeriyê û koçberkirina ku Enqere bi awayekî rojane bikar tîne.  

Hevkarên pêşerojê:  

Ji aliyê xwe ve, Lêkolîner, akademîsyenê sûrî Xesan Îbrahîm bi rêya mijara xwe, bal kişand ser giringiya ezmûna HSD`ê ku hêjayî pesindayînê ye û got:Serkeftina wê ya tunekirina DAIŞ`ê nîşaneya vê nirxandinê ye. Ev ezmûn divê pêşkevê û berfireh bibe. Ji bo pêkanîna vê armancê, divê HSD`ê destê xwe dirêjî kesên din bike û wekî hevkarên xwe yên pêşerojê bibîne, ji ber ku bi vê yekê wê bihaneyên Tirkiyeyê ji holê rabin û sînorekî ji destwerdana Enqereyê ya di bin bihaneyên rêxistinên derve, deyînê”.  

Îbrahîm diyar kir ku pêwîstiya tevahiya gelê Sûriyeyê bi hev heye. 

Her wiha, Berpirsê Ragihandin û Têkiliyên Giştî ya di Rêxistina Navdewletî ya Têkoşîna li Dijî Bazirganiya Mirovan û Qaçaxtiya kesan Mutesim Haris El-Dewî ji Londonê, behsa metirsiyên ku rastî herêmê û astengiyên ku ji ber gefên Tirkiyeyê derdikevin û bandora wê li ser metirsiya vejîna rêxistina DAIŞ ji şaneyên xwe re, an jî jinûve kombûna hêza xwe ku bi saya HSD`ê ev kombûn têk çû, kir.  

Bi awayekî giştî beşdaran bal kişand ser hevgirtina gelê Sûriyeyê û kombûna wan li dora projeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk ku yekemîn projeya niştimanî demokratîk li Sûriyeyê ye û zêdekirina fişarê li ser Hevpeymaniya Navdewletî an jî civaka navdewletî ji bo rawestandina êrişên Tirkiyeyê.  

Her wiha, beşdaran ji NKL`ê û navendên din ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û dervayî welat xwest ku lêkolînên der barê astengiyên ewlekarî û leşkerî, guhartinên siyasî, dorpêç, aborî û koka civakê ya li herêmê û hwd, zêde û berfireh bikin. 

Piraniya beşdaran xwestin ku têkilî bi pêkhateyên rojavayê Firatê re, nexasim ên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê an jî di bin serweriya rêxistinên tundraw re were avakirin û bala wan bikişînin ser ezmûna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk weke rêbazekî ji bo xelaskirina destwerdana derve, bê ku gelê Sûriyeyê wekî kaxiz ji bo pêkanîna berjewendiyên dewletên çalak di Sûriyeyê de, werê bikaranîn.  

Di dawiya dîdarê de, gelek pêşniyaz hatin kirin, jê yên giring ev in: Zêdekirina fişarê li ser Hevpeymana Navdewletî û civaka navdewletî ji bo rawestandina êrişên Tirkiyeyê, bikaranîna petrolê di aliyê siyasî de ji bo şikandina dorpêça aborî, pejirandina nêrîneke aborî ya domdar, avakirina têkiliyan bi pêkhateyên rojavayî Firatê re bi awayekî berfireh û destekdayîna ezmûna Rêveberiya Xweser a Demokratîk.