Qeyrana bê siyaset.. Berjewendiyên rêkeftina dawî li Sûriyê

Bi pênûsa: HISÊN CIMO

Di van rojên dawê  de dorhêla siyasetê li ser xaka Sûriyê tengtir bûye, ew jî di çarçoveya civînên sê alî de xetimî ye “Rûsya, Tirkiye û Îranê” ku ew jî her şeş mehan carekê tên lidarxistin sînordare. Ji derveyî vê çarçoveyê, tenê qiloçên navneteweyî mane ku mûçeyên artêşeke karmendan garantî dike, çi Neteweyên Yekbûyî û çi dezgehên dîplomatîk ên wezaretên derve yên welatên Rojavayî(Ewr0pa).

Ji sala 2011an heta îro, di encama aloziya Sûriyê ya dirêj de, pirsgirêka Sûriyê bi wateya xwe ye teorîk, razber û naskirî ji siyasetê hatiye dûrxistin. Tiştê ku heya niha maye, ji nû ve sazkirina rejîma Sûriyê ku careke din dewletê rêve bibe, ev pêvajoya ku tê de kredî ji dînamîkên herêmî û navdewletî ye, ku bi giranî di bin kontrola Rûsyayê de ne.

Opozisyona Sûriyê bi salan para xwe ji siyasetê winda kiriye û bûye pêkhateyeke ewlekariya netewî ya Tirkiyê, newêrekiya opozisyonê nehîşt ku rola xwe ya nû pênase bikin û xwe xistin nav “komkujiyek” dema ku ew ketin nav xeyala ku ew dikarin du xelatên ku yek alî nekare bidest bixe bi dest bixin: yekitiya Sûriyê (li gorî formula netew-dewletê ya bêkirdarî) û rûxandina rejîmê. di demeke kurt de ev xeyal jî ji holê rabû, û êdî  mijara sereke ya opozisyonê bû, “Yekîtiya Sûriyê” bi şêwaza “Enfala” ku Beisî ya Iraqê pêkanî, weke ku li Efrîn, Serêkaniyê û navçeyên din ên ku ji aliyê opozîsyona Sûriyê ve bûne “axeke dagîrkirî” pêk hat. Ev jî Dema ku dev ji siyasetê berdan û ji bo ewlehiya neteweyî ya Tirkiyê xebitîn, ev hêz li ser axa Sûriyê bû hêzeke derve ya tam.

Bi veguhertina opozisyonê ku bû hêzeke bi derva de girêdayî, li ser axa Sûriyê du aliyên ku heta astekê bi hundir ve girêdayî man, ew jî her yek ji wan xwedî dînamîkên siyasî yên herêmî û zemîna civakî bûn, ew herdu Rejîma Sûriyê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bûn.

Rêjîm di gelek qonaxan re derbas bû, geh dadiket û geh bilind dibû, yek ji wan hema hema di nîvê sala 2015an de hilweşiya bû, berî destwerdana serbazî ya Rûsî. Rêveberiya Xweser beriya avakirina xwe jî ku nûneratiya leşkerî bi Yekîneyên Parastina Gel re sînordar bû, di payîza sala 2014’an de beriya destwerdana leşkerî ya hevpeymaniya navdewletî li Kobanê li ber hilweşînê bû. Opozisyona çekdar di destpêka sala 2020-an de di şerê Idlibê de nêzîkî têkçûnê bû.

Ji ber cudahiya burokratîk di navbera Amerîka û Rûsyayê de, di warê arastekirina siyasetê de Amerîkiya nikaribû di siyaseta Sûriyê de bi Rûsan re bimeşe. Hêza Amerîkî, ku li baregehên belavbûyî li Bakurê Rojhilatê Sûrîyayê veder e û hejmareke piçûk e ku nikare bandorê li ser ti biryarên ku li Waşintonê têne standin bike, û nekarî rê li ber rêkeftinên xwînrêj bigire ku di navbera Koşka Spî û hikûmeta Tirkiyê de li ser Kurdên Sûriyê girêbestin. Û dosyaya Sûriyê, li gor têgehên siyasî ya Amerîkî, û Rojava bi giştî, ne dewlemend e û bi daxwazên xwediyên dosyayên di destên wan de di gerên xwe yên navdewletî de cih nagire.

 

Bi van hêmanan û yên din giraniya siyasî li Sûriyê di berjewendiya Rûsyayê de bi awayekî bê guman biryar dan, û Amerîka bûye “hummer” û kamyonên leşkerî ku blokên çîmentoyê yên mezin ji Herêma Kurdistana Iraqê vediguhêzin Bakurê Rojhilatê Sûriyê ji bo avakirina baregehên leşkerî li pêş wê jî bend, mîna “xaniyên berê avakirî”

Tirkiye di navbera Rûsya û Amerîkayê de qada siyasî ya berfireh bi dest xistiye. wê “siyaseta” opozisyona Sûriyê berê girtiye dest xwe, û  rola wê ya fonksîyonî ya dîrokî çalak kir: lîstina rola meydana hevbeş ji bo Waşinton û Moskowê li Sûriyê. Ji aliyekî ve, ew hîn jî nûnertiya NATOyê li Idlibê dike, û ev yek li gor kêfa xeleka berfireh a biryarderan li Waşintonê ye ku ji nefreta xwe ya ji komunîzma Sovyetê xilas nebûne û Rûsyayê dirêjkirina Şerê Sar dihesibînin. Li herêmên bin bandora Amerîka li rojhilatê Firatê, Tirkiye li gorî hesabên Rûsyayê ji bo koalîsyona navneteweyî aciziyek e û ji bo rêgirtina li bidestxistina herêmên erdnîgarî yên zêdetir li Sûriyê ji bo Îranê amûrek stratejîk a girîng a Îsraîlê ye. Û ev yek – li gorî nêrîna Îsraîlê- tenê bi berfirehkirina hebûna Tirkî ye û ev dagirkirin heta ku dibe bila bibe.

 

Ev hevkêşeyî taybetî Rûsya, Amerîka û Tirkiyê ne, ji kanîna beşdarbûna rejîmê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk mezintir in. Dema ku Rêveberiya Xweser bi rêya Encûmena Sûriyeya Demokratîk hewl da bi “van kesan” re li ser siyasetê biaxive, vetoya Tirkiyê  yekdengîya hemû aliyan bi dest xist. Bi vî awayî, endezyake “lihevhatî” ya rewşa Sûriyê ji bo amadekariya ferzkirina dîtina sê alî (rûsî, tirkî, îranî) hat kirin. Di rastiyê de, rola Îsraîlî ya niha di piştgirtina Tirkiyê de, bi her awayî nayê paşguh kirin, bi wê yekê ku her bandoreke zêde ya Tirkiyê dê Îranê ji bandoreke din a din bêpar bike.

 

Ev endazyarî pêk tê ji wê yekê ku tenê rê bide pêşketina aliyê leşkerî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk li beramberî yekdengiya hemû aliyan ku wan di warê siyasî de felc bike. Ev hevkêşe ne vekolînek e, belkî her kesayetiyek girêdayî Rêveberiya Xweser tê zanîn, ku bi salan e hewl dide vê dorpêçê bişkîne, lê bê encam e. Sedem li vir ne kêmbûna “gotûbêja qayil” e, wekî ku hinek hêvî û xeyal dikin.

Ji aliyekî din ve, hevkêşeya opozîsyona Sûriyê hîn temam nebûye, û ew li gorî QSDê berovajî ye, ango derxistina wê ji hêza leşkerî û girtina wê weke desteyeke siyasî ya binavûdeng ku xwediyên wê bi kildaneke pêşwext bala xwe dide. “Komîteya Destûra Bingehîn” tê gotin. Di qonaxa niha de, hêzên opozisyonê yên girêdayî Tirkiyê hê jî di nava Sûriyê de xwedî hêzeke leşkerî ya dagirker in. Lê leşker û siyasetmedar bi salan ji hev cuda bûn. Îhtîmal e ku lihevhatina din ew e ku wê her ku diçe zêdetir bi leşkerî kêm bike, û wê tenê di nav komek kampanyayên pelên kaxezê de di Komîteya Destûrî de bimîne. Rêya kêmkirina opozîsyona leşkerî bi rêkeftina ku dê wêneya dawî ya aloziya Sûriyê çareser bike ve girêdayî ye.

Di civîna dawî ya “formûla Astanayê” de li Tehranê, meha borî, guhertinên li ser erdê bêyî ragihandina rêkeftinekê li ser wan di daxuyaniyên civînên dualî û sê alî yên Tehranê de çêbûn. Leza bombebarana Tirkiyê bi rêya dironan li deverên Hêzên Sûriya Demokratîk zêde bûye û gihiştiye bajarê Qamişlo bi xwe, û bi giştî heta niha bûye sedema kuştina bi dehan sivîl û leşkeran. Piştî daxuyaniyên “Astana” ku nîşan da ku her êrîşeke nû ya Tirkiyê bi xeta sor a Rûsya û Îranê re rû bi rû maye, bombebaran zêde bû. Lêbelê, ya ku rastiyên “belafirên bê pîlot” nîşan didin ev e ku li Tehranê peymanek neragihandî pêk hat. Ev lihevkirin li gorî rêveçûna bûyer û geşedanan pêk tê. Pêşniyara peymanek neragihandî ne rijandina agahiyan e, lê rêyek e ku bûyer ber bi wê ve diçin.

Tê texmînkirin di vê peymanê de pêşnîyareke Îran û Rûsyayê ji Tirkîyê re heye, ku Tirkîye dev ji çalakîyeke nû ya leşkerî berde di berdêla bidestxistina heman encamê, ango bidawîkirina ezmûna Rêveberiya Xweser bi awayê wê yê niha, di warê leşkerî de jî.  Ev yek jî ji bo Tirkiyeyê ya herî girîng e. Ev dê bi rêya pêşketina rêjîmê li herêmên Rêveberiya Xweser weke lihevkirinek di navbera her sê aliyên navdewletî de be. Ji ber ku ezmûnên berê diyar dikin ku Rêveberiya Xweser di pêkanîna daxwazên xwe yên li pêşberî rejîmê de rijd e, pêwîstiya Tirkiyê di vê rewşê de ew e ku bi dironan êrîşên dijwar li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne. Ev êrîş jî ji dawiya civîna Tehranê ve pêk tê.

Li gorî agahiyan, çareseriya Îran-Rûsiya ku rejîmê bînin şûna Rêveberiya Xweser. Li gorî daxuyaniyên rayedarên Tirk, û teve Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, ev çareseriyek e ku ji aliyê Tirkiyeyê ve bê hempa tê qebûlkirin. Pêwîstiya Enqereyê ew e ku êrîşan zêdetir bike û jiyana li herêmên Rêveberiya Xweser bibe dojeheke civakî û kuştina leşkerî di kesayetên rêveberên Hêzên Sûriyeya Demokratîk de. Bi rastî, ev senaryo bi lez pêşve diçe. Rêjîm qedera Sûriyê ji bo qonaxeke din a paşerojê li gorî sê vîna derve diyar kir: Rûsya, Îran û Tirkiyê. Di hundir de opozisyon ji armanca rûxandina rejîmê vekişiya û “Yekitiya Erebî ya Sûriyê” pejirand. Rejîm dibe ku sûdê werbigire ji hebûna formek wan di nav her hukûmetek paşerojê de wekî partiyek mezhebî, nijadperest ku yekane karê wê têkbirina her cûre pirrengiyê li Sûriyê “rêjîm” e.

Li Bakur-Rojhilatê Sûriyê êdî zêde li benda  hêzeke armanckirî re nemaye. Cihê hindik ku ji siyasetê re maye, kêmkirina hevpariyên Enqere û Şamê ye. Ji bo vê yekê gavên bi êş, lê pêwîst hene, ku yekem ji wan dibe ku pirsgirêka hevkariyê bi hevpeymaniya navdewletî re çareser bike, ku bûye amûrek din ji bo têkbirina siyasetê.

Werger ji erebî: Heysem Mislim