Hesabên nû yên NATO`yên derbarê  şerê mezin ê Donbass de 

HISÊN CIMO

Aliyên şerê Ukranyayê, bi darê zorê rola wan bi hev re tê guhartin. Di vê çarçoveyê de, êrişa Rûsya ya li dijî Ukranyayê di 24`ê Sibatê de ku li ser gelek eniyan bû, lê veguherî şerekî rojavayî-NATO`yê li dijî Rûsya li ser axa Ukranyayê. Di rojên destpêkê yên şer de, pêşketina Rûsya ji bo hevkarên Ukranyayê, mezin û bizdîn bû, lê tişta ku Moskovê hêvî dikir: pûçkirina fermandariya leşkerî ya Ukranyayê di demeke kurt de bû, da ku ev fermandarî nikaribe rêveberiya şer bike û kontrola wê ya li ser sewqkirina leşkeran û sektorên leşkerî, pêk neyê. Li gorî encamên heyî, tişta ku çêbûye ew bû, ku hêzên Ukranyayê ji texmîna Rûsyayê zêdetirî, amadekariya şer kiribûn. Di vê çarçoveyê de, ev mehek û nîv e ku hêzên Ukranyayê  li bajarê pîşesazî Mariupol yê li peravên Deryaya Azov bê destekdayîn û bi rêveberiyeke xweser, şer dikin.

 

Di şer veguhartinên cidî çêbûn û Moskovê jî li xwe mukirhatina wendahiyên mezin ên leşkerên xwe, veneşart. Her wiha, hêzên Rûsyayê ji derdorên bajar û bajarokên nêzî paytextê Kiyv ku di rojên destpêkê yên şer de kontrol kiribû, vekişiyan. Ji xwe tişta ji çîrokê mayî heme bêje “Çîroka mirineke eşkere ye” û taybet dîroka 9`ê Gulanê roja Cejna Serkeftinê ya li dijî Naziyan. Piştî vê dîrokê, tê payîn ku şer di rêyeke din de biçe; Gelo wê kî di cihê parastinê de be, Rûsya an jî rojavayî?

Di 8`ê Nîsanê de, Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, texmîn kir ku şerê li Ukranyayê di rojên pêş de bidawî nebe û got:”9`ê Gulanê ji bo Rûsyayê ji aliyê leşkerî ve, dîrokek giring e. Her wiha, hema bêje teqez ew e ku 9`ê Gulanê ji bo Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtin divê rojeke serkeftinê be. Lewra ez texmîn dikim ku di hefteyên pêş de, dê Rûsya di aliyê diplomatîk tawîzan nede.”

Macron metirsiya xwe derbarê”Dîmenên pir zehmet di roj û hefteyên pêş li Donbass de” vegot. Ev beş ji daxuyaniya Macron, piştî ku di raporên Rûsyayê de hate gotin ku wê eniyên şer jinûve werin rêxistinkirin, di nav de jî vekişandina ji derdora Kiyv û jinûve bicihbûna hêzên leşkerî li eniya rojhilat di şerekî ku tê payîn hişk, mezin û diyarker be, ji bo raya giştî hatiye belav kirin.

Şêwirmendê Serokê Ukranyayê Mikhailo Podolyak têkildarî mijarê daxuyaniyek dabû ajansa”Interfax-Ukraine” û gotibû:”Ukranya ji bo şerên mezin amade ye. Ukranya divê di wan şer de û di nav de jî Donbass, serkeftinê bi dest bixe”. Herêma dawî Donbass jî, herêmeke ku erdîngariya wê kûr û berfireh e hêzên alîgirên Rûsya ji sala 2014`an ve beşekî wê kontrol dike, lê beşê din ê mezin jî hîna di bin kontrola hêzên Ukranyayê de ye.

Li gorî tevgerên li ser erdê, stratejiya şerê Rûsyayê ew e, ku her carekê kantonekê dike armanca xwe û dev ji eniyên cûda yên dûrî hev jî berdide. Di vê çarçoveyê de, hêzên Rûsyayê ev çend roj in bi awayekî dijwar eniya şer a Donbass topbaran dike. Her wiha, van gêzan balafirgeha Dnipro ku bajarekî mezin ê li rojhilatê Ukranyayê, bi tevahî wêran kir. Li gorî gotina rêveberê herêma Dnipro Valentin Reznichenko li ser Telegramê:”Tiştek jê nemaye. Balafirgeh bi xwe û tevahiya binesaziya derdorê tevahî wêran bû”. Giringiya balafirgeha Dnipro a ku li qiraxa Çemê Dnieper a rojavayê Donbass dikeve, baregeheke leşkerî ya sereke ya ji bo şerê pêşerojê ye. Di vê çarçoveyê de, Rûsya hewl dide ku dema şerê mezin dest pê bike, zehmetiyên lojîstîkî ji hêzên Ukranyayê re derxe.

60 hezar leşker

Li gorî çavdêriya AFP`ê, ev demeke, ku leşkerên Ukranyayê li benda êrişa rûsî ya mezin in. Ew baregehên xwe xurt dikin. Her weha xendeqên nû li herêma Parvenkov a li rojhilatê welat kolandine. Di heman demê de, leşkerên Ukranyayê li kêlek rêyan jî mayîn çandin û li ser tevahiya rêyan jî ji bo tangên rûsî  derbas nebin, bend çêkirin. Li bajarê Xarkiv ku di nava armancên Rûsya di şerê li rojhilatê Ukranyayê de ye, di rojekê de (9`ê Nîsanê) 68 caran rastî bombebaran û topbaranê hat. Ev yek jî giringdayîna Rûsya li ser serkeftineke beşî ya şer heta dîroka torana leşkerî ya bi heybet di 9`ê Gulanê de Roja Serkeftina li dijî Naziyan, nîşan dide.

 

Di heman demê de, li gorî Wezareta Parastinê ya Amerîkayê” Hin nîşan hene ku Rûsya hêvî dike ku zêdetirî 60 hezar leşker”li eniya Xarkiv bicih bike. Rayedarekî Wezareta Parastinê ya Amerîkayê di 9`ê Nîsanê de ragihand, ku hejmara yekîneyên tatîkî yên nêzî bajarokê Belgorod ê sînorê Rûsyayê ji 30 yekîneyî bû 40 yekîne. Heman rayedarî hejmara hêzên ku hatine diyarnekir, lê diyar kir ku cûreyên van tabûran bi awayekî giştî hejmara wan ji 600-1000 leşkerî ne.

Şer Johnson rizgar kir

Lê ji aliyekî din ve jî, hêzên rojavayî yên sereke û di serî de Birêtaniya, piştgirî didin ukraniyan da ku karibe di vî şerî de Rûsya têk bibe. Eger Rûsya di vî şerî de têk çû jî, dê li ser pêşeroja Pûtin û Rûsyayê, encamên karaset bi xwe re bîne.

Serokwezîrê Birêtaniya Boris Johnson roja Şemiyê (9`ê Nîsanê) bi serdanekê ku berê eşkere nekiribû, çû Kiyv û soz da ku ew ê panzêrên leşkerî pêşkêşî Ukranyayê bike. Kêfxweşiya Johnson bi performansa artêşa Ukranyayê, di daxuyaniya wî de diyar bû. Li gorî Johnson”Artêşa Ukranyayê, di Sedsala 21`an de mezintirîn karê leşkerî bi dest xist, dikarîbû parastina Kiyv bike û armancên hovane yên serokê rûsî, têk bir”. Her wiha, şerê li Ukranyayê wekî werîsekî rizgarkirina Johnson bû, ku dihate payîn, ku ew di destpêka îsal de ji ber lidarxistina şahiyan di navenda hikûmetê de di dema qedexeya derketina derva ya giştî ji ber Koronayê, istîfaya xwe bida.

Diyar e ku şerê li Ukranya ji bo Johnson bû derfteke ku baweriyeke zêde ya birêtaniyan bi dest bixe. Di heman demê de, serokwezîrê birêtanî ragihand ku ew bi niyetên Pûtin baş dizane û li gorî Johnson”Pûtin rastî têkçûnekê hat û wê niha fişarê li Donbass û rojhilatê zêde bike”. Her wiha Johnson soz da ku ew ê panzêrên leşkerî û moşekên li dijî keştiyan bide Kiyv. Bi rastî jî, piştî çend saetan ji serdana Johnson, serokatiya hikûmeta Birêtaniya diyar kir ku wê Birêtaniya 120 panzêrên leşkerî û sîstema moşekên nû yên li dijî keştiyan wekî piştgiriya Ukranya di şerê wê yê li dijî dagirkeriya Rûsyayê, bişîne.

 

Têkildarî şandina çekan ji dewletên rojavayî ji bo Ukranyayê, baylozê rûsî yê li Washingtonê Anatoly Antonov, behsa xeteriya şerekî rasterast ê di navbera Rûsya û Amerîkayê de, kir. Antonov ku taybet ji kovara”Newsweek” ya amerîkî re axivî, got:”Dewletên rojavayî bi awayekî rasterast beşdarî bûyerên ku niha rû didin, bûne û bi domdarî çek û cebilxaneyan didin Ukranya yê.  Her wiha, anîna çek û alavên leşkerî ji dewletên rojavaî bi rêya karwanên veguhistinê di nava axa Ukranyayê de, êdî armanca leşkerî ya rewa ya hêzên me yên leşkerî ye”.

 

Di çarçoveya amadekariyên rûsî yên ji bo şer de, rayedarekî rojavayî li Londonê ragihand ku Rûsya jinûve rêveberiya şer li Ukranya saz kir û fermandarekî nû yê ku di şerê Sûriyê de bûye xwedî tecrûbe, general Alexander Dvornikov, wekî fermandarê nû yê operasyona leşkerî ya rûsî li Ukranyayê erkdar kir. Lê heta niha derbarê veguhartina di rêveberiya operasyona li Ukranyayê de, ji aliyê Rûsyayê ve tu tekeziyeke fermî nehatiye dayîn. Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê Amerîkayê  Jake Sullivan derbarê vê yekê de axivî û da zanîn, ku ew texmîn dike ku generalê rûsî sûc û kriyarên hovane derheqê sivîlên ukranî de pêk bîne.

Ji bo dewletên rojavayî, şerê li Ukranyayê, ji şerekî di navbera du dewletan de ku yek jê hevalbendê rojavayî ye, veguherî derfetekê ji bo danîna rêgezan di têkiliyên navdewletî de, nexasim derbarê hêzên mezin ên ku  armancên wan ên yekalî hene ku bikevin tevgerê da ku nakokiyên xwe çareser bikin, bû nimûne Çîn û armancên wê yên tevlêkirina Taywan. Di heman demê de, tu derfeteke baş ji bo rojavayî bi rêveberiya Amerîkayê, ji ya Ukranyayê baştir tune ye ku bersivê bidin dewletên ku rojek ji rojan serokê Amerîkayê ew bi”Eskana desthildarî û  sitemkarî” binav kirin. Lewra, tê payîn ku herçendî şer dirêjtir bibe, rojavayî bi awayekî mezin li pişt Ukranya bisekinin ku ev yek di rojên destpêkê yên şer de nehatibû zelalkirin, heta ku Ukranya bibe waneyek di parçebûna dewleteke mezin wekî ku dewleta NATO`yê dixwaze. Parçebûn,  ev têgeh ji aliyê Seroka Komîseriya Ewropayê Ursula von der Leyen di serdana di 8`ê Nîsanê li Kiyv hate bikaranîn. Wê got:”Rûsya dê bikeve çirava parçebûna aborî, darayî û teknolojî, di demekê de ku Ukranya ber bi pêşeroja ewropî diçe”. Ursula von der Leyen xitabî Zelensky kir û got:”Şerê we, şerê me ye jî..Em hêza xwe ya aborî dixin seferberiyê da ku Pûtin temenekî giran buha bide”.

Di aliyê ragihand û akademîk de, êdî mînaka ukranî ji aliyê têkçûna Rûsyayê de, bû wekî waneyek. Analîzvanê amerîkî Hal Brands mamosteyê kursiya Henry Kissinger yê Karûbarên Giştî di Zanîngeha Johns Hopkins de, hişyariyek ji serokwezîrê Macarîstan Viktor Orban ji ber ku bi zarê Pûtîn dike, şand. Brands texmîn kir ku şerê Ukranyayê bi têkçûna aborî û leşkerî ya Moskovê, bidawî bibe. Lê di heman demê de, wî bal kişand ku ji bo serokê Çînê Xi Jinping tiştekî din ê bi fikar heye, li gorî wî şaş naskirina rewşê ji Tengava Taywanê xetertir e

Di encamê de, dê ji bo Atlantîkan mayîna Ukranya ne girîng be, ya girîng ku ev şer bibe waneyeke pêşwext ji bo her kesê ku “cîhaneke pir alî“ dixwazin.

Werger ji erebî: Kendal Cûdî