Veberhênanên Rûsî.. zehmetiyê ji cezayan dikşînin

*Raouf Bakr

Welatên rojava û hevalbendên wan di 24ê Sibata bihûrî de ji bo bersivdayina şerê ku Rûsiya li dijî Ukranya dayê destpêkirin, komek cezayên aborî li ser wê ferz kirin. Di heman demê de, niha tecrîdeke  cîhanî li ser Rûsyayê heye. Gelek kompaniyayên biyanî xwe ji bazara hundurîn ya  Rûsiyayêvekşandine. Mirov li vir dikare bihsa bankên ku xwe ji pergala darayî ya sîstema”Swift” bidûrxistine û heta sekinandina tevgeracûyin û hatinê ya bilafiran ji bo Rûsiyayê,bike.

Tê texmînkirin kuderdora 60%  ji xezînadarayî ya Rûsan li dervayê welat e. Ew bi qasî 600 milyar dolar heye. Ewropiyan û DYA cezayên tundire li ser hemi sembolên olîgarş û saziyên darayî yên Rûsî ferzkirine, pirs ew e dê di pêşerojê de dewlemendên Rûs berê xwe bidin ku derê û kîjan welatan ji xwe re hilbijêrin, lêbelê xuya ye rê li pêşê zengînên Rûsî sînordar eji bilî ew welatên beşdarî cezaya dijî Rûsiya nebûne lê ew welat jî newêrin aşkere veberhênanên Rûsan bihewînin.

Di van demên dawî de, hinek rapor derketin holê, kutê de hewildanên bankên Rûsî ji bo derxistina kertên bankê yên ku piştgirî didin pergala dravdana “UnionPay” ya ku hukûmeta Çînê wekî alternatîfek ji “Swift”, “MasterCard”, “Vîsa” û pergalên dravdan û veguheztinê yên din eşkere kirin, tên deşîvre kirin.Her wekî din kompaniyayên Rûsî  dixwazin hesabên nû di bankên Çînê ku şaxên wan li Moskoyêhene vekin, wek “Banka Çandinî ya Çînê, Banka Pîşesazî, Bazirganî, û Avahîsaziyê ya Çînê”. Lêbelê, van kompaniyanîhtîmala danûstandinê bi pereyê çînî “Yuan” heye,  vekirina hesabên nû di demeke kurt de dê gelek xeteriyan jî bi xwe re derxê holê, ji ber guheztina nirxê Danûstandina di navbera yuan û rubleyê de, ku hin bankên Çînî hişt ku fînansmana kelûpelên rûsî qut bikin.

Her çiqasî”rubleyê” vê dawiyê hinekî rihetiya xwe bi dest xistibe jî, piştî ku nirxa wê li hember dolar dakete asta herî nizim kugihîşte 150î, lê ev başbûngirêdayî yewê yekê, ku welatên ewropî heta niha kirîna gaza rûsî berdewam dikin û bi vî bi vê gavê re bi awayekî nerasterast piştgiriya dravê Rûsyayê dikin.

Jacob Kierkegaard, aborînas û xebatkarê payebilind ê Navenda Lêkolînê ya “Fona Marshall a Alman” li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, bi tayîbetî ji “Navenda Kurdî ya Lêkolînan” re ragihand û got ku Rûs “dixwazin, piştî sepandina cezayên rojavayî xwe nêzî welatên nû yên ku pergala wan e darayî wekî Rojavaye bikin.Niha jî Rûsiya têkiliyeke aborî bi wan dewletan re ava dike ,  ew  welat jî dikarin bighîjin karûbarên ku êdî li welatê wan peyda nabin, di nav de aboriyek pêşkeftî ya teknolojîk û avahiyên luks hene.

Kierkegaard wiha berdiwam kir: ,”niha cihên nû yên veberhênana rûsî wekî Îsraîl, Dubai, û dibe ku Hindistan jî hebe, Rûs dixwazin pergalek darayî bihêz û pêşkeftî were meşandin da ku veguhestinên darayî yên bilez bê vekolîneke giran ji aliyê hukûmetên van dewletan ve werê kirin.”

Û li ser encamên texmînkirna vê nêzîkbûnê, Kierkegaard wiha destnîşan dike “rîska sereke ew e ku her welatekî çiqas têre xwe jî hebe û veberhênanên mezin ên rûsî bikêşe cem xwe, dê rastî nerazîbûnên siyasî yêndewletên rojava wereû saziyên darayî yên wê dê bikevin jêr cezayên Dewletên Yekbûyî û / an Yekîtiya Ewropayê.”

Kierkegaardşîroveya xwe domand “Bi vî rengî, ev cûre çareseriyeke demkî ye ji ber ku pereyê Rûsî dê têkevevan welatan û derkeve. Ev welat jî di bin kontrola hikûmetên rojavayî de ne,” wî rave kir, û anî ziman ku “ev bi taybetî ji bo hikûmetên danûstandina bi Rûsiyayê re dikin û di heman demê de ku têkiliyên wan ên siyasî û aborî yên girîng bi Ewropa re hene.” Aborînas li Navenda Lêkolînê ya “Fona Marshall a Alman” destnîşan dike: “Bi vê yekê re, dibe ku ji bo nimûne Îsraîl nekaribe gelek pereyên Rûsî bikişîne cem xwe bêyî ku li Emrîkayê vegere.”

Kierkegaard tekez dike ku ” bi vî rengî dê veberhênana rûsî ji welatekî biherike welatekî din, lê ne gengaz e ku li welatekî bi cih bibe, ji ber ku gelek cezayên li ser Rûsiya, sînorên neteweyî yên welatan derbas dike.” Di heman demê de, ew destnîşan dike ku “cudahî tenê li Çînê ye”, û got ku di vê rewşê de, “veberhênanên rûsî dê di nav bankên hukûmeta Çînî de rûbirûyê metirsiyan nebin, lê metirsiya Çînê ew e ku Emrîka cezayan bide ser bankên Çînê.

Amarîka çavdêriya her çareserî û danûstandinên darayî dike bi rêya sîstema “Clearing House for Interbank Payments” ya ku li New Yorkê ye, bi kurtî jê re “CHIPS” tê gotin, ku di endamtiya xwe de bi dehan saziyên bankî yên dewletên rojavayî dihewîne û DYA bi riya wê dikare wan ceza bike.

Hinek dewletên Ereban jî berendam in ku veberhênanên rûsî ber xwe ve dikêşin, ji ber ku li van welatan vekirina hesabê bankê hêsantireji bo veguheztin û tomarkirina kompanyayan. Li gorî hijmara fermî, Îmarat di rêza yekem de di nav welatên Kendava Erebî de wekî cîhek bijareye ji bo geştyarên Rûsî di rêza yekem de ye, ji ber di çar mehên pêşiya  sala borî de nêzîkî 256,000 kes serdana wê kirine. Di heman demê de tê pêşbînîkirin ku ew bi tenê dê pêşwaziya ji 90%  ji mêvanên Rûsî bike. Ji bo welatên Kendava Erebî heta sala 2026an de. Raporên demên dawî dibêjin ku liv li ser  pereyên Rûsya ji bo Dubai zêdebûne û daxwaz û veguhestina fonan jî, her wiha  vekirina hesabên şîfrekrî û kirîna avahiyan.

Di vê çarçoveyê de pispora Rûsya û lêkolînerê Enstîtuya Washingtonê ya Polîtîkayên Rojhilata Nêzîk Anna Borshevskaya bi taybet ji “Navenda Kurdî ya Lêkolînan” re ragihand û got: “Hejmarek mezin ji dewlemendên Rûs diçin Îmaratê. ku gelek ji wan li wir xwediyê karsaziyan in , Kendava Erebî bi giştî jî ji bo Rûsan cihekî girîng bû di warê karsaziyê de.”. Ew weha berdewam dike, “Ez jî wisa hizir dikim ku hinek dê berê xwe bidin Tirkiyê. Ji aliyê xwe ve Çîn jî ji bo dîtina alternatîvên danûstandinên darayî alîkariya Rûsyayê dike û tê texmînkirin kupiştî vê tecrîdê dê têkiliya Rûsya bi Çînê re gelekî xurt bibe.” Derbarê perspektîvên aborî û hîn bertekên cuda de jî Borşevskaya wiha pê de çû: “berî destwerdana dewletên Rojava li ser Rûsiyayê, têkiliyên di navbera Rûsya û Çînê nêzî hev dibûn,  lê divê krîza Ukraynade Rûsya û Çînê ji hev nêzîktirkir.”  Wê destnîşan kir “Dibe kuev pêşketinên vê dawiyê, Çînê têxe rewşeke aborî û jeostratejîke ya xurt.” Ji ber ku Pekîn li Rojhilata Navîn roleke aktîf dilîze, bihêztir dibe.” Her wiha balkişand ser “ku ev cezaya li serRûsya di demeke dirêj de dê wêranker be, lê di demên domdirêj de Çîn dikare ji vê rewşê sûd werbigire,”.

Faktorên herî girîng ên ku Îsraîl dixwaze veberhênanên Rûsî bikişîne cem xwe. Ev yek jî ji ber ku peywendiya wê ya taybet bi Mosko re heye, ji ber ku 15% ji welatiyên wê bi rûsî diaxivin û hin ji wan hemwelatiyên her du welatan in. Wek milyarder Roman Abramovich, xwediyê klûba Îngîlîzî Chelsea, ku niyeta xwe ya firotina klûbê li hember dorpêçan ragihand û ji “London grad” koçkir.

Ji bo çareserkirina qeyranêÎsraîl jî xwe şertgiriyê Enqerê dibîne  da ku rola lihevkirina  di navbera Rûs û Ukrayna de bilîze, di demekê de ku Tirkiye wek berbijarek ji bo wergirtina pereyên Rûsî derdikeve pêş, di rêka sektorên enerjî, avahîsaz û mêvandariyê de. Di nav darayî yên Tirkiyê de belav bûye danûstandina bi pergala berdêl ya bi navê “SWAP” were karanîn, ji bo xwe ji pergala “SWIFT” dûrbixin, wekî ku tê xuya kirin Hindistan jî di heman rê de ye ku hevalbendê kevin ê Kremlin e, niha jî dixwaze hevkarî hin bihtir bi Rûsya re bike bi taybetî di warê enerjiyê de.

Banka navendî ya Hindistanê li ser îhtîmala bikaranîna “Swap”ê gotûbêj dike, da ku “rûpî” bi pereyê Rûsî re were girêdan  ji bo “rûble” li bankên Hindistanê were razandin berî ku ew were veguheztina “rûpî” û her wiha bi berevajî wê jî. Û nirxê wê jî pêş de were diyar kirin. Ji ber vê yekê, mîqdar ji bo çareserkirina nirxa danûstendinên karsaziyê têne bikar anîn. Lêbelê, nediyarbûna îhtîmala ku Çîn  pergala “SWAP” bikarbîne yan na,  ji ber aboriya Çînê di danûstendinên nav xwe de bi dolarê Amarîkî ve girêdayî ye, nemaze li Çînê kelûmelên veberhênerênherî mezin bi giranî bi dolar têne kirîn.

Ji aliyê xwe ve, CEO yê Navenda Lêkolînên Siyaseta Ewropî ku navenda wê li Brukselê ye, Karel Lano, diyar dike ku ew derbarê paşeroja veberhênanên Rûsî xwedî nerînek reşbîne û meraq dike ku “çi dewlemendî maye, ji ber ku niha her tişt di bin cezayan de ye”. Lano bi tayîbetî  ji “Navenda Kurdî ya Lêkolînan” re diyar dike “Demeke dirêjenezelalî heye ji Rûsên ku li dervayî welêt veberhênenan dikin. Dikare bi cezayên li ser Îran û Venezuelayê re were berhev kirin, dê hin gelek xwğstek li ser hebin di dema ku windahiyên madî îro bi 200 mîlyar eurode tên texmîn kirin.”

Di derbarê derfetên karsazên rûsî ku ji dûrî weltên rojava veberhênanê bikin, Lano wiha lê zêde kir “piraniya welatên Ewropa  ji veberhênanê biyanî re ne vekirîne. Hin qanûnên Amarîka ji wan tundtirin”. Ew destnîşan dike ku tiştê di vê rewşê de ji Rûsan re maye “hin penagehên li dervayî welat in, dibe ku Hindistan û Endonezya, lê ez bawer nakim ku bazarên sermayeyê li Rojhilata Navîn hewcedarê wan bin.”

Aboriya Rûsya ji pergala darayî ya cîhanî were dûrxistin tê wateya kudê xesara veberhênanan bi dehan milyar dolar be, zanîna cihên ku karsaz û kompaniyên rûsî berê xwe bidinê , dê bi vê yekê ve girêdayî be “gelo Rojava niyeta berfirehkirina cezayan li ser veberhênanê Rûsiya heye yan na” û dê heta kengî ew ceza bidomin, heger çareseriya siyasî sernekeve.

 

*Raouf  Bakr rojnamevan û lêkolîner e ku bi karûbarên Rojhilata Navîn û Ewropayê re eleqedar e.

Werger ji erebî: Heysem Mislim.