Ji bo doktrîna qezenciyê.. Li Tirkiyeyê tundiya tazî civak û derdora wê dirûxîne

FERHAD HEMÊ

Encamên aloziya jîngehê ku ji ber zêdebûna germahiya globalê li tevahiya cîhanê rû dide, Ii ser civakên herêmeke heta herêmeke din cûda ye. Di demeke ku civakên li welatên rojavayî û pîşesazî yên pêşketî bi xeteriyên zêdebûna germahiyê re rû bi rû ne, civaka li Rojhilata Navîn û welatên ku îdiaya dikin di rêya pêşketina pêşesazî de ne, xwe di nava pencên pergala nîjadperestî û xeteriyên xwezayê dibînin. Tirkiyê jî wekî nimûneyekî herî guncav a rewşa dawî ye.

Di demeke ku cîhan di şopandina nûçeyên şewitandina rêzedaristanên li ser beravên rojava û başûr re mijûl bûn ku mezintirîn şewata di salên dawî de li welat rû daye, li bajarê Qoniya komkujiyeke hovane li dijî malbata Dedeoglû ku di encamê de 7 kes ji heman malbatê ji ber mebestên nîjadperestî hatine kuştin, rû da. Çalakvanan bi awayekî girseyî, dîmenê bûyerê belav kirin ku têde vegotinên nîjadperestî li ser zimanê cîrana malbata ku bûye qurbanî wekî”Em Kurdan li vir naxwazin, destûr tune ye ku li vir bijîn”hatine gotin.

Lê hêza desthildar a Tirkiyeyê hesabên xwe yên cûda hebû, dema ku bingeha wê ya civakî ya tundraw hewl da bûyerê ji çarçoveya wê derxe û bi rêbazekî cûda berê wê bide aliyekî din. Ev yek jî bi rêya dayîna daxuyaniyên nîjadperestî di dema belavbûna şewata daristanên li gelek wîlyatên başûr û başûr rojavayê welat pêk hat, piştî ku germahiya li ser rûyê erdê li Tirkiyê gihîşt %50. Erdogan tevî aliyên peywendîdar wekî saziya Karûbarên Olî û rojnameyên alîgirên hikûmetê xîtabê nefretê zêde bikar anîn û bê belgeyên berbiçav îdiaya kirin ku”Zarokên malbatên Kurdan li pişt van şewitandinê ne”.

Li ser ebingeha gurkirina xîtabê nefretê ji aliyê serokê dewletê, hin çavkaniyên çapemeniyê ji cihên şewatê ku daristan û gund di çend rojên dawî de wêran kirine, ragihand ku niştecihên herêmî”Netewperest û islamperestên tundraw”girseyên ne qanûnî ava kirine, da ku li peyî her kesê ku girêdayî Kurdan e, bikevin. Ji aliyekî din ve jî, bavê dewleta kûr û hevalbendê Erdogan Dogu Perînçek daxuyanî dida û digot”Bersiva herî baş a şewata daristanan, girtina HDP`ê ye”.

Di navbera her du bûyerên navborî de, xelekek hevpar heye û peyva “jehrîkirin”  di wateya rasteqîn de, ne bi mecazî, tabloya hewaya civakî û hawîrdorê ya ku li Tirkiyê serdest e, nîşanî me dide. Di encamê de, li pişt her xeteriya encamên bobelata xwezayê wekî ku Selahedîn Demîrtaş di twîteke xwe de got, “Karaseta siyasî ya li welêt e”.

Li gorî vê yekê, gelo em dikarin bibêjin ku Tirkiyê bi rêveberiya desthildariya otorîter a heyî, ji bo hawîrdoara civakî û xwezayî bûye gefeke hebûnê? Her wiha gelo ma îdeolojiya dewleta  desthildar itîraf dike ku aloziya hawirdorê heye? Bersiva pirsa yekê, bi piranê wê “Erê” be!. Lê bersiva pirsa duyemîn, wê “Na” be!. Ji bo ku ev pêvajo bi awayekî hevgirtî were zelalkirin, divê du faktor di ber çavan re were girtin; A yekê, hewldanên hikûmeta rastir a Tundraw(Erdogan-Bahçelî- Perînçek) ji bo avakirina bingehên nû yên welat heta sala 2023`an ku salvegera 100`î ya Hevpeymana Lozanê ye. A duyemîn, meyla zêde ya mezinbûna aboriya pêşesazî û bikaranîna çavkaniyên xwezayî di nav de jewitandin” bi armanca xwe gihandina neteweyên pêşketî. Ev jî bîrdoziya pêşketina rast, ku ji dema damezirandina komarê ve hatiye.

Ji bo naskirina vê dubendiyê, hêja ye ku em balê bikişînin ser hin têgehan û çarçoveyên pê re. Eger ku destpêka damezirandina “Komarê” wê demê li gorî rêgezên dewleta neteweyî ya çerxa sîstema navdewletî bû, lê kopîkirina vê formulê bi nêzikbûna Hevpeymana Lozanê bê ku guhartinên sîstema navdewletî ya rojavayî taybet di ber çavan re were derbaskirin, cihê Tirkiyê ya di bîra bîrdoziya rastgirên serdest e, dê bi awayekî eşkere têkeve nakokiyê. Êdî astengiyên civakî û çandî yên cihêreng li pêşiya jinûve formula dewleta neteweyî disekine. Her wiha hin qanûn û rêgezên navdewletî yên girêdayî hawirdorê hene ku pêvajoya nûjenkirinê ya ku tê xwestin, asteng dike.

Li gorî daneyên heyî, diyar dibe ku biryardarên li Enqereyê bi biryar in ku armancên xwe pêk bînin, bê ku li astengiyan vegerin. Ji bo vê yekê jî, stratejiya”Pêşesaziya Şer” a li dijî cihêrengiya çandî, neteweyî, olî û zayendî, wekî pêdiviyeke lezgîn dibînin.  Her wiha bikaranîna li ser esasê berjewendperestî ya ji çavkaniyên jîngehê ji bo xizmeta meyldariya qezenca zêde, li gorî armancên ku hatine pêşkêşkirin.

Ev nêzikatî di dîroka dewlet û îdeolojiya wê de, ne bûyereke awarte ye. Di lêkolîna bi sernavê”Siyasta Avhewayî li Tirkiyê:Helwest nakok e“, Fikret Adman û Murad Arsal di vê lêkolîna xwe ya hevbeş de, bal kişand ser xalên giring û dibêjin:”Ji dema serxwebûna Tirkiyê ve, îdeolojiya dewletê ava bû ku ew bi ser civakê û dervayî wê ye. Pêwîst e hegemonyaya xwe li ser civakê bi erêkirin an jî bi zorê pêk bîne, ev jî wekî şertekî hebûna xwe dibîne”. Her wiha di lêkolînê de hate gotin:”Îdeolojiya nûjekirin û mezinbûnê li Tirkiyê wekî dermanê hemû dozan tê dîtin. Tê payîn ku netewe bi rêya rêjeyên mezinbûna dahateya herêmî û giştî ji ber ku armanca yekane û sereke ye, ji rewşa wê ya(Paşverû), ber bi xaleke pêşerojê diyarkirî(Teoriya dîroka rast) ku tecrûbeya rojavayî wê diyar dike, bibe.”

Di encama lêkolînê de hate gotin:Rastiya ku derdikeve holê, ew e ku dema jîngeh li pêşiya qanûna komkirin û mezinbûnê dibe asteng û dewlet jî xwe ji hemû lihevkirinên bi aliyên navdewletî û herêmî re, dide alî”. Nexasim ji bo vê mijarê jî, nîşaneyên kêfxweşiyê li ser rûyê Erdogan diyar bûn dema ku Trump ji Hevpeymana Parîsê ya sala 2017`an vekişiya. Erdogan wê demê got:”Ev vekişandin dihêle ku Tirkiyê meyla erêkirina hevpeymanê li parlamentoyê kêm bike”.

Dema ku meyla qezencê were biçûkkirin û di heman demê de hevpeymanên navdewletî werin redkirin, wê bersiva dewleta Tirkiyê li gorî îdeolojiya rastgir a tundraw, “Pêşesaziya Şer” bixe rojeva xwe. Dema ku behsa gotina”Pêşesaziya Şer û têkiliya wê bi mezinbûn û dewlemendî re” were kirin, divê em di çarçoveya nêrîna Sırrı Süreyya Önde de, bigirtin dest. Onder di hevdîtineke bi rojnameya”Dovar”a tirkî re û ji aliyê Navenda Kurdî ya Lêkolînan ve hate wergerkirin, dibêje:”Dema em dibêjin Pêşesaziya Şer, ne tenê em behsa bazirganên çekan di warê şer de dikin, lê belê em behsa dezgehên çapemeniyê, siyasetmedar, akademisyan, rêxistinên ne hikûmî, mafiya û komên lihevkirinê yên taybet bi wê, dikin. Ev çînên navborî ku di şer de dewlemend dibin, lê civak jî di zindanê de tê girtin”.

Di heman çarçoveyê de, lê ji aliyê zelalkirina têgehan bi nêrîneke hîna kûrtir, Ocalan perdeyê li ser vê têkiliyê di parêznameya xwe ya 5`an de  davêje û behsa îdeolojiya qirkirina li dijî Kurdan dike û dibêje:”Pere, şêweyê herî paqij ê tundiyê ye. Bi rêya îdeolojiya dewleta neteweyî xwe vedişêre û bi awayekî mezin tundiyê dixe nava civakê û êrişî hawîrdora xwezayî(Êrişa tekonolojî) dike”.

Li ser esasî van têgehan, divê bûyerên Gazî Park ku yekemîn çalakiya civakî ya protestoyî li dijî desthilatdariya Erdogan bû, ji nû ve bê şîrovekirin. Ev xwepêşandan li dijî bajarvaniya li ser hesabê lîstina bi qadên kesk bûn, ên ku ji aliyê şerîketên bi ser Recep Tayyîp Erdogan ve dihatin kirin. Ji wê bûyerê ve, welat ketiye nav rewşek tundiya kanserojen, çi li dijî parêzvanên hawirdorê an jî daxwaza azadiya civakî bi giştî.

Her wiha hatina hikûmeta Trump li ser desthildariyê li Washingtonê ku bi helwesta xwe ya li dijî siyaseta  avhewayê tê naskirin, wekî “Diyariyekê ji Xwedê”ji bo desthildariya heyî ya Tirkiyêyê bû. Enqereyê sûd ji vê derfetê girt û bi awayekî pir baş keysbaz kir ji bo avakirina sîstema(Erdogan-Bachçelî- Perînçek). Ev yek jî piştî ragihanda rewşa awarte û destpêkirina şerên hundirîn û derve li dijî civak û xwezayê, hegemonya li ser saziyên dewletê, zêdekirina tundiyê di nava civakê de û gurkkirina çîna siyasî, pêk anî.

Piştî vê dîrokê, îdeolojiya mezinbûn û nûjenkirinê ji aliyê hikûmeta rastgir a tund ve, xwe bi tundiya tazî parast. Êdî tundî li ser astên cihêreng li dijî civakê hate meşandin wekî; ji bêdengkirina xwepêşandanan û girtina domdar li dijî çalakvanên jîngehparêz, muxalif û tevgera femînîst û kontrolkirina awayê qanûn, parlemento, şaredarî û rêxistinên civakî yên sivîl, heta hemleyên tasfiyekirina domdar a li dijî berxwedana Kurdan ji aliyê civak û xwezaya Kurd ve (Ev mijara dawî, ez ê di lêkolîneke din de dateyên wê vebêjim).

Îdeolojiya nûjenkirin û mezinbûnê bi taybetî di sektorên avahîsaziyê û enerjiyê de hate bikaranîn, ku ji salên 80`î yên sedsala borî vir ve li Tirkiyeyê stûnên herî girîng ên avakirina pergala neolîberal in. Veberhênana taybet û giştî di avakirinê de (pir – xanî – balafirgeh – bender – rê) bû qadeke xwêdana sermayedaran. Taybet dema ku Desteya Avahiyan erdheja wêranker a sala 1999`an wekî bihaneyekê ji bo rewakirin deverên nû yên bajarî bi rêya veberhênanê bikar anî. Desteya Avahiyan îdia dike ku ew ya dewletê ye û ji bo berjewendiya giştî kar dike, lê di rastiyê de li gorî ku aborînasê navdar ê tirk Mustafa Sonmez eşkere dike, li Tirkiyeyê duyemîn yekdestdariya herî mezin a pêvajoya arizîkirinê ye. Derfet jê re heta dawî tê vekirin ji bo firotina milkên giştî û veguhestina wan di projeyên veberhênanê de, di navbera sermayeya navdewletî û herêmî de, bi rêya borsayê tê belavkirin. Ji aliyekî din ve jî veberhênana di sektora enerjiyê de ji sala 2005`an vir ve hate serbestkirin, bi taybetî di sektora komirê de, ku çavkaniyên daristanê ji dar û komirê îstîsmar dike.

Li gorî lêkolînên navdewletî yên têkildar, sektora komirê ku piştgiriyê dide stasyonên Enerjiya termalê, yek ji sedemên herî sereke yên belavkirina emîsyona gazê li Tirkiyeyê ye û sê parên  gaza kerbonê ji kanên komirê derdikeve. Bi vê yekê jî Tirkiyeyê, ji nava dewletên herî mezin li cîhanê, çavkaniya emîsyona gazê ye û di navbera salên 2008-2020`an de, bi awayekî mezin emîsyona gazên cîhanî zêde kir. Tirkiyeyê, ji aliyê lêkolînvanan ve, wekî” stargeha qirêjiyê”li cîhanê hate binavkirin. Ev gotin bi gelemperî nîşaneya siyaseta veberhênanê dike ku li vebijarka herî erzan di warê îstismarkirina çavkanî û keda ku ji hêla xweza û civakê ve hatiye peydakirin ji bo ku bigihîje berjewendiyên bilez digere.

Li pêşberî vê tabloya tarî, hişyarî ji aliyê desteyên girêdayî Neteweyên Yekbûyî û navendên têkildarî parastina avhewayê, li peyî hev tên. Wan saziyan dane zanîn ku Tirkiyê pabendî kêmkirina gaza serayê bi rêjeyeke diyar bi hatina sala 2030`an de nebûye. Tevî ku Tirkiyeyê yek ji wan dewletên li ser Hevpeymana Parîsê îmze kiriye, lê heta niha parlamentoyê li ser vê hevpeymanê erê nekiriye. Her wiha Tirkiyê yek ji wan kêm dewletên ku beşdarî tu blokên danûstandinê yên fermî yên danûstandinên avhewayê ya navdewletî ya bi serpereştiya  hevpeymana NY`yê yên girêdayî guhartina avhewayê, nebûye. Nûnerê dayim yê Tirkiyê yê Rêxistina Hevkariya Aborî û Geşepêdanê Kerîm Alkin, hemleyek dijîberî Hevpeymana Parîsê dimeşîne da ku neyê erêkirin. Ji ber ku li gorî Alkin, Tirkiyê di pêvajoya pêşketina pêşesazî de ye û pêwîstiya wê bi  enerjiya Fosîl”Komir, petrol û gazê” heye, ku rêjeya wê derdora %88 ji enerjiya giştî li welat e.

Çend nimûne ji aliyê çalakvanên jîngehparêzî ve, asta zirara jîngehê ya ku ji aliyê sektora avahîsaziyê ve ku ji hêla desthilatdariya xaniyan ve tenê tê birêvebirin, eşkere dike (ku di nava xwe de emîsyonên ji pîşesaziya çîmentoyê  derdikevin, zêdebûna veguhestinê di dema çêkirinê an birîna daran de, an dirêjkirina karanîna germkirinê di xaniyên nû de dihewîne). Li gorî hin hejmaran, di dema çêkirina sêyem pira sereke li Stenbolê de, 4 milyon dar hatine qutkirin. Her wiha li gorî hin agahiyan, ji bo çêkirina balafirgeha li Stenbolê, ku di sala 2018`an de hate vekirin, derdora 13 milyon dar hatine qutkirin.

Çend meh berê, vekirina kanala Stenbolê ya ku dikeve rojavayê Bosforê, wekî şokekê bû ji bo muxalefetê û çalakvanên hawirdorê. Proje, li gorî rexnegiran, bi lêçûna nêzîkî 15 milyar sermayeya biyanî ye û dê Deryaya Marmarayê bi deryaya Reş re bi qasî 40 kîlometre girê bide û wê bandoreke felaket a mezin a jîngeh û civakî li 16 milyon niştecihên Stenbolê û herêma Marmarayê bike. Ji ber ku ew ê qadên berfireh ên daristanên Stenbolê yên ku berê wêran bûne hilweşîne û li ser dirêjahiya kanalê bajar werin avakirin. Di heman demê de, bi awayekî pratîkî hemû deverên xwezayî yên Stenbolê bi avahiyan werin dagirtin û bajarek ji 3-4 milyon însanan were avakirin û li gorî hin şiroveyan Stenbol dê bibe (cinawirekî mezin).

Li gorî çavdêran eger hikûmeta Erdogan bi mekanîzmeya qanûnên şaredariya Stenbolê de nelîste, ne gengaz bû ku îhaleya projeyê bihate derbaskirin. Serokê niha yê şaredariya Stenbolê Ekrem Îmamoglû ku bi ser CHP`ê ve ye, destpêkirina projeyê wekî “xiyaneta Stenbolê” bi nav kir, ji ber ku %40 ava bajêr ji van daristanên li aliyê Ewropayê tê û %60 ji kesên ku li Stenbolê dimînin di ankêtekê de ev proje red kirin.

Lê belê, Erdogan guh neda hêrsa gel û hişyariyên zanyaran û pisporan. Erdogan bi tundî parastina bankên biyanî yên ku dixwazin tevkariyê li vê projeyê bikin, dike. Di heman demê de, di dema dawî de 10 efserên berê ku nameyek vekirî ya li dijî avakirina “Kanala Stenbolê” dan, hatin girtin û Serokomarê Tirkiyê êrişî van efseran kir û ew bi “derbeya siyasî” tawanbar kir.

Balkêş e, heta warê Erdogan Kantona Rîzeyê bi xwe jî, ji êrîşa li dijî xwezayê nefilitî. Nêzî mala wî, Şerîketa Cengîz di Nîsana borî de kana keviran vekir. Şîrket plan dike ku 20 milyon ton kevir ji kana li bajaroka Îkızdir a li navenda daristanên Behra Reş derxîne. Hêjayî bibîrxistinê ye ku Şerîketa Cengîz yek ji mezintirîn şerîketên avahîsaziyê li Tirkiyeyê ye û bi ser serokomarê Tirkiyê ve ye. Heman şerîket e piştî beşdarbûna wê di avakirina Balafirgeha Hewlerê ya Navdewletî de, niha beşdarî avakirina Balafirgeha Duhokê de li Başûrê Kurdistanê bûye.

Careke din, van projeyên metirsîdar ên li dijî jîngehê rêya xwe di nav tundiya ku ji hêla dewletê ve hatî ferzkirin vekir. Di vê çarçoveyê de, desthildariya herêmî xwepêşandanên ku di nav şêniyên bajarok de rû dane bêdeng kir û qedexeyek bi giştî li ser niştecîhan ferz kirin. Endezyarekî pisporê karûbarên hawirdorê têkildarî bûyerê destnîşan kir ku Erdogan bi axaftinên xweş dest bi projeyan dike, lê ew ji keskiya daran bihtir ji rengê kesk ê dolar hez dikin. Her wiha alîkarê Serokê Komeleya Daristanan Xosrow Ozkara jî wiha got: “Mijar ne tenê birîna darekê ye, lê belê zirara rastîn gefa li dijî pergala jîngehê ye.”

Ev nêzîkatî ji bo stasyona termîk a ku li ser komirê dixebite derbasdar e. Lêçûna vê projeyê 1,7 milyar dolar e ya ku li peravên başûrê Tirkiyê li nêzî Adanayê tê çêkirin û ev mezintirîn projeya veberhênana rasterast a Çînê li Tirkiyeyê ye. Şerîketa çînî (Shanghai Electric Power) xwediyê ji %78,21 pariyên projeyê ye. Ev proje ji ber bandorên xwe yên qirêj li ser tenduristî, jîngeh û avhewayê, rastî dijberiyên herêmî û niştimanî yên pir tund hat. Heman tişt ji bo veberhênana kanên ku li daristanên Manîsayê yên ku niha di bin şewatê de ne jî derbasdar e.

Nûçeyên ku di van çend rojên borî de belav bûne, diyar dikin ku şewata ku ji ber şewata daristanan derketiye bi awayekî metirsîdar nêzî stasyona termîk a Kemerkoyê ya bajarê Muglayê ku li beravên başûrê rojavayê dikeve, bûye. Di vê stasyonê de, 40 hezar ton komir heye û li gorî pisporan eger şewat bi stasyonê bikeve, dê gazên jehrî di atmosferê de, di encama şewitandina komirê di hundirê stasyonê de, bi awayekî ku dibe ji kontrolê derkeve, belav bibe.

Di van hemû projeyan de, tundiya dewletê ya bêdengkirina çalakvanên jîngehparêz, civaka xwecihî û muxalefetê biser ket, bêyî ku zirarên hawirdor û civakî di berçavan re were derbaskirin, rêya qezenc û mezinbûnê bidomîne.

Keysbazkirina şewata daristanan

Helwesta hikûmeta Erdogan-Bahcilî ya ji bo şewatên heyî yên li başûrê rojavayê welêt, nimûneyeke zelal a çawaniya keysbazkirina karesatên xwezayî ji bo berjewendiya qezencê ya zêde, ji me re pêşkêş dike. Propagandaya dewletê ya ku siyaseta guherîna avhewayê nas itîraf nake, hebûna teoriya komployê ya li pişt van şewatan pêş dixe da ku hemleya paqijkirin û tepisandinê ya li dijî dijberan pêk bîne. Di heman demê de, bi rêya van felaketan hewl dide hîna zêdetir projeyên bajarvaniya zêde ji bo xizmeta veberhênanê yên di nava çerxa îtifaqa Erdogan-Bahcili-Birncik de dixebitin, pêk bîne.

Parlamentoya Tirkiyê di 17`ê Tîrmehê de, bi fişar û kordîneya di navbera AKP û MHP`ê de, qanûnek nû derxist ku destûrê dide avakirina bi armanca “turîzmê” li nava zeviyên daristanan. Li gorî metna qanûnê, herêmên ku têde avakirina çêbibe, wê taybet ji aliyê Erdogan ve were diyarkirin. Li vir divê em nivîskarê aborî yê tirk Mustafa Sonmez bibîr bînin, ku erka Desteya Avahiyan zelal kir û da zanîn ku erka wê ew e ku sazûmaniya saziyên wekî şaredariyan û derxistina qanûnên di nava parlamentoyê û hikûmetê de li gorî berjewendiyên meyda qezencê, saz dike. Li ser vê yekê tê fêmkirin ku kî li pişt vê biryara parlamentoyê ye. Di heman demê de jî ku ew heman saziya ji şewata ku niha diqewime sûd werdigire, ji bo avakirina malên li ser kavilên gund û daristanên ku hê di bin şewatê de ne, hemleya xwe ya propagandayê da destpêkirin.

Daxuyaniyên Serokê Şaredariya Gundogmûşê ya Antalyayê Mehmet Ozerîn ku endamê AKP`ê, keysbazkirina karesata şewatê ji bo qezencê û feydeyên ku wê hikûmeta Erdogan û saziyên xaniyan de jê bibînin, îspat kir. Ozerîn got:”Xaniyên welatiyan êdî nayên bikaranîn. Wê Desteya Xaniyan li Tirkiyê (TOKI) li gorî daxwazên wan, xaniyan ji wan re çêbikin. Her wiha di nava 20 salan de jî, dikarin heqê wê bidin.” Ozerîn ku gotinên wî li ser tora medyaya civakî hêrsbûn çêkir, dibêje: “Welatiyên ku malên wan pir kevn bûne dê bibêjin xwezî malên me jî bişewitana”. Lewra, divê em rasterast bipirsin: Şewata daristanên li peravên rojava û başûrê Tirkiyê ji kê re xizmetê dike?

Divê em barê hişyariyên ji aliyê saziyên navneteweyî yên pêwendîdar ên têkildarî zirara ku ji guherîna avhewayê tê payîn ji hikûmeta Erdogan re hatine şandin jî li ser van mijaran zêde bikin. Wê demê wê nîşaneyên siyaseta durûtiyê ya li welêt heye, zelal bibin. Wan aliyên têkildar hişyariyên zû şandin û wiha dibêjin: “Tirkiyeya ku li rojhilatê Deryaya Spî ye, tê pêşbînîkirin ku ji ber guherîna avhewayê bi awayekî mezin rastî zuhabûnê were. Her wiha wê di havînê de jî bi germahiya zêde re rû bi rû bimîne. Daxuyaniya Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî asta stresa avê, çolbûna daristanan û bandorên tenduristî û şewatê li Tirkiyê yên ku dibe ku ji guherîna avhewa derkevin holê destnîşan dike.

Ev rastiyên heyî û raporan du tiştan ji me re eşkere dikin: A yekem , siyaseta welat girîngiyê nade lêkolînên zanistî yên ku bê armancên berjewendiyê ne, lê belê mîna piştgirên rastgirên tund li cîhanê bi zihniyetek zanistî ya dogmatîk (zanistiya tundrew) bawer dike, ya ku piştgirî dide qezencê bê ku bandorên li ser civak û hawîrdorê yên gengaz di berçavan re derbas bike. A duyem, propogandeya teoriya komployê ya ku desthildariya heyî li ser şewatên li welat pêş dixe, li derewan diqelibîne. Lê belê, rasterast berpirsartî dixe ser milê hikûmeta tundrew û têkiliya desthildarî û pere di bikaranîna karesatên xwezayî û mirovî de, eşkere dike.

Tirkiyeyê ku di nava aloziya aborî ya ku bi salan e li ber xwe dide, nikare bi serê xwe projeyên mezinbûn û nûjenbûnê ava bike. Ji bo vê armancê, ew pişta xwe dide veberhênanên sermayeyên biyanî / an jî deynên biyanî bi riya hevkariyê bi şerîketên ku nêzî hêza siyasî ya li welêt in. Ji ber ku ne dewlet û ne jî şerîketên taybet ên herêmê ji bo van projeyên mezin sermaya wan têrê nake. Nêzikî 450 milyar euro dewlet deyndarê bankayên biyanî ne, ku ew bi zor dikare vegerîne. Şerîketên navdewletî jî dizanin ku bi piştgirîya çalak a hikûmetên xwe û bi rêya karanîna şerîketên xwecihî an saziyên girêdayî dewletê (wek Şerîketa Xanî ya Cengîz- Saziya Xanî) rewşê çawa bikar bînin.

Li gorî Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu yê muxalif îhaleyên ji bo şîrketên xwedî “çeteya pêncalî” tên dayîn, li şûna ku pêwîstiya binesaziyê pêk bîne, lê dostên Erdogan ên di sektora avahiya û enerjiyê de her tim kêfxweş dikin. Hêjayî gotinê ye ku rêjeya bêkariyê, li gorî hin hejmarên realîst, bi hilweşîna berdewam a diravê neteweyî dibe ku bigihîje %30. Fikret Adman û Murat Arsal di lêkolîna jorîn de wiha lê zêde dikin: “Di bin desthilatdariya AKP`ê de, di van salên dawî de, Tirkiye bûye şahidê rêjeyên zêdebûna emîsyona gazê, ku bi giranî ji hêla sektorên enerjî û avahîsaziyê ve derdikeve û ji aliyê pereyên germ (veberhênanên bilez ên ku nerînên derewîn ên mezinbûna aborî didin) têne fînansekirin.

Di dîktatoriyeke mîna Tirkiyeyê de, ku pîvanên civakî û hawîrdorê her ku diçe lawaz dibin, veberhênanên bilez dibin sedema wêrankirina giran a xweza û mirovan. Her wiha qanûnên heyî  bi awayeî zanebûn rêz jêre nayê girtin, ger ku ew li pêşiya veberhênana navborî bisekinin.

Lê wekî hevrûkirin, qanûna şaredariyan ya 1932`an, di nav gelek qanûnên hûrgulî yên mîna hev de, pîvanên ka mirov çawa dîkan berbi bazarên herêmî rêdike destnîşan dike! Piştre, , ger tê xwestin ku jîngeh were parastin, ew ê bi destê sazûmanên dewletê bixwe pêk were, ku cîh ji dezgehên din re nehêle, nexasim ger ku ew dewlet îdeolojiya mezinbûn, nûjenkirin û îstismarkirina felaketên xwezayî bi kar bîne da ku bi rêya çêkirina şer û tundiyê rêya xwe di dilê civak û xwezayê çêbike. Lê pirsa ku derdikeve holê ev e: Gelo ev siyaseta otorîter dikare bi sîstema navdewletî ya heyî re li hev bike?.

 

Werger ji erebî: Kendal Cûdî