Tirkiya “girtiya Anadolyayê”!

Nivîskar: Dr. Tariq Hemo

Made bi erebî jî heye العربية

Profesorê zanîngehê yê kurd Ebas Welî di nirxanda rewşa siyasî ya giştî li Tirkiyayê de, ji hikûmeta AKP û ji tevahiya dewleta Tirkiyayê xweset ku bi awayekî zêdetir cidî nêzî doza kurdan û prosesa aşitiyê ya heyî bibe. Herwiha doza kurdan bi pêşketin û guhartinên li herêma Rojhilata Navîn girê nede. Welî di axaftina xwe ya bi ajansa ANFyê re, “Hevkêşiya sifirî” ya di şerê çekdarî yê navbera kurdan û dewleta Tirkiyayê de, eşkere kir. Ango di vê şerî de, aliyek li dij aliyekî bi ser neket, lê belê hemû aliyan zirar dît û nefret zêde kir û rêgirtina di asoyên guhartina demokratîk li Tirkiyayê zêdetir kir. Di encamê de, rewş wekî xwe ma, lê dewlet di her rewşeke nû de, hîna zêdetir berê xwe da hovîtî û zordarî û wiha texmîn dike ku derfet heye ku kurdan têk bibe û hebûna wan a siyasî û leşkerî li Tirkiya û derveyî wê, bi dawî bike.

Welî pêvajoya “aşitî û çareseriya demokratîk” ya ku ji aliyê rêberê PKKyê Ebdulah Ocalan ve di dawiya sibatê de hatiye destpêkirin û piştre jî kongreya PKKyê ya 12an ku di gulanê de hate lidarxistin û biryara bidawîkirian têkoşîna çekdarî û fesixkirina partiyê, wekî guhartineke mezin û derfeteke bêhempa bi nav kir, ji bo şkandina rewşa xetimandina siyasî û pêkanîna guhartinên bingehîn. Di encamê de jî ji bo ku dewletê ji saziyeke yekalî ya totalîter, veguherîne dewleteke hemwelatîbûnê û demokrat, ku bikaribe bi xwe re pêşketinê bîne û daxwaza hemû pêkhateyan bi cih bîne. Herwiha, ramanwerê kurd û profesorê hizira siyasî, bi bîra Enqerayê xist ku nikare dozeke mezin û bibandor a xwedî bandorên herêmî û navdewletî wekî doza kurdan, bêyî bernameyeke niştimanî çareser bike, ku her kes li welat beşdar bibe û bi rêya parlamentoyê bibe qanûn û madeyên destûrê ku nasname û mafên kurdan nas bike. Herwiha profesor got bi vê yekê re jî rû û bingeha komarê were guhartin, bi awayekî ku di dawiya pêvajoyê de dewleteke nû ji bo hemû welatiyan veje, bi bingeh û rêbazekî nû ku nasname û taybetiyên her kesî binimîne.

 Dewleta Tirkiyayê li şûna ku sozên xwe yên derbarê pêvajoya aşitiyê bi cih bîne, bi tiştên din re û pêşketinên li herêmê re mijûl dibe û dibêje ku pêşketinên li herêmî pêwîstiya wan bi pêşekî û guhdanê heye. Dihate payîn ku li gorî peymana bi Ocalan re, komîteyek ji 100 parlamenterî ji hemû blokên siyasî (çavlirê ye ku navên endamên vê komîteyê di hevdîtina di navbera şanda Îmraliyê û serokkomarê Tirkiyayê Erdogan di 9ê tîrmehê de, were nîqaşkirin) bihate avakirin, ji bo qanûnên nû deynin li şûna yên kevn û di destûrê de guhartinan çêkin. Eger ku guhartinên pêwîst werin kirin wekî ku Ocalan û aliyê kurdan dixwazin, wê derî li pêşiya pirrengî û beşdarbûna siyasî were vekirin, herwiha mijara rêgirtina li pêşiya azadî û hiziran were bidawîkirin. Di heman demê de, “bingehên qanûnî” yên ku bi rêya wê çalakvan têne girtin û partiyên siyasî têne qedexekirin û dezgehên ragihandinê têne bêdengkirin dê bên rahiştin.  Lê dewleta Tirkiyayê bi zanebûn di vê pêvajoyê de dereng dimeşe, ku ev yek jî girêdayî şertûmercên herêmî ye, herwiha Tirkiya texmîn dike ku gef li dij wê an jî li dij yekbûna erdîngariya wê heye. Dema ku aloziyek an jî şerek li herêmê çêdibe, wekî şerê di navbera Îsraîl û Îranê de, axaftin li ser “Rojhilata Navîna nû” an jî guhartna nexşeyên herêmê tê kirin, rêveberên dewleta Tirkiyayê dosyayên navxweyî têne bîra wan û difikirin ku “eniya navxweyî bikin yek”. Di vir de jî behsa çareseriya pirsgirêkên Tirkiyayê tê kirin û di serî de jî doza kurdan. Lê dema ku rewş aram dibe û balafirên şer û moşek neyên bikaranîn û sînoran derbas nakin, siyasetmedarên Enqerayê rihet dibin û hest bi hêz û girîngiya xwe ya xeyalî dikin, lewra careke din vedigerin xala destpêkê ew jî înkarkirina pirsgirêkan û dozan û vegerandina wê bo sedemên cuda an jî bi armancên biyanî yên derve ve girê didin.

 Raya giştî li benda civîna ku wê şanda Îmraliyê/DEM Partî ku wê bi serokkomarê Tirkiyayê di 9ê  tîrmehê de li dar bixe ye, beriya ku biçin girava Îmraliyê ji bo hevdîtina bi Ocalan re û pêşketinên di dosyaya aşitiyê de, jê re bibêjin. Di vê çarçoveyê de, gaveke sembolîk  nû di çarçoveya gavên piratîk de hate ragihandin, ew jî ku komeke ji şervanên PKKyê di merasîmekê de bi amadebûna dezgehên ragihandinê li nêzî bajarê Silêmaniyê yê li Herêma Kurdistanê çekên xwe deyîne û piştre dîsa vegerin baregehên xwe yên li çiyayên Qendîlê.

Dibe ku ev herdu pêşketin, gaveke piratîk a berbiçav û eşkere di çareserkirina doza kurdan de ye, piştî çend hefteyan ku ev pêvajo hatibû rawestandin, yek ji sedema vê yekê jî dibe ku dewleta Tirtkiyayê bi şerê Îsraîl û Îranê ve mijûl bû û Enqera li ser gelek aliyan kete tevgerê ji bo rawestandina şer. Di encamê de jî, xelaskirina rejîma Îranê ji hilweşîne, ku dibe ev yek bi xwe re “deriyên dojehê” li pêşiya Enqerayê veke, an jî wergera wê ya rast: Derketina sîstemeke demokratîk li Îranê, pêvajoya zordarî û çewisandinê bi dawî dike û foruma nenavendîbûnê û xweseriyê ya neteweyên Îranê, were erêkirin. Bi gotineke din, wê Herêma Kurdistana Îranê (Rojhilatê Kurdistanê) derkeve holê, ku di aliyê erdîngarî û nifûsê de ji Herêma Kurdistana Iraqê (Başûrê Kurdistanê) ku di destûra Iraqê de hatiye qebûlkirin, mezintir be. Bê gûman Tirkiya ji senaryoyeke bi vî rengî ditirse ku wê bandorê li ser rewşa navxweyî ya Tirkiyayê bike û wê kurd û neteweyên din rabin ser pêyan û careke din daxwaza federaliyê li Tirkiyayê bibe rojeva sereke ya tevgera kurdî.

Şaredarê Istenbolê û rikberê herî xurt ê Erdogan Ekrem Îmamoglu ku niha di zindana Marmarayê de ji ber doza gendeliyê, banga lezbûna prosesa çareseriya doza kurdan, li ser esasê parlamentoyê û komîteya 100 kesî ku tê texmînkirin ji parlamentoyê were avakirin, kir. Îmamoglu dema ku hevserokên DEM Partî Tulay Hatimoglu û Tuncer Bakrahan di 19ê hezîrana sala borî de serdana wî kirin, ev daxuyanî da. Herwiha, Îmamoglu gava PKKyê ya fesixkirinê û bidawîkirina têkoşîna çekdarî, wekî derfeteke rasteqîn bi nav kir û da zanîn ku demokratî û biratiya kurd û tirkan, bingeha çareseriya doza kurdan e û destpêkeke nû ye û derbaskirina mîrasa borî ye.

Ocalan ji bo avakirina zemîneke berfireh ji bo biserxistina pêvajoya çareseriya doza kurdan dixebite, ew jî bi rêya avakirina eniyeke demokratîk a gelêrî ku siyasetmedar, mafnas, rewşenbîr, sandîkayên pîşeyê, yekîtiyên jinan, rêxistinên civaka sivîl û hemû çînên civaka kurdî û tirkî bigire nava xwe ji bo ku bi tevgera fermî re paralel be û li ser nîqaşên ku di navbera dewlet û aliyê kurd de diqewimin, bimeşe. Herwiha ji bo şopandina mekanîzmaya guhartina demokasî û nûkirina qanûn û destûrê. Herwiha, Ocalan israr dike ku hemû sektorên civakê beşdarî vê pêvajoyê bibin û nêrînên xwe bidin û ev nêrîn û pêşniyaz di ber çavan re werin derbaskirin, da ku formuleke çareseriyê ku ji binî ve li hev were kirin, derkeve holê, ne ku tenê ji jor ve ango ji hêla dewlet û nûnerên tevgera siyasî ya kurd ve, were pejirandin.

Ocalan bawer dike ku çareserkirina pirsgirêka kurdî ew e rêya ku dê Tirkiyeyê ji gefên wê rizgar bike û wê ji hundir ve xurt bike. Ev tê wateya vekirina asoyên demokratî û geşbûna aborî, azadkirina welat ji girêdayîbûna derve û tirsa parçekirinê û di encamê de kabûsên asêbûna di erdnîgariyeke teng de li Anadoliyayê. Paşvekişandin û tecrîda Tirkiyayê ber bi Anadoliyayê ve ew tişt e ku Ocalan çîna serdest a li Enqerayê hişyar kir, demek dirêj berî ku bombebarana Îsraîlê ya li ser Îranê dest pê bike, ku gef li rejîma Îranê ya totalîte xwar. Vê bombebaranê li Enqerayê tirsa çarenûsek wiha ji destê hêza herî kujer a herêmê çêkir.