Bernameyek derbarê rewş û pêşketinên dawî yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyayê

Navenda Kurdî ya Lêkolînan bernameyekê derbarê rewş û pêşketinên dawî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyayê, lidarxistina kongreya 12emîn a PKKyê û ragihandin û rawestandina têkoşîna çekdarî, herwiha diyaloga heyî ya di navbera rêberê kurdan Ebdullah Ocalan û dewleta Tirkiyayê ji bo çarekirina doza kurdan bi awayekî bingehîn, organîze kir.

Rojnamevan Amed Dicle beşdarî bernameyê bû û mijarên borî nirxandin.

Amed Dicle di destpêka axaftina xwe de, bal kişand li ser mijara çekdanîna PKKyê û ev agahî parve kir: “Li gorî biryara kongreya PKKyê, têkoşîna çekdarî hatiye rawestandin, lê mijara ku PKK çekê xwe deyîne, di pêvajoya piştre de ye wê çekê deyîne, eger ku pêvajo li gorî tê xwestin were meşandin û dewleta Tirkiyayê jî gavan biavêje. Ango niha PKK çekê xwe danayîne  û tenê têkoşîna çekdarî rawestandiye.”

Amed Dicle destnîşan kir ku Ebdullah Ocalan gotiye ku êdî ew dikarin bi rêbazên din ji bilî têkoşîna çekdarî, doza kurdan çare bikin û mafên xwe bi dest bixin, ev yek jî wê ji bo tevahiya gelê herêmê bi sûd be.

Dicle diyar kir ku dewleta tirk dît ku plana wan a beriya 100 salan ku kurdan tune bikin û wan bikin tirk bi ser neket, êdî dewleta tirk neçar e ku heqîqeta kurdan li Tirkiya û Rojhilata Navîn nas bike û wiha got: “Di destûra Tirkiyayê de hatiye nivîsandin ku herkesê welatiyên Tirkiyayê ew tirk e. Lê PKKyê bi têkoşîna xwe ev yek şikandin û berdêla vê jî giran bû. Lewra, dewlta tirk dît ku êdî nikare kurdan asîmlasyon bike, lewra berê xwe dane Îmraliyê û bi Ebdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Ocalan jî ji wan re got ku em dikarin PKKyê ji hev bixin û têkoşîna çekdarî bidin rawestandin, kerem bikin hûn jî qanûnan derxin û mafan bidin.”

Dicle destnîşan kir ku dewleta tirk dixwaze ji civaka xwe re bêje ku ew bi ser ketin, lê di rastiyê de dewleta tirk bi rêya çekan PKK têk nebir. Dicle got: “Armanca derketina gerîla çi li Kurdistanê, çi jî li Vîtnameyê û Asyayê ne ew e ku artêşan têk bibe. Lê belê armanc ew e ku dewletê neçar bike ku were ser maseya siyasî. Îro gerîla li Kurdistanê gihaşt armanca xwe û rêber Ocalan jî got ku sala 1993yan piştî 7 salan ji şer em gihaştin armanca xwe û em hatin ser maseya siyasetê, lê dewleta tirk qebûl nekir.”

Dicle di berdewamiya nirxandinên xwe de, bal kişand li ser mijara avabûna komîteyekê û got: “Bahçelî banga avakirina komîteyekê ji hemû partiyan kir ku hejmara wan 100 kes be û nîqaş bike, ji bo gavan biavêjin. DEM Partî got ew erê dikin li ser vê pêşniyazê ku hemû partî tê de beşdar bin. Lê ya girîng beriya komîteyê, dewlet divê hin tiştan qebûl bike, wekî mijara perwerdeya bi zimanê kurdî. Lê hîn ev komîte çênebûye. Tenê di vê hefteyê de, wê qanûnek bibe rojeva parlamentoya Tirkiyayê ji bo berdana girtiyan, di vê qanûnê de wê girtiyên siyasî hebin, derdora 3 hezar girtiyên siyasî yên HDP, PKK  û alîgirên wan, wê werin berdan eger ku pirsgirêkek çênebe. Piştre doza Kobaniyê wê bikeve rojevê û berdana Selahedîn Demîrtaş.”

Rojnamevan Amed Dicle got ku vê carê pêvajo ne tenê ji bo Bakurê Kurdistanê û Tirkiyayê ye, lê belê Rojava û Sûriyayê jî di nav de hene ango parçeyek ji vê danûstandinê ne, ji ber ku pirsgirêka Rojavayê Kurdistanê û Sûriyayê girêdayî Tirkiyayê ye û wiha dewam kir: Eger ku Tirkiya derkeve, wê mijara Sûriyayê jî çare bibe.

Amed Dicle li ser serdana Ehmed El-Şeri ji bo Tirkiyayê, ev nirxandin kir: “Tirkiya naxwaze ku HSD û Rêveberiya Xweser wekî blokekî yekgirtî tevlî rêveberiya Şamê bibin, lê belê dixwaze wekî takakesî û parçe parçe, tevlî hikumeta Şamê bibin. Lê eger bi rêber Ocalan re were lihevkirin wê mijara Rojava û Sûriyayê jî çare bibe û ev yek wê bandorê li Bakurê Kurdistanê jî bike.”

Rojnamevan Dicle li ser axaftina Erdogan ya ku got ew naxwaze careke din bibe serokkomar, anî ziman ku ev axaftina ne Erdogan ne rast e, ji ber ku dixwaze bibe serokkomar û Bahçelî jî bersiv da ku Erdogan  û jê re got ku tu neçarî bibî serokkomar û wiha dewam kir: “Erdogan ji bo careke din bibe serokkomar her tiştî dike û Erdogan li bendê ye ku Ocalan jî bêje Erdogan bila bibe serokkomar. Lê Ocalan jî gotinê nake û rojevê dinirxîne.­”

Amed Dicle diyar kir ku di hevdîtina 27ê gulanê ya DEM Partî bi Bahçelî re îhtîmal heye ew komîteya li jor behsa wê hatiye kirin, were avakirin  û peymana Ocalan ji Bahçelî re bi devkî were gotin û bersiva Bahçelî ji Ocalan re wê were girtin.

Dicle têkildarî rewşa li Îmraliyê, ev agahî parve kirin: “Rewşa li Îmraliyê baştir bûye û sekertêriyek hate avakirin li gel Ocalan û xebatên xwe dikin. Lê Ocalan got mijar ne ez im, ya girîng e ew ku tiştekî mezintir em çare bikin. Eger pêvajoya siyasî were destpêkirin li parlmanetoyê, neçar e ku rewşa Ocalan were guhartin.”

Dicle bi bîr xist ku CHP ne li dij vê pêvajoyê ye, lê dibêje ku dibe ku ev lîstokekî AKPyê be.

Amed Dicle destnîşan kir ku li Tirkiya û Bakurê Kurdistanê rola civaka sivîl tuneye, mixabin ev kêmasiya DEM Partiyê jî û wiha got: “Eger li Istenbolê milyonek kurd û tirk werin gel hev û bêjin ku ew aşitî dixwazin û ev mijar di parlamentoyê de were çarekirin, wê bandoreke mezin bike li ser her kesî bike. DEM Partî jî dikare vê gavê bavêje û mitîngekeke aşitî çêbike. Ango ev pêvajo divê bibe mala civakê û civak xwedî lê derkeve.”