Ji “HSD”yê heta gaz û Tilebîbê.. gelo Enqera vegeriya dilê stratejiya amerîkayî?
Nivîskar: Serkîs Qesarciyan
Made bi zimanê erebî jî heye العربية
Enqera serkeftina Trump di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de, bi kêfxweşî û hêviyeke mezin pêşwaz kir, piştî 4 salên ji zehmet bi Washington re di serdema Jeo Biden de. Çavkaniya vê geşbiniyê ew bû ku peydakirina zemîneke hevbeş bi Trump re yê ku heyranê serokên xurt e û ev yek dê bihêle ku tekerê têkiliyên duyane yên rawestiyayî, ji nûv re bigere.
Berovajî Biden, ku hemtayê xwe yê tirkî venexwend Koşka Spî, ji bilî çend mehên dawî yên serdema Biden, tevî ku ev serdan pêk nehat ji ber sedemên teknîkî, lê axaftina Trump a beriya çend rojan ji vexwendina Erdogan jê re ku serdana Tirkiyayê bike û behsa serdana serokkomarê Tirkiyayê Ii Koşka Spî, ev yek sernaveke balkêş a hevûrkirinê di navbera van herdu serokan de ye.
Di serdema yekem a Trump de, Erdogan dikarîbû bê ku serî li rêyên burokrasiya amerîkayî bide, bi rêya numera Trump a taybet, dikarîbû xwe bigihîne wî. Serokê Amerîkayê jî li ser hevkariya bi hempîşeyê xwe yê tirkî bi israr bû û herdem pesna şiyan û taybetiyên rêveberî û siyasî yên Erdogan, dida.
Lê li ser erdê di serdema yekem a Trump de, bûyerên neyînî jî çêbûn ku ketin bîra Tirkiya û navdewletî de, wekî nameya ku Trump ji Erdogan re şand ew biçûk kir û û şîret lê kir ku “ne ehmeq be”, an jî gefa wêrankirina aboriya Tirkiyayê eger ku ragirtina rahib Brunson, berdewam bike. Ji aliyekî din ve jî, cezayên ku Washington li ser Enqerayê feriz kirin, ji ber ku Enqera moşekên S-400 ên rûsî hilbijartin, heta van kêliyan jî berdewam dike, tevî hin îstîsnayên ku rêveberiya Biden dane hevkarê xwe yê NATOyê.
Lihevkirina di nêrînê de û wekheviya di rêbaz de
Lê pêşketinên dawî nîşan didin ku xwespartina Erdogan li Trump heta asteke mezin rast bû, bi hevrûkirina serdema Biden a serokatî. Herdu serok ji dema hilbijartinên Amerîkayê di mijdara 2024an de, gelek caran peywendî bi hev re kirine, herwiha Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyayê piştî 100 roj li ser gihandina Trump li Koşka Spî serdana Washingtonê kir. Lê Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyayê yê berê Mevlut Çavuşoglu neçar ma ku 15 mehan bimîne, piştre yekem serdana xwe li Washingtonê pêk anî, di serdema rêveberiya Biden de.
Trump, serokê çaremîn di rêveberiya şeşemîn a serokatiya Amerîkayê ku di ser Erdogan re derbas dibe yê ku fêr bûye çawa bi Koşka Spî re bide û bistîne. Herdu, di gelek nêrîn û siyasetan de, hevkar in. Herdu serok, binesaziya sazîbûnê ya dewletê û burokrasiya wê red dikin û di siyaseta navxweyî de, xîtabeke polarîzasyonê hildibijêrin û êrîşî siyasetên lîberalzim û pêverûyê, dikin.
Ev wekhevî bi rêya helwestên ku ji Koşka Spî derhati, hat wergerandin ku ji bo Erdogan cihê dilrehetiyê bûn. Piştî çend rojan ji girtina serokê şaredariya Stenbolê ya mezin û rikberê Erdogan ê li ser serokatiyê Ekrem Îmamoglu, ku opozîsyona Tirkiyayê ev yek wekî “derbeyek bi bikaranîna dozgeriyê” bi nav kir, Trump pesna Erdogan da û ew wekî “rêveberekî baş” bi nav kir. Piştre jî, bi amadebûna serokkwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, Trump heyraniya xwe ji bo Erdogan anî ziman û pêşniyaz kir ku ew bibe alîkar ji bo aloziya di navbera wan de çareser bike “ku Netanyahubi aqilane tev bigere”.
Herwiha, nûnerê Trump ê ji bo Rojhilata Navîn Steve Witkoff siberojeke geş ji bo têkiliyên Tirkiya û Amerîkayê pêşbînî kir û îşaret pê kir ku danûstandinên “gewre û veguherîner” di navbera herdu serokan de pêk hatin û mizgîniya “gelek nûçeyên erênî û baş” yên ji Tirkiyayê werin, da.
Peymanek ku destpêkê Washingtonê razî dike
Trump, ku israr dike ku xwe wekî karsazekî zîrek û pêşdebirê avakirinê yê serketî pêşkêş bike, hêvî dike ku pragmatîzma Erdogan û hewesa wî ya ji bo girtina derfetan ji bo avakirina hevkariyek aram bi Enqerayê re sûdê werbigire, ku tê de Washington dê xwedî pişka herî mezin be û bi vî rengî di biryardanê de destê serdest be. Ew texmîn dike ku heke nakokîyek derkeve holê ew ê karibe zextê li Erdogan bike.
Tevî durişmeyên eşkere derbarê serxwebûn û pêkanîna siyasetên derve li gorî berjewendiyên niştimanî, Enqera hişyarên veşartî yên ji Wezareta Xezîneya Amerîkayê cidî girt, ji bo sînordarkirina çalakiyên benkên bi guman ku alîkariya dewlemendên Rûsyayê dikirin yên ku di bin cezayên veguhastina pereyan ji bo derve de bûn. Di heman demê de, sînordarkirina bazirganiya bi Moskoyê re, di kelûpelên di bin cezayên Amerîka û Yekitiya Ewropayê de.
Tecrubeyên berê çi ji aliyê guhdarkirina Erdogan ji daxwazên serbestberdana rahib Brunson heta beriya derketina biryara dadgeha Tirkiyayê tevî ku Erdogan gotibû heta ew sax be, wî radest nake, an jî rawestandina operasyona leşkerî li dij Rêveberiya Xweser û HSDyê li Bakur Rojhilatê Sûriyayê. Şiyana potansiyel a Trump ji bo bikaranîna meyla serokkomarê Tirkiyê ji bo çêkirina peymanan ji bo pêşxistina vîzyonên xwe yên siyasî û berjewendiyên xwe yên aborî xurt dike.
“Meyla ber bi Rûsyayê ve”: Tirkiya di nexşeya girîngiyên Amerîkayê de paş de vegeriya
Stratejiyên “meyla ber bi Rûsyayê ve” ya Amerîkayê, hişt ku girîngiya stratejiya Tirkiyayê ji bo Amerîkayê kêm bibe, li kêleka wê jî berjwendiyên di navbera Enqera û Washingtonê li Rojhilata Navîn de, nexasim ên girêdayî Îsraîlê, dijberî hene.
Tevî ku şerê Ukranyayê, girîngiya Tirkiyayê zêdetir kir, lê Enqera nekir aliyekî ku nikarin paşguh bikin. Tirkiya, ne eksena di rikberiya çînî-amerîkî di Rojhilata Navîn de ye, herwiha ew ne di nava 5 hevkarên sereke yên Çînê di herêmê de ye. Herwiha, gera serokê Çînê Xi Jiping ya li Rojhilata Navîn sala 2022yan de, Tirkiya tune bû.
Ji aliyekî din ve jî, veberhênanên leşkerî yên Amerîkayê di dewletên wekî Yûnanistan, Qibirs û Urdunê de, girîngiya Tirkiyayê di hesabên ewlekarî yên Amerîkayê de li Rojhilata Navîn û Rojhilatê Deryaya Spî, kêm bû.
Hebûna Amerîkayê ya li bendera Alexandroupolis ku 40 kîlomitirî dûrî sînorê Tirkiyayê ye, fikarên Enqerayê çêkirin, ku ev baregeheke girîng e ji bo veguhastina alavên hêzên Amerîka û NATOyê ji bo Ewropaya Rojhilat, ku bi vê yekê re jî Tengava Bosforê ya di bin serweriya Tirkiyayê de, paşguh dike. Di heman demê de, îhtîmala bicihbûna hêzên Amerîkayê li ser giravên Egeyê, wê bibe çavkaniyeke nerazîbûneke din ji bo Tirkiyayê.
Gelo Enqera wê valatiya Washingtonê dagire?
Tirkiya ji alîkariya herdu aliyên şerên Ukranyayê sûd wergirt, ku asta bazirganiya Tirkiyayê bi Rûsyayê re ji dema êrîşa Rûsyayê ya berfireh li dij Ukranyayê, 3 caran zêdetir bûye, tevî ku geştiyariya Rûsyayê kêm bû. Ji aliyekî din ve jî, Ukranyayê çek û balafirên “Bayraktar” dane Ukranyayê, ku îro li wir têne çêkirin.
Di nav deh dewletên sereke yên metalên bermayî yên Tirkiyeyê dikirin de, di destpêka 2025an de, Belçîka, Danîmarka, Fransa, Lîtvanya û Romanya di kêmbûna mîqdara barkirinê de tevlî Dewletên Yekbûyî û Brîtanyayê bûn, di heman demê de Hollanda û Polonya di zêdebûna mîqdara barkirinê de li kêleka Rûsyayê, ku pêşeng bû, derketin.
Herwiha, Enqera serweriya xwe ya leşkerî li Sûriya, Lîbya, Başûrê Qefqasyayê, Rojhilatê Deryaya Spî û Kendavê, berfireh kir.
Di heman demê de, Enqera bi baldarî daxuyaniyên ku ji hin kesayetên nêzî serokê Amerîkayê yên derbarê niyata vekişandina Amerîkayê ji Rojhilata Navîn dişopîne. Tirkiya jî amadekariyên xwe dike, ku bibe ew hêza bikeve cihê artêşa Amerîkyayê de, di pêkanîna berjewendiyên xwe yên eşkere û ne eşkere de, di cihbûna li herêmê de.
Însiyatîfa dawî ya ku hevkarê Erdogan di desthildariyê de, serokê MHPyê Devlet Bahçelî, ya derbarê aştiya tirkî-kurdî daye destpêkirin ku girêdayî zêdebûna aloziya di Rojhilata Navîn de bû, derfeteke girîng bû ji bo hevkariya bi Washington re di herêmê de.
Înisyatîfa aşitiyê gavên mezin avêt, bi ragihandina PKKyê re lidarxistian kongreya xwe ya giştî û bersivdayîna banga rêveberê xwe yê dîrokî Ebdullah Ocalan a jihevxistina PKKyê. Ev gav, aloziyeke mezin di navbera Amerîka û Tirkiyayê de derbarê rewabûna YPG û HSDyê di Sûriyayê de, çareser dike, ku di şerê li dij rêxistina DAIŞê de ji zêdetir 10 salan ve, ew hevkarê Amerîkayê ne.
Wekî beşekî ji sozên xwe yên dûrketina ji “şerên hetahetayê” yên di Rojhilata Navîn de, Trump di pêvajoya serkokatiya xwe ya yekem de, hewl da ku hêzên Amerîkayê yên li kêleka HSDyê li dij DAIŞê di Sûriyayê de şer dikin, vekişîne, lê nikarîbû. Lê hevkariya di navbera vê hêzên xwedî bawerî di aliyê Amerîkayê de û koalîsyona herêmî ya şerê li dij DAIŞê ya ku vê dema dawiyê hatiye avakirin, bi beşdariya Iraq, Sûriya, Urdun, Lubnan û Tirkiyayê, zemîna li pêşiya hevkariyeke amerîkayî-tirkî ya xwedî baweriyeke zêdetir li Sûriyayê, vedike.
Gaz û petrol, di dilê têkiliyên Tirkiya û Amerîkayê de
Trump danûstandineke balkêş ku di navbera wî û Erdogan de çêbû eşkere kir û got: “Min ew pîroz kir, min jê re got tiştê we kiriye ev 1000 sal e, kesekî nekiriye. We dest danî ser Sûriyayê bi navên cuda, lê encam yek bû.”
Bi xurtbûna hevrikiyên herêmî, Tirkiya wekî hêzeke hevsengî ya dîrokî ji bo serweriya Îran û Rûsyayê di Rojhilata Navîn de derdikeve holê, ku Tirkiya ji mîrasa xwe ya osmanî û meyla xwe ya îslamî ya di xîtaba xwe yê heyî de, sûdê werdigire. Ji bilî wê jî, derfeta hevkariya di qada enerjiyê de, stratejiyeke din a têkiliyên Tirkiya-Amerîkayê, çêdike, nexasim yên girêdayî petrola kevirî li Tirkiyayê û pêşxistina gaza xwezayî di rojhilatê Deryaya Spî de.
Herwiha, Washington hêvî dike ku Tirkiya beşdarî projeya xeta gazê ya rojhilatê Deryaya Spî bike, ku armanca vê xetê, veguhastina gaza xwezayî ji zeviyên rojhilatê Deryaya Spî de (Îsraîl û Qubiris bi awayekî sereke) ber bi bazarên Ewropayê ve bi rêya Yûnanîstan û Îtalyayê.
Lê belê hemû tiştên borî, girêdayî şiyana Enqerayê ya razîkirina hevalbendên Washington di herêmê de ye û di serî de jî Tilebîb. Ji ber vê yekê jî, rêzecivîn li Azrebîcanê di navbera Tirkiya û Îsraîlê de çêdibin, ji bo bigihêjin xeteke navbera wan di navbera herdu welatan de li Sûriyayê bi rêya kanalên peywendiyê yên bawerî ji bo ku tu pevçûnên gengaz çênebin, berovajî xîtaba Erdogan a eşkere li dij îsraîlê.
Hevkariya Amerîka-Tirkiyayê ya bi pîrozkirina Tilebîbê, wê sûdên aborî û siyasî yên mezin ji Trump bi xwe re bîne. Wê şerîketên Amerîkayê ji peymanên petrol û gazê di Tirkiya û Sûriyayê de sûd werbigirin. Trump jî wê lihevkhatina Tirkiya û Îsraîlê û hevkariya di navbera HSD û Şamê de bi pîrozkriina Tirkiyayê, pêşkêşî dengdêrê amerîkayî bike, wekî prosesa serkeftî ya çêkirina aşitiyê di Rojhilata Navîn de, bê destwerdana leşkerî ya yekser.
Destekdayîna Amerîkayê, deriyê Erdogan ê gihandina li ser hukimekî nû ye
Ji aliyê xwe ve jî, Erdogan hewl dide amadekariya hempîşeyê xwe yê amerîkî ji bo peymana hevkariyan, keysbaz bike bê ku Trump guh bide dozên demokrasiyê û mafên mirovan û serweriya qanûnî û ji bilî wan rêgezên ku êdî li welat bi paş de dikevin. Ev paşgihkirina amerîkayî di vê qadê de şêkeke spî dide Erdogan da ku ajindeyên xwe yên hundirîn yên dîktatorî ferz bike.
Herwiha, hevkariya xurt bi Washintonê re, ji Erdogan re derfteke zêrîn e, ji bo hevsengiya nakokiyên siyasî û aborî yên bi Ewropayê re, di heman demê de jî zêdekirina fişaran li ser Ewropayê ye. Ev yek kaxezeke din ku Enqera bi rêya hevkariya xwe ya xurt bi Mosko, Pekîn û heta Tehranê re bi dest xist, tevî fikarên Ewropayê yên eşkere.
Enqera ku di nava aloziyeke aborî û darayî ya dijwar de û rêjeyên enflasyonê zêdetir dibe û di kêmbûna geşedanê de de ye, ya herî kêm ku bi bacên gumrikê yên ku Trump feriz kirin bandor bû. Ev yek imtiyazekê dide wê li gorî lîstikvanên bazirganî yên din ên li bazara amerîkayî. Tirkiye herwiha dixwaze bibe navendeke sereke ji bo derfirotinên gaza xwezayî ya Amerîkayê, ji ber daxwaza bazara Ewropayê ji bo vê madeyê, di heman demê de dixwaze karanîna alternatîfên Rûsyayê kêm bike.
Di heman demê de, fişarên Amerîkayê li ser hevkarên xwe yên NATOyê yên ewropayî derfeteke kêmdîtî dide Enqerayê ku bandora xwe ya jeopolîtîk û şiyanên xwe yên leşkerî yên zêde dike, nemaze di pîşesaziya parastinê de, bi kar bîne da ku li ser rewşa ewlehiya Ewropayê di nav nîqaşên li ser serxwebûna stratejîk a parzemînê de serdest be.
Herwiha wê destekdayîna siyasî û aborî ya Amerîkayê ji bo Erdogan, derfetekê çêbike ji bo kêmkirina astengiyên navxweyî ji bo jinûve hilbijartinên serokatiyê piştî sala 2028an û xurtkirina cihê wî wekî rêveberekî herêmî.