Made bi zimanê erebî jî heye العربية
Tiştekî ji vê yekê sosretir tuneye ku serokê dewleteke biyanî ji serokê dewletekê ku mazûvaniya wî kiriye, jê bixwaze ku rejîma wî êdî civaka xwe ya lawaz û jihevketî neêşîne, wekî ku di hevdîtina Parîsê de di navbera Emmanuel Macron û Ehmed El-Şeri de, çêbûye. Lê gelo daxwazên serokê Fransayê cidî ne an jî tenê gotin in ku diviyabû bihate ziman? Herwiha, gelo serdana Parîsê werzê yekem a rêwîtiya rawabûnê ya navdewletî ji bo El-Şeri li ser destê Macron e ?
Piştî demeke kurt ji gihaştina Ehmed El-Şeri li ser desthildariyê, civîna Koma Têkiliyan a Ereban li Eqabayê got ku divê rêz ji mafê mirovan, jin û kêmneteweyan, werin girtin. Bi heman awayî, alîkira wezîrê karê derve yê Amerîkayê yê karûbarê Rojhilata Navîn Barbara Leaf lîsteyek pêşkêş kir ji bo bidawîkriina şerê navxweyî û rizgarkirina El-Şeri û yên derdora wî ji rabirduyên wan ên dûrxistin, xwînî û terorîst. Hema rêgez ên girêdayî rêvebirina cihêreng, li ser zimanê diplomatên rojavayî yên ku serdana Şamê kirine hate dubarekirin, herwiha di serdana wezîrên derve yên Almanya û Fransayê ji bo Şamê jî heman rêgez bi dijwarî hatin dubarekirin û amadekirina planeke kar ji bo Sûriyaya nû.
Di hevdîtina di navbera El-Şeri û Macron li Parîsê de, serokê Fransayê pabendiya xwe ji bo Sûriyayê û dozên wê yên heyî nexasim alîkariya berdewam ji bo HSDyê di têkoşîna li dij rêxistina DAIŞê ya terorîst de, rawestandina komkujiyên derheqê elewî û duruziyan de û peydakirina çareseriyekê ji bo kêşeya cîhadîstên biyanî û misogerkirina cezakirina sucdaran. Mirov nikare bi tu awayî, vê pabendbûnê bi armanca Parîsê di vegerandina rabirdûya xwe ya mêtingerî wekî ku hinekan gotî girê bide, an jî ferizkirina garantiya fransî li ser Sûriyayê, an jî cihgirtina li cihê dewletên li Sûriyayê. Her çiqas rast be ku Parîs li peravên Deryaya Spî û li Sûriyeyê xwedî berjewendiyên aborî ye jî, ne tenê ew berjewendiyên aborî polîtîkayên wê yên li Sûriyayê û Rojhilata Navîn şekil didin. Fransa di şêwazkirina siyaseta Ewropayê ya li hember Sûriya û herêmê de, bi taybetî di mijarên terorîzm, xizanî, kaos û koçberiyê de, roleke pêşeng dilîze.
Têgihaştineke berfireh a hebûna Fransayê di siyaseta Rojhilata Navîn de dikare ji rola wê wekî navbeynkar an jî hêzeke duyemîn di nav eksena rojava de were derxistin û paşê ew balê dikişîne ser pejirandina xaleke navîn di navbera hêzên dijminê rejîmên otorîter û yên ku bi wan re hevalbend in. Parîs, ku di lûtkeya nakokiyên Amerîka-Îranê de têkiliyên xwe bi Tehrana Xumeynî re qut nekir û di germahiya nakokiyên Amerîka û rojava yên bi wan rejîman re jî têkiliyên xwe bi rejîmên Sedam Huseyîn û Hafiz El-Esed re qut nekir, di demên paşîn de jî li kêleka dijberiya wan rejîman sekinî. Ev ew tişt e ku dikare wekî realîzma fransî were binavkirin, ango mijûlbûna bi rejîmên heyî re wekî ku ew hene, ne wekî ku divê ew bin. Ev yek piraniya doktrîna siyaseta derve ya Fransayê, hem rast û hem jî çep, rave dike, tevî vê rastiyê ku civaka Fransayê, ku li dijî rejîmên otorîter û dîktatorî ye, di pêvajoya destnîşankirina sînorên têkiliyê bi wan rejîman re û sînordarkirina zêdegaviyên hembêzkirin an xwedîderketina wan de giraniya xwe ya rastîn diparêze. Bi heman awayî, hevdîtina Macron bi El-Şeri re nîşana dûrketineke berbiçav ji siyaseta kevneşopî ya fransî ye, ku li hember vebûna siyasî û aborî, di nav de beşdariyên ji bo rakirina dorpêçên li ser Şamê, xutbe û şîretan dide pêşîniyê.
Bi awayekî xapînok, El-Şeri xwest bêje ku cezayên rojavayî piştî rûxandina rejîma El-Esed tu rewabûna xwe tuneye, lê paşguh kir ku beşek ji cezayan girêdayî binesaziya rejîma heyî ye, ku heta niha gelek fermandarên leşkerî û sivîl, di nav de jî El-Şeri li ser lîsteyên cezayên rojavayî û Amerîkayê ne, herwiha çûyîn û hatina serokê Sûriyayê demkî ye, ku heta niha bi erêkirinên Encûmena Ewlekarî pêk tê. Bi gotinên din, israrkirina El-Şeri li ser rakirina cezayan, di esasê xwe de, dixwaze cezayan li ser xwe û gelek rêveberên di hikumet û artêşa xwe de, rabike.
Mijara rakirina cezayan, me vedigerîne bûyeran beriya çend salan, ku wê demê rêveberiya yekem a serokê Amerîkayê Donald Trump, dema xwest ku beşek ji cezayên Qeyser li ser Sûriyayê rabike, bi şertê ku rejîma Sûriyayê, rêbazê xwe biguhere. Guhartina rêbaz, ne ya rejîmê, derbirîna herî zelal a rojava ye, ku em vê yekê careke din derbarê rêveberiya Sûriyayê ya nû de dibînin, ku divê rêbazê xwe yê tundiyê û dûrxistinê ya ku xwe zîrek dibîne biguherîne. Hêjayî gotinê ye ku nîşandana nermbûn û guhertineke fermî di reftarên rayedarên Şamê de dibe ku bibe sedema rakirina tevahî an beşî ya cezayan, lê ev nayê wê wateyê ku ew nikarin ji nû ve werin sepandin ger Şam ji prensîba guhartina reftaran paş ve gav bavêje û dev ji bersivdayîna daxwazên guhartinê berde.
Mirov nikare serdana Parîsê kêmbandor an jî wê kêm bike, li gorî daxwaza kesayetî. Ev serdan yekser ji bo fransiyan ne bi sûd bû, lê belê heta dawî ji bo El-Şeri û rêveberiya wî baş bû (tevî ku xuya kir ku Fransayê rêbazê rêveberiya sûriyayî ya niha yê der barê mafên mirovan de li ber çavan raxist). Bi çavekî realîst, mirov dikare ku sredana Parisê wekî destpêkeke girîng ku Qeter hewl dide rêveberiya El-Şeri di Ewropayê de bide pêş, binav bike. Di heman demê de, dewletên din ên Kendavê wê soz bidin ku wî bibin cem Amerîkayê û paşê wî wekî serokekî ku ji statuya xwe ya demkî derbas dibe, wekî serokekî ku bi serok û padîşahên cîhanê re dilîze û xwediyê desthilata çêkirina peymanan e, di nav de peymaneke aştiyê ya pêkan bi Îsraîlê re.
Tiştê ku El-Şeri di vê demê de dilîze, du mijarên li ser esasê rewabûna derveyî ye: Dem û pere ne. Daxwaza demê armanca El-Şeri ji vê daxwazê ew ku sîstema xwe ya taybet ava bike, ew jî tevlêkirina cîhadîstên biyanî di nava yên xwecihî de û ew bi awayekî nû bi dawî dike da ku siyaseta barbarî a “seferberiya giştî” û tundûtûjiya tazî û eşkere li dijî kêmneteweyên mezhebî bi kêmkirina asta wê bi qasî ku pêkan e û vegerandina wê bo rêça wê ya resen di demek kurt de piştî hilweşîna rejîma El-Esed, ango nîşandana wê wekî dozên takekesî ku dikarin li ber raya giştî ya cîhanê werin çareserkirin û şermezarkirin û werin redkirin, sînordar bike.
Herwiha, dayîna demê wê bihêle ku nakokiyên di navbera koma xwe ya desthilatdar û bloka sunî ya Sûriyayê ya cihêreng çareser bike, ku ev mijar pêwîstiya wê bi demê heye, ne kêmî girîngiya dema pêwîst ji bo serrastkirina kaosê ji bo komkujiyên derheqê elewiyan û duruziyan de ye. Ji bilî wê, peymana 10ê adarê ya di navbera hikumeta Sûriyayê û HSDyê de, demeke baş da El-Şeri ku cihê xwe li tevahiya Sûriyayê çêbike, ne ku ji ber general Mezlûm Ebdî di vê mijarê de bû alîkar, lê belê ji ber ku bi HSD û kurdan re, nekete nava şerekî çekdarî, ku ev yek jî hişt îşaretên navdewletî yên neyînî yên derbarê cehwerê hikumê wê, kêm bike. Ji aliyekî din ve jî, şerê li dij HSDyê, wê bihêle ku biryara El-Şeri bikeve destê tirkan, ji bilî ku şiyanên hêzên di bin sîwana Wezareta Parastinê de lawaz e û pêwîstiya wê bi destekdayîn û alîkariya Tirkiyayê ya yekser û ne yekser heye. Her peyman tenê xala geş bû, wekî ku mirov dikare ji gotinên serokê Fransayê fêm bike, piştgiriya Macron ji bo wê xwestekekê nîşan dide ku peymanek wiha wekî xalek destpêkê ji bo peymanên pêşerojê bi durziyan re,û dibe ku bi elewiyan re, di demek paşîn de xizmetê bike.
Herwiha pêwîstiyeke lezgîn bi pereyan heye ji bo xurtkirina şiyanên El-Şeri di dezgeha burokrasiyê ya nû ya dewleta Sûriyeyê de. Ev pirsgirêk herwiha li kêleka rewabûna navneteweyî dest pê kir, ji ber ku Qeterê, piştî erêkirina Amerîkayê, erkê dayîna heqê karmendên dewletê girt ser xwe. Ev piştgiriya Qeterê dikare bibe xalek ji bo anîna pereyên zêde bi bihaneyên din, her çendî cezayên li ser Şamê neyên rakirin jî.
Ji ber vê yekê, dikare were gotin ku serdana Parîsê rêya şahane ye ku Fransayê pêşkêşî El-Şari kiriye û wî xistiye nav klûba serokên rewa, nemaze ji ber ku Parîs li kêleka Berlînê berpirsiyarê birêvebirina siyaseta ewropayî ye. Fransa dikare li gel dewletên erebî yên ku piştgiriya El-Şeri dikin, têkiliya xwe bi Şamê re li gorî nêzîkatiyeke pragmatîk ji nû ve şekil bide ku bi paşguhkirina binpêkirinan, çavên xwe girtin li ser avahiya nû ya hikûmî ya partîzanî, avakirina hevkariyên aborî yên nû bi Sûriyayê re û ya herî girîng, xurtkirina hevkariyên aborî yên Fransayê bi dewletên erebî yên ku piştgiriya El-Şeri dikin ve tê diyar kirin. Bê guman, Şam dê pabendî peyamên rasterast ên Fransayê nebe, mîna ku berê pabendî peyamên Barbara Leaf û wezîrên derve yên Fransa û Almanya nebû. Parîs vê yekê baş dizane, lê ev gotinên “şîretî” ne ku divê li ber raya giştî ya cîhanê û Fransayê û ji bo sûriyayiyên tirsonek werin gotin, da ku siyaseta rastîn veşêrin, ku bandorên wê dê paşê eşkere bibin.