Parastina desthilatdariyê yan jî dubarekirina El-Colanî.. El-Şeri li kur e?

Şoreş Derwîş

 Made bi zimanê erebî العربية

 

Di şiroveya li ser podkasta CSIS ku di 20ê adara 2025an de hate weşandin, ku ji aliyê Jon Alterman ve bi rojnamevanê The Economist Nicholas Pelham ve hate kirin û Pelham hevdîtinek bi serokê demkî yê Sûriyayê Ehmed El-Şeri re çêkiribû, tê de gelek hevokên empresyonîst hene ku hewl didin profaylekî rast ê serokê desthilata nû ya Sûriyayê nîşan bidin. Li gorî Pelham, El-Şeri tenê desthilatdariyê dixwaze û got: “El-Şeri gelek kom û rêxistin guhartin û gelek xelk qani kirin ku ew kesekî din e, ne wekî ew kesê ku difikirin. Em texmîna yek rastî bikin, ew jî ku El-Şeri bi xwe re rast e û desthilatdarî dixwaze û bi çi awayên adil an jî şaş, dixwaze parastina vê desthilatdariyê bike.”

Alîgirên desthilatdariya nû ku piştî têkçûna dawî ya rêjîma El-Esed a gendel û xwînmij alîgirên vê komarê pir bûn, bi El-Şeri re didin û distînin ku du kes in di yek laşî de dijîn: Mêrekî bêdeng , rihê wî çêkirî û cilên fermî xwe dike navê xwe Ehmed El-Şeri e û dixwaze dev ji rabirdûya xwe berde, lê kesê din kofî li serî wî ye û dikare dijberên xwe bi rêbazên şaş, bêdeng bike.

Wekî di romana xeyalî ya Stevenson “Dr.Jekyll û Myde­” de, ku tê de karakterê nerm û  xêrwaz, vediguhere karakterekî gunehkar û xerab, di çarçoveya xeleka pevçûneke dijwar ji bo serweriya dawî li ser rêbazên lehengê romanî. Beşek ji peyrewên El-Şeri vê karaterê di wî de dibînin û jê dixwazin ku vegere kesayeta xwe ya damezrîner ango kesayeta xwe ya berê, piştre jî dev ji vê kesayeta xwe berde, piştî ku wan ji serêşiya kêmneteweyan û keleman xelas bike, ku li pêşiya xewna “civaka  hevgirtî” disekine. Ev bang di bûyerên beravê yên bi xwîn de û di gelek bûyerên dijberên desthilatdariyê yên ji duriziyan, derketin holê. Bê gûman, daxwazkirina meşandina heman rêbazî bi kurdan re cihekî wê yê mezin heye di xîtabên qaşo alîgirên El-Colanî de. Tevî ku El-Şeri dikarîbû xeyalên şerê bi HSDyê re ji holê rake, bi rêya lihevkirina bi general Mezlûm Ebdî re.

Lê, çi wateya navlêkirina“pragmatist” ku bi El-Şeri ve kirin, ji dema ku desthilatdariya xwe li Şamê feriz kir? Gelo pragmatizm erdemeke siyasî ye an jî  navlêkirina kesekî ku rewşa û arezûyên xwe diguhêre û dikare niha were guhartin ji bo parastina desthilatdariyê? Di rastiyê de, pragmatizm beriya pêvajoya rêvebirinê ye. Di tecrubeya Idlibê de, El-Şeri bi neçarî bi awayekî nerm nêzî nûnerên dewletên rojava û rojnamevanên wan bû, ku wan hewl da ji nû ve wî eşkere bikin û binirxînin û piştre jî bi awayekî din bidin xuyakirin, berovajî şirovekirina wî wekî tundraw û radîkal wekî Usama Bin Ladin û Enwer El-Ewleqî û Ebû Museb El-Zerqawî û nexasim Ebû Bekir El-Bexdadî û mîrên rêxistina DAIŞê yên terorîst yên pir domatîzm, ku tundiya wan kirêtiya her tundrew û zelal da xuyakirin. Di ezmûna Îdlibê de jî, xebata bi rêxistinên rojavayî û girêdayî wan ên sûriyayî re, tevî tundrewiya wê ya civakî û olî, ji bo çalakiya hevbeş, danûstandina feydeyan û pêşkêşkirina vîzyonên alternatîf ji bo berjewendiya “Hikûmeta Rizgariyê” cihek peyda kir. Pirsgirêka jiyana bi hev re ya cîhadîst a rêxistinkirî di navbera cîhadîstên sûriyayî û biyanan de li yek cihî bala rojavayiyan jî kişand. El-Colanî karîbû meylên tundûtûj ên cîhadîstên biyan li derveyî welat kêm bike, an jî dibe ku wan bi demkî rawestîne. Lêbelê, piştî ku gelek ji rêberên wan tev li Wezareta Parastinê kirin, wî qebûl kir ku li peravên Sûriyeyê azad bin.

Ji ber hin bûyeran, hişt ku El-Şeri wekî pragmatizm were binavkirin,  ev navlêkirin ne di encama lêveger û nirxandin û rexneyên ku El-Şeri li xwe û rêxistina xwe kirine. Prosesa rûxandina serweriya rêxistina DAIŞê û têkirina wê di baregehên wê li Mûsil û Reqayê û kuştina lîderên wan li pey hev bi operasyonên leşkerî û îstixbaratî, piştre jî şerê Îsaîlê di Xezayê û Dahiya Başûr a Beyrûtê û kuştina piraniya lîderên asta yekem a rêxistina Hemas û Huzbellahê, bûne pêşgotinên teorîk ên veguhartina pragmatizma El-Şeri. Ji ber ku kuştina lîderên rêxistinên tundraw têrê dike rêxistina wan xerab bibe an jî heta asteke mezin lawaz bibe, nexasim metoda kuştina lîderên wan rêxistinan li ser bingeha kuştina serekê pêşî û paşê serkê ku dê têkeve şopa wî de û bi vî awayî.

Amadekariyên ji bo şer û êrîşên li dij durziyan li Sehnaya, Ceremana û Siwêdayê, eşkere kirin ku ew berdewamî û dubarekirina bi tirs ya tiştên ku bi serê elewiyan de hatiye, herwiha gera “dispilînkirinê” dikare di hemû aliyan de were dubarekirin ku veguherîna ji bindestkirina komeke sivîl û neteweyî bo komeke din êdî tenê meseleya demê ye, ji ber ku hovîtiya li dij elewiyan, niha li dij durziyan pêk tê û heger derfet çêbibin jî dibe ku li dij kurdan jî heman hovîtî pêk werin. Herî dawî wê li dij komên olî yên sunî û aliyên lîberalî, pêk werin. Ev hemû jî ji bo bigihêjin lûtkeya pêvajoya “hevgirtina” Sûriyayê ya tê xwestin. Wateya vê gotinê ew e ku armancên desthilatdariyê ji xwesteka serweriyê bi lîstikên siyasî, çareserkirin û lihevkirinan wêdetir diçin û digihêjin zorê, ferzkirina hegemonyayê û bindestkirina koman.ango bikaranîna rêbazên şaş ji bo parastina desthilatdariyê. Berevajî vê, xuya dike ku rejîm di hêviya rakirina cezayên derve û bidestxistina naskirina amerîkayî de nerm û zêdegavî dike. Ji bo kêmkirina gefên Îsraîlê, ew dikeve navbeynkariya erebî û yên din. Ev yek herwiha nîşan dide ku ji bo mayîna li ser desthilatdariyê, amade ye ku bêtir biçe, wek tevlîbûna Peymana Birahîm.

Di rastiyê de, dixwazin “Colanî” di hundir de vegerînin, ji bo dispilînkriina rewşê bi zordarî û tundiyê û lepikên “komên bêserûber” li xwe bikin, ji bo ku şopa desthilatdariyê di sûcan de nemîne. Ev lîstik jî li ser Tilebîbê nayê meşandin ku rewşa navxweyî ya desthilatdariyê nas dike û bi zanebûn desthilatdariya Şamê ceza kir, ji ber ku “xeta sor a duruzî” derbas kir û ber bi başûr ve, hat.

Bi rastî, di rewşa niha ya Sûriyayê de ji bo bidestxistina desthilatdariyê ji bilî El-Şeri tu alternatîfên din tunene, ji ber ku ne opozîsyoneke rêxistinkirî bi gotareke zelal û armancên neteweyî heye, ne jî hêzên leşkerî yên neteweyî yên wekhev bi kompleksa leşkerî û ewlehiyê ya ku El-Şeri monopol kiriye, hene. Wekî din, serokkomarê demkî piştgirên derveyî hebûn ku piştgirîya desthilatdariya wî ya mutleq dikirin. Niha pirs ev e: Çi kesekî ku Şamê kontrol dike wî neçar dike ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên desthilatdariya xwe rêbazek tundûtûjî hilbijêre (tevî înkarkirina binpêkirinên ku bi navê desthilatdariya dewletê hatine kirin)? Hingê çi dibe sedema hilweşîna “pragmatîzmê” li hember daxwazên ji bo rêveberiya herêmî û hevkariya neteweyî bi hêsanî û bi tundî? Bi îhtimaleke mezin, rayedar hewl didin ku “Colantiyê”, statuyek sembolîk ku gefê li dijberan dixwe û dikare binpêkirinan bike, bi El-Şeri re bikin yek, ku di îmzekirina peymanên mîna ya ku di 10ê adarê de bi General Mazlûm Ebdî re îmze kiriye de jêhatî ye. Lê di hemû rewşan de, her du kesayetî nikarin di laşê yek desthilatdariyê de bi hev re bijîn. An El-Şeri dê El-Colanî û kesayet û xeyalperestên li dora wî hilweşîne, ku ev mijarek hema hema ne mumkin e, yan jî rewşa karesatbar a li Sûriyayê dê berdewam bike heta ku dijberên El-Şeri û hevalbendên wî yên biyan ji vê desthilatdariyê biwestin, ku ji bilî tundûtûjiyê ji bo çareserkirina pirsgirêkên navxweyî ti alternatîfek wê tuneye. Ev tê vê wateyê ku parastina desthilatdariyê ji El-Şeri tê xwestin ku ku El-Colanî venegerîne, yê ku hewl dide rojava îqna bike ku wî di 9ê kanûna pêşîn a 2024an de ew terikandiye, lê neçar e ku roj bi roj wî vegerîne.