Mezinbûna rola Tirkiyayê di Sûriyayê de.. Destkeftî, metirsî û astengî
Mihemed Nûredîn
Ji dema êrîşa Tevgera Hemasê beriya sal û nîvekê, li herêma Rojhilata Navîn bûyerên pir girîng çêdibin, ji ber ku encamên wê heta niha pêk tên û bandorê li tevahiya herêmê dikin, ku bandorê li dozên navdewletî dikin wekî dosyaya nuklerî ya Îranê û aloziya Ukranyayê.
Bi gurbûna şerê Îsraîlê di Xezayê de, herwiha derbeya mezin a li dij Huzbelah û alîgirên wê di Lubnanê de, bûyera herî mezin û xeternak û bandor, têkçûna rejîma Sûriyayê ya berê Beşar El-Esed di 8ê kanûna 2024an de bû.
Mirov nikare li vê bûyerê bi çavê pêkanîna destkeftiyên beşî li vir û li vir, binirxîne. Tiştê ku pêk hatiye, hêzeke mezin da projeya AKPyê ya ku ji sala 2002yan ve gihaştiye ser desthilatdariyê û di heman demê de, metirsiyeke mezin li dijberî vê projeyê çêkir.
Gihaştina AKPyê li ser desthilatdariyê ne tenê bûyereke ji rêzê bû ku desthilatdarî di navbera partiyên siyasî de hate veguhastin, ku AKP bi taybetiya ilmanî bû û ji aliyê dewltea kûr a leşkerî û ragihandinê ve dihate destekkirin. AKP xwedî projeyeke hizirî ya temam e, ku xwe spart hizira îslama siyasî ya ji aliyê rojava ve tê destekkirin. Rojava jî xwest AKPyê bike nimûneya dewletên îslamî nexasim piştî êrîşa îlona 2001ê li Amerîkayê.
Ji atlantîkîzma ilmanî ber bi atlantîkîzma osmanî ve
Projeya partiyê ew kopiyeke atlantîkîzma ji îslama siyasî bû, ku Tirkiya ji serdema atlantîkîzma ilmanî veguhêzî atlantîkîzma îslamî û bi rengekî rastir: Atlantîkîzma osmanî.
Atlantîkîzma ilmanî li Tirkiyayê di dirêjahiya Şerê Sar de heta sala 2002yan, bi tevahî alîgirê rojava bû. Lê tevî vê yekê jî, sînorek ji têkiliyên xwe bi cîhana erebî û îslamî, danî. Tirkiya têkiliya xwe bi erebî û îslamî re, wekî têkiliya qedera erdîngarî ku nayê guhartin, dît. Nirxandina têkililiyan pêwîstiyek bû, lê Tirkiya di hemû aliyan de, pişta xwe da dewletên erebî û îslamî. Herwiha, ereb tenê wekî xayînên dewletê dîtin, bi Şoreşa Şerîf Hisên di sala 1916an de û wekî çavkaniya vîrusa meyla olî dîtin ku dibe belav bibe û nimûneya ilmanî bikuje, tevî ku kesên ilmanî li Tirkiyayê di nava nateweperest-olperestan de bûn dema ku mesele girêdayî nijadên ne tirkî dibû û mezhebên ne sunî û olên ne îslam.
Ilmaniyan bi ereb û mislimanan re dida û distandin li ser esasê dewlet beramberî dewletê. Eger ku aloziyeke xeternak çêbûbûye, wekî daxwaza derxistina rêveberê PKKyê Ebdulah Ocalan ji Sûriyayê sala 1998, alozî bi derketina Ocalan çareser bû û têkilî vegeriyan wekî berê di navbera her du dewletan de. Ji wê zêdetir jî, serokkomarê Tirkiyayê yê ku di wê demê de hate hilbijartin Ehmed Necdet Sezar tevlî merasîma oxirkirina serokê Sûriyayê Hafiz El-Esed li Laziqiyê di havîna 2000î bû, ku Peymana Edenayê di payîza 1998an de têkiliya di navbera her du welatan de, organîze kir.
Lê rewş bi AKPyê re bi temamî hate guhartin. Êdî li Sûriyayê ne wekî dewleteke li ser sînor dihate didîtin û ne jî li pirsgirêkên wê ku li dervayî sînor didît. Sûriya di serdema Erdogan de, veguherî rewşeke karûbarê navxweyî yê tirkî û bû wîlayeta 82yan. Herwiha Tirkiya di xwepêşandanên 2011an a li dij rejîmê, piştgirî da opozîsyonê. Di heman demê de, Tirkiya dirûşmeya rûxandina rejîmê rakir (Erdogan sala 2016an de got: Em nakevin Sûriyayê, tenê ji bo ku em rejîma zordar Beşar El-Esed birûxînin) û nimêjê di Mizgefta Umeweyî de bikin. Herwiha, Tirkiya bi hezaran çekdar ji cîhanê bi rêya axa xwe anîn û ew perwerde kirin û pere û çek dane wan, ji bo li dij artêşa Sûriyayê û kurdan şer bikin. Herwiha, Tirkiya ew bi kar anîn, dema ku pêwîstiya wê bi wan hebû. Xebat ne tenê ji bo rûxandina rejîmê di Sûriyayê de bû, lê belê qada ereban tevahî girt nava xwe. Ev yek wezîrê derve yê Tirkiyayê Ehmed Dawûd Oglo di kanûna pêşîn a 2010an de navê Osmaniya Nû lê dema ku got: “Wekî ku Commonwealtha îngilîzan li gel Birîtanyayê heye û ew serokatiyê wê dike, wê çima Commonwealtheke osmanî tunebe ku ji dewletên ku di bin serweriya osmanî de bûn, pêk were û Tirkiya dê seroka wê be.
Ji bo Osmaniya Nû, Tirkiya rola xwe ya siberojê wiha xêz kir: Rûxandina rejîman û li şûna wan rejîmên alîgirên xwe deyîne, wekî li Misir, Tûnis û Mexribê , herwiha dagîrkirina beşên ji welatên din wekî Sûriya, Iraq û Lîbyayê û avakirina baregehên leşkerî li Qeter, Somal û Cîbûtiyê û destekdayîna rejîmên li dij opozîsyonê, wekî rewşa Sûdanê ya berê û niha. Li kêleka wê jî beşdarbûna leşkerî ya yekser di şerê Azerbaycanê li dij Nagorno-Karabax û Ermenistanê. Meyla Osmaniya Nû li gorî atlantîkbûna dimeşe dimeşe. Ev girêdana atlantî-osmanî ya pîroz pirsgirêk di navbera Enqera û hin paytextên hevalbend li Washington an London an Tilebîbê dernexist.
Rûxandina rejîmê di Sûriyayê de, bû xeleka dawî ya rêzederbeyên Washingtonê bi rêya Îsraîlê li dij “Eksena Berxwedanê” ji Xezayê heta Lubnanê û di heman demê de jî, Îran lawaz kir, lê xwegirtina Tirkiyayê bi Sûriyayê ve ji yên din cuda bû.
Tirkiya ji sala 2011an ve û di çarçoveya armanca Osmaniya Nû de, dirûşmeya “Mîsaqa Milî” bilind kir, ango vegerandina Tirkiyayê ji sînorê xwe ku parlmanetoya Osmanî di 28ê çileya 1920î de xêz kiribû, bi vê yekê re jî bû sînorê Tirkiyayê yê nû piştî rûxandina Împeratoriya Osmanî. Herwiha, Mîsaqa Milî hemû sînorê Tirkiyayê yê heyî hema bêje û tevahiya Bakurê Sûriyayê û Bakurê Iraqê, girte nava xwe. Tirkan dixwest hemû herêmên dewlemend û petrolê ku ew herêm kurd tê de dixwast tevlî nava axa xwe bike, da ku bikevin bin çavê Enqerayê, ji ber ku çi çareserî tê wateya ku kurd li Iraq û Sûriyayê piştre wê metirsiyê li ser dewleta Tirkiyayê çêbikin.
Silogana mîsaqê ketibû xwîna tirkî heta asta ku wezîrê hundirîn ê berê Silêman Soylu cudahî dixist navbera koçberên sûriyayî yên ji derveyî nexşeya planê û yên ji hundirê nexşeyê. Erdogan digot: “Kesê ku tênegihêje bê em li Sûriya û Iraqê çi dikin, bila Mîsaqa Milî bixwîne ji bo ku nas bike ku em çi dikin.”
Tirkiya û xwegirtina bi Sûriyayê ve
Ji bo Tirkiyayê, bi ketina rejîma Sûriyayê ev tişt pêk hatin:
1- Herêmên dagîrkirî li Sûriyayê ji herêmên diyarkirî yên di “Mîsaqa Milî” de derbas kir û hemû Sûriyayê ji bilî rojhilatê Firatê û başûrê Sûriyayê, girte nava xwe. Li vir em dikarin cudahiyê bixin di navbera herêmên yekser dagîrkirî ji aliyê Tirkiyayê ve li bakur rojavayê Sûriyayê (û hin herêmên rojhilatê Firatê) û herêmên ku ketin bin serweriya Heyet Tehrîr El-Şam bi serokatiya Ebû Mihemed El-Colanî ku bi navê Ehmed El-Şeri xwe kir serokê Sûriyayê, ku ji aliyê Enqerayê ve têne birêvebirin.
2- Bi vî awayî, sînorê erdîngarî yê Tirkiyayê di rastiyê de, bû cîrana Urdun û herêmên dagîrkirî yên yekser ji aliyê Îsraîlê ve li Sûriya, Lubnan û aliyê rojhilat başûrê Iraqê, ev yek jî hişt ku bandora Tirkiyayê di hevkêşeyên herêmî û navdewletî de, mezintir û berfirehtir bû.
3- Herwiha, serweriya Tirkiyayê li ser Sûriyayê tê wateya serweriya li ser Berava Sûriyayê û xêzkirina sînorê deryayî bi Sûriyayê re li gorî berjewendiyên xwe. Di heman demê de, fişara li ser Lubnanê, ji bo xêzkirina sînorê deryayî di navbera Lubnan û Sûriyayê de li gorî berjewendiyên Tirkiyayê, da ku Tirkiya di aliyê deryayî de bibe cîrana Lubnan û Qubrisa Bakur û Misirê. Di encamê de jî, wê bibe rikberiyekî xurt di serweriya li ser çavkaniyên enerjiyê li rojhilatê Deryaya Spî.
4- Tirkiya li gorî derfetên xwe, dixebite ji bo dîzaynkirina rêveberiya Sûriyayê li gorî metod û zihniyeta xwe. Di vê çarçoveyê de, em cewherê avakirina rêveberiya nû ya Sûriyayê fam dikin, ku ji hêmanên ku bi Heyet Tehrîr El-Şam û Tirkiyayê re nêzîkî hev in, pêk tê, di heman demê de nûnertiya rastîn a pêkhateyên din ên Sûriyayê ji holê radike. Em herwiha “ragihandina destûrî” jî fam dikin, ku di warê desthilatdariya xwe ya mutleq û bêberpirsiyar de di dîrokê de bêhempa ye, ku ji tiştê ku Erdogan dikare li Tirkiyeyê xeyal bike jî derbas dibe.
5- Tirkiya dixebite ku civaka Sûriyayê bi piraniya yek-mezhebî serdest bike. Lêbelê, li vir dikare were zanîn, pêşî, ku Tirkiyayê bi rêya peymana HSD-El-Şeri hin armancên xwe winda kirine. Kurdên li rojhilatê Firatê, tevî axaftina li ser yekkirina hêzên HSD bi artêşa Sûriyayê re, bêyî ku faktorên bandorê li ser vê peymanê bikin (di nav de faktora amerîkî) an jî îhtîmala şopandina wê ya rastîn çi be, karîn di warê naskirina gelê kurd li Sûriyayê wekî hêmanekî yekgirtî û taybetiyên îdarî de destkeftiyan bi dest bixin.
A duyem, neradestkirina durziyan li başûr ji çekên xwe re û mayîna wan a pratîkî li derveyî kontrola Şamê jî ji bo Tirkiyayê têkçûnek e, bêyî ku faktorên bandorê li ser vê yekê bikin, di nav de faktora Îsraîlê jî.
Lêbelê, ya sêyem, dema ku dor tê ser koma elewiyan, çavdêriyên jêrîn dikarin werin kirin:
– Elewiyan çekên xwe bêyî wergirtina garantiyan ji Şamê radest kirin û bêyî parastineke derveyî bûn, ev yek ji bo Şamê hêsan kir ku tolhildanê ji wan bistîne, bi texmîna ku ew baregehek ji bo rejîma berê bûn. Operasyonên li dij wan armanc ew bû ku rê li ber wan bigirin ku îdiaya tu taybetmendiyek erdnîgarî an siyasî nekin, berevajî rewşa kurd û durzuyan.
Her wiha armanc ew bû ku rê li ber kontrola wan a li ser perava Sûriyayê, ku yekane bendera deryayî ya Sûriyayê ye, bigirin.
6- Lêbelê, ji perspektîfa Tirkiyayê ve, pêkan e ku tiştê qewimî ji hêla desthilatdariya li Enqerê ve hatibe kirin, ji ber nexwestina wê ya dîtina derketina holê ya “yekîtiyeke elewî” li ser sînorê wê yê başûr li navçeya Îskenderûnê, nemaze ji ber zêdebûna dengên elewî li Tirkiyayê ji bo piştgiriya elewiyên Sûriyayê. Di encamê de, perava Sûriyayê di têkoşîna ji bo bandorê li ser perava rojhilatê Deryaya Spî de ji hegemonyaya Tirkiyayê xilas nebûye. Herwiha, dijminatiya li hember elewiyan beşek ji înkarkirina elewiyan ji aliyê Împeratoriya Osmanî ve ye, ku di sedsala şazdehan, salên 1930î û li Tirkiyayê di salên 1978 û 1993yan de li dij wan komkujî pêk anîn.
Der barê Îsraîlê de, dagîrkirina axa Sûriyayê ya bêtir û astengkirina Tirkiyayê ji avakirina baregehên leşkerî li hin deveran de deriyê pêşbaziyê di navbera du projeyên rikber de di heman qada cografîk de vedike, ku pirsa gelo pevçûnek di navbera wan de nêzîk e derdixe holê. Di rastiyê de, her du alî di bin fermandariya heman garantorê amerîkayî de ne, ku hewcedariya wî bi Tirkiyayê û Îsraîlê fam dike û nahêle ku her du welat bigihîjin qonaxek pevçûnê. Rewşên aloz ên ku xuya dikin ji dabeşkirina qadên bandorê li Sûriyayê wêdetir nînin. Têkiliyên di navbera Tirkiya û Îsraîlê de ji sala 1949an vir ve pir baş in. Tiştek ji vê rastiyê bêtir eşkere nîne ku, tevî şerê li Xezeyê, Tirkiyayê her roj her cure berheman dabîn dikir. Wê têkiliyên dîplomatîk nebirîn û ne jî daxist û Îsraîlê jî reş nekir, wekî ku Erdogan gef li raya giştî ya navneteweyî xwar ku bike. Herwiha Tirkiyayê dev ji hinardekirina petrola Azerbaycanê bo Îsraîlê bi rêya axa xwe berneda. Ji ber vê yekê, ev têkiliyên baş delîlên pratîkî ne ku îhtîmala pevçûnek leşkerî di navbera wan de nayê qebûlkirin. Dibe ku navbeynkariya Azerbaycanê di navbera wan de, bi lidarxistina civînek hevbeş li Bakuyê di destpêka nîsanê de, nîşanek din be ku hin nakokî dostaniyê xera nakin. Wezîrê derve yê Tirkiyayê Hakan Fîdan heta got ku Tirkiya naxwaze li Sûriyayê bi Îsraîlê re rûbirû bibe û îşaret bi îhtîmala hêsankirin û heta teşwîqkirina normalîzekirina di navbera Şam û Tilebîbê de kir û got: “Der barê lihevkirinek bi Îsraîlê re ji Şamê re, ew karê wan (sûriyiyan) e,” mîna ku ew ji El-Şeri bixwaze ku bi Îsraîlê re lihevkirinekê bike.
7- Bêguman Tirkiyayê bi dagîrkirina Sûriyayê û hilweşandina rejîma El-Esed, derbeyek wêranker li bandora Îranê li herêmê daye, ku ev yek jî erêkirina polîtîkayên Erdogan ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve temam dike.
-8 Herwiha, serkeftina Îslama Osmanî di bin Partiya Edalet û Geşepêdanê (AKP) de derbeyek mezin li îslama wehabî û ezherî, û di encamê de li Misir, Îmarat, Erebistana Siûdî û tiştê ku dibe ku wekî rola ereb li Sûriyayê were binavkirin, da, her çend ev rol di salên dawî de bêbandor bûbe jî. Lêbelê, pêşketina Tirkiyayê li ser hesabê rola Ereban bê guman dê li hember berfirehbûna Tirkiyayê şerekî pêşbaziyê li ser Sûriya û Lubnanê di navbera Erebistana Siûdî, Îmarat û Misirê de biafirîne.
9- Erdogan di hesabên xwe yên navxweyî de ji veguherîna li Sûriyayê bi tevahî sûd wernegirt. Kontrola li ser Sûriyayê kartek girîng bû ku ew di destê xwe de digirt û ev yek bû sedem ku serokê nû yê Amerîkayê, Donald Trump, pesnê wî û Sûriyayê bide da ku wî pîroz bike, soz da ku bi hev re bixebitin. Ev yek Erdogan teşwîq kir ku lez bike û rikberê xwe yê sereke di hilbijartinên serokatiyê yên 2028an de, Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, ji holê rake, ger Erdogan di guhertina destûrê de bi ser bikeve da ku ew dîsa bibe namzet. Girtina Îmamoglu di 19ê adarê de bi tawanên curbecur wekî darbeyeke siyasî li dij rikberê siyasî yê herî girîng ê Erdogan li Tirkiyayê hat binavkirin. Ev yek di demekê de hat ku serokkomarê Tirkiyayê hêvî dikir ku ew ê bi tu zextên amerîkayî an ewropayî re rûbirû nebe, ji ber ku bertekên rojavayî pir tirsonek bûn. Bi rastî, serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel îdia kir ku Erdogan ji bo girtina Îmamoglu berê ji Trump destûr wergirtiye.
10- Di heman çarçoveyê de, gotegot banga aştiyê ya rêberê PKKyê Ebdullah Ocalan di 27ê sibatê de bi hewldanên Erdogan ve girê didin da ku piştgiriya parlamenterên DEM Partiyê ji bo guhertina destûrê di parlementoyê de bi dest bixe. Dengên partiyê ji bo ku her guhertinek piraniya du-sêyan derbas bike, ku Erdogan û hevalbendê wî, Partiya Tevgera Neteweperest (MHP), xwediyê wê nîn in, bes in.
Li vir, guman li dora vê senaryoyê hene, nemaze heke neyê tekezkirin ku hikûmetê soz daye ku daxwazên tevgera kurd li Tirkiyayê der barê naskirina nasnameya kurdî di destûrê de, perwerdehiya bi zimanê dayîkê û daxwazên din ên têkildarî mafên çandî, rêveberiyê li herêmên kurdî, tayînkirin, pêşîgirtina ji kar dûrxistina şaredaran û heta serbestberdana Ocalan de bi cîh bîne. Ev bi taybetî rast e ji ber ku rêberên PKKyê lidarxistina kongreya partiyê ji bo hilweşandin û çekberdanê bi azadiya Ocalan û serokatiya kongreya partiyê ve girê didin.
Ne bi tevahî zelal e ku peymana HSD-El-Şeri ya 10ê adarê çawa bi banga berê ya Ocalan û perspektîfên çareserkirina pirsgirêka kurd li Sûriyayê ve girêdayî ye.
Pirsgirêkên li pêş rola Tirkiyayê
Wekî ku berê jî hate gotin, Tirkiya bûye lîstikvanekî sereke, bi taybetî piştî hilweşîna rejîma Sûriyayê, li gel zêdebûna girîng a rola Îsraîlê. Lêbelê, ev berfirehbûn ne qeder e û ne jî neçarî ye. Tirkiya bi gelek pirsgirêkan re rûbirû ye, di nav wan de:
1- Curbecuriya avahiya civakî û siyasî ya Sûriyayê, ku li dij avahiya rewşenbîrî û îdeolojîk a rejîma nû ya Sûriyayê ye, ku ji hêla îdeolojiyên tundrew ên îslamî ve serdest e û hîn rewatiya gel bi dest nexistiye. Ev dikare bibe sedema xwepêşandan û serhildanên gel li dij rejîmê û piştgirê wê, Tirkiya.
2- Dijberiya ereb û îsraîlî li hember berfirehkirina rola Tirkiyayê li Sûriyayê.
3- Cudahiya hin berjewendiyên Tirkiyayê bi yên Ewropa û heta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re di kontrolkirina Sûriyayê de.
4- Asta karîna darayî ya Tirkiyayê ji bo pabendbûna bi piştgirîkirina rejîma Sûriyayê di jinûveavakirina Sûriyayê de, ji ber redkirina rojava ya rakirina tevahî cezayên li ser Sûriyayê û gumanên wê yên li ser vebûnek berfirehtir ji Şamê re.
5- Rêça pêşketinên navxweyî li Tirkiyayê bi xwe, bi taybetî gumanên opozîsyonê li ser tevlîbûna Tirkiyayê di Sûriyayê de. Eger Enqera piştgiriyek têrker nede Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û dev ji têkoşîna çekdarî berde, îhtîmala çareseriya pirsgirêka kurd dê were astengkirin, ev yek dihêle ku kurd hîs bikin ku wan destkeftiyên têrker bi dest xistine. Li gel van hemûyan, bandorên gengaz ên hilweşîna aboriya Tirkiyayê û nerazîbûna gel ji siyasetên aborî yên Erdogan jî hene.