Nirxandinek di zihniyeta Heyet Tehrîr El-Şam de.. Gelo “dewleta kûr”ava dike?

Dr. Tariq Hemo

 Made bi zimanê erebî العربية

Heyet Tehrîr El-Şam, piştî ku di 8ê kanûna 2024an de bi bûyereke dîrokî tacîdar bû ango derbasî Şamê bû û serwerî li ser Şamê kir, pragmatîzmeke mezin û serpêhatiyekê pêk tîne, ku di encama operasyona “Rêlibergirtina êrîşan” ji rêxistina Cebhet El-Nusra veguherî hêzeke bihêz û kutaher û piştre jî bû dewlet.  Beriya wê jî, Heyet tenê wekî rêxistneke cîhadîst a ku ji “El-Qaîdaya Cîhadîst” bi rêveberiya Eymen El-Zewahirî cuda bû, derbasî qadên hizirî, îdeolojî û rûbirûnên leşkerî bi rêxisitnên wekî xwe re bû, bi wan re li ser mafên şerî pev diçûn, heta ku beşek ji aca Şamê bi dest xist, ew jî Idlib bû, ku li wê derê desthilatek/mînişînek ava kir û bi xurtkirin û amadekirinê mijûl bû, li hêviya têkbirina dijminên xwe, ji wan jî; rêjîma El-Esed li Şamê, li gor pêwîstî/rêbazekî veşartî ku ji yê herî qels ber bi yê qels ve dest pê dike, piştre ji yê xurt ber bi yê herî xurt ve diçe.

Têgihaştina siyasî ya Heyet Tehrîr El-Şam di fêmkirina rewşa Sûriyayê de bi pêş ket, herwiha nexşeya hêzên leşkerî û serweriya hêzên herêmî  û navdewletî yên di Sûriyayê de hene û bi bandor in, fêm kir. Heyet Tehrîr El-Şam, îdeolojî li gorî erdîngarî û binesaziya civakî, bi kar anî. Ev hemû di çarçoveya veguhartina ji komeke cîhadîst a navdewletî, bû komeke şoreşgerî ya Şamî û piştre niştimanî sûriyayî. Ev guhartin hemû pêk hatin, ji bo lîstina roleke mezintir, ku ew lê digeriya û li hêviya pratîka wê bû, ew jî berfirehbûna asoyî bû, ku armancên xwe pêk anî di çûyîna ber bi desthilata navendê ve, mîna gogeke berfê ya ku her digindire mezintir dibe.

Niha Heyet Tehrîr El-Şam serweriyê li Şamê dike. Di destpêkê de, Heyet Tehrîr El-Şam cudabûna xwe ji rêxistina El-Qaîdayê ragihand (ji bo xwe ji pêvekiyê xelas bike) û şerê rêxistina DAIŞê kir (ji bo xwe ji rikberê ku banga pêkanîna hemû şerîyetê dikir ne beşek ji wê, xelas bike) û soz da ku “ew êrîşî rojava nake”, wekî ku rêxisitnên cîhadîst ên cîhanî dike “ji bo rakirina bihaneyên civaka navdewletî” ku koalîsyonekê ava bikin li dij Heyetê û di aliyê leşkerî de, tune bikin. Piştre jî, Heyetê xwe li Idlibê bi cih kir, piştî ku li ser hemû  kom û hêzên îslamî feriz kir  ku tevlî wê bibin û bi wê re jî, eniya îslamî-niştimanî ava kirin, ku bibe bingeha hêzeke guhartinê ku dema derfet çêbibe êrîşî Şamê bikin û rejîma El-Esed hilweşînin û desthildariyê bi dest bixin. Tecrubeya Idlibê, ji bo Heyetê û rêveberê wê Ebû Mihemed El-Colanî (piştre bû Ehmed El-Şeri) bû bihaneyeke, ku her kesî qani bike ku ew dikare rêveberiya dewleta Sûriyayê bike û di encamê de jî, vê nimûneya desthildariyê derbasî hemû herêmên Sûriyayê bike.

Niha, Heyet Tehrîr El-Şam di rewşeke desthilatdarî û rêvebirina dewleteke wêrankirî de ye, ku ji şerê navxweyî derketiye û li ser wê plan û armacnên cîranan heye. Dibe ku Heyet li gorî fêmkirina wê bicihkirina serwerî û xurtkirina wê, dixwest ku bi bi hêzên çalak li Sûriyayê re bide û bistîne û wan têk bibe, lê hesabekî tam nedikir ku dewlet û aliyên herêmî wê destwerdanê bikin, ku dixwazin herêmên serwerî û kontrolê di nexşeya Sûriyayê de, çêbikin. Heyetê dest pê kir ku hin hêz û kesayetan bi awayekî peywirî li xwe bigire û hin rûber da wan da ku wan wekî hevkar û beşek ji desthilatê pêşkêş bike. Aliyên nêzî Tirkiyayê para herî mezin ji parên “komên erkdarî” ku Heyetê çêkirin, wergirt, ji bo ku Tirkiya razî bike û çîroka ku dibêje ew hevkariya di rêveberiya dewletê de qebûl dike, derbas bike, lê rastî berovajî vê yekê ye. Ev kom, tu biryar ne di destê wê de ye û hemû saziyên ewlekarî, leşkerî, aborî û dîplomasî yên dewletê di destê endamên Heyet Tehrîr El-Şamê de ne û ew jî komeke diyarkirî ye ku nêzî Ehmed El-Şeri in.

Di hundir de, Heyet Tehrîr El-Şam dixwaze ku komên erkdarî yên girêdayî wê hebin, lê di derve, Heyet xwe dide pêşkêş kir wekî komeke ku dikare hemû hêzên bibandor di Sûriyayê de, razî bike û di encamê de jî, avakirina li gorî tê xwestin. Ew soz dide ku ew ê şerê terorê û rêxistina DAIŞê bike û peymanên navdewletî yên ku rejîma berê îmze kiribûn, sererast bike û parastina sînor bike û ji serweriya Îranê xelas bibe. Ev hemû li beramberî ku rewabûnê bidin Heyet El-Tehrîr û hinek aştî bidin wê da ku Sûriyayê bixin bin destên wê di dema hikûmeta demkî de ya ku wê bi 5 salan destnîşan kiriye.

 Lê hêzên siyasî, cihê wan di dewletê/mîrnişîna Heyetê de, tune ye. Rewşa heyî tevahî li ser bingeha “ê ku rizgar bike, biryarê dide”, ev jî encama “serkeftinê”ye ku Heyetê di şerê navxweyî yê Sûriyayê de, qezenc kiriye. Serkeftinê, rewşek siyasî ya nû ava kir, ku derfet da Heyetê “Sûriyaya nû” çêbike, wekî serefktina hevalbendan di Şerê Cîhanê yê Duyem de maf da wan ku Encûmena Ewlekarî ya Navdewletî ava bike û mafê redkirinê bi dest xistin, di encamê de jî, nêrînek û rêbazekî rêveberinê yê serkeftî li ser hêzên navdewletî, feriz kir. Heyet Tehrîr El-Şam dixwaze dewletê li gorî pîvanên xwe ava bike. Dewleteke ku yê serkeftî bi rê ve bibe û hemû saziyên desthilatdarî û rêvebirinê “dewleta kûr” bixe bin destê xwe. Dewleteke ku Heyet hin cih û erkan li ser kesên ku ew hildibijêre belav kir û di etnîk, ol û mezheba wan de rengekî ji “parkirinê” dibîne, lê ew hevparkirineke sexte ye û berevajî ye. Heyet mafên komê qebûl nake, lê belê mafên koman bi çêkirin û amadekirina hin kesan kêm dike û bi qestî sextekariyê dike û ji cewherê pirsgirêkê direve. Dema ku bi older, rûsipiyên mezheban û eşîran û fermandarên komên xwecihî re, dicive, ew li gorî xwe diçe ku hêzên siyasî û partiyên heyî yên li ser esasê têgihaştina niştimanî ya Sûriyayê, red dike.

Heyet Tehrîr El-Şam armanc dike ku xwe bide naskirin wekî dewletê û banga qebûlkirina ji civaka navdewletî dike. Ew dixwaze astengiyên navdewletî yên li ser Sûriyayê û di kongreya navdewletî ya jinûveavakirinê de, hemû astengiyan rake û hemû kesan ji lîsteya terorê, rake. Heyet Tehrîr dixwaze xwe ji bandora komkujiyên li Beravê yên li dij elewiyan rizgar bike (ku komîteyeke lêpirsînê ava kir û îhtîmala herî mezin jî ku ew ê raporekê belav bike li gorî têgihaştin û nêrîna Heyetê ji bûyerên ku Beravê re çêbûn). Herwiha, hew dide xwe bi peymana ku bi HSDyê re îmze kir girê bibe, ku ji aliyê hêzên bi bandor ve yên xwedî gotina bibandor di Sûriyayê de, ev peyman li ser hate ferizkirin. Bê guman, aliyên Sûriyayê yên bibandor, çi yên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê, çi jî li Siwêdayê, Heyet Tehrîr û rêbazê hizirandina wê nas dikin, di encamê de, ew cehwerê vê rêxistina ku pê re didin û distînin û danûstandinê dikin, nas dikin.

Li gel Heyetê û serekên wê têgihaştina şehweta dsethilatdariyê heye. Dîroka Heyetê ya naskirî û mekanîznmeyên daqurtandina dijberan, eşkere ye. Her kes dizane ku tiştê çêdibe, ne berdewamiya şoreşa ku di adara 2011an de, pêk hatiye, a ku daxwaza  dewleteke qanûn û azadî û edalet ji rejîma ketî dikir û qurbaniyeke mezin ji xwîn û dewlemendiya Sûriyayê, da. Lê belê, ew encama erdhejeke jeopolîtkî ku di herêma Rojhilata Navîn de çêbû, navenda wê jî li derdora Xezayê bû di 7ê cotmeha 2023yan de. Beşek ji encama rûxandina Dewleta Ibranî ji “Tewereya Berxwedanê” re ew bû ku Heyet Tehrîr El-Şam gihaşt desthilatê li Şamê û serkeftinek ji we re ava kir ku niha dewletekê li ser ava dike, ew dixwaze tevahiya kevneşopa siyasî ya têkoşerî ya Sûriyayê daqurtîne û pirrengiyê bi kesayetên bêkêr binimîne, ku di çarçoveya sextekirina ku li her derê û qadê dike, tê.

Heyet Tehrîr El-Şam, sûdê ji hin “elîteyên” sûriyayî werdigire, ku dixebitin ji bo siyaseta xwe û îradeya xwe pêk bînin, ku dibêjin “pêvajoya veguhastinê” dê bi dewleta qanûnê û hemwelatîbûn û saziyan bi dawî bibe û tiştê ku niha çêdibe ji bidestxistin û berfirehbûna di desthilatê de “başê pîsan e”. Ji ber ku ew altirnatîfa şerekî navxweyî di navbera pêkhate û erdîngariyan de ye û Heyet jî ew rê nade ku ev şer çêbibe, ku qaşo ew “ewlehiya” vî welatî ye! Lewra, li gorî hizir/xwediyên teoriyan yên hin elîtên Sûriyayê yên kevn/nû , erka me ya niştimanî ye ku em alîkariya wê bikin, ji bo “ev pêvajoya hestyar ji dîroka welat û neteweya me” derbas bibe.