General Bekir Sidqî û “Nexşeya Kurdistana Mezin”

Nivîskar:Şoreş Derwîş

Made bi zimanê erebî jî heye العربية

Meseleya etnîkî ya serkirdeyên neteweyî ji dema damezrandina Îraqê ve li gor formula kolonyalîzmê ku kurd û ereb di çarçoveya pêkhateyeke siyasî de danîbû ku lawaziya wê derketiye holê, bi taybetî di mijara bikaranîna mijara eslê neteweyî de wek çakûç ji bo şikandina dijberan û rêgirtina li ber bilindbûna wan a siyasî de, gelek bal kişandiye ser xwe. Dibe ku bibîrxistina vê meseleyê û lêkolînkirina niyeta aktorên siyasî hevdemî hatina General Bekir Sidqî li Iraqê û karîna wî ya serweriya Iraqê û herwiha doza serokê derbeya Sûriyayê Husnî El-Zeîm û tawanbarkirina wî bi avakirina “komareke kurdî ya leşkerî”, hat. Di dema ku ev her du kurd di nav wan kesan de bûn ku herêmê bi cîhana derbeyên leşkerî dan nasîn, ku heta du derbeyên dawî yên Beisê li Sûriya û Iraqê pêk hatin, em bi du diyardeyan re rûbirû ne, ku ji mêj ve wek xwedî pîvanên komplogerî li dij nasnameya erebî ya her du welatan hatine nîşankirin. Lê belê rehendên derbeyan wek têkelek bû ji peydakirina rûmeta kesane û meraqkirina formula Ataturk ya derbe û desthilatdariyê, bi taybetî ew formula dîktatorî ya ku armanca wê ji jor ve ferzkirina nûjenkirina siyasî û civakî bû.

Bekir Sidqî ji yekemîn kesan bû ku yekem derbe di sala 1936an de li paytexteke ereban pêk anî, ku piştre jî derbeya Her çar efseran (çargoşeya zêrîn) a sala 1941ê, pêk hat. Ev her du derbe, zemîna derketina du diyardeyên balkêş di nava efseran de çêkir. Li gorî Hina Betato di pirtûka xwe “Iraq-çînên civakî û tevgerên şoreşgerî” de, cudabûn di navbera “iraqiyan û ereparêzan” de çêbû, an jî piştre bi formuleke niştimanî ya Iraqê û “komara Iraqê ya herheyî” ku Ebdulkerîm Qasim derketin holê, li beramberî neteweperestan û beisiyan û “neteweya erebî ya herheyî”.

Sidqî ku bav û dêya wî kurd bûn, li bajarokê Eskerê li nêzî Kerkûkê ji dayîk bûye. Sidqî, piştî ku navê wê piştî komkujiyên li dij aşûriyan li Sêmêlê û herêmên din pêk hat, navê wî derket holê û piştî ku bi awayekî lezgîn û bikaranîna balafiran, serhildana eşîran li Iraqê têk bir, dikarîbû derbeyekê li dij serokwezîr û kesayeta erebperest Yasîn El-Haşimî ku bi destpêkirina siyaseta erebkirina Kerkûkê dihate naskirin, pêk bîne.

Di dema ku Sidqî ji hêla tevgera nûjenkirina ataturkî ve dihat dehfdan û pişta xwe bi derketina nazîsmê xurt dikir ku nazîsmê xîtaba hestên dijber ên dijî Brîtanyayê dikir, li dij wî çîrokên ku armanca wan welatparêziya wî reş bikin, dihatin belavkirin. Di vê çarçoveyê de, gotegot hatin belavkirin ku di çenteyê wî de “Nexşeya Kurdistana Mezin” heye, ku ev yek ji tawananan bû ku hişyarî da girîngiya nirxandina niyet û armancan li ser bingehê etnîkî çaxa ku kesek hukim bi dest bixe li welatekî ku piraniya wê ereb in û xwedî metirsiyên neteweyî  û komplohyên derve ne.  Tiştê ev tawan li dij wî xurt kirin siyaseta Sidqî ya “destpêkê Iraq” bû, ku ji xwe re kir rêgez da ku di pirrengiya etnîkî, mezhebî û olî ya li wetlat de bigihêje. Wî herwiha baskên komên neteweperest ên ereb ên çalak û bihêrs qut kir, di heman demê de berevajî vê yekê piştgirî ji tevgerên neteweyî yên kurdî wergirt ku ji tundrewiya neteweyî ya haşimî xelas bûbûn.

Li gorî yek ji kesên ku bi şahê lîwayê kurd û berpirsê parastina wî Fuad Arif, aliyê veşartî di serkeftina derbeyê de, ew bû ku şah Xazî Bin Feysel razî kir, ku Bin Feysel jî kêfxweş bû bi xelasbûna ji Yasîn El-Haşimî û hikûmeta wî. Herwiha, wekî ku Betato jî gotî, Sidqî bi xwe agahî daye El-Haşimî dema ku çû Bexdadê, ku ew piştgiriyê ji şahê Xazî digire, ji bilî piştgirîya ku wî ji wan kesên “bêîmtîyaz” ên li padîşahiyê wegirtibû, ku li dora rojnameya El-Ehalî kom bûbûn û destên xwe xistibûn destê Sidqî.

Ji nava sedemên din jî bingehên derbeyên ne li ser esasê “komployeke kurdan” bû, wekî ku di wê demê de dihate belavkirin, tevî ku efserên kurd beşdarî derbeyê bû, lê sedema yekser otorîterîzma El-Haşimî bû, ku Hikmet Silêman li bara vê yekê got: Divê silogana “bijî şah” bi “bijê ez” were veguherandin ku îşaret bi mayîna desthildariyê di destê El-Haşimî de û mezinbûna rola wî, kir.

Sedema mezinbûna eslê Sidqî yê kurd, hevaltiya xwe bi baylozê Almanyayê li Iraqê Fritzgruppe re bû. Fritzgruppe ragihand ku Sidqî plan dike “dewleta Kurdistana Mezin” ava bike, ku Kurdistana Iraqê, Tirkiya û Îranê bigire nava xwe, dewleteke bi hêz be bikaribe serxwebûna xwe biparêze. Fritzgruppe bi vê daxuyaniya xwe ya bi guman sînordar nema, lê belê got ku Sidqî daxwaz jê kiriye ku efserên erkana almanî jê re erkdar bike, ji bo erka parastina Kurdistanê radestî wan bike, eger ku îngilîz Bexdad, dagîr kir. Bi rastî jî, Kolonel Haynes ku efserekî karebes bû, hate erkdarkirin û jê re plana parastina herêmên bakurrojhilatêê Iraqê (Kurdistanê) amade kir. Haynes  di bin navê erdnas de xwe sifeta xwe veşart û sînor ji Rewandozê heta Xaneqînê keşf kir û çû Kurdistana Îranê û planên xwe yên leşkerî bo bidestxistin û cihên topavêjan amade kir. Bi her halî, kopiyeke ji wan nexşeyên nivîskî bi almanî û wergerî înglîzî bûye radestî Sidqî kir, herwiha kopiyeke jî radestî Fritzgruppe. Piştî kuştina Sidqî di baregeha hewayî ya li Nînewayê sala 1937an, dema diçû Tirkiyayê, hate belavkirin ku wezîrê parastinê yê Iraqê Şakir El-Wadî dest danî ser nexşeya îdîakirî ya li gel Sidqî. Ev yek bû sedem ku tawanên nîjadperestî û dijberiya neteweya erebî û îdîayên ku hewl dide ji bo dozên neteweyî yên kurd kar bike û kurdperest hembêz kirine, xurt kirin. Tevî van hemûyan jî, efserên kurd beşdarî kuştina Sidqî bûn, wekî Mihemed Xorşîd El-Dilwî û Ebdulezîz Milkî, yên ku endamên komeleya “Stêrkên Agir” bûn, ku piraniya endamên vê komeleyê ereb bûn.

Lê, derbarê Sidqî de parçebûna nêrînan çêbû, hinekan îdîaya dikirin ku tu meylên wî yên neteweyî yên kurdî tuneye û hinekan jî wekî komplogerekî kurd dîtin, tevî ku Sidqî beşdarî tesfîyekirina artêşê ji hin endamên xwe yên kurd bû û beşdarî îmzekirina peymana Sed Ebad bû ku têkiliya di navbera Tirkiya, Iraq û Îranê xurt kir. Di heman demê de, tu têkiliya Sidqî bi komele û rêxistinên kurdî re tune bû û destek neda şoreşên Şêx Mehmûd neviyê El-Berzencî (1919-1924) û Şoreşa Barzanê ya yekem (1931). Lê beramberî wê, hinek analîzên din berovajî derketin, ku dîtin Sidqî ku destek neda neteweya xwe, di heman demê de daxwaza serokwerzîr Elî Cewded jî ya têkbirina tevgerên serhildana kurdan a sala 1935an, red kir.

Lê çîroka nexşeya Kurdistana Mezin dimîne yek ji çîrokên nepenî di dîroka Iraqê ya hemdem de û wek mijarên din, di bin tehlûkeyên îdeolojîk de ye ku cihê xwe di teoriyên komployê de dibîne. Lê derbarê gumanên çîroka nexşeyê de, piraniya dîrokzanan tu girêdanek li ser hevkariya di navbera Sidqî û tevgera neteweyî ya kurd ya çalak di wê demê de, nedîtin. Herwiha, tu nexşe an jî bersiva pirsa: Çima ev mêrê “neteweyî” nexşeyeke mayinkirî ya wekî vê bi xwe re rakiriye, dema ku diçû Tirkiyayê ji bo beşdarî rahênanên leşkerî bibe?