Sûriya.. desteserkirina nasnameya niștimani û xapandina pirrengiyê
Nivîskar: Şoreş Xanî
Made bi zimanê erebî jî heye العربية
Di çarçoveya dewletên ku di koka xwe de di nava aloziyê de ne, ku tê de guhartinên siyasî yên şeklî çêdibin, bê guhartinên cehwerî di bingeha desthilatê de , Sûriya wekî nimûneyeke bi nakok di navbera îdîaya teknokratî û pêkanîna tekdesthilatê dederdikeve. Tevî dubarekirina fermî ji têgihên wekî “dewleta sivîl” û “kêrhatin” û “jinûveavakirina sazîbûnê”, lê piratîk diyar dike ku hikumê berê yê yekdestdariya biryarên siyasî dewam dike û cihêrengiya civakî, çandî û neteweyî, paşguh dike, bi bihaneya parastina serwerî, an jî dapînkirina aramiyê.
Nirxandina rewşa Sûriyayê bi çavê peymana civkaî (di forma wê ya rexnegir a berovajî de), destpêkek e ji bo fêmkirina jihevketina têkiliyên di navbera dewlet û civakê de. Peymana civakî, ku gorî nêrînên Locke Rousseau, divê dewlet ku wekî amûrekî nûnertiya îradeya giştî ye li ser esasê pirrengî, wekhevî û mafê beşdarbûnê ji bo hemûyan bê ku tu kes were paşguhkirin, tê avakirin. Lê dewleta Sûriyayê ya nûjen (ku tê avakirin) di sazûmaniya xwe ya navendî de, nakokiyeke bingehîn a vê peymanê pêk tîne, bi binpêkirina pirensîpên beşdariyê û veguherandina têgiha “îradeya giştî” bo “îradeya neteweyî”, ku weke amûreke bîrdozî ji bo rewakirina dûrxistinê tê bikaranîn.
Ev yek bi awayekî eşkere di awayê qaşo teknokrastiyê de, derdikeve holê. Tevî ku erkdarkirinên hikûmetê û rêveberî di bin sernavê “kêrahtî û pisporî” çêdibin, lê dabeşkirina piratîkî ya erkan, nexasim di wezaretên serwerî de (wekî hundirîn, parastin, ragihandin, ewqaf û derve), serweriya îdeolojî-ewlekarî-mezhebî diyar dike, ku kêrhatiyên rasteqîn paşguh dike, ji bo berjewendiyên dilsoziyên siyasî û olî. Ev awayê bijartinê, ne tenê ku rêgezê kêrhatiya teknokrat binpê dike , lê belê cudabûna sazîbûnê li dij pêkhateyên çandî, etnîkî û olî yên ne dibin kirasê desthilatdariya navendî de, kûr dike.
Ev rêbaz jî serdestiya nepenî vegotineke zindî ye ku Antonio Gramsci di teoriya xwe ya derbarê hegomonyaya çandî de anîye ziman, ku tê de dibîne desthildarî ne tenê xwe dispêre têkçûna darayî, lê belê xwe dispêre ferizkirina îdeolojiya serwer ku dihêle nêrînên desthilatî li bara nasname, ol, welat û dîrokê wekî tiştinên “xwezayî” nîşan didin û ji nîqaş û dîyalogê re ne vekiriye. Dewleta Sûriyayê bi rêya serweriya wê li ser alavên hilberîna sembolîk (minhac, ragihandin û xîtaba olî ya fermî) xîtaba yekalî ya li dij pirrengiya çandî ji nû ve hildiberîne, herwiha cihêrengiya ji çavkaniya avakirina jiyana hevbeş vediguherîne, gefeke gengaz ku divê were birêvebirin an jî were bêbandorkirin, an jî hewldana derbaskirina wê bi rêya tevgerên siyasî yên şeklî yên eşkere.
Tiştê ku em dibînin îro ne tenê dûrxistineke siyasî ye, lê belênetewekirina sembolî ji bo nasnameya niştimanî ye, ku jinûve pênaseya “niştimanî” li gorî pîvanên sînordar ên olî, an jî mezhebî, an jî zimanî yên teng, şirove dike ku tê de pêkhateya kurd, suryan, aşûr û heta hin pêkhateyên îslamî yên ku tevlî desthilatdariyê nebûne, bi bihaneya piraniya caran ji ber “cudabûnê” an jî “sîxûrtiyê” an jî “tundrawbûnê”. Ev dûrxistin, dikeve çarçoveya saziyan jî, ku derfeteke rasteqîn ji van pêkhateyan re nayê dayîn ku nûnertiya biryara siyasî bikin û ne jî beşdarî xêzkirina siyasetên perwerdeyê û çandî bibin, lê belê wan dixin beşê “itîradfa negatîv”; ango itîrafa bi hebûnê bêyî ku tu parê ji serdestiya çandî re bide.
Ji ber vê yekê, dewlet ji sazûmanek peymanî ya berfireh vediguhere amûreke kontrolê ya sereke, ku peywirek îdeolojîk a dualî pêk tîne: Ji aliyekî ve desthilatdariyê berdewam dike, ji hêla din ve jinûvehilberandina çanda dûrxistinê. “Teknokratî” li vir tenê dibe maskeyek ku ji bo ronîkirina îmaja desthilatdariyê li derve tê kirin, dema ku di hundur de ji bo parçekirina civakê li ser bingeha dilsoziya siyasî û olî, ne li ser jêhatîbûn an hemwelatîbûna wekhev tê bikaranîn.
Têkçûna sîstema siyasî ya sûriyayî di fêmkirina cihêrengiya civakî de di çarçoveya peymana civakî ya nû de li ser esasê, wekheviyeke rasteqîn û nûnertiyeke adil, ne tenê gefek e li dij rewabûna dewletê, lê belê derfeta avakirian siberojeke aram, têk dibe. Ji ber ku her rejîmeke ku idiaya şaristaniyê dike nikare berdewam bike li ser yekdestdariya pênaseya nasnameya niştimanî, yan jî biçûkxistina tevahiya civakên ku bûne û hîn jî çêkerên çanda Sûriyayê û pêkhateyên wê yên civakî ne. Ev yek ewlehiya civakê û dewleta Sûriyayê dixe xeterê.
Derbaskirina vê aloziyê ne tenê pêwîstiya wê bi guhartina rûyan heye, an jî di çarçoveya desthilatdarî de, lê belê divê binesaziya îdeolojî ya serweriyê were jihevbelavkirin û ji nû ve peymana civakî li ser bingehên naskirin, wekhevî, pirengî û nûnertiya rasteqîn, çêbibe. Komar, di wateya xwe ya berfireh de, ne li ser dilsoziyê hatiye avakirin, lê belê li ser şiyana ku nûnertiya hemwelatiyên xwe bike wekî hevparên serweriyê, ne tenê mijarên bindest, hatiye avakirin. Tiştê ku serkirdayetiya siyasî û ewlekarî di heyama xwe ya “veguhêz” de dike, welat pûç dike û ew dê tûşî ziwabûna siyasî û saziyî bibe û ev yek dihêle ku şewitandina wê di nav vê kaosa herêmî ya heyî de, pir hêsan be.