Sûriyaya nû aloziyê kûrtir dike..dewleta navendî û artêşeke îdyolojî
Dr. Tariq Hemo
Made bi erebî
Di axaftina xwe ku di vekirina kongreya diyalogê ya niştimanî de, di 25ê sibata 2025an de, serokê Sûriyayê yê demkî Ehmed El-Şeri, bal kişand ser du mijaran, ku li gor nêrîna wî asteng in li pêşiya rûniştina hukimê Heyet Tehrîr El-Şamê. El-Şero got ku Sûriya “parçekirinê qebûl nake” û “çek divê di destê dewletê de be” bi gotineke desthilatdarî (a ku qaşo divê demkî be), sîstema nenavendî red dike û heta asta ku wê wekî tawan dibîne dema ku wê bi parçebûnê re dike yek û tevlîbûna pêkhateyên leşkerî weke blokan di nava artêşa Sûriyayê ya bê de qebûl nake, lê belê armanc dike ku van pêkhateyan bihelîne û wan bike artêşa ku niha bingehê wê yê selefî ava dike, ku erka avakirina wê spartiye fermandarên wê yên meydanî, hem Sûriyayî û hem jî yên biyan.
El-Şeri ji vegotina nû/kevn dest pê kir ku formula nenavendî wekî destpêka dabeşkirin û parçekirinê, bi nav kir. Ev jî formule li gor hişmendiya desthilatdariya Sûriyayê ya nû “ne li gor rewşa welat e”, an jî wê “civak veguherin zeviyên tecrubeyan ji bo pêkanîna xewnên siyasî”. Ev gotin jî tê wateya ku El-Şeri û kesên bi wî re di Heyet Tehrîr El-Şam de, ku bi rêya operasyoneke leşkerî ku heta niha şerûmercên derdora wê û sedemên wê ne zelal in, formula nenavendî red dikin û ew dewletek navendî dixwazin ku tê de hemû lûtkeyên desthilatdariyê kontrol bikin, biryarê bi rê ve bibin, siyaset û têkiliyan ava bikin û welat li gorî têgihaştin û dîtinên xwe bi rê ve bibin, bêyî ku pirrengî û cihêrengiyê li ber çavan bigirin, an jî rastiya ku piştî 14 salên şerê navxweyî yê ku bûye sedema wêrankirina welat, koçberkirina bi milyonan ji gelên Sûriyayê û derketina rêxistinên cîhadîst yên bêsînor û pêkhatina dagîrkeriya Tirkiyayê ji deverên sûriyayî re ku niha rastî tirkkirineke plankirî tên û nasnameya niştimanî ya sûriyayî ji holê radike.
El-Şeri û rêxistina wî ya cîhadîst, ku bi navê niştimanî, rewabûn û erêkirina derve dewlet bi dest xwe xistine, dixwazin dewleteke navendî ya tund be, ku tê de pêkhate û nasnameyên niştimanî tune be. Formuleke rêveberiyê ku tê de karûbarê xwecihî û berjewendiyên hemû aliyan di ber çavan re derbas bike, dûrî yekdestiya navendê ji biryarê re, naxwazin. Di mejiyê El-Şeri û rêxistina wî ya hizirî de, hizira vegera Sûriyayê wekî destpêkê ango Sûriyaya beriya 2011an heye, tê de serok heta hetayê be û desteya wî (Heyet Tehrîr) ew “Partiya rêveberê dewlet û civakê be”. Sûriya dewleteke navendî ye ku tê de desthilatdarî, li gorî yasa û destûrê, her ramaneke dijber red dike û tê de desthilatdar, partî û dezgehên ewlekarî bi awayekî takekesî bêyî çavdêriya yasayî û parlemanî û bêyî berçavgirtina berjewendiyên Sûriyayê tevdigerin. Serokê demkî difikire ku dewleteke wiha dê di destên wî de yekane be, zilamên xwe wek rêveberên herêmî li ser aliyên rêveberî/nemerkezî ferz bike, ku bi rêya wan karûbarên xelkê bi rê ve bibe û biryarê dide, bi vê yekê kesê ku bixwze wî dûr bixe, dî wî dûr bixe û kesê ku bixwaze wî nêz bike, dî wî nêz bike (wek ku di konferansa diyaloga neteweyî de çêbûye).
Formula nenavendîbûnê ya ku xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyayê daxwaza wê dikin û niha jî xelkê Siwêdayê daxwaza wê dikin û dibe ku di demeke nêz de û bi rengekî eşkere û rêxistinkirî xelkê beravê jî daxwaza wê bikin, El-Şeri vê formulê wekî “sîstemên ku ne li gorî rewşa welat in û wê civak veguherin zeviyên tecrubeyan”. Ev navlêkirin, di pişt xwe de helwesteke îdyolojîk û redkirineke dihewîne ji naskirina rewşa heyî re û bi rastiya gelê Sûriyayê, ku gelekî ji pêkhateyên etnîkî, olî û mezhebî yên cuda, pêk tê. Tawanbariyên li dij nenavendîbûnê û xiyanetkirina kesên ku daxwaza wê dikin û armancên wê yên siyasî wekî tawanbariyên ku Beşar El-Esed, rejîma wî û partiya wî ji hêzên oposîzyonê re digotin yên ku daxwaza demokratî, azadî û dewleta qanûn dikirin. El-Şeri wiha texmîn dike ku ev yek wê dewleta Tirkiyayê razî bike, ya ku hemû rengên nenavendîbûna rêveberî red dike û piştgiriyê dide dewleteke navendî ya tund ku di destê rêxistineke girêdayî wê de be û jê re tiştê ku dixwaze ferz bike û derbasî Sûriyayê bike, berdest bike. Ev peyamek e ji bo hundir ku li hember rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyayê û bangên gelên Swêdayê red û nerazîbûnê nîşan dide û peyamek jî ji derve re ye ku dixwaze razîbûna Tirkiyayê bi dest bixe, ya ku dixwaze Sûriya bibe rejîmeke pêvek ku nexşeya navxwe ya Sûriyayê xêz bike û têkilî û şêwazên rêveberiyê li gor berjewndiyên ewlehiya Tirkiyayê ya neteweyî destnîşan bike, ne li gor a Sûriyayê.
Beşê duyem ji axaftina El-Şeri behsa “yekîtiya çekê û divê tenê di destê dewletê de be” kir. Ev yek jî tê wateya redkirina daxwazên tevlîkirina HSD û Encûmena Leşkerî ya li Siwêdayê û Encûmena Leşkerî ya li Horanê bi rêveberiya Ehmed El-Ewda, wekî blokên hevgirtî di nava artêşa Sûriyayê de. Ev helwest li ser esasê metoda ku El-Şeri û Heyet Tehrîr El-Şam li ser dimeşin, da ku komên xwe bikin wekî “artêşa niştimanî ya rêjîmê” û her komeke ku vê yekê red dike, wekî ji dervayî refên niştimanî û “milîs” bi nav dikin. Li ser vî esasî jî, desthilatdarî û alîgirên wê behsa hilandina van koman yên girêdayî başûr û bakur wekî kesayet di nava artêşa Heyet/artêşa dewletê de ku cîhadîstên sûriyayî û biyanî wê bi rê ve dibin, dikin. Dezgehên ragihandinê yên girêdayî desteyê an jî yên ku parastina projeya wê dikin da ku serwer bibin, ji ber ku wekî projeya sûriyayî ya navendî bi nav dikin, hemû komên çekdar ên ku red dikirin bi formula ku destehilatdariyê amade kiriye, tevlî artêşê bibin, wekî kesên ji refê niştimanî derketine binav dikin û wan bi cudaxwaziyê tawanbar dikin. Rewş jî ew e ku redkirina tevlîkirina van hêzan wekî blok di bin navê leşkerî de ku li ser li hev bikin, nîşan dide ku meyleke di bin kontrol û navendîbûnê de heye û rêbazeke zelal ji bo avakirina dewleteke totalîter ku tê de heyet bi hemû saziyên wê yên sivîl û leşkerî bi behaneya “neteweperestiya Sûriyayê” digire dest, ku heyetê tenê bi komik û endamên xwe ve girêdaye.
Helwesta Heyet Tehrîr El-Şam a redkirina nenavendîbûnê û israrakirina li ser dewleteke totalîter ne jiyana siyasî û ne jî azadî tê de heye û redkirina tevlîkirina hêzên leşkerî yên Sûriyayê wekî blok û û xîtaba siyasî û ragihandinê ya sorkirin û xiyanetkirinê, metirisiyên pêkhateyan zêdetir dike ku rengê îdeolojîk ê desthildariyê li Şamê û bernameyên îslamkirinê red dike ku ev desthildarî demokratî û pirrengiyê li welat red dike.
Herçiqas ku daxuyaniyên dijber ên hin aliyên sûriyayî û hêzên wê yên leşkerî zêde dibin, ev kes her ku diçe di wê baweriyê de ne ku divê formûleke nenavendî were avakirin, pêkhateya hêzan bidome û nehêle di nava artêşa dewlet/rêxistinê de belav bibe. Ji ber vê yekê, meylên xurtkirina destkeftiyên herêmî û lêgerîna li hêz û aktorên herêmî û navneteweyî yên ku bikarin alîkarî û piştgiriyê bidin van partiyan, xurttir dibin da ku ew li derveyî desthilatdariya leşkerî ya totalîter û nedemokratîk li Şamê bimînin.
Ji ber vê yekê, ew navend e, ne derdor, ku xwe veqetîne. Yê ku formula bihevrejiyana niştimanî ya ku taybetiyên pêkhateyên Sûriyeyê li ber çavan digire red dike, navend e, ne derdor e. Navenda ku ji aliyê hikûmeta defakto ya bi nûnertiya Heyet Tehrîr El-Şam ve tê kontrolkirin, ku bi hêza hovane hat, çareseriya realîst a li ser esasê naskirina taybetiyên herêmî red dike û li ser siyaseta hevgirtin û hilweşandinê, ku nakokî û krîzê kûrtir dike, tirsa aliyan xurt dike û wan dihêle ku li siyaseta xwe ya otorîter û alternatîfên din ên ku wan diparêzin, bigerin. Tişta ku li peravên Sûriyayê û li Humsê di derbarê binpêkirinên li dijî pêkhateya elewî de diqewime, hemû argûman û hincetên desthilatê yên derbarê yekitiya niştimanî de pûç dike.
Di nav sûriyayiyan de baweriyek çêbûye ku her kesê dest ji çekan berde û karûbarên xwe radestî desthilata Heyet Tehrîr El-Şam û serkirdeyên wê, sivîl û leşkerî bike, ew xwe mehkûmî sirgûnkirin û windakirinê bike û dê veguhere hejmareke bê îrade û bê helwest. Deng hene ku niha hişyariyê didin serketina desthilatdariyê di kampanyayên “paqijkirinê” yên ku li dij hemû dijberên xwe dimeşîne û plana desthilatdariyê digihîne dawiya armanckirî. Herwiha hişyariyê dide ku wê demê desthilatdarî dê hemû îradeyên ku desthilatdariya wê qebûl nekirin û red kirin, bişkîne. Li dijî vê desthilatdariya ku dixwaze rûyê Sûriyeyê her û her biguherîne, opozîsyoneke demokratîk a neteweyî dest pê dike. Opozîsyoneke ji bo rêgirtina li vê desthilatê ku Sûriya veguhere mîrnişîneke tarî ku tê de her sûrîyayiyê ku bîrdozî û baweriya wê red dike, tê de bê tepeserkirin, ku tê de kopiya tekane ye ji “niştimaniya sûriyayî”.