HTŞ û nexşerêyên wergirtina desthilatdariyê!
Nivîskar: Dr.Tariq Hemo
Kongreya Diyaloga Nîştimanî ya ku serokê Sûriyayê yê demkî Ehmed El-Şeri (Ebû Mihemed El-Colanî) biryara avakirina wê dabû û kesên beşdar li gorî nerîna xwe peywirdar kiribû, bi encam bû. Ev kongre tenê ji bo erêkirina xalên ku El-Şeri destnîşan kiribûn, hatibû lidarxistin. El-Şeri dixwest bi rêya van kesên beşdar (600 kes) rewamendiyekê bistîne, da ku desthilatdariya xwe berdewam bike. Di encama kongreyê de çend xal derketin pêş. Ev hemû xal li gorî nerîn û siyaseta Heyet Tehrîr El- Şam (HTŞ) û Ehmed El-Şeri bûn. Li ser dewletek navendî û artêşek yekgirtî ya divê li jêr kontrol û desthilatdariya HTŞyê de bin, hat lihevkirin. Li ser vê bingehê El-Şeri biryara damezrandina “komîteyeke pispor” a ji 7 kesan, qaşo ji bo amadekirina reşnivîsa destûra Sûriyayê, da.
Ev komîte dê neqşerêyekê/pilanekê ji bo destnîşankirina proseseyeke siyasî ya divê bi avakirina destûrekî dayim bi dawî bibe, pêşkêş bike. Heta niha hatiye diyarkirin ku dê ev neqşerê/reşnivîsa destûrê ji 48-50 xalan pêk were. Dê ji bo serokê demkî destûr were dayîn, ku 100 kesan ji bo endametiya perlemantoya Sûriyayê destnîşan bike. Ev parlemanê demkî dikare 2 salan dom bike. Her weha dê biryara damezraindina partiyên siyasî jî bê dayîn. Lê divê ev partî li ser bingehê “niştimanî” bên avakirin. Bi gotineke din, dê hebûna partiyên siyasî li ser bingehê netewî neyê qebûlkirin. Herwiha di vê reşnivîsê de dê El-Şeri wek serfermandarê “Artêşa Sûriyayê” bê naskirin û dê xalek li ser ola serokê Sûriyayê hebe, ew jî ew e, ku divê ew kesê serokatiya Sûriyayê bike, misliman be.
Wiha xuyaye ku Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) û Ehmed El-Şeri (Ebû Mihemed El-Colanî) pilan dikin ku bi rêya proseseke sexte desthilatdariya xwe bi cih bikin û ji raya giştî ya cîhanê re diyar bikin, ku ew bi rêya “proseseke demokratîk” a ku gelek kesayet û hêz tê de amede bûne, hatin hilbijartin. Jixwe heta niha tu caran behsa hilbijartin û demokratiyê nehatiyê kirin. HTŞ û El-Şeri li ser pirensîpa îslama siyasî ya bi navê (El-Şûra) tev digerin. Ev pirensîp dibêje dê komek ji zanyar, aqilmend û rûspiyên civakê li hev kom bibin, bi yek deng an jî bi piraniya dengan, serok/xelîfe/pêşengê dewlet û civakê peywirdar bikin. Ev form ji dîroka împratoriyên îslamî tê standin. Xuyaye HTŞ û El-Şeri vê formê esas digrin û ber bi bicihkirin û bicihanîna wê ve diçin.
Eger mirov li Kongreya Diyaloga Nîştimanî û Komîteya Pispor a amadekirina reşnivîsa destûrê binêre, mirov dibîne ku desthilatdariya HTŞyê bi israr kurdan dûr dixe û wan derve dihêle. Eger çend kesên “kurd” li vir û wir bi cih kiribin, ew jî kesayetiyên ku bi dijberî û dijminatiya xwe ya li hemberî Herêma Bakurrojhilatê Sûriyayê tên naskirin. Ew kes nêrîna dewleta tirk esas digrin û bi salane li dij Herêma Bakurrojhilatê Sûriyayê û HSDyê dixebitin. Ew kes îradeyeke azad a kurdan napejirînin û dixwzin herêma xweser helweşe û doza şerekî giştî yê Şamê li dij HSDyê dikin. Ev çeteyên siyasî wek nûnerên kurdan tên pêşkêşkirin û ji bo HTŞyê bûne muxatib. Ev yek têgihaştin û helwesta HTŞyê ya dijminane ya li dij doza kurd, Herêma Bakurrojhilatê Sûriyayê û HSDyê dide xuyakirin.
Ne tenê kesên kurd yên ku HTŞ wan tîne ser dikê û mîna nûnerên kurdan dide pêş, lê herwiha hin kesayetiyên ereb yên ji heremên Bakurrojhilatê Sûriyayê jî tîne pêş. Ev kesayet bi helwestên xwe yên nijadperest tên nasîn. Kesên nêzîkî dewleta tirk in û li dij kurdan û HSDyê ne. HTŞ pilan dike li Şamê hemû dijberên Herêma Bakurrojhilatê Sûriyayê û HSDyê, çi kurd an jî çi ereb dibin, ji bo xwe wek muxatib bigire. Herwiha HTŞ dixwaze kesên di nava xwe de, cîhadîstên kurd û ereb yên ji Herêma Bakurrojhilatê Sûriyayê ne, mîna berpirsyar li heremên xweser bi cih bikin. Ew ji niha ve wan kesan wek alternatîfa Rêveberiya Xweser amade dike. Li jêr navê “dewletê” û “nasnameya niştimanî” HTŞ pilan dike tevahiya Sûriyayê bigire dest. Rê li ber formên nenavendî û xweseriyê bigire û hemû aliyên Sûriyayê bi rêya endmaên xwe yên ji wir, bi xwe ve girêbide.
Projeya HTŞyê projeyeke totalîter e. Ew dewletek navendî û yekreng dixwaze. Bi rêya hêzê hewl dide pêkhateya erebên sunî bigire bin kontrola xwe û vê pêkhateya ku 70% ji gelên Sûriyê ye, li dij pêkhateyên din yên Sûriyayê bi kar bîne. Ew niha hêza xwe ya leşkerî berfireh dike. Bi dehhezaran ciwanên pêkhateya sunî moblîze dike û wan dikşîne nava artêş û hêzên ewlekariyê yên ku li jêr navê “dewleta Sûriyayê” ava dike. HTŞ hewl dide artêşeke ji nîv milyon ciwanên sunî amede bike. Ew ê vê artêşê di rojên pêş de li hemberî pêkhateyên din li jêr bihaneya “parastina yekîtiya axa Sûriyayê” bi kar bîne. Jixwe ji niha ve HTŞ û derdorên wê ji rojnamevan û nivîskarên nijadperest û xwefroş, forma xweserî û nenavendiyê mîna “parçebûn û cûdaxwaziyê” didn nasîn. HTŞ dê bi rêya pereyên ku ew li ser navê “dewleta Sûriyayê” qaşo ji bo jinûveavakirinê ji welatên ereb û Yekîtiya Ewropayê bistîne, vê artêşê ava bike û bi çek û finanse bike.
Li dij plana HTŞyê ya wergirtina dewletê û avakirina mîrnişîneke îslamî, divê hemû pêkhateyên Sûriyayê yekhelwest bin. Herwiha divê hêzên demokrat ên pêkhateya sunî xwe bicivînin ser hev û li himberî vê dîktatoriya HTŞyê rabin û serî hildin. Jixwe HTŞ bi vê helwestê derfetê dide dewletên derdorê mîna Îsraîl ku destwerdana karûbarên Sûriyayê bike. Niha Îsraîl bi bihaneya parstina pêkhateya durzî ya li herêma Siwêdayê dijî, gefên destwerdan û dagîrkeriyeke leşkerî dixwe. Ji ber vê yekê HTŞ berpirsyar e. Hemû pêkhate dê ji bo nekevin jêr desthilatdariya HTŞyê, li hêzeke hevkar ya derve bigerin. Bi vê siyaseta xwe ya dîktatorî, HTŞ yekîtiya Sûriyayê dixe metirsyê dema ku hemû desthilatdariyan ji bo xwe dixwaze û rê li ber Sûriyayeke nenavendî û federal digire.