Nimûneyên desthilatdariyê li Rojhilata Navîn.. kêferata berdêlan

Nivîskar: Şoreş Xanî

Made bi zimanê erebî

Li Rojhilata Navîn guhartinên siyasî yên ku berê çênebû, rû didin. Di vê çarçoveyê de, bingehên netewe-dewlet ên kevneşop têne hilweşandin, di demekê de ku aloziyeke dijwar di navbera nimûneyên desthilatdariyê yên rikber de heye, ku her yek hewl dide nêrîna xwe ya siberojê feriz bike. Bi her aloziyeke nû re, diyar dibe ku sîstema herêmî ku ji dema Peymana Sykes-Picot hatiye damezrandin, rastî pirsgirêkên hebûnê tên, ku ev yek dihêle zehmet be li xwe bide. Di vê çarçoveyê de, altirnatîfên ku têne pêşkêşkirin ne tenê di aliyê teorîk de sînordar dimînin, lê belê wekî projeyên siyasî yên yekgirtî jî derdikevin holê, ku bi hev re ketine nava şer ji bo jinûvexêzkirina nexşeya desthilatdarî û rêveberiyê.

Di çarçoveya vê rikberiyê de, sê nimûneyên sereke yên rêveberiyê derdikevin holê: îslama siyasî, ya ku Tirkiya xwedî lê derdikeve bi rêya sponseriya projeya Ixwan El-Mislimîn. A duyem, Neolîberalîzma rojavayî ku armanc dike ji nû ve herêmê dîzayan bike ji bi rêya ji hevxistina dewletên navendî û wan dewletan veguherîne hebûnên ne navendî ku li gorî aboriya cîhanî be. A sêyem jî; konfederaliya demokratîk, ku wekî nimûneya altirnatîf li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê derket, ku ji hizirên Ebdulah Ocalan girt, li bara derbaskirina dewleta neteweyî û avakirina sîstemên hevbeşî ku pala xwe dide rêveberiya xweser.

 

Îslama siyasî: Projeya Tirkiyayê ya herêmî

Tirkiya ku yek ji akotrên sereke di Rojhilata Navîn de ye, dibîne ku rûxandina netewe-dewletê rê li pêşiya vekirina projeyên altirnatîf vedike dibe ku gefê li berjewendiyên wê yên stratejîk bixwe. Li ser vî esasî jî, Tirkiya bi awayekî xurt berê xwe bi mayîndekirina îslama siyasî wekî altirnatîfekî hazir ji bo rejîmên ereban ên ku bi paş dikevin, ku veberhênanê di mîrateya Ixwan El-Mislimîn de dikin û karîna wan a bandora li civakan bi rêya xîtaba olî ku ji nûv re nasnameyên olî wekî bingehê rewabûna siyasî encam dide.

Lê tevî vê zexma îdyolojîk, projeya îslama siyasî rastî astengiyên mezin tê, mînak ku rejîmên ereban vê projeyê bi awayekî tam red dikin û wekî gefeke hebûnê dibînin. Ji bilî wê jî ku Ixwan El-Mislimîn piştî têkçûna desthilatdariya wan li Misirê rastî derbeyeke mezin hatin û serweriya wan li Dewletên Kendavê jî kêm bûn. Li beramberî van astengiyan, Enqera neçar ma ku stratejiya xwe ji nû ve di ber çavan re derbas bike û hewl dide ku li gorî guhartinan bimeşe, li şûna ku bi hêzên herêmî re bikeve nava rûbirûbûneke vekirî.

Neolîberalîzma rojavayî: Rûxandina dewleta navendî

Li beramberî vê projeyê, hêzên rojavayî propogandeyê ji nimûneya neolîberalîzma siyasî wekî altirnatîfê dewleta navendî dike, ku destekê dide sîstemên rêveberiyê yên nenavendî ku desthilata elîtên aborî xurt dike û dewletê dike navbeynkar di navbera kapîtala cîhanî û civakên xwecihî. Ev meyl, a ku li bara wê tê gotin ku ya herî guncav e bo cîhanbûnê, metirsiyên wê yên mezin hene, bi taybet li civakên ku parçebûnên etnîkî û neteweyî yên kûr tê de hene, berdêla xurtkirina rêveberiya xweser û seqemgîriya siyasî.

 

Konfederalîzma demokratîk: Nimûneyeke ku rikberiya navendîbûn û neolîberalîzmê dike

Ji aliyekî din ve jî, nimûneya konfederalîzma demokratîk heye, wekî altirnatîfekî tam ji netewe-dewlet û sîstema neoliberal re. Di vê çarçoveyê de, li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê, ev nimûne bi pêş ket û nêrîneke siyasî ya nû pêşkêş kir, ku têgihaştina netewe-dewletê ya kevneşop derbas dike û bi avakirina rêveberiya xweser ku ser dispêre hevbeşî, encumanên gelêrî û aboriya civakî, ku ev yek nermbûneke zintir dide wî.

Tevî ku ev proje heta astekê bi ser ket û dikarîbû ku atmosfêrekî aram di nava hawîrdoreke aloz de çêbike, lê rastî fişarên mezin tê, çi ji aliyê dewletên netewe-dewletê yên kevneşop ku wekî gefeke yekser ji bo yekbûna xwe ya siyasî dibînin, çi jî ji aliyê hêzên herêmî wekî Tirkiyayê, ku dizane mayîndekirina vê nimûneyê, dibe ku xeteriyeke stratejîk li ser serweriya wê ya herêmî çêbike.

Li vir bi taybet, Tirkiya bi kûrahî di girîngiya Ebdulah Ocalan de digihêje, ne tenê wekî rêveberê tevgereke azadiyê, belê wekî ramyarekî ku nimûneyeke dijberî hemû projeyên wê pêşkêş dike. Bi salane ku Enqera bi hişyariyeke tund nêzî mîrasa Ocalan a hizirî dibe, herçiqas ku di aliyê fermî de hizirên Ocalan red dike û hewl dide ku bandora wî nehêle, lê di heman demê de dizane ku hizirên wî ji tevgereke kurdî derbastir bûye û bûye bingeheke felsefî ji bo nimûneyeke siyasî ku rikberiya îslama siyasî bike ku dikare bibe berdêla dewleta neteweyî. Lewra, danûstandina Tirkiyayê bi dosyaya Ocalan re, ne tenê wekî dozeke ewlekarî ye, lê belê wekî beşek ji şerê îdeolojîk ê kûr e, ku Enqera tê de hewl dide rê li ber bigire ku bibe jêdera sirûşê ji tevgerên siyasî yên berfirehtir re ku xwe bispêrin nêrîna wî li bara demokratiya hevbeş û azadiya civakî.

 

Gelo em li beranber jidaîkbûna sîstemeke siyasî ya nû ne?

Rikberiya hersê paradîgmayan, kûrahiya krîza bingehîn a ku îroj Rojhilata Navîn tê re derbas dibe, dide xuyakirin. Dewleta neteweyî ya kevneşop, nema dikare desthilata xwe ya herheyî ferz bike, îslama siyasî jî di pêşkêşkirina nimûneyeke desthilateke berdewam de bi ser neket, neolîberalîzma rojavayî jî karîna wê tuneye ku çareyên amade ferz bike li ser civakê ku dîrokeke wan a dirêj heye bi pevçûnan re, ku ev civak di pêvajoya ronesansê re derbas nebûne û ne girîng e jî ku derbas bibin û tecrubeya Ewropayê kopî bikin, ji ber ku her civakek li gor rewşa avabûna xwe û li gor mîrateya çandî ya xwe di ronesansa xwe re derbas dibe. Di rewşa îro de, pirs ev e: Gelo nimûneya rêveberiya xweser bi naveroka xwe ya siyasî û civakî, tevî fişar û rikberiyan, wê karibe bingeheke siberojê bo sîstemeke siyasî ya nû li deverê ava bike? Gelo dewletên herêmî û di serî de Tirkiya, nas dikin ku dema çareyên kevneşop bi dawî bûye û cuncandina bi rastiya nû re bûye tiştekî jênerevîn?