Bêaramiya kurdên Sûriyayê ber bi ku ve ye?

Şoreş Derwîş

Made bi erebî jî heye

Rêjîma El-Esed di 12 rojan de piştî destpêkirina operasyona “Rêgirtina Êrîşan” hat ketin. Lê piştî rêkeftineke bixwîn a derdora 14 salan. Encam: Bi awayekî fermî rêjîm bi dawî bû piştî ku serekê wî reviya bêyî ku “cengeke dawî” ya bi rûmet bike.

Lê belê mîrata rêjîmê, derveyî dîmenên zindanên wê yên tund û alboma wêneyên malbatê, hê berdewam e, ji ber dîmenê heyî wekî çînên kavilê ye ku li bin wê tevahiya sûriyayiyan li cih in, her wiha rewşa heyî nearamî û tirsekê û tevliheviyeke ewlehî û xizmetguzarî vedişêre, her wiha kiryarên tolhildanê yên derveyî qanûnê tevî rêxsitinkirina ku komika biserketî dide xuyakirin heta vê kêliyê. Her wiha tirsa ji roja bê ya ku heta niha baş nehatiye guftûgokirin, ku siyast û civak ketiye destê beşekî ku ew li dij El-Esed bi ser ketin û “hikûmeta Idlibê” li ser Şamê ferz kirin, sûriyayiyan jî ew wekî berdêla kaosê erê kir. Ji ber wê, hersê mehên bê dê şêweyê welat di dema bê de bide xuyakirin.

Ji ber ketina rêjîmê, gelek kelem hene bo wergerandina nêrîna opozîsyona rêjîmê ya li bara welatîbûna wekhev û mafên mirovan, azadiyên takekesî û giştî û rakirina hişmendiya takbûna bi desthilatê  û pêkanîna siyasetên neteweyî an jî olî û rengkirina dewletê bi yekrengî wekî çawa ku Partiya Beis û pêkhateya ewlehî-leşkerî bi ser sûriyayiyan kir. Di nava vê rewşê de meselya kêmneteweyan belî dibe, mîna doza kurdî û ka gelo sûriyayî çawa dikarin van meseleyan çare bikin di sîstema siyasî ya nû de.

Di heman demê de kurd bi guhartineke mein hest dikin ku nikarin nas bikin encam çi ye, lê a tekez ew e ku desthilata navdewletî li Sûriyayê piştî binkeftina Îran, Rûsya û rêjîmê ket destê Tirkiya, Îsraîl û Heyet Tehrîr El-Şam de. Ev guhartin deriyê pirsên li bara cihê doza kurdî vedike di pêvajoya piştê kêferata li ser (û di Sûriyayê de) Sûriyayê û çaxa kurd dê tev li pêvajoya siyasî û destûrî bibin bi awayekî li gor rastiya hebûna wan û karîna wan a nerewakirina çi sîstemeke siyasî ku mafê wan ê neteweyî û wekheviya wan bi sûriyayiyên ereb re di ber çavan re derbas neke.

Derveyî nêzîkatiyên navdewletî û herêmî, meyleke neteweyî ya xurt heye em nikarin mandele bikin û heweseke bi yekîtiya axa welat û dijberiya projeyên cudaxwaziyê heye wekî ku rêjîm û alîgirên Tirkiyayê gotin, an jî kesên ku ji gotinên wezîrê derve yê Rûsyayê Sergy Lavrof bawer kirin ku projeyeke amerîkayî heye armanca wê avakirina dewleteke kurdî ye. Ev tev de tevî ku kurd rijd bû û garantî pêşkêş dikirin ku ew pabend in bi yekbûna xaka Sûriyayê, tevî ku ev mesele hinekî tinazok e çaxa ku kêmneteweyeke bêaramî garantiyan bo piraniyeke hevbeş pêşkêş dike.

Dibe ku şik û gumanên ji rola kurdî li Sûriyaya bê, kurdan bi xwe ditirsîne, ji ber ku kesê bi guman dibe ku şaştiyên siyasî û mirovî yên mezin bike bi navê çarekirina dawî ya dosyaya kurdî ji hêlekê ve, an jî çareyên demkî yan jî beşî bibînin û wan wekî çareyên dawî bibînin, an jî bi qestî kesên bi guman doza kurdî ya niştimanî bi derve ve girê bidin mîna razîkirina dewletên herêmî. Tiştê herî nebaş ê ku kurd û sûriyayiyên mafxwaz bibihîzin di hersê mehên bê de ev hevok e: Ne niha.

Ji hêla pratîk ve metirsiyên pevguhartî destpêşxeriyê li ser “gelê piranî ferz dike, ji destpêka avakirina sîstema siyasî ya nû heta pêşkêşkirina nêrînên rijd ên çarekirina metirsiyên kêmneteweyên olî û mezhebî, her wiha pêşkêşkirina nêrînên xwe li bara çarekirina doza kurdî, derveyî siyasetên mandelekirin û paşguhkirinê yên berê. Heger ne wiha be dê rêjîma bê ya piştî bidawîbûna dema hikûmeta Mihemed El-Beşîr a demkî nikaribe ji bandorên van dozan xelas bibe, ji ber wê li ser hikûmeta hewarî tê ferzkirin ku nêta xwe ragihîne bi rêya rûniştina bi kurdan re di leztirîn dem de, ji ber ku ev yek jî dê rewşa fişara neteweyî bibire û rê li ber aliyên şofînîst û xîtaba nefretê bigire.

Di nîqaşa bûyerên borî yên kurdî li Sûriyayê, gelek sûriyayî hez nakin ku dîroka tundî û tadeyan belî bikin, bi bihaneya ku balkişandina li ser dema borî dibe ku rewşeka “zulmdîtina kurdî” çêke, zulmdîtin jî dibe ku bibe madeyek kurd ji hêla neteweyî ve qezencê jê bikin li ser hesabê ereban. Em dikarin di vê bihaneyên de û hewlestê bêjerên wê de bigihêjin, lê nabe ku bê erêkirin, ji ber ne ku kurd zulmdîtinekê hatine û bi dawî bûye û dixwazin li ser pişta wê imtiyazan bi dest bixin, lê belê ev rewş hê berdewam e û girêdayî siyasetên ku li dij wan tên bikaranîn di vê demê de ku kurd ji deverên xwe yên resen tên qewirandin, her wiha ji mal û baxçeyên xwe tê qewirandin, tên kuştin an jî girtin û malûmilkên wan li derveyî qanûnê tên desteserkirin wekî çawa li Efrîn û Serê Kaniyê, an jî bi wê nêrînê tên dîtin ku armanca wan a bê kurd in piştî ketina rêjîmê, wekî çawa ku opozîsyona berê dibêje.

Rêveçûyîna têkiliya kurdî (sûrî) – erebî (sûrî) li ser siyasetmedarên kurd ferz dike ku xîtabeke siyasî ya yekgirtî û zelal bimeşînin li bara teşeyê têkiliya bê bi Şamê re û pêşkêşkirina nêrînên destûrî. Em dikarin bibêjin ku partiyên kurdî tu nêrînên zelal û têrker heta niha li gel wan tunene ji bilî siloganên siyasî û yên ku di salên borî de bilind kirin mîna mafên neteweyî yên rewa û rewabûna destûrî û federalîzm û hin siloganên din ên ku hinava wan vala ne.

Ev krîza metirsîdar di siyaseta kurdî ya sûriyayî de pêwîst e bi rêya avakirina gewdekî siyasî yê baştir bê çarekirin ku karibe xwestekên kurdan derbirîn bike û wan bixe dilê pêvajoya siyasî ya veguhastî, paşê kurd li dervayî silognên giştî bixebitin, di nav de jî meseleya tevlîkirina kurdn di nava artêşa Sûriyayê de, ne tenê ji ber ku kurd destwerdan bi awayekî mezin di têkbirina DAIŞê de kirin û heta niha jî bi dûv şaneyên wê de ne û girtiyên wê diparêzin û ne tenê ji ber ku kurd garantorê rastî ne ku Şam artêşeke hişmendî ya nû ava neke û bi dûv kesê serkeftî yê nû de be, lê belê ji ber ku ji mafê kurdan e nûnertiya wan di artêş, qanûn û istixbaratn de hebe mîna sûriyayiyên din, piştî ku ji hêla sîstemên şovenîst ji salên 50yî de dûrî saziya leşkerî hatibûn xistin. Bi vê wateyê, tevlîkirina kurdan di saziyên bê yê dewletê de beşek ji mafên hemwelatîbûna wekhev e, bêhtir ji pehrkirina leşkerî ye, an jî ferzkirina de facto li ser sûriyayiyan.

Nabe ku Sûriyaya nû wêneyekî başkirî ji “Sûriyaya El-Esed be, ev yek têrê nake, lê belê pêwîst e dozên mezin bi carekê li ser maseyê diyalogê bên dayîn, mîna mafên jin, kêmnetewe, azadiyên takekesî, wekheviya civakî û doza kurdî. Mîna van meseleyan, alîkariyê dikin ku sûriyayî, di nav wan de jî kurd, ji bêaramiya li bara siberojê û çarenûsa xwe xelas bibin, her wiha demokratîstên sûriyayî yên tirsiyayî xurt dikin, ku ji vegera tundî û çewisandinê ditirsin, ên ku dê Sûriyayê bikin dewleteke ku tê dilsoziya neteweyî bi dilsoziyên nû bên guhartin.