Tirkiya.. siyaseta erda şewitî çare û hevgirtin hundirîn peyda nake
Nivîskar: Dr.Tariq Hemo
Made bi zimanê erebî jî heye العربية
Dewleta Tirkiyayê dest bi êrîşeke berfireh û taybet li ser binesaziya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê kir. Di vê çarçoveyê de, stasyonên kehbre, av, depoyên genim, nexweşxane û navendên ewlekariya sivîl yên girêdayî Rêveberiya Xweser, hatin wêrankirin. Di encama van êrîşan de ji bilî wêrankirina binesaziyê, bi dehan sivîl di nav de jî zarok jiyana xwe ji dest da.
Ev êrîşên ku li dij binesaziyê (ku Tirkiyayê wekî cihên leşkerî digire dest) piştî çend rojan, ji “tevgera” siyasî ya hikûmetê û opozîsyonê pêk hatin. Wiha ji derve û hundir re diyar bû ku Enqera di çarçoveya tiştên li herêmê çêdibin û behsa guhartin û xêzkirina nexşeyên nû tê kirin, dixwaze ku doza kurdan çareser bike û rûbirûna leşkerî bi kurdan û tevgera wan a sereke li Bakurê Kurdistanê ku ew jî PKK, bi dawî bike.
Devlet Bahçelî serokê tevgera netewperestan a tundraw bang li rêberê gelê kurd Ebdullah Ocalan kir ku were parlamentoyê û bidawîbûna têkoşîna çekdarî ragihîne. Di heman demê de jî, Serokê CHPyê Ozgur Ozil daxuyanî da û behsa aşitiyê û “26 milyon kurd ku divê li ser maseya danûstandinê rûnin û bibin welatiyên ku dewleteke wan heye, ew jî Tirkiya ye.” Lê tevî nezelaliya van bangan û axaftina giştî ku tu nîşaneyên çareseriyê tê de tune ye, lê atmosfêra giştî erênî bû û hêviyên hinek kesan vejîn kir ku bi rastî dest bi danûstandinên aşitiyê werin kirin û di navbera Ocalan, PKK û DEM Partiyê de ji aliyekî ve û di navbera dewleta tirk de ji aliyekî din ve, gerên danûstandinên çêbibin.
Lê ev yek pêk nehat, berovajî vê yekê çêbû. Dewleta Tirkiyayê di aliyê leşkerî de êrîş zêde kirin û yek dest bi êrîşeke berfireh û taybet li ser binesaziya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê û Şengalê li Başûrê Kurdistanê û wekî ku dewleta Tirkiyayê dibêje “baregehên PKKyê” li herêmên çiyayî li Qendîlê kir. Ev êrîş, piştî ku çalakiya li dij şerîketa çêkirina balafir û fezayê “TOSASH” pêk hatin ku baskê leşkerî yê PKKyê ev êrîş girte ser xwe. Tevî ku ev çalakî li dij cihekî leşkerî çêbû, lê dewleta Tirkiyayê bi armanckirina cihên sivîlan û xizmetguzarî li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê û cihên Rêveberiya Xweser li Şengalê, bersiv da. Enqera di çalakiya “TOSASH”ê de wekî derfetekê dide li dij tiştên ku propogandeya wê dikir derkeve ku qaşo behsa çareseriya dozeke navendî li herêma Rojhilata Navîn bi qasî doza kurdan û bidawîkirina têkoşîna çekdarî û avakirina dewleteke qanûnî û hemwelatîbûnê dikir. Lê dest bi şerekî leşkerî yê wêrankirî kir û ev bûyera li TOSASHê bi kar anî, da ku hîna xerabkirin û koçberkirinê pêk bîne û dijminahî û nefetê kûrtir bike.
Êrîşên Tirkiyayê li ser binesaziya li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê û Şengalê, bandor li ser bûyereke mezin kir ew jî hevdîtina parlamenterê DEM Partî Omer Ocalan bi rêberê gelê kurd Ebdullah Ocalan bû, ku dewleta Tirkiyayê ev zêdetirî 40 meh in tecrîdeke giran li ser wî feriz kiriye. Omer Ocalan, li ser navê rêberê kurdan Ebdullah Ocalan ragihand ku ew di aliyê teorîk û piratîkê de amade ye ji bo çareserkirina doza kurdan bi awayekî aşitiyane û demokratîk û bidawîkirina şer di navbera gelê kurd û dewleta Tirkiyayê de. Lê li şûna ku hikûmeta Enqaerayê vê daxuyaniyê/derfetê bi kar bîne û daxuyaniyên berê yên pisporên hikûmet û opozîsyonê bi cih bike, bi paş ve vegeriya û mase li ser serê tevan qulapt û dest bi rûxandin û xirabkirinê kir, di çarçoveya siyaseta erda şewitî de, ku armanca wê çimandina kurdan û koçberkirina wan e.
Rayedarên payebilind ên PKKyê (Besê Hozat, Murad Karaliyan û Mustefa Karasu) gûmanên xwe derbarê niyetên dewleta Tirkiyayê de nîşan dan û hişyarî ji ber “kemînê” dan ku Enqera dixwaze vê kemînê li pêşiya gelê kurd û tevgera wan deyîne, da ku tevgerê lawaz bike, da ku bo pêşketinên ku dê li deverê çêbibin amade be (bi taybet li Îran û Rojhilatê Kurdistanê) bi sedema şerê mezin di navbera Îsraîl û Îran û hevalbendên wê de li Xeza, Lubnan, Yemen, Iraq û Sûriyayê. Axaftina ji nişka ve ya li bara “biratî”, “hevgirtina hundirîn” û “çare”yê di demekê de ku haleta şer a Tirkiyayê kurdan bobmbebaran dike û bajarên wan dagîr dike, wan koçber dike û stûyê wan dixe nav lepên milîsên derveyî qanûnê, xuya dike ku gotinên wan ne rast in û berê wan ne li aştî û çareya demokrat e. Lê belê xuya dike ku ew “tektîkeke demkî” ye ku dê hin hêviyê li kurdan çêbike, heta ku Tirkiya xwe amade bike û asta guhartinên herêmî nas bike.
Nirxandina tevgera kurdî li ser bingehên ku divê li Tirkiyayê werin guhartin, eger ku Tirkiyayê bi rastî aşitî û çareseriya demokratîk dixwaze. Lê axaftina li ser “poşmaniyê” û sûdwergirtina ji “qanûna hêviyê” û banga li rêveberê tevgerê da ku têkoşîna çekdarî bi dawî bike, bê bernameyeke çareseriyê û guhartina destûr ku parlamento pê rabe û kurd di hemû dateyên wê de amade bin, ew xapandineke ku Enqera pê radibe da ku demê qezenc bike û “kemînek” e ku kurd tê de wer bibin, wekî ku çawa di navbera salên 2013-2015an de, çêbû.
Tirkiya niha li pêşiya rastiyê ye, an aşitî û çareseriya siyasî ya rasteqîn hilbijêre an jî şer berdewam bike û xwe bispêre çareseriya leşkerî. Dewleta Tirkiyayê wiha difikire ku PKK lawaz e û nikare bersivê bide, lê ev yek xeyal e û xapandin e. Her wiha, derbaskirina rola Ocalan û tevgerê, bi ser neket û dê bi ser nekeve. Li pêşiya Enqerayê derfetek heye ku dev ji siyaseta şer berde û êdî nefikire ku aliyê din lawaz e (ku ev 40 sal in wiha hizir dike) û berê xwe bide maseya danûsandinê, bi niyeteke û jidil bi Ocalan û hevalên wî re rûne da ku doza kurdan çareser bikin. Bi vê yekê re jî şer bi dawî bikin û xerckirina bi milyarên dolaran were rawestandin û bi rastî wekî “dewleteke hemwelatîbûnê û qanûnê” diyar bibe û tê de “hevgirtina hundirî” rastî be, ne kemîn û komplo bin ku dê bêhtir parçebûn, rûxandina aborî û rijandina xwînê çêke.