Bernameyek derbarê rewşa Bakurê Kurdistanê û êrîşên li dij Rojava
Navenda Kurdî ya Lêkolînan, şevê din bernameyek bi zimanê kurdî derbarê rewş û pêşketinên dawî li Bakur Kurdistanê û Tirkiyayê û êrîşên dewleta Tirkiyayê li dij binesaziya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê, organîze kir.
Bername ku ji aliyê hevkarê me Tariq Hemo ve hate birêvebirin, rojnamevan Memed Drewş mijara borî nirxand.
Rojnamevanê kurd Memed Drewş di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser dîroka dijminahiya Tirkiyayê li dij gelê kurd û got: “Di destpêkê de, divê were gotin ku dewleta Tirkiyayê ya herî zêde dijminê kurdan e, lewra dixwaze ku kurdan ji kokê ve tune bike. Dibêjin ku sedem PKK ye ku Tirkiya êrîşî kurdan dike, lê mînakekê bidin beriya ku bavûkalên rêveberên damezrînerên PKKyê werin dunyayê, dewleta Tirkiyayê li Zîlanê, Koçgirî, Amedê û Dêrsimê û hwd bi dehhezarên kurdan kuştin.”
Memed Drewş destnîşan kir ku dewleta Tirkiyayê ermen û suryan qir kirin, piştre êrîşî cihû û romên li Stenbolê û tevahiya Tirkiyayê kir û wiha dewam kir: “Di vê demê de jî, dewleta Tirkiyayê ji bo kurdan tune bike, bihaneyan çêdike. Dewleta Tirkiyayê plan dikir ku heta sala 2023yan kurdan jî wekî cihû û ermenan û suryanan tune bike, lê plana wan têk çû bi saya PKK û rêber Apo (Ebdullah Ocalan). Ji ber vê yekê jî kîna dewleta Tirkiyayê li hemberî kurdan zêdetir bû.”
Drewş da zanîn ku di van salên dawî de piştî ku dewleta Tirkiyayê balafirên SÎHA bi dest xistin, wisa difikirî ku bi tena serê xwe dikare tevgera azadiyê têk bibe, lê îsal beriya Newrozê tevgera azadiyê eşkere kir ku wan sîstema ku dikare balafirên SÎHAyê yên dewleta Tirkiyayê birûxîne bi dest xist. Drewş wiha dewam kir: “Piştî ku balafirên SÎHAyê bêbandor bûn, vê yekê hişt ku hevsengiya şer were guhartin. Lewra dewletên ku dixwazin SÎHAya Tirkiyayê bikirin, bazara xwe ya kirîne rawestandin. Bi vê yekê re jî, xeyala dewleta Tirkiyayê ya tunekirina PKKyê têk bir. Her wiha, piştî xistina balafirên SÎHAyê, xeyala Tirkiyayê ku bi firotina SÎHAyê wê ji aloziya aborî xelas bibe, têk çû.”
Rojnamevan Drewş diyar kir ku piştî ku dewleta Tirkiyayê kete nava zehmetiyan, neçar ma ku gavekê bavêje û Bahçelî neçar ma ku Ocalan wekî muxatibê çareseriyê esas bigire û wiha dewam kir: “Piştî bûyerên dawî ku li herêmê rû dan û berxwedana gerîla û rêber Apo, dewleta Tirkiyayê ji tirsan re, hewldanekê dike. Di vê çarçoveyê de, faşîzma AKP-MHPyê bi hevdîtineke bi rêber Apo re dixwestin nîşan bidin ku tecrîd bi dawî bûye, lê rêber Apo di destpêkê de got tecrîd berdewam dike û ev jî gelekî girîng bû ku nîşan da tecrîd hîna jî dewam dike û çareserî çênebûye. Her wiha rêber Apo bi vê gotinê ew vala derxistin.”
Memed Drewş destnîşan kir ku herî zêde dewleta Tirkiyayê ji rewşa Rojavayê Kurdistanê aciz dibe, ji ber ku li Rojava şoreşeke civakî pêk hat û wiha domand: “Ji ber vê yekê jî, dewleta Tirkiyayê depoyên genim, stasyonên avê û hwd bombebaran dike.”
Drewş diyar kir ku eger niyeta çareseriyê hebe û hevdîtin hebin, gelo çima dewleta Tirkiyayê firneyên nan, stasyonên kehrebeyê û avê û gazê bombebaran dike? Bi gotineke din eger niyata dewleta Tirkiyayê ya çareseriyê hebe, çima piştî axaftina Bahçelî zêdetirî 40 caran êrîş pêk anîn? Drewş wiha domand: “Beriya çalakiya Enqerayê, li tevahiya Bakurê Sûriyayê 300 siyasetmedarên kurd hatin binçavkirin.”
Memed Drewş bi bîr xist ku kurd êdî polîtîk û zana bûne, mînak kurd li Rojava bi Amerîkayê re hevkariyê dike, ango ji bo berjewendiyên kurdan çi pêwîst in wê yekê dike û got: “Dewleta Tirkiyayê ji vê yekê ditirse, ango ji polîtîkbûn û zanebûna kurdan ditirse.”
Rojnamevanê kurd Memed Drewş diyar kir ku hêviya dewleta Tirkiyayê parçekirina PKKyê ye, di vê çarçoveyê de komploya navdewletî jî pêk anîn û wiha dewam kir: “PKK ji her demê zêdetir niha bi hêz e û yekbûyî ye.”
Berpirsê Navenda Kurdî ya Lêkolînan, Newaf Xelîl jî beşdarî bernameyê bû û da zanîn ku gelekan naveroka axaftina Bahçelî temaşe nekir û wiha dewam kir: “Axaftina Bahçelî û hevdîtina Omer Ocalan bi rêzdar Ebdullah Ocalan re, hemwextî çalakiya li dij saziyeke leşkerî li Enqerayê çêbû. Lê vê carê beriya ku tevgera azadiyê were tawanbarkirin, dewleta Tirkiyayê êrîşî Rojavayê Kurdistanê kir. Ji ber vê yekê jî bihaneya wan hazir bû û êrîşî Rojavayê Kurdistanê kirin û binesaziya ku berê hatibû xerabkirin ji nû ve hate avakirin, dewleta Tirkiyayê careke din ew armanc kir û cihên sotemeniyê û kehrbeyê armanc kir.”
Newaf Xelîl anî ziman ku Erdogan ji aliyekî xwe dike bavê mirovahiyê û êrîşî Netanyahu dike, lê ji aliyekî din ve jî kiryarên Erdogan li Rojavayê Kurdistanê ne kêmî yên Netanyahu ne.
Xelîl bi bîr xist ku PKK û rayedarên wê û rayedarên Rojavayê Kurdistanê û DEM Partî dibêjin ku ew amade ne bi Tirkiyayê re diyalogê bikin, lê Erdogan dixwaze ku Rojavayê Kurdistanê bike kavil û kes tê de nemîne.
Xelîl got: “Ez bawer nakim ku tiştên di van rojên dawî de çêbûn, li pêşiya pêvajoyê bibin asteng, ji ber ku ji kurdan zêdetir, pêwîstiya Tirkiyayê bi vê pêvajoyê heye.”