Salek di ser 7ê cotmehê re.. nêrîneke li paş

Nivîskar: Mihemed Seyid Risas

Made bi zimanê erebî jî heye العربية

Şer hêdî hêdî gur dibin û piraniya caran jî agirê beriya şer nayê dîtin. Di şerê Siwêsê yê sala 1956an de, mirov dikare bibêje ku gurbûna şer 20 mehan dewam kir, piştî ku di 28ê sibata 1955an de bi êrîşeke hewayî ya Îsraîlê li ser Xezayê dest pê kir, ku di encamê de 40 leşkerên misirî mirin. Ji wê rojê ve, serokê Misirê yê wê demê Cemal Ebdulnasir berê xwe da rojhilat dûrî rojava, piştî ku di 23yê tîrmeha 1952an de dihizirî hizira Washingtonê keysbaz bike ku ew li şopa Londonê bikeve Rojhilata Navîn, da ku xwe ji hebûna Brîtanyayê ya li Misirê rizgar bike.
Peymana çekan a Çîkê ji Misirê re jî, bi serpereştiya Mosko, bû sedemeke sereke ya vekişandina fînanaseya Washingtonê ji projeya Bendava El-Alî û vê yekê jî hişt ku piştî hefteyekê ku Ebdulnasir Qanala Siwêsê bike milkê dewletê û vê yekê hişt ku piştî sê mehan şerekî rasterast û lezgîn çêbibe, tevî ku hayê Washingtonê jê nebû, ku kesên pê rabûn li London, Parîs û Tilebîbê, armancên wan ên cuda hebûn li dij Misira Ebdulnasir, lê di wî şerî de bûn yek.
Di şerê ku di 7ê cotmeha sala borî de (2023) bi êrîşa Tevgera Hemasê li ser Îsraîlê li herêma derdora Xezayê dest pê kir û piştre jî şerê Îsraîlê derbasî Lubnanê bû bi êrîşa “Pager” di 17ê îlona borî de, divê li çirûskên destpêkê yên vî şerî were gerandin.
Mirov dikare bibêje ku çirûska vî şerî di 10ê adara 2023yan de bi peymana Siûdî-Îranê li Pekînê, pêket. Kesên ku bertekên Washingtonê şopandiye, wê tirsa Amerîkayê ji nîşaneyên peymana Çînê dîtibe, ango Mîr Mihemed Bin Selman bû kopiyeke din ji Ebdulnasir ku meyla wî ber bi Mosko ve çû. Serokê Çînê jî Xi Jinping bûye kopiyeke çînî ji Khrushchevê Sovyetê ku tevî xelîfeyên wî li Kermilnê ketin cihê pevçûna sereke bi Washingtonê re li Rojhilata Navîn di dirêjahiya 30 salên bê de. Li kêleka nêzikbûna Çînê bi Riyadê re ku tê şirovekirin pêwîstiya Çînê bi petrolê heye, têkiliyên di navbera Riyad û Moskoyê de jî gelekî xurt bûn, piştî aloziya di navbera Siûdî û Amerîkayê de piştî doza Xaşiqcî sala 2018an. Li vir Washington çirûska mezin a şer pê xist bi serdana Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê Amerîkayê Jake Sullivan li Siûdiyê di gulanê de. Li gorî Barak Ravid di 8ê gulanê de di malpera “Axios”ê de eşkere kiribû, Washingtonê planeke nû li ser Riyadê pêşniyaz kiribû ku ji du beşan pêk tê: Normalîzekirina Siûdî-Îsraîlê û projeya bi navê “Korîdora Hindistanê”, da ku bibe pireke bejahî ya Îmaratê-Siûdî-Urdun-Îsraîlê, ku peravên Hindistanê bi peravên Ewropayê li Yûnanistanê an jî Îtaliyayê ve, girê bide.
Piştre di havîna sala 2023yan de, dateyên zêdetir eşkere bûn ên li bara riyaktorên nuklerî ku Washington rê li ber vedike û vekirina depoyên çekên amerîkayîî li pêşiya Riyadê. Piştre di 9ê îlonê de, Peymana “Korîdora Hindistanê” li New Delhiyê bi amadebûna Serokê Amerîkayê hate îmzekirin. Di projeyê de, bendera Mumbai wekî cihê pêşwazîkirina kelûpelên Hinidstanê û başûrrojhilatê Asyayê hate destnîşankirin û ji wir jî bi rêya deryayê (wekî nexşeya ku Netanyahu di xîtaba xwe ya dawî de li pêşiya Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di 27ê îlona borî de, beriz kiribû) wê derbasî bendera Seltenet Uman bibe li bakurê paytexta wê, Mesqet. Ji wir jî bi rêya bejahî û trênê derbasî Îmarat-Siûdî-Urdun-Îsraîlê bi rêya El-Neqib û derdora Xezayê bibe heta bendera Heyfayê. Li wir jî, bi rêya deryayê derbasî peravên Yûnanistanê re bibe li kêleka xetên petrol û gazê û kablên roniyî. Ev korîdor çirûska mezin bû, ku li peyî wê çirûska çaremîn hebû ku ew jî sedemeke wê ye, dema ku Mîr Mihemed Bin Selman di hevdîtineke bi toreya Fox Newsê di 21ê îlona 2023yan de ragihand ku “normalîzekirina bi Îsraîlê re roj bi roj nêz dibe.”
Balkêş bû ku serokê Amerîkayê Joe Bidendi gotara xwe de ya di rojnameya “Washington Post”ê de di 18ê mijdarê de got ku “yek ji sedemên gurkirina Hemas ji krîza 7ê cotmehê re rûxandina hêviya wê siberoja Rojhilata Navîn e ku îmzekirina lihevkirina korîdora aborî hêvî dabû”, bêyî ku balê bikşîne ser sedemên din ên mîna rûxandina derfetên normalîzekirina Siûdî-Îsraîlê, ku ev yek Netenyahu di xîtaba xwe de li New Yorkê anî ziman çaxa ku got “êrîş bo rûxandina normalîzekirina di navbera Îsraîl û Siûdiyê de hat ku pir nêz bûbû.”
Di gotara Biden de de, tenê Hemas û serokê Rûsyayê Putin dike armanc, ew Îran û Hizbulahê bi bîr naîne, ku herdu aliyan ragihand ku agahiya wan ji operasyonê hebû berî pêkanîna wê bi salekê, ji hêla din ve berpirsyarên amerîkayî tekez dikin ku “tu belge tekez nakin ku destên Îranê tê de hene” di mehên paş êrîşê de, ku wan hewl dida xwe ji ber şerekî herêmî yê ji yê Xezayê mezintir, bide alî, bi taybet piştî ku Hizbulahê beşdariya xwe ji 8ê cotmehê ve tekez kir. Tevî beşdariya Hûsiyan, ku bandora wê li bazirganiya navdewletî hebû, lê xwesteka Tehranê ya ku wek xwesteka Amerîkayê bû, ku şerekî herêmî rû nede, hişt ku hizira “yekbûna qadan” li ser erdê pêk neyê di pêngava piştî 7ê cotmehê de, ji ber wê di aliyê pratîk de Hemas bi tena serê xwe bû.
Çaxa ku Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê got ku “giraniya şer ber bi bakur ve diçe” di 18ê îlonê de, di aliyê pratîk de ev biryareke îsraîlî bû ku şerê li dij Lubnanê dest pê bike piştî “rûxandina hêza Hemasê li Xezayê” û piştî ku derbeya Îranê ya li dij Îsraîlê di şeva 13-14ê nîsanê de qelsiya hêza Îranê da xuyakirin, vê yekê hişt ku Netenyahu Tehranê aran bide û wê bikşîne ber bi rikberiyê ve, tevî ku amerîka li dij vê yekê ye, ew jî bi rêya kuştina Îsmaîl Heniye di mala mêvanan a îranî de li Tehranê di 31ê tîrmehê de.
Xuya dike ku projeya “Korîdora Hindî” li dij projeya “Kember û Rê” ya ku ji sala 2013an ve ji hêla Çînê ve hatiye eşkerekirin ku Asya û ewropayê bi hev ve girê bide bi rêya du rêyên Rojhilat Navîn: Pakistan-Îran-Iraq-Sûriya û ji wir bi rêya dereyarê ber bi Ewropayê ve, an jî di Sûriyayê re ber bi Tirkiyayê ve û ji wir ber bi Ewropayê ve. A din rêyeke îranî-tirkî ber bi Ewropayê ve û rêyeke ewrasyayî (Kazaxistan-Rûsya-Ukranya-Polenda). Ji destpêka krîza Ukranyayê ve, ya ku gelek belge nîşanî me didin ku Amerîka ji sala 2013an ve ev yek gur dikir, Ukranya bû bendavek li pêşiya projeya rêya Ewropayê ya çînî. Gelek nîşane hene didin xuyakirin ku siyaseta Washingtonê a xweşkirina ji Îranê bi rêya peymana nuklerî sala 2015an, ku bi awayekî pratîk tê wateya çavgitina Washingtonê li ser belavbûna Tehranê li Rojhilata Navîn, ku mebest jê qutkirina rêya çînî bû. Dema ku serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump di 2018an de ji lihevkirina nuklerî vekişiya, nêzîkbûna Çînê ji Îranê re kûrtir bû, paşê nêzîkbûna Îranê bi Rûsyayê re, ku Îrandê di şerê wê yê li dij Ukranyayê de dorn dan wê. Di nîsana 2021ê de û tebaxa 2022yan de Elî Xamineî danûstandinên li bara nûkirina lihevkirina nuklerî li Vîyenayê, bi bin xist, piştî birayê zavayê xwe Elî Baqrî wekî serokê şandeyê rê kir, ku ew di dema îmzekirina lihevkirinê di sala 2015an de dijî vê yekê bû.
Di 6 salên borî de, Çînê sikeyê hesinî yên di navbera Pakistan û Îranê de nû kir, paşê projeya girêdana bi sikeya di navbera Îran û Iraqê de derxist, ku di heftiya berî pojeya Korîdora Hindî de de pê bû. Di adara 2023yan de çaxa serdana serokwezîrê iraqî ji Enqerayê re, projeya “Kanala Zuha: Rêya Geşepêdanê” hat raxistin, bo girêdana Bendera Faw û Mêrsînê bi rêya rê û sikeyên hesinî. Paşê li bara girêdana sikeyî di navbera Iraq û Sûriyayê bi rêya raxistina sikeyekê ji Qaim heta Dêra Zorê de hat axaftin. Li vir, em dikarin şirove bikin ku Korîdora Hindî li dij destpêşxeriya Kember û Rê hatiye danîn, bo gihandina petrol û gazê bo Ewropayê bi rêya Rojhilata Navîn, berdêla Rûsyayê. Her wiha em dikarin şirove bikin ku bo Hindistanê bikin dewleteke Asyayê ya hevalbenda rojava li dij Çînê. Nêzîkbûnên serokê Tirkiyayê receb Teyib Erdogan ji Rûsya, Çîn û Îranê tên şirovekirin ku ew dê dûrî Korîdora Hindî be. Her wiha dûrbûna Amerîka-Îranê ji hev tiştekî ji vê korîdorê şirove dike, ku lîsteyeke aliyên ku dê zirarê bibînin heye, ew jî Pakistan, Îran, Tirkya, Sûriya, Luban, Iraq, Kwêt, Qeter, Yemen û Misir.
Di xitbeya 4ê vê cotmehê de, Xamineî got ku “armancek heye bo Îsraîl bibe dergehê derfirotina enerjiyê ji derverê ber bi ewropayê ve”, ku bi zelalî amaje bi “Korîdora Hindî” dikir. Li vir, heger şopa Îranê di êrîşa 7ê cotmehê de tunebe, nexwe Tehran bi kiryara Yihya El-Sinwar kêfxweş e, ku êrîşê da xuyakirin ku devera Xezayê ne ewleyê bo derbasbûnê, her wiha bû kelemek li pêşiya normalîzekirina siûdî-îsraîlî. Dibê vê yekê hişt ku Xamineî di salvegera mirina Xumeynî di 3yê hezîrana borî de bibêje ku
“Êrîşa Hemasê di kêliya cuncav de hat bo deverê”. Tê tercîhkirin ku nêrîna Xamineî ya ku di xîtabekê de di sla 2011an de got û di 11ê îlona 2023yan de dubare kir a li bara “qelsbûna Amerîkayê”, bi nêrîna Putin re li hev tê çaxa ku di 2022yan de êrîş bir ser Ukranyayê. Her wiha tê tercîhkirin ku ew nêrîn El-Sinwar û Nesrulah jî hevkarê wê ne ku got “Îsraîl ji konê pîrê qelstir e”, heger ne wiha bûya dê êrîşa 7ê cotmehê ya Xezayî pê nehata her wiha piştî wê bi rojekê ya lubanî jî. Lê heta çi astê cîhanê piştî 7ê cotmehê tersî wê nîşan da?