Ezmûna Bakur-Rojhilatê Sûriyayê û hevgirtina gelan
Nivîskar: Tariq Hemo
Piştî serîhildana gel li Sûriyayê di buhara 2011an de, ya ku dewrî şerekî naxweyî yê li ser desthilatdariyê bû, gelê kurd bi pêşengtiya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) di 19ê tîrmeha 2012an de dest bi şoreşeke gelerî ya giştî kir. Di encama vê şoreşê de, di serî de kantona Kobanê, gelek herem û bajarên Rojava li jêr bandor û desthilatdariya rejîma Şamê/El-Esed derket. Gelê rêxistinkirî, xwe ji rejîma sitemkar rizgar kir û di heman demê de rê li ber opozîsyona nijadperest a girêdayî dewleta tirk girt. Ev nerîn û stratîjî, navê “riya sêyemîn” lê hate kirin. Mebest ji vê stratîjiyê vîna gelê azad, ê dixwaze xwe bi rê ve bibe û jiyaneke demokrat û wekhev, bê nijadperstî û çeteweriya ji hêzên derve re, bimeşîne.
Di encama şoreşa 19ê Tîrmehê de, sazî û dezgehên xweparastin, rêveberî û hîndekariyê ava bûn. Di serî de hemû pêkhate wek hev hatin nîşandan. Hebûn û taybetiyên van pêkhateyan yên netewî, olî û mezhebî, wek dewlemendî û zengînî hatin dîtin. Li ser vê bingehê rêveberyek/xweseriyek hat avkirin. Mafên civakî û takekesane, mafên jin û jîngehê, geşkirin û pêşvebirina çand û ramanê, esas hatin girtin. Ji bo pêkanîna van armancan, sazî û dezgehên civakî û rewşenbîrî hatin damezrandin. Jixwe dest bi rêxistinkirina civakê bû. Civak ji jêr ber bi jor ve hate rêxistinkirin. Komîn hatin avakirin û bi vê yekê re, welatî bi xwe biryara avakirin û çareseriya pirsgirêkên tax, gund û bajarokên xwe dan. Ew sîstema ji jorverêvebirin, biryardayin û desthilatdarî, hat redkirin. Hişmendiyek pêşketî ya bixwebawer hat pêşvexistin.
Li pêşiya vê ezmûnê gelek astengî hatin çêkirin. Şerekî giştî yê qirêj li dij rêveberiyê ji aliyên dewleta tirk, opozîsyona nijadperest û rejîma Şamê hat kirin. Piştî bi dehan êrîş û dagîrkerî, dijminên xweseriyê komên cîhadist ên mîna El-Nûsra û DAIŞê jî xistin dewrê. Bi sedan êrîş û hewledanên dagîrkerî, kuştin û revandina welatiyên kurd, derbiderkirin û koçberkirina kurdan a ji bajarên li derve û hundirê erdnîgariya Rojava, hatin pêkanîn. Hêzên YPG û YPJyê berxwedanek dîrokî nîşan dan. Li dij komên çete û cîhadîstan şer kirin. Berxwedan rawestgehên xwe yên mezin hebûn. Di serî de şerê li dij DAIŞê li Kobanê, rizgarkirina Reqayê û têkbirina dawîtirîn wargeha çeteyên DAIŞê li Baxozê hebûn. Piştî sala 2015an hêzên HSDyê ava bûn û bi hezaran ciwanên ereb tevî nava refên berxwedanê bûn. Xweserî jî dewrî heremeke yekgirtî ya Bakur-Rojhilatê Sûriyayê bû. Herêma ku kurd, ereb, suryan û pêkhateyên din, bi hev re dijîn, parastinê û rêvebirinê dikin.
Dewleta tirk li dij xweseriya herêma Bakur-Rojhilatê Sûriyayê, dest bi şerekî dagîrkerî û jiholrakirinê kir. Dema dît ku çeteyên opozîsyona nijadperst, cîhadistên El-Nûsra û DAIŞê nikarin hêzên HSDyê têk bibin û dawî li vê forma rêveberiya azad a gelan bînin, yekser û bi serê xwe êrîş kir. Desthilatdariya AKP/MHPyê di salên 2016, 2018 û 2019an de êrîşen dagîrkeriyê da destpêkirin. Di encama van êrîşan de herêmên Cerablus, El-Bab, Izaz, Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê hatin dagîrkirin. Artêşa tirk û çeteyên wê yên bi navê “Artêşa Niştimanî” bi sedanhezar kurd derbider kirin û li şûna wan weltiyên ereb yên ji navenda Sûriyayê anîn, bi cih kirin. Rejîma AKP/MHP qirkirinek nijadî li dij kurdan pêkanî. Armanca wê komkujiyek nijadî û çandî ya giştî bû. Li heremên ku dewleta tirk dagîr kir û ew dewrî çeteyan kir, kurd hatin kuştin û derbiderkirin. Kurd neman. Mal û ziviyên wan jî hatin desteserkirin. Ev komkujî û jînosîda sedsalê li ber çavên hemû cîhanê pêkhat. Civaka navneteweyî, di serî de welatên Ewropayê, temaşe kirin û bê deng man.
Li heremên ku niha li jêr dagîrkeriya dewleta tirk in û ji aliyê çeteyên kirêkirî tên rêvebirin, kurd li ser nasnameyê tên kuştin. Mîna herêmên li jêr desthilatdariya Talîbanê ku jin tên pelçiqandin. Zagon û dad nîne. Li wan herêman serçete serwer in. Hemû cureyên kuştin, revandin, bazirganiya mirovan û esrarfirotinê heye. Rêxsitinên mafên mirovan yên navneteweyî van binpêkirinan tomar û qeyd dikin û wek raporên berfireh belav dikin. Tevî ku cîhan jî agahdar dibe û dizane ku dewleta tirk û çeteyên wê (di nav de El-Nusra û DAIŞ) komkujiyan pêk tînin, lê dîsa ew bêdeng e. Faşîzima AKP/MHPyê cesaretê ji vê bêdengiyê digire û siyaseta xwe ya kuştin û talankirinê dewam dike.
Tevî van hemû êrîşan û dorpêçkirina aborî ya ku dewleta tirk û rejîma Şamê danîne ser, lê dîsa jî xweseriya Bakur-Rojhilatê Sûriyayê li ber xwe dide. Ew li gorî derfetên heyî civakê bi rê ve dibe û diparêze. Ew hevgirtina pêkhateyan xurt dike û rê li ber nakokiyan û êrîşên derve digire. Di serî de dewleta tirk, li dij hemû neyar û dijminan bi tedbîr û tekoşîn e.
Ev xweserî hêviya gelên heremê û tevahiya gelên Sûriyayê ye. Ew bingeha Sûriyayeke demokrat û rengîn e. Ji ber vê yekê, hemû hêzên dîktator û statûparêz ên mîna rejîmên Tirkiya, Şam, Îran û Iraqê li dij derdikevin. Jixwe vê dawiyê ev hezên faşist behsa pilaneke hevbeş a têkbirina vê ezmûnê û tevahiya tekoşîna neteweya kurd dikin.
Ev pilan û konsepta wan mijareke din e, ya ku hêjayî zêdetir ronîkirin û şîroveyê ye…