NKLê forma “Bandora Şerê Xezayê li Sûrîyayê” organîze kir
Beşê zimanê erebî yê Navenda Kurdî ya Lêkolînan, di rêzeformên xwe yên dîyalogê da, roja înê formek bi sernavê “Bandora Şerê Xezayê li ser Sûrîyayê” organîze kir.
Form ku ji alîyê endamê navendê Şoreş Derwîş ve hat birêvebirin, dextor û lêkolînerê karûbarê Rojhilata Navîn û sîyasetên nasnameyê Taha Elî û nivîskarê sûrîyayî Miwefeq Neyrebîyê mijarên wekî bandora şerê Xezayê li ser Sûrîyayê, her wiha rola Îran û Tirkîyayê di vî şerî da û hewldanên Tirkîyayê yên sûdwergirtinê ji vî şerî û metirsîya vê yekê li Rojavayê Kurdistanê, her wiha vegera Amerîkayê ya li Rojhilata Navîn, nirxandin.
Kurtenirxandin wiha ye:
Taha Elî: Alozîya niha li Rojhilata Navîn, beşek ji alozîya cîhanê ye ango ji sîstema cîhanî ye. Her wiha, rejîma herêmî ya li Rojhilata Navîn ku berîya niha bi sed salî hat avakirin, tê da tiştên nû çêbû, lewra berê xwe dide guhartinan. Lewra ji ber şerê Îsraîl û Hemasê, Amerîkayê bi hêzeka mezin berê xwe da herêmê. Ji ber vê yekê, bi nêrîna min ev şerê Îsraîl û Hemasê wekî êşa avakirina sîstemeka nû ya cîhanî ye ku navenda wê li Rojhilata Navîn e. Di vê çarçoveyê da, divê em li tiştê li Sûrîyayê çêdibin binirxînin, ku ji tiştên li Iraqê çêdibin ne qut e.
Ji alîyekî din ve jî, ne di berjewendîyên Îranê da ye ku şer li herêmê berfireh bibe, ji ber ku li Îranê alozîya aborî heye û her wiha alozîya nasnameyên civaka Îranê jî heye. Bi gotineka din Îran ne di wê hêza xwe ya salên 90î û heta destpêka salên 2000î da ye.
Di heman demê da, Îsraîl jî Îranê provekesyon dike bi rêya êrîşên li dij wê li Sûrîyayê, da ku hêza Îranê lawaz bike.
Her wiha, şerê 7ê cotmehê ji bo projeya Amerîkayê ya ku berê xwe bide Asayayê şok bû, di heman demê da, “buhara ereban” jî li pêşîya projeya Amerîkayê li Rojhilata Navîn bû astengî, ku divîyabû hêza Amerîkayê îslama sîyasî ba û Tirkîya dewleteka herêmî ya xwedî bandor ba. Ji ber vê yekê tiştê sala 2013an li Misirê çêbû, hilweşandina projeya Amerîkayê bû û tiştê di 7ê cotmehê da (êrîşa Hemasê li dij Îsraîlê) wekî têkbirina vê projeyê bû ku Amerîkayê bi awayekî lez bersiv da û hêzeka mezin rê kir herêmê.
Berîya demekê dema ku amadekarîyên hevpeyvîneka televîzyonê dikir, ez bawer im kesek filistinî bû ku agahî jêra hatîye, wê êrîşeka berfireh hemwextî êrîşa Hemasê li dij Tilebîbê çêbibe, ango Hizbulah ji Libnanê û komên din ên Îranê ji alîyên din ve wê êrîş bikira. Eger ev agahî rast be, ez bawer im Amerîkayê ji ber vê yekê, bi lez hêzeka mezin rê kir herêmê. Di heman demê da, hin rayedarên Hemasê li Libnanê û herêmên din, gotin “Tehran îxanet li me kir”, ev yek jî tê wateya ku Hemasê hêvî û texmîn dikir ku ne tevgereka beşî bûye, lê belê wekî senaryoya “Roja qîyametê” bûye ji bo herêma Rojhilata Navîn bi birêveberîya Îranê. Lê ez texmîn dikim ku eger ev agahî rast be, bi rastî jî Hemas rastî îxanetê ji alîyê Îranê ve hat. Bi awayekî giştî mirov dikare bibêje ku alozîyeka rasteqîn di navbera Hemas û Îranê da li ser asta kordîneyê heye.
Wekî encam mirov dikare bibêje ku nebûna stratejîyeka giştî li herêmê, wê rewşa Sûrîyayê girêktir bike.
Miwefiq Neyrebîyê: Bi mijara ku rêzdar Taha Elî gotîye, ez texmîn dikim ku şerê Xezayê, Amerîka bi awayekî xurt vegerand herêmê, ku berovajî wê dixwest dûrî Rojhilata Navîn bikeve. Lewra ez texmîn dikim ku ev yek wê bandorê li Sûrîyayê û hevkêşeyên li herêmê di dema pêş da bike. Lê em nikarin her tiştî texmîn bikin, ji ber ku rewş hîn zelal nebûye. Lê hin xalên girîng hene di vê çarçoveyê da, ku Rûsya niha li Rojhilata Navîn ketîye pêvajoya hişyarîyê, ji ber ku nikare bi heman hêzê û bandora şerê li Ukranyayê, li Rojhilata Navîn jî heman şerî bike. A duyem Îran û taybet bi rêya xîtaba skerterê Partîya Hizbulahê ya dawîyê, hewl dide ku xwe bêdeng bike û xwe bide alî, her çiqas ku bihêle komên girêdayî wê li Iraq û Sûrîyayê êrîşî navendên Amerîkayê bikin. Ji ber vê yekê ez dibêjim ku Îran li benda guhartinên li ser asta birêveberîya Îranê û ev yek jî têkilîya xwe bi Sûrîyayê ra heye. Her wiha, ez hin bandorên din ên şerê Xezayê li ser Sûrîyayê û rejîma sûrîyayî dibînim. Ji ber ku rejîma sûrîyayî bi xwe jî di rewşa hişyarîyê da ye.
Ji alîyekî din ve jî, ne hêsan e ku hêza Îranê winda bibe, lewra di vê demê da ez texmîn dikim ku Îran ji pêvajoya êrîşê, derbasî pêvajoya xurtkirina parastinê û xurtkirina destkeftîyên xwe yên berê ku bi dest xistine bûye. Lê mijara avêtina çend moşekan ji Yemenê û armanckirina baregehên Amerîkayê li Tenef û Hesekê, tenê ji bo hebûna xwe îsbat bike. Ji ber vê yekê Îran, ne di wê rewşa ku ji alozîya Îsraîlê sûdê wergire û ne jî dikare tiştên ku Hemas û komên din ên cîhadîst ên girêdayî wê dikin, sûdê wergire. Ez texmîn dikim ku êdî rewşa Îranê zelal bûye. Lê divê em bala xwe bidin Tirkîyayê, ev yek jî mijareka girîng e ku bandora wê li Sûrîya û Îranê heye. Divê em zanibin ku desthilatdarîya Tirkîyayê ne di wê hêza xwe ya mezin da ye, ji ber vê yekê Tirkîya hewl dide herî kêm sûdê ji Xezayê di mijarên sîyasî da wergire, da ku fişarê li Sûrîyayê bike. Balkêş bû ku deshilatdarîya Tirkîyayê rê da ku êrîşî baregeha Încirilkê were kirin û awayê pêşwazîya wezîrê karê derve yê Amerîkayê û hewldana têkbirina rêzdarîya wî, ku ev yek jî wekî gihandina nameyan bû. Di van herdu rewşan da “pêşwazîya Blinkin û êrîşa Încirilkê”,du name jê hebûn ku hewl dide bazarê veke; tiştên tirk dixwazin bidin wan ew jî ku erêkirinê bidin da ku êrîşî bakurê Sûrîyayê bike. Ev yek jî desthilatdarîya Tirîkyayê wekî çavgirtinek li tiştên ku li Xezayê çêdibe. Nameya din jî ku erêkirinê bidin Tirkîyayê ku bi serbestî li tevahîya Sûrîyayê tevbigere. Ev yek jî mijareka gelekî girîng e.
Ji alîyekî din ve jî, rejîma Sûrîyayê piştî şerê Xezayê, wê zêdetir were paşguhkirin, ji ber ku lîstokên sîyasî yên mezin ku ji derfetên rejîma Sûrîyayê zêdetir in li Rojhilata Navîn têne meşandin. Di encamê da, piştî şerê Xezayê rejîma Sûrîyayê wê li pêşîya Îran, Tirkîya, Îsraîl, Dewletên Kendavê, Amerîka, Ewropa û Rûsyayê hîna zêdetir lawaz be, bi gotineka din rejîma Sûrîyayê kete rewşeka nû.